logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de
  2. Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?
  3. Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket
  4. Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî
  5. Festîvala Porteqala Zêrîn hat betalkirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Sê rojên pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê

  • Dîrok: 26/10/2021
Sala derbasbûyî, ji ber koronayê, pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê ku wekî mezintirîn pêşangeha pirtûkan ya cîhanê tê naskirin, bi awayekî dîjîtal çêbibû. Taybetiya pêşangeha îsal ew bû ku hem bi awayekî normal û bi beşdarbûna 7450 dezgehên ku ji 104 welatan hatibûn li dar ket û hem jî bi awayekî dîjîtal bi beşdarbûna sed û sîh hezar kesî bi rê ve çû.
Hin agahiyên giştî li ser taybetiyên pêşangehê
Pêşangeh pênc rojan dewam kir: 20-24.10.2021. Yek ji taybetiyên vê pêşangehê jî ew e, ku ji kirîn û firotina pirtûkan wêdetir, bêhtir platformeke hevdîtin û îmzekirina peymanan e. Weşanxane, ajansên wêjeyê, wergêr, nivîskar, dezgeh, pisporên têkildarî hemû cureyên pirtûkan ji çar aliyên cîhanê tên cem hev û peymanan bi hev re îmze dikin. Wiha jî bi dehên axaftinan di heman demê de li dar dikevin, ku hem nivîskar pirtûkên xwe didin naskirin û dixwînin û hem jî behsa pirsgirêk û gelemşeyên wergerê û danûstandinên di nav wêjeyên bi zimanên cuda de tê kirin. Ev kar hemû di her sê rojên pêşiyê de dibin. Roja înê 22.10.2021 piştî nîro pê ve derî ji serdanên pirîvat re, ji her kesî re vedibe. Du cureyên bilêtan hene, bilêta rojê ya kesê pispor bi 49 Euro û bilêta serdana pirîvat bi 19 Euro bû. Ji ber ku hin hevdîtinên min bi weşanxaneyên almanî re hebûn, diviyabû ez her sê rojên destnîşankirî 
21-23.10. herim serdana pêşangehê. Her sal welatekî mêvan heye. Mêvanê îsal yê pêşangehê Kanada bû. Her wiha ji ber koronayê nabe hejmara rojane ya beşdaran bi ser 25.000 kesî bikeve.
Min sê rojan serdana pêşangehê kir
Roja çarşemê 20.10.2021 ji Wuppertalê ber bi Frankfurtê ve bi rê ketim. Dostê min ê kevin, nivîskarê kurd Fêrgîn Melîk Aykoç li malê li benda min bû. Mala wî bi tirênê 20 xulekan dûrî pêşangehê bû. Pilan wiha bû ku ez her sê rojan bi roj mêvanê pêşangehê û bi şev mêvanê dostê sohbetxweş Fêrgîn Melîk bim. Roja din serê sibehê bayekî xurt li Frankfurtê rabûbû, lê bi derbasbûna pêşangehê re ne fîzefîza ba ma û ne jî serma. 
Va ne çend çavdêriyên min:
- Bandora Koronayê siya xwe avêtibû ser her derê, ji maskeyên li ber devê her kesî bigire heta bi şêweyê beşdariya weşanxaneyan.
- Cihên weşanxaneyên mezin ji salên berê biçûktir hatibûn avakirin. 
- Liv û tevgera ajansên wêjeyê û beşdarbûna wan sînorkirî bû. Gelekan ji wan bi awayekî dîjîtal karê xwe dikirin.
- Wekî salên berê salona herî bi qelebalix ya weşanxaneyên almanî bû.
- Tu weşanxane û dezgehên kurdan tune bûn. Yên ereban ji bilî dezgehên fermî yên Îmarat û Qeter û dezgeheke misrî çend weşanxane û dezgehên îslamî hebûn. Yên tirkan hin weşanxaneyên biçûk hebûn.
- Sê nivîskarên jin ên alman û “reş” Jasmina Kuhnke, Annabelle Mandeng, Nikeata Thompson ji ber beşdariya weşanxaneyeke rastgirên radîkal pêşangeh boykot kirin. Beşdariya vê weşanxaneya biçûk ya rastgir  (Jungeuropa Verlag) û boykotkirina Kuhnke ku divabû pirtûka xwe ya nû “Dilê reş” bide nasandin, bû sedema gengeşiyên berfireh. 
- Tevî cudahiya ji salên din, dîsa jî liv û tevgera li pêşangehê bê hedan û bê navber berdewam bû.
- Li pêşangehê forûmeke biçûk û çalak ya çepgiran bû hebû. Wan ji bo piştgiriya girtiyên siyasî wêneyên siyasetmedarên kurd Selahattin Demirtaş,  Gultan Kişanak û karsaz Osman Kavala daleqandibûn.
Lihevrasthatina li Yavuz Ekinci
Ji ber maskeyên ku nîvê rûyên me girtibûn, eger dostê delal, nivîskarê kurd ê tirkînivîs Yavuz Ekinci nehatiba ber bi min ve, minê ew nasnekiriba. Ji ber ku haya me herduyan ji hev tune bû ku em li heman cihî ne. Bi dîtina wî kêfxweş bûm, her wisa bi wergera du pirtûkên wî bo almanî. Her wiha ezê di riya vê lihevrasthatinê re jî nas bikim ku hem axaftineke wî ya li ser romana wî (Roja ku mêrek ji çiyayê Amar hat) bi tirkî û almanî heye û hem jî hin axaftinên din li cihekî biçûk bi navê (KulturForum Turkei Deutschland) û ( Forum a Hrant Dink li Koln) hene. Cihekî biçûk bû, lê pir çalak bû.
Serdana baskê Katalonyayê li pêşangehê
Di roja ku pêşangehê dest pê kir de, nûçeya li ser biryara Palemana Katalonyayê, di derbarê naskirina fermî ya statuya rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê de belav bû. Li wir min xwest ku komek ji nivîskarên kurd yên bên serdana pêşangehê, wekî sipasdarî em bi hev re herin serdana Nûneriya Katalonyayê ya li pêşangehê û her yek ji me pirtûkeke xwe wekî diyarî radestî wan bike. Bi şev gava nivîskarên ku wê di vê çalakiya sembolîk de beşdar bibûna xwestin bilêtên xwe bibirin, derket holê ku hejmara kesên ku bilêt birîne gihiştiye 25.000 kesî. Êdî dereng bû û bilêt qediyabûn. Ji ber vê ez bi tenê çûm serdana Nûneriya Katalonyayê û min “Firîna bi baskên şikestî” û çapa îngilîzî ya “Gava ku masî tî dibin” diyarî wan kir. Ismael Sahun, nûnerê baskê Katalonyayê bi kêfxweşî pêşwaziya min kir û soz da ku diyariya min bigihîne parlemana welatê xwe, cihê ku wê diyariya min a sembolîk heq dike.
Kurd û pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê
Kurd yan wekî îsal beşdarî pêşangehê nabin, yan jî wekî salên berê dema beşdar dibin bê proje tên, wisa destvala tên û destvala vedigerin mala xwe. Gotina ku ez her sal dibêjim, dixwazim îsal jî bi bîr bînim. Eger weşanxane û dezgehên kurdan yên xwedî îmkan bixwazin, ew dikarin deriyê cîhanîbûnê li ber wêjeya kurdî vekin. Pêşangeha Frankfurtê yek ji wan deriyan e ku heta niha kurd bi serhişkiyeke mezin nêzîkî wî nabin.


***

YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com       



Hin Nivîsen Nivîskar

Çima wêjeya kurdî li cîhanê nayê naskirin?

  • 24 Sibat 2020

Hetanî ku wêjeya zimanekî sînorê xwe yê herêmî yê welatê xwe derbas bike, divê ew wêje ji bo zimanên din bê wergerandin. Ji ber vê mirov...

Çima rûmet û ‘xirûra neteweyî’ li cem hinek nivîskar û hunermendên kurd kêm e?

  • 20 Sibat 2011

Ji bo ku em vê mijarê baş vekin, pêdiviya me bi hin pîvanan heye. Anku divê em rewşa xwe bidin beramberî rewşa miletekî din ku wekî miletê kurd bindest û ji mafan...

Derdên nivîskariya kurdî -1-

  • 21 Avrêl 2009

Destpêkê, du xalên giringDi qada nivîskariya kurdî de, ku wêneyeke ji qada civakî ya kurdan, du xalên sereke hene ku çavkaniya hemû rûdanên seyr û...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Peyama Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûkê

news

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news
Nivîsên Nû
news

Kurdbûna Li Dîasporayê

  • Mîrza Ronî
news

Ji bo Azîz Yagan û kesên wisa difikirin

  • Cemil Oguz
news

Nûdem Durak û Emma Kok

  • Mîrza Ronî
news

Rojbûyîn û 12’yê Rezberê

  • Aytenxan
news

Ji pirsa Murat Bayram bersiveke rast dernakeve

  • Cemil Oguz
news

Kevoka li asîmana Cizîrê

  • Mîrza Ronî
news

Cêwiyê êşê Zubêr Salih

  • Helîm YÛSIV
news

Hebûn, Kakil, Heyîn, Sartre

  • Çorê ARDA
news

Rewşenbîrên ereb û kurd

  • Helîm YÛSIV
news

Gundên Bê Zuriyet

  • Kazim Polat
news

Navê Aqil Gelo ye!

  • Dilşêr Bêwar
news

Du Stran û Varyantek

  • Veysel Vesek
news

Li nav otobusê wêneyê jinika tazî

  • Dilşêr Bêwar
news

RENGÊ ŞÎRÎN Û TARÎ

  • Aytenxan
news

Qezencên ji nivîskariya bi kurdî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Super Kupaya UEFA jî yê Barselonayê ye

ad

Ji Hunergeha Welat bo jinên Rojhilat

ad

Omer Dilsoz: Aşê kurdî berhemên baş nahêre

ad

Serketiyên Cannesê xelatên xwe girtin

ad

Hûn dikarin li 'Elîf'ê temaşe bikin

ad

Ji nivîskarên Diyarnameyê du nivîsên nû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dahûrandina “Hêlange” ya Yaqob Tilermenî di warê rê û rêbaza romanê de

  • 29 09 2023
news

Îro Roja Dil e: Emê çawa xwedî li dilê xwe derên?

  • 29 09 2023
news

Şerha gotinên pêşiyan 'Lalezar' derket

  • 30 09 2023
news

Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

  • 30 09 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Veysel Vesek
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname