ÞIQAM
Þiqam yan sîle. Her çiqasî ku ev wekî zoreke fîzîkî tê naskirin, lê ew bi xwe tije wate ye. Ji dardekirinê, ji gulekirinê jî bi watetir e. Her demê þiqam yan jî sîle, ji hêla kesê serdest ve tê bikaranîn. Bav... Axa... Polîs... Incex bav tenê sîleyê diavêje kurê xwe (belkî jî birazî yan xwarziyê xwe). Axa tenê sîleyê diavêje xulamê xwe. Polîs jî tenê dikare sîleya xwe biavêje hemwelatiyê dewleta xwe.
Yanî wan ne darde dikin, ne jî gule dikin. Wan qaþo bi "edeb"dikin.
Eger bav sîlêyê biavêje yekî ji derveyî bin serdestiya xwe, axa jî bavêje xulamekî axayekî din, polis hemwelatiyê welatekî din, ev dibe sedema þer û kuþtinê.
Eger ku berevajî wê yekê be, kur sîleyê biavêje bav, xulam bavêje axa, hemwelatî biavêje polîs, wê demê dibe þoreþa li dijî zilmê.
Sîle, gelek caran ji dûr ve jî tê avêtin. Helwestek þiqamek e. Incex encam her yek e; yan zalim li kolan dikin û wan bêdeng û bi edeb dikin, yan mezlûm li dijî zilmê dikin.
Sîle tije wate ne. Loma sîleya ku wî faþistê serxweþ avêt wî sazvanê kurd pir bi wate ye.
Ew sîleya dewletê bû.
Li dijî "bêedebiya" kurdan bû.
Ew "Bêedebî" melodiyeke kurdî bû. Ew melodî dibû sedema ku gel bi kurdî govenda giranî bigrin. Ew govend dikare bibe sedema "bêedebiyeke hîn mezintir" û Eyntabê ji Tirkiyeyê veqetîne.
Ew sîle ne ya serxweþekî tirk li hemberî sazvanekî kurd bû.
Ew sîle, sistemê avêt koleyê xwe.
Ew sîle ne tenê avêtin sazvanekî, ew avêtin hemû hunermendên bê helwest.
Her pêþkêþvanekî TRT zimanê ku nayê famkirin.
Her mêvanekî/e wê Tv.
Her xebatkareke/î wê Tv.
Dibe ku ew bi edeb bûne, loma bê helwest in.
Ew sîle avêtin hemû kurdên ku dixwazin bi kurdî bibin kurtêlxurên sîstemê.
Ez wî sazvanî nas nakim.Lê diyar e pir safe û bawerkiriye ku sîstem ne dijmin e.
Ji bo min ew sîle-þiqam girîng e.
Kê "xistiye"serê wî faþîstî ku kurdî bêedebîbûne.
Sîstema dewletê..dewleta yeknetew.
Me ji mêj ve ew destê ku ji bo "biedebkirina"me bilindbû dehf daye û biedeb kir, loma em azad in. Aqûbet li kole û bêhelwestan be.