Pêvajoyeke nû ya aþtiyê mimkûn e gelo?
Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêþî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!
Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya "çareseriyê" ku di salên 2010 an de bi destê AKPê da destpêkirin, weke hewldaneke ji bo têkbirina tevgera siyasî ya kurd bikaranî. Bi hestên aþtiyane yên kurdan lîst.
Ew pêvajo têkçû, ev 7 sal in, herdu alî hev û du bi þer diceribînin. Ya ku aqlê dewletê hê jî fehm nekiriye ew e ku kurd ji aliyê zanistiya siyasî ve gihîþtine asteke wisa ku di þerê çekdarî de, þûn ve gav bavêjin jî dew û doza wan a mafadar wê vê dewletê tim bixe zorê.
Niha dîsa eynî aqlê dewletê îjar hewl dide bi destê CHP'ê pêvajoyekê bide destpêkirin.
Serokê Partiyê yê Dersimî Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew dikarin doza dîrokî ya di navbera tirk û kurdan de bi HDP'ê re li meclisê guftûgo bikin û gavên berbi çareseriyê ve bavêjin. Kurd bi guman li meselê binêrin jî, fikreke erênî ye.
Diyalogeke muhtemel ya bi Dewleta Tirkiyeyê re wê di siyaseta Suriyê û Îranê nermbûnekê biafirîne.
Hêvî ew e ku herdu aliyên ku ev 40 sal in li hemberî hev þer dikin, ji pêvajoya beriya niha ya têkçûyî ders derxistibin û êdî hê hasastir tevbigerin.
Herdu civakan jî pir winda kir, pir ji þer aciz in. Mesele bûye girêka ko.
Þert û mercên cîhanê, rastiya kambax ya þerê çekdarî, êdî çareseriyeke bi rêya diyalogê li aliyan ferz dike. Di þertên normal de, Tirkiye bi bakurê Kurdistanê re bi awayeke xwezayî yek ji welatên herî dewlemend yê cihanê ye.
Xelkê me hem bi erdên xwe yên çandinî hem bi madenên xwe yên bin erdê dikare di nava dewlemendiyê de bijî.
Baþ e, çima ev pêk nayê? Çi ye astengî? Hikumetên tirk çima di her dewrî de vî gelê mehkumê birçîbûnê dikin?
Ji civaka tirk wetirê pirsgirêk tenê bêkêriya hukumetê ye. Lê civaka kurd bi tecrubeyên xwe yên bi êþ êdî baþ pê dizane ku tenê meseleyên gendelî, dizî, îsraf, têra îzahata vê yekê nakin.
Tiþta ku ekomomiya Tirkiyeyê serû bin dike û hemû xelkên vî welatî sefîl û perîþan dike, aqilê dewleta Tirkiyeyê yê li hemberî hebûna kurdan e.
Bifikirin butçeya ku ji cebilxane, çek û balafirên þer re vediqetînin, mesrefên dewane ku ji bo hêzên leþkerî dikin, eger bixistana xizmeta civakê îro di nava kurd û tirkan de ti pirsgirêkeke aborî nedima.
Hê jî nedereng e, Tirkiye bi neteweyên xwe yên sereke tirk û kurd dikare wekî endameke Yekîtiya Ewropayê di cîhanê de bibe xwedî îtibar. Dikare bi tevlîbûna neteweya kurd demokrasiyeke wisa ava bike ku li Rojhilata Navîn ji dewlet û neteweyên din re bibe nûmûne.
Dikare bike. Bes tenê samîmî be, tenê durust be. Tenê hebûna kurdan qebûl bike û bawerî pê bîne.
Daxwazên kurdan yên siyasî Tirkiyeyê naxin zorê, tam berovajî wê bilind dikin. Di çareseriyê de, neteweya tirk tiþtek winda nake, tam berovajî kurdan qezenc dike.
Hin mijar hene derveyê siyasetê ne, muzakereya wan ne etîk e. Ew mafên xwezayî yê neteweya kurd in.
Wekî nimûne perwerdehiya kurdî ji dibistana seretayî heta universitê divê bê nîqaþ serbest be. Azadiya fikir û raman divê bê þert û merc were bicîhanîn.
Îcab nake mirov dirêj bike. Bi kurtasî hemû mafên ku ji bo neteweya tirk rewa hatine dîtin ji bo neteweya kurd jî bi qanûnan werin misoger kirin.
Berî her cure diyalogê, aqlê dewleta Tirkiyeyê ji bo samîmiyeta xwe îsapat bike, divê pêþî hemû girtiyên kurd ku ji ber doza kurdî hatine girtin ji zîndanan berde.
Hemû komkujiyên ku di dîrokê de anîne serê kurdan, hemû qedexeyên danîne pêþiya hebûna kurdan qebûl bike û ji ber wan lêborîn bixwaze.
Dewleta Tirkiyeyê heta ku xetayên xwe qebûl neke çawa dikare ji kurdan hêvî bike ku bawerî bi soz û peymanên wê bîne.
Gava pêþî dikare wisa destpêbike.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: