Asayî ye, ku her hizir û nivîs ne bi dilê her kesî be; dema hizra xwe rapêş bikî, bi axaftinê yan bi nivîskî, dibe bi dilê hinan be ne bi dilê hinan be; di nav vî karî de-bi nivîsandinê re divê meriv ji rexneyê re jî ji bertek û nerazîbûnan re jî xweşbîn be; ger ji famkirinê rexne, nerazîbûn bertek bên ser seran; jixwe yên ji çorstiyê xwe didin der jî malê xwediyê/a xwe ne!
Lawê pîrê yê bîst gûz dane pîra diran dêv de nemayî ya dixwestiye mêr bike dipirse “dayê çend gûz man, gotiye vê bişkênim dimînin nozdeh”.
Min jî bi armanca sed nivîsî dest bi vê pêla nivîsan kiribû; ya min jî ev bê weşandin dimînin bîst! Xêr xêr, ev ya heftê û heftan e, dimînin bîst û sê.
Bêyî ku li rûyê xwînerên xwe bikenim, dilê hinan xweş bikim; rast şaş, baş nebaş ku hizra min çi bû, ku tiştên ez dibînim çi ne min hewl daye wan binivîsim; heya ya sedî jî ez ê hewl bidim tiştên dihizirim, dibînim binivîsim.
Min go bila ev nivîs piçekî sivik be; ne cidî, ne mijarek giran be. Dizanim eyam bi têra we fetîsok e em gişî tengijîne, bêhna me gişan teng e, loma bila ev nivîs jî wiha be; bila balê bikişîne ser derdoreke rengîn a kelecanê dide min, hêvî dikim kelecanê bide we jî…
Êdî wext û dem e divê ODP’ya kurdan demildest bê avakirin!
Di çend nivîsên beriya vê de min gotibû; ‘av di golê de dimîne genî dibe’ û min lê zêde kiribû, bo netew û çîneke tekoşer xetereya herî metirsîdar dirêj ajotina tekoşînê ye. Çi ku tekoşîneke-bi taybetî ya neteweyeke bindest çi qas dirêj bidome, bi dirêj ajotinê re xetereya genîbûnê-xirabûna endamên wê tekoşînê yan ên alîgirên wê tekoşînê rû dide; yanê rizîn, yanê peydabûna çîneke bi navê penîrekî ku bi tirkî dibêjin "kaşar" dertê holê!
Her hal dijminê me jî ew hesab baş kiriye; çi qas ji dest hat-tê bi kurdan re rûneniştinê tekoşîna kurdan dirêj dike û bi dirêj kirinê re jî…!
Di salên nodî-1996’an de li Tirkiyeyê partiyeke bi navê "ODP" hate damezirandin. Di bin sîwana wê de gelek freksiyon, parçe û kesayetên fam kirine ku li Tirkiyeyê şoreş pêk anîn xeyal e; li gorî radîkalên çepê tirkan dibêjim, wan berê xwe dabû oportonîzmê reformîzmê, heta kemalîzmê; sloganê wan bû yan hinan bo wan ew slogan çêkiribû; ‘savaşma seviş-şer neke hevşa bibe’!
Li Tirkiyeyê çi qas tûtî-papaxan, demogogên bi navê şoreşger hebûn, ên di xwîna wan de kemalîzm dihêrikî li wir gihîştin hev; heta meraşalekî wan me bi destê xwe li ser pişta kurdên reben kir mebûs…
A wekî wan, gelo bi we jî derdoreke wisa ya kurd jî çênebûye? Bi min çêbûye û tam wext e ew ODP’ê ya kurd ava bikin! Yanê ew ên ku dema didu li cafeyekê yan li ser sosyal medyayê silavê didin hev hemû siyasetên kurd rexne dikin, tim siyasetê û kurdayetiyê diaxifin lê meriv tê nake der ku bixwe çi ne, kî ne, ji kîjan siyasetê ne û çi qerekter in!!!
Dibêjin, yekî rihayî gotiye, ‘Mihê oldî barî qedêyî soxitmiyax’.
Her hal ew jî dibêjin ‘rizgarî mir qet nebe em ji nermijandinê nemînin…’
Ez yên ji dil baweriyê bi tevgera bakur û bi tevgera başûr tînin; çi ji bakur çi ji başûr in didim alîkî, rêza min ên ji dil û eşkere-xwe venaşêrin û rasteqîn re heye.
Baş e, lê yên divê ODP’ya kurdan ava bikin kî ne? Gelekî kifş e, di nav kurdan de rêjeyeke ne kêm a wekî li aliyê ya Bakur dixuyîn berê gotinên xwe yên fîtnetiyê didin a Başûr, ên wekî aliyê ya Başûr dixuyîn berê gotinên xwe yên fesadiyê didin a Bakur hene; hin kirêkirî ne hin bi mûçe, hin li ortê ne, hin beredayî û tolaz, a hinan jî ji nexweşiyê ye… Piranî mekan û meskenê wan Beyogluya Stenbolê û Ewropa ye.
Û yek jî, derdora berê-jixwe yên nû tune ne, ya şairê “pisîkeke wî jî tune ye”! Çendîn êdî qert û qermiçî ne li ortê mane jî, çendîn êdî malnîşîn in û hemî dema xwe li sosyal medyayê û li cafeyan bi siyasî masturbasyonê û bi muhabet telaliyê derbas dikin jî, teqez divê ew jî di avakirina ODP’ya kurdan de cî bigirin; çi ku di siyaseta lotikavêtinê de xwedî tercûbe ne...
Û helbet, divê meriv antî-kolonîstên sanal ên kirêkirî ku meriv nizane bi devê kê diaxifin jî ji bîr neke; (yên heya doh bi maqam û çepikvanên din re dilîstin! Yanê yên kî pişta wan miste jê re li çepikan bide mîna qirdê sîrkê bo wan dilîzin) tûtî û demogogên mêjû tirk-î lo! Yên ji ber newêrin bêjin mêtînger û dagirker, bo peyveke bi fors-havali û ewropayî ye hem jî ne diyar e rasterast çi û kê qest dike-dikarî bêjî min bo Tanzanyayiyan got-antî-kolonîstê bikar tînin ku bala derdora kurd a asîmîle bûyî û oryantalîst(!) bikşînin…
Heyfa meriv bi tevan tê ku bêrêxistin in, di vir de di wir de belawela ew qas canik û camêr ji kîsê me diçin; ma ew ji eyşoka ereb in, ma ne heqê wan e jî ODP’yeke kurd a bi diruşma ‘bigire û bermede’ damezirînin? Qet nebe bi partiyîbûnê re wê statuya lotikvanên fermî bidest bixin, bibin "tuzel kîşîlîk" Ma çi yê wan ji yên ODP’ya tirkan kêmtir e?
Û dibêm, tew di ser de pergala hevseroketiyê herî pir dê li wan bê; rêbaza hevseroketiyê bes ew dikarin bi aheng û serkeftî, pir bi serkeftîîî… pêk bînin!.. û her wiha, di navbera me û tirkan de pirsgireka zimên jî namîne; canik û camêran mîna bilbil, mîna zimanê diya xwe bi tirkî diaxifin, dinivîsin, teoriyan davêjin holê, rexneyan dikin, dijîn û kar dikin…
Bi avakirina partiyek wisa re hem Bakur ê rehet bike hem Başûr û hem jî ew bixwe; ma partî-siyaset û jiyaneke ku azadiya lotikan nede hevserok, rêveber, endam û hilbijêrên xwe qet dibe partiyeke modern? Na! Nexwe bigire û bermede…
Ê min ez reya xwe nadim wan. Xêr, ne ku li dijî wan im! A min, baweriya min bi siyaset û siyasetmedaran nayê loma. Lê dikarim bo hevserokatiya Beyogluyê û nûnertiya Ewropayê çend kesên maqûl ku ji wê peywirê re bîrebîr in pêşniyaz bikim; çendikên dilê min bi wan dişewite, ku derbarê kurdbûnê de tiştên nemayî dibêjin hene, bila keda wan neçe gorê…
Bi serê we kim, qadro û alîgirên ecêb di nav wan de hene; ûltra siyasetçî-lotikvan in haaa! Û çendîn ez ê reya xwe nedim wan jî lê bila dilê xwe li min negirin; her şev heta ez di youtubê de vîdeoyekî wan ê lotikan temaşe nekim xewa min ê neyê…
Bawer bikin ji dil dixwazim ew partî bê avakirin; hem bo rengînbûyîna civaka kurd hem bo pêşketina demokrasiya kurdan vê yekê dixwazim…
Erê, ji ber belawela ne dibe negihîjin hejmara mebûsek bi dest xistinê, (belkî bi HDP'ê re rûnin bazara mebûsekî jî bikin, belkî bo xerclix biçin Başûr, nizanim) jixwe dibêm dê bo wan mebûs ne girîng jî be; çi ku ya girîng demokrasî û bi azadî lotikavêtin, kurmê xwe têrkirin e. Ma heya kêngê li ortê û di sosyal medyayê de bi maskeyê kurdê maqûl tevgerîn, li baloya maskeyî ya bigire û bermede dana lotikan, kaka! Canik û camêran bi strêsa lotikên dizî davêjin fitiqî bûn wîîî…
Jixwe, kurd jî êdî ji partî û siyasetên ‘eşîrî û bîrdoziyên hişk’ têr bûne! Ma şert e her kes dev ji konfora xwe ya kurdayetiya bûye galegala masturbasyonê û ji rûpoşên xwe berde û mîna mîlîtan û pêşmergeyan bijî?
Belkî bi xêra wan jiyana me rengîn bibe û kelecan bê me, xwîna me bikele. Belkî bi temaşekirina lotikên wan em kêf û heyfa xwe bînin.
Yanê me dî! Bi partiyên şer dikin nebû, em negihîştin tu mirazan, belkî bi ya ‘bigire û bermede’ em bigihîjin mexsedekê!
-îcar, ji ava genîbûyî ya bêhn dide girseyeke bo partiya pêşniyaz dikim a (kaşar) çêbûye yan na?
Û yên bi kurdî baş dizanin, dizanin ku di ava genîbûyî de ne masiyên mircanî kurmik çêdibin û dijîn, kurmik...