• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Zekî OZMEN
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

zekiozmen@hotmail.com

  Zeki_Ozmen1

  zeki.ozmen1

Çend saetên Stenbolê

Dîrok : 11 08 2021

Keþtiya geþtiyariyê ew qederê pênc deqiqeyan bû ketibû rê. Em ê saetek û nîvê li ser deryayê bigeriyane û me yê hem qerax û hem jî cihên dîrokî yên Stenbolê ji nêz ve bidîta. 

Piþtî keþtî bi rê ket, min li telefona xwe nêrî. Cemîl sê caran li ser hev telefon da bû min. Peyamek jî rêkiribû: “Zekî acîl e, telefonê bide min.”

Min telefon da Cemîl. Yekser rahiþtiye û ji dengê wî diyar dibû ku tiþteke nebaþ qewimiye. Tirseke xerîb bi min re çêbû. Ji ber dengê keþtî û rêwiyan dengê wî baþ nedihate min. Ji bo bikaribim baþtir dengê wî bibihîzim, min telefon bi guhê xwe ve zeliqand û jê xwast gotinên xwe dubare bike.

Mesele ji sêrî destpêkir û got: “Kirêdarê li qata bin me dibêje av ji lawaboya me diherike banê lawaboya wî. Vîdeoyek jî rêkiriye û jê diyar dibe ku av ji serþoya me diherike xwarê ya wî de.”

Mifteya xaniyê Cemîl bi min re bû û ew çend rojek bû ku ew ne li malê bû. Xaniyê xwe bi hêviya min ve hiþtibû û ez bûbûm xwediyê malê. qisûrek bihata ser xênî, ez ê bihatame þermê.

Lewma kêlî bi kêlî fikirîm ka dema ez ji mal derketim, min mislix û yan jî mekîneya cilan vekirî hêliþtiye yan na. Min baþ dizanî ku ne min sibehê serê xwe þûþtibû, ne mekîneya cilan vekiribû û ne jî hinga ez derketî min mislix hiþtibûn vekirî. Lê însan e, bîra însên carnan însên dixapîne.

Di wê kêliyê de ji ser keþtiyê tiþteke were kirin nebû, diviyabû bi lezgînê xwe bigihînim mala Cemîl. Ji bilî vê yekê, þermî û fihêtiya ziyanên bibin jî ez bêhal dikirim; camêr mala xwe hiþtiye bi hêviya min ve, li gor ku av diherike di xaniyê di bin de, dibe ku min av vekirî ji bîr jî kiribe...

Di ser halan de keþtî nû ketibû rê û geþtê wê saetek û nîvê bidoma. Ne mimkûn bû ku berê keþtiyê bidim vegerandin jî. 

Bi van mitalan geþta min a bi dilxweþî destpêkirî bûbû cihê mitalan tirsa xaniyê di bin xaniyê Cemîl de li ber avê here. Wext nediçû. Heke di destê min de bûya, min ê berê keþtiyê bi rêwiyan re bida mala Cemîl. Lê ji bilî bendewariya geþt biqede, tiþtek di destê min de nebû. 

Piþtî saetek û nîvê ew geþta li ber min bûbû gelek saet qediya. Keþtî nêzîkî rawestgeha Emînonu bû. Ji bo dema keþtî bisekine bikaribim yekser jê peya bibim, ez çûm pêþ.

Keþtî rawestiya, kendîla wê bi sing ve hate girêdan û derî vebû. Min hema xwe jê avêt û berê xwe da rêya navendî ya serê deqîqê gelek taksiyên ticarî tê re derbas dibin. Lê bêsiûdiyeke dî li benda min bû; Taksiyên ku min radiwestandin, digotin xebatên çêkirina pirekî bi rê de hene û ji wê yekê ew ji ber trafîkê min nabin taxa ku mala Cemîl lê ye.

Di wê navberê de dema ez bi þoforekê taksiyeke li min sekinî re diaxivîm, taksiyeke dî ya dû û dûman ji pêþiya wê diçû hinekî ji min derbas bû û li teniþta rê sekinî. Piþtre min dît ku þofêr kaporteya erebeya xwe vekiribû. Min li ser hev taksî didan rawestandin lê tu kes li ber nedihat ku min siwar bike.

Piþtî kêliyekî min dît ku þoforê taksiya ku dû bi ser ketibû, li teniþta rê avê bê rawestan li rû, dest û milê xwe dike.

Qederê çend deqîqeyekî piþtre min dît ku ew þofêr bi ling ber bi min ve tê. Hat û yekser pirs kir ka ez dixwazim bi ku dêre ve herim, min navê taxa Cemîl lê dimîne got. Þôfêr beyî bifikire got “were”.

Ez li taksiya wî siwar bûm. Min nû ferq kir ku milê wî û aliyekî rûyê wî sor bûne. Dû re min jê pirs kir ka çi qewimiye, got ku ava motora erebeya wî keliya bû û dema wî devikê ava motorê vekir, ava kelandî pêkiye dest û rûyê wî. Ez behitî mabûm, ji ber ji sorbûnê diyar dibû ku mil û rûyê wî þewitîne.

Min spasiya wî kir û got, pêwîst nake min bibe, bila yekser here nexweþxanê. Wî bi israr got ku ew baþ e û heke ez nexwazim ew min bibe, ew ê miþteriyekî dî peyda bike.

Hesta ku bi belaya di nava belayê re rû bi rû mame bi min re peyda bû. Lê ji bilî bibêjim “temam, naxwe min bibe”, tu çareya min a dî jî nebû, ji ber hiþ û mitaleyên min li ser xênî bûn.

Þofêr mifteya erêbê lêda, çi bibînim! Sê iþaretên takoyê yên sor vebûn. Min zanî yek jê îþareta ku dohnê erebeyê ber bi qedandinê ye. Min jê re got rewþa erebeyê ne ya ajotinê ye û bi ya min be bila xwe bi lez bigihîne tamîrxaneyekî. Þofêr gelekî rehet bû û wekî ku qet jê re ne xem be: “Na, ev îþaret hemû ev zêdeyî heftiyekî ne pê dikevin. Patron gotiye ew ê sibe û yan jî du sibe erebê bibe tamîrxaneyê...”

Sibhaneleh, ji aliyekî ve av ji banê xaniyê Cemîl diherike yê cîranê wî, ji aliyê dî ve ez li taksiyeke ku ne diyar e ka wê kengî motora wê biþewite siwar bûme û ji aliyê din ve li ber çavên min hingî diçe, laþê þofêr ê þewitî sortir dibe...

Werhasil, bi wê tirsa îþaretên li ser takoya taksiyê û ava ji malê diherikê ez giham mala Cemîl.

Ez yekser bi asansorê çûm banî. Min derî vekir, li salonê her tiþt normal dixuya û min berê xwe da odeya serþoyê. Li wir jî tu þopên avê xuya nedikirin. Herder zip û zûwa bû. Dû re min xwe di derencê re berda xwarê û pê li zengilê cîranê Cemîl kir.

Ez li bendê bûm ku kesekî aciz û êriþker derî ji min re veke. Lê kesê derî vekirî, kesekî gelekî rehet bû. Bi hurmeteke mezin êvarbaþî li min da. Min jê re got Cemîl telefon daye min û hal û mesele ev e. Lê camêr li þûna bibêje we mala min di bin avê de hêlaye, got: “Bibore, bi rastî min bizaniya tu mêvanê Cemîl î û li nava bajêr î, min ê xeber nedaba Cemîl û min ê hûn nedabana westandin...”

Di wê kêliyê de serê min tevlîhev bû. Mala Cemîl zip û ziwa bû. Cîran lêborîn dixwast û ber xwe ketibû ku ez ji nava bajêr hatibûm binêrim ka av ji ku derê diherike. Ne tenê ew, ji þerma xwêdan ji eniya camêr hêdî hêdî derdiket. Ew pêxas bû û min xwest pêlava xwe deynim û derbasî xaniyê wî bibim, ji bo binêrim ka bi rastî ev ji bên tê odeya wî ya serþoyê. Got: “Na, ji kerema xwe, pêlava xwe daneyne, wê aciziyê nede xwe”.

Êdî gelek mitale di serê min re derbas dibûn lê min dixwast xwe bigihînim cihê ku hatibû gotin av jê tê xwarê. Pê re jî ji deriyê odeya rûniþtinê re min dît ku jinek li ser qenape rûniþtiye lê piþta wê li min bû. Wê ji xwe hay ji bayê felekê nebû û qet xwe ne zîvirand û ne jî meraq kir ka kî hatiye di mal de û ka ez kî me, digel ku dengê me diçûyê jî. 

Min îlehî xwest camêr bide pêþiya min û em biçin odeya av ji banê wê tê. Camêr bi dengekî nizim û fediyok got: “Na rica dikim, qet ne hewce ye. Ev a te li banî nêriye û xaniyê we ziwa ye. Ne hewce ye tu wê zehmetiyê bidî xwe, gelekî spas dikim. Bila bi rastî Cemîl jî li min bibore ku min ew jî dilreht kir.”

Min hew xwe girt û got: “Kekê min, ev sê saet in ji bo bigihim vira gelek tiþt bi serê min hatin, bihêle ez van pênc gavên dî jî derbasî hundir bibim û cihê av jê tê xwarê bibînim.”

Ber xwe ket, bi þermokî da pêþiya min û em çûn odeya serþoyê. Bi derîvekirinê re dengê dilopên avê yên ji bên dihatin xwarê û li erdê diketin hatin min. Min li banî nêrî, ji bên ji cihekî gelek dilop li teniþta hev li pey hev dihatin xwarê. 

Ez careke dî þaþ mam, odeya serþoya wî rasterast di bin a Cemîl de bû. Li banî tu îþaretên þilbûnê nebûn û li xwarê av dihate xwar.


Zekî OZMEN

Hemû Nivîsên Zekî OZMEN

Hûn dikarin li van jî binêrin

Dixwazin Hayat TV bigirin! (Hat nû kirin)

Dixwazin Hayat TV bigirin! (Hat nû...

13 06 2013

Li Hollywoodê yên ku zêde pere kar dikin

Li Hollywoodê yên ku zêde pere kar dikin

03 07 2009

Festîvala Fîlmên Bêasteng li benda temaþevanên xwe ye

Festîvala Fîlmên Bêasteng li benda...

08 10 2019

Edebiyat û Guherîn

Edebiyat û Guherîn

04 02 2020

CHP'ê berendamê Þaredariya Amedê û bajarên kurdan eþkere kirin

CHP'ê berendamê Þaredariya Amedê û...

23 12 2013

Nûçeyên nû

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

14 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname