Du hebûnên diyarkar ên teşe didin kesayeta mirov hene; aqil û hest! Zanist çi dibêje min lê nekola ye lê li gorî lêhûrbûn û famkirina xwe dibêjim, mirov berhema aliyên xwe yên aqil û hestan e; wan her duyan şerbeta pêkanîn û pêkneanînan bi mirov daye tamijandin.
Zanist dibêje di mêjûyê hin mirovan de aqil li pêş e di yên hinan de hest, di yê hinan de jî her du ser bi ser in, ango aqil û hest wekî hev in; gelo yên di arafê de mane qey ew in!
Û hinên din jî hene, di wan de ne aqil li pêş e ne hest, hesterik in! Ji ber di wan de ne foksiyona aqil heye ne jî ya hestan, bêeyar in…
Hesterik in nekamilijîne; bi wan re nikarî rêyekê, armancekê, dostaniyekê, şîrîkatiyekê, bi hev re jiyînekê, ne jî doz û evînekê bigihînî miraz; ked û dilsoziyê deynî ber bi lingan dikevin nav dilewitînin, diherimînin; nizanî dê kêngê te li nîvê rê bihêlin, xayîntiyê li te bikin…
Bo hesterik in xwedan zaaf in jî, her wisa gelekî hewesdar in jî; bi hewes dest davêjin gelek karên bi serî nekirine-nakin jî! Çendîn ku temenê wan ê bedenî 30-40-50’î jî be lê yê mêjûyî tu car deh-pazdeh neboriye; yanê tim zarokê/a dibêje “ev a min e, ev ê min e, ya rindik û baqil ez im, ê qeşeng û zana ez im”; yanê zirt in çors in şûm in ergen in vaka-nexweşê eleqeyê û pesnan in; nabin-nebûne kesayet, xam in, emelî pê nabe!
Vegerim ser aqil û hestan, ser aqil û hestên bûne kan, serkirde û puxteya serboriyê ya kesayeta mirov; aqil û hest kirde mirov bireser; mirov ku çi kişandiye di navbera wan de bi dudilî manê kişandiye. Yanê şerê di navbera aqil û hestan de bûye dojeha nava mirov, bûye şikence, zilm û zindana li giyanê mirov, bûye xwenîşandayîna hovîtî û rebeniya mirov:
‘hestan gotiye xeyal bike aqil gotiye de dîn mebe,
hestan hez kiriye aqil gotiye dev jê berde,
hest coş û peroş in aqil ê li quncê odeya germ rûniştiye,
hest uryantiya giyanê mirov e aqil rûpoş,
hest xemxur e aqil gotiye ji min re çi,
hestan gunehê xwe pê hatiye aqil gotiye guh medê,
hest dad e aqil bêwîjdanî,
hest xwebexş e aqil gotiye çi berjewendiya min tê de heye,
hest bêhesêb e aqil roviyê hesaban,
hest wêrek in aqil tirsonek,
hest pak in aqil hov-kirêt,
hest azadî ye aqil dîlmayîn,
hest sînoran dirûxîne aqil sînorperest’
Ax ji destê wê rikêşî û qayîşkêşana aqil û hestan…
Wekî mirovên ku hinan aqil li pêş e hinan hest, gelo dibe ku di neteweyan de jî ew yek hebe? Kîjan netewe bi aqil li pêş e kîjan bi hestan û dibêm, gelo neteweyên hesterik jî hene?
Vê pirsê li xwe dipirsim ‘di neteweya kurd de aqil li pêş e yan hest’?
Kûr diponijim û xwe bi xwe re dibêjim, di neteweya ku bûrxwestina ‘di ku de zirav e bila di wir de biqete hebe, ku qîmeta jiyîn û jiyanê, nirx û kedê qasî seriyê pîvazekê nebe’, ma ew xwe rapêşkirina pîskopatî karê aqil û hestan e?..
Wekî peyayê hestan, lê alîkî ve jî yê di navbera aqil û hestan de li arafê asê mayî, dizanim çendîn ku ev daxwaza min bi nanok jî be dibêm ji mirovan ên hestiyar ji neteweyê ya bi-aqil… Ji mirov ji neteweyê yên aqil li pêş ên hest li pêş, ji ber qerekter kifş û diyar in metirsî ji wan nîn e, lê ji yên hesterik-bêeyar?..
Heya meriv nas dike heya meriv fam dike heya meriv pê dihese, di pişta yê hestiyar de yê xwebexş de xençer in, xençer...