• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Cemil Oguz
Cemil Oguz

Cemil Oguz

cemilo@diyarname.com

  oguzcemil1

  cemil.oguz.79

Soneyên Shakespeare di Cîzmeyê de winda bûn

Dîrok : 12 07 2021

Li dinyayê gelek kesên bi aqil hene ku heta îro berhemên wan mane û hê belkî bi sedan salên din jî di rojevê de bimînin. "Hunera Þer" a Sun Tzu her tê qalkirin. Soneyên Shakespeare, Îlahî Komedyaya Dante, çi zanim, gelekên din.

Îro* li aliyek Soneyên Shakespeare hebûn, li aliyê din Komedyaya Dante. Pêre jî taktîkên ku ji "Hunera Þer" a Sun Tzu hatibûn girtin. Erê em qala maçek dikin, lê ev maç wisa ne maçeke ji rêzê bû. Maça fînalê ya tûrnûvaya Euro 2020'î bû. 

Îhtîmal heye Manchini** "Hunera Þer" xwendibe û ew di vê maçê de bi cih kiribe. Belkî jî ji lîstika Komedyayê mînak dianî û li vê maçê bar dikir, ku carinan maç dikir cenet, carinan cehennem û helbet araf jî têde. Em 2 deqeyên pêþî deynin aliyekê, Manchini planeke serketî saz kiribû; gog li nava sehayê û li aliyê sehayê îngilîzan dida lîstin. Þer ne li mala xwe, li mala neyar dikir. Wisa taktîk dilîst ku demek pêlîstina gogê sedî 65 di destê wan de bû.

Wekî ku maç di nav çîrokên çîroknivîskarê îtalî Dino Buzatti de bê lîstin bû. Diherikî, diherikî û di kêliya dawî de Buzatti xwendevan þoq dikir; îtalyanan jî ev nivîskarê xwe bo xwe kiribû mînak û rê dida îngilîz soneyan bixwînin, lê di kêliya dawî de bi çîrokên Dino Buzatti, bi penaltiyan ew þoq kirin.

Ka em çend tiþtan din jî li ser maçê lê zêde bikin: Îngilîzên ji bûyera George Flyod heta niha di her maçan de dij nijadperestî derdikevin ku ev aliyeke erênî bû, lê temaþevanên wan ne ew qas centîlmen bûn, derve êrîþê îtalyanan kirin. Ji aliyê lîstikvanan ve jî, her çiqas Premier Lîg yek ji lîga mezin be jî lîstikvanên îngilîz îþev wisa zêde xwedî tecrube nedixuyan û li astek jêr man. Bar li ser milê çend kesan bû, wekî Starling, wekî Shaw. Kane nedikarî pasên cidî bigire. Lê beramberî wê Îtalyan hê xwedî tecrube bûn, senaryoya xwe ji lîstika Dante girtibûn û xweþtir dilîstin.

Axirî encam bi penaltiyan diyar bû û Îtalyaya ku di nîv fînalê de Spanya bi penaltiyan stûxwar þandibû mal (4-2) vê carê bi penaltiyan hemû soneyên Shakespeare dan ber agir, pirtûkên li ser fûtbolê yên ku li navenda fûtbolê, li Îngilistanê hatibûn nivîsîn rakirin muzeyan û helbestên ji Dante xwendin. Îtalyayê Îngilistan di cizmeyên xwe de fetisandin û bû Þampiyonê Euro 2020'î.

Vê maçê tiþtek din jî kir: Bi mîlyonan însanên ji karantînayê, ji koronayê acizbûyî ji bo çend saetan be jî kêf kirin, ew bêhizûrê, bêhntengiya li ser xwe avêtin.

Û çend notên din:

- Îngilîz piþtî gola yekem li gola duyem negeriyan. Xetaya wan a herî mezin ev bû. Di nav maçê de kêm caran hebûn.

- Lîstikvanên ku nikarin penaltiyan biavêjin divê neavêjin. Lîstikvanên ku herin cem gogê, bisekinin û dûre li gogê bidin ew lîstikvan ne penaltîcî ne, divê ew penaltiyan neavêjin. Yê îngilîzan jî bi vî awayî bûn. Di vî warî de û di warê hilbijartina kesên penaltiyan biavêjin de tercihên teknîk dîrektorê îngilîz Gareth Southgate þaþ bûn.

- Teknîk dîrektorê îngilîz Gareth Southgate di temamê tûrnûvayê de serketî bû. Îngilîzên ku qet derneketibûn fînala Tûrnûvaya Ewropayê wî ew heta wir birin. Lê di fînalê de her çiqas her bi cîgirê xwe diþêwriya jî nekarîn taktîkek xurtir saz bikin û bi ser bikivin. Hesabê hilbijartina kesên penaltiyan diavêjin jî ji bo wî kêmaniyeke din bû ku hat tomarkirin.

- Hakêmê hollandî Bjorn Kuipers maçek gelek serketî bi rê ve bir û bê xeta bû.

- Mudexeleyên Manchini ji yên Southgate serketîtir bûn, belkî loma bi ser ketin.

- Lîstikvanê îtalî Bonucci di deqîqeya 67'an de gola tîma xwe avêt û hem encam anî yek bi yekê, hem jî bi vê bû "Lîstikvanê herî extiyar ê di Tûrnûvaya Ewropayê de gol avêtiye" (34 salî û 71 rocî). Her wiha Bonucci wekî "Lîstikvanê Herî Serketî yê Maçê" jî hat hilbijartin û xelata xwe girt.

- Rekorek jî ji îngilîzan: Lîstikvanê îngilîz Luke Shaw di deqîqeya yekem û saniyeya 57'an de gol avêt, bi vê yekê di Tûrnûvaya Þampiyoniya Ewropayê de bû gola ku herî bilez hatiye avêtin.

- Di dawiya maçê de hêsrên Manciniyê, kêfxweþiya kaptanê tîmê Chiellini hêjayî dîtinê bûn.

Bi xêr û gunehên xwe tûrnûvayeke din bi dawî bû û îtalî serbilind vegeriyan mala xwe. Sala bê Kûpaya Cîhanê heye. Heta wê çaxê emê bêriya organîzasyonê û maçên wisa mezin bikin.


*Qesta roja 11.07.2021 dike

**Teknîk dîrektorê tîma fûtbolê ya neteweyî ya Îtalyayê Roberto Manchini


Cemil Oguz

Hemû Nivîsên Cemil Oguz

Hûn dikarin li van jî binêrin

Bila!

Bila!

08 02 2009

Li Tirkiyê sê nûçeyên li ser aboriyê

Li Tirkiyê sê nûçeyên li ser aboriyê

19 01 2017

‘Seta êzdiyatiyê’ wekî 5 pirtûk derket

‘Seta êzdiyatiyê’ wekî 5 pirtûk derket

13 02 2021

Kovara Hawarê vegeriya mala xwe

Kovara Hawarê vegeriya mala xwe

25 07 2019

Ji bo 'Girtîgeha Amedê Bibi Muze' mîtîng li dar dikeve

Ji bo 'Girtîgeha Amedê Bibi Muze'...

19 09 2012

Nûçeyên nû

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

16 05 2022

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname