Wêje û çakûçê Kawayê Hesinkar
Li bêndera wêjeya kurdî, heta niha gelek berhemên giranbuha berhev bûne û ji bo gelê kurd bûne ronahiya dîrokê. Ji gelan re wêje û berhemdariya wêjeyî; sazûmankariyek, avahisaziyek erjeng e! Ango bi wêjeyê birînên civakî tên pêçan û wêje ji hemû êþên civakî re dibe bijîþk. Civakeke ku wêjeya wê dewlemend û xurt be, ew civak dibe xwedî dîrokeke bi hêz û serkêþ.
Civaka kurd jî di mijara wêjeya dewlemend de xwedî wêjeyek dîrokî ye. Bo ku di wêjeya klasîk de bingehek dewlemend ji wêjeye kurdî re hatiye avakirin. Bi pênûsa Baba Tahirê Uryan, Ehmedê Xanî, Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek wêjevanên din bingeheke dewlemend avakirina ku ev bingeh îro ji pênûsên jêhatî re dikare bibe jêderka ‘ronesansa’ wêjeya kurdî.
Ev wêjeya kurdî ku ez balê dikþînim ser di nav herka dîrokê de qonax, qonax herikiye heta gihîþtiye roja me ya îro.
Di serdema wêjeya klasîk de nivîskariya kurdî herî zêde bi helbestê wêjeyek ava kiriye. Car caran jî çîrok û helbest di nav hev de hatiye hûnandin û bi çîrokan dîrokek hatiye gotin û nivîsandin.
Ji serdema klasîk derbasbûna serdema nûjen re gelek astengî derketine pêþiya wêjeya kurdî ji bo ku di warê mijarên siyasî de gele kurd ji serdariya xwe hat hilweþandin û li ser axa xwe bindest ma. Bi bindestiya civakî re pênûsa wêjeya kurdî jî bindest bû. Bi bindestiyê re wêjeya kurdî jî li berxwe da û bi hêza wêjeyê hewl dida sînoran li pêþiya xwe reke. Lê ez nikarim bibêjim sînorên li dora xwe pêçayî rakir! Bi sînoran pêçayî, pênûsevanên di nav bindestiyê de li ser bingeha wêjeya klasîk berhem afirandin. Bi vê afirandinê re wêjeya kurdî ber bi berhemdariyeke heta roja me ya îro herikî.
Bi wêjeya kurdî re têkildar wêjeyên gelên din jî qonax, bi qonax ji civakên xwe re li gorî serdema xwe berhem afirandine. A rast gelek civak bi hêza perwerdehiya wêjeya xwe teþe girtin û bûn xwedî serdariya xwe bixwe! Ango bi hunera wêjeyê ji bo xwe gavên dîrokî avêtin. Bo ku wêjeya wan ne di nav sînoran de pêçayî bûn û pênûsên wan ne di nav bindestiyê de bûn. Ji wan civakan yek jî civaka ereban, civaka farisan, civaka almanan û hwd.
Her wiha wêjeya hin cavakan jî di nav sînoran de bes ne di nav bindestiyê de ji civaka xwe re hêza serdestiyê ava kirin û bi wêjeya xwe sînorên li dora civaka xwe rakirin tevlî wêjeya cîhanî bûn. Wekî civaka rusan, fransizan û hwd.
Lê mixabin civaka kurd bi wêjeya xwe di vê serdema bindestiyê de gavên serwer ku civaka xwe pê ava bike ne avêtiye! Helbet gelek sedemên civakî hene ku ez balê bikiþînim ser ku bê ka çima wêjeya kurdî di nav civaka xwe de nebûye avakar! Lê belê di vê serdema bindestiyê de rewþenbîrî û nivîskariya kurdî di nav erkeke perçiqî de ye. Ango wêjeya kurdî bi destê nivîskarên kurd rola xwe di nav civakê de nelîstiye! Civaka kurd bi pêþengiya nivîskarên xwe wêjeya xwe ji xwe re wekî çek bi kar neaniye! Gelek civakan ev pêk anî û bi wêjeya xwe bûn xwedî berhemên serkeftinê. Lê mixabin civaka kurd rola zanyariya wêjeyî di kesayetiya kurd de neda avakirin. Di roja îro de jî ev çeka wêjeyî di asta avakar de nayê karanîn.
Ev mijara wêjeya kurdî bê ka çima ji civaka kurd re ne bûye avakar mijareke gîrîng û hêjayî lêkolînên berfereh e. Ango bi gotarekî ev mijar ji hev nayê veçirîn! Lê belê çend deqên beloq hene ku mirov dikare bibêje sedemên karneanîna çeka wêjeye ew in. Di vir de divê baþ were zanîn, ne ku wêjeya kurdî qels e û nikare bibe avakar, wêjeya kurdî têra xwe xwedî bingeh û jêderk e! Bes nivîskariya kurdî ji wêjeya xwe re di guhê ga de ye! Ev mayîna di guhê ga de, deqa herî mezin e ku qedrê wêjeya kurdî di nav civakê de nayê zanîn! Bo ku ên ku îro di vê serdema nûjen de serkêþiya wêjeya kurdî dikin di asta sazûmankariya civakî de ne bûne xwedî berhemdariyeke qerase ku civaka kurd bandor bibe û bi ronahiya hunera wêjeyê sînor û bindestiyê li ser civaka xwe rake!
Berî her tiþtî kesên ku armanca wî/wê bikaranîna çeka wêjeya civakê be demildest divê sînorên li dora ramanên xwe rake û bi vîna xwe azad be! Nivîskarekî ku bi ramanê xwe ne azad, dê çawe wêjeyek avakar û azad bi afirîne ji civaka xwe re! Girîfta sereke ev e ku ramyariya pênûsên kurdî ne azad e. Pênûsevanên kurdî xwe ji kedîbûna bindestiya sînoran rizgar nekirine! Ramanên pênûsevanên kurdî li têlên bindestiyê dialiqe û pênûsevan jî xwe ji aliqandina têlên bindestiyê rizgar nake!
Di dîrokê de gelek nivîskaran ne bihibrê; bi xwîna xwe wêjeya xwe nivîsandine û sînorên li dora xwe û civaka xwe rakirine. Dîsa di mîtolojiya yewnan de mînaka Prometheus heye ku ji bo ronahiya wêjeya civakê xwe ji bindestiya zeûsan rizgar bike bi zincîran hatiye girêdan û di encamê de wêjeya civaka xwe azad kiriye. Wekî Kawayê Hêsinkar ku bi çîroka Newrozê civaka Medî ji dehaqan rizgar kiriye û bi kesayetên azad civakek nûjen ava kiriye.
Wekî encam li gorî nêrîna min baþ diyar dibe ku hewcedariya wêjeya kurdî bi Kawayan heye! Divê nivîskariya kurdî wekî Kawa xwedî çakûçek (di roja îro de pênûs) azad be! Çawa ku Kawa bi çakûçê xwe li ser sindan hêsin di quta û teþeyeke estetîk dida hêsin, divê nivîskarên kurd jî bi pênûsa xwe li ser sindan wêjeya civaka xwe bi qute û teþeyeke estetîk bide wêjeya xwe da ku bi karibe civaka xwe azad bike!
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: