NIVÎSKARIYA ZIMANÊ KURDÎ
Nivîskar, nivîskarî! Dema hin mijar di nav ramanên mirov de beloq dibin, êdî mirov nikare xwe ji wan mijaran rizgar bike. Heta ku mirov li ser wê mijarê xwe qanih neke dê ew mijar her û her nîqaþa serêþiya mirov be. Nexasim heke mijarek wekî mijara zimanê kurdî be û nivîsandina ji bo zimanê kurdî be wî demî bargiraniya ramanê mirov hêj zêdetir dibe.
Ev çend roj in mijara nivîskariya kurdî û keserên wêjeya kurdî di nav ramanên min de beloq dibin. Ji ber ku mijarek girîng û berfireh e, xwe bi xwe jî nikarim ji nav derkevim. Lê li ser çend xalan ez ê hewl bidim di vê mijarê de hawara xwe bigihînim we xwînerên hêja.
Bi wateya kilasîk nivîskar ew kes e ku bi karê nivîsandinê re mijûl dibe û dinivîse. Ango nivîskariya; wêje, çand, dîrok û hunerê dike, da ku van beþan bi nivîsê li mirovan bide fêmkirin. Helbet ev pênase teng e û berfirehtir jî dibe û divê ez vê jî bibêjim; hewcedariya her nivîskarekî bi bîreke civakî heye!
Lê belê çi dema ku ez hewl didim pênaseya nivîskarê kurd û nivîskariya kurdî bikim; dibînim ku pênaseya nivîskariya ku tê zanîn têra nivîskar û nivîskariya kurdî nake. Ji bo ku bîra civaka kurd û kurdî li gorî nêrîna min ne wekî ya tu gelên din e. Dîroka kurdan û çanda kurdan; qonaxên ku têre derbas bûne, qonaxên fitlonek û têra xwe rasta guhartin û veguherandinan hatine. Nexasim di nav çanda kurdan de zimanê kurdî xwedî bîreke kûr e ku hêj çi kesî nekariya xwe berde binê bîrê. Em kesên ku li ser rêya nivîskariya kurdî (bi taybetî zaravayê kurmancî) ne, heta niha em tenê li ser devê bîra kurdî avjeniyê dikin! Ji me kî/kê ji bo zimanê kurdî avjeniyek baþ zanibe dê ew kes xwe ber bi binê bîra kurdî ve berde xwar.
Îca ji bo kurdî avjeniyek baþ jî, fedekarî û kedek giran dixwaze. Em hin nivîskar bi vî zimanê dewlemend dinivîsin, lê belê em ji bo azadiya zimanê xwe kedê nadin û nabin çalakvanên zimanê xwe. Û kurt û kurmancî li gorî nêrîna min nivîskarê ji bo azadiya zimanê xwe tênekoþe ew nabe nivîskarê zimanê xwe jî. Zimanê me ango xwebûna me, di nav qefesekî de girêdayî ye. Em çiqas binivîsin û biaxivin jî heke; nivîsandin û axaftina me ji zincîrên qefesê derbas nebe em dikarin bibêjin; nivîsandin û axaftina me azad e? Na em nikarin bibêjin! Wateya di strana nemir Ahmet Kaya de ku digot: “Bê pencere mam daye, bafiroka min li têlên aliqî…” Çibe nivîskariya me jî ew e!
Lê pirsgirêka nivîskarên gelên din ku bi zimanên xwe an jî bi zimanên din dinivîsin, çi pirsgirêka wan a azadiya zimanê wan nîn e, ji bo ku zimanên wan ji nêrîn û nivîsandinê re azad e! Hin gelan dem hatiye zimanê xwe azad kirine û bi zimanê xwe yê azad wêjeya xwe û hebûna xwe pêþ de birine. Ango çi pirsgirêka wan ji bo nivîsandina wan tune ye! Lê em kurd û nivîskariya kurdî bi taybetî li ser zaravayê kurmancî pirsgirêka ramyariyeke azad heye. Em li ber siya azadiyê dinivîsînin, lê kengî me zimanê xwe rizgar kir wê demê em ê, li ber ronahiya azadiyê binivîsin. Mixabin û sed mixabin gelek kesên ku li ser rêya nivîskariya kurdî dimeþin haya wan ji têkoþîna zimanê kurdî nîn e û keda xwe li quretiya xwe bar dikin. Mînak ez dê pirtûkeke binivîsim û ji kurdan bixwazim ka pirtûka min bikirin û bixwînin. Baþ e ew kesên ku ez dixwazim pirtûka min bixwîne heke min ew kes fêrî xwendina kurdî nekiribe û hiþmendiya parastina kurdî li wan nedabe fêmkirin ew kes dê çawa li pirtûka min û kurdî xwedî derkeve? Li gorî vê nêrîna min nivîskariya kurdî; “kompleksek paradoksî” dijî û hew.
Herî dawî ez vê jî bibêjim heta em kesên ku li ser rêya nivîskariya kurdî hewl didin bimeþin li dora zimanê kurdî kom nebin û bi yek armancê nêzî kurdî nebin wê pênaseya nivîskariya kurdî jî her û her kop bimîne û dê seqet biafire!
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: