• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Cemil Oguz
Cemil Oguz

Cemil Oguz

cemilo@diyarname.com

  oguzcemil1

  cemil.oguz.79

Barzanî dikarin çend Amed Sporan bikirin?

Dîrok : 21 06 2021

Li ser Baþûr, li ser rêveberiya Baþûr heta niha gelek tiþt hatine gotin, dê hê bêne gotin jî. Xwediyê vî quncikî jî heta niha gelek tiþt gotine û dê bêje jî. Lê îro em ji siyasetê dûr bala xwe bidin xalek din. Ew jî spor e.

Di dema ku maçên Euro 2020 didomin de, li dinyayê bi sed mîlyonan mirov li van maçan temaþe dikin de, em bi ser mînakeke re mijarê bigirin dest.

BUHAYA AMED SPORÊ

Li Tirkiyeyê "transfermarkt.com.tr" (1) îstatîstîkên li ser buhaya tîman belav dike. Li gor vê, buhaya Amed Sporê 2.14 mîlyon Euro ye. 

Amed Spor di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze û ji bajarên Bakur bigire heta bajarên Tirkiyeyê kurd li ku dijîn dilê wan ji bo Amed Sporê lê dide. Kurdên li welatên din jî em lê zêde bikin ev digihîje asta mîlyonan kesî. Tîmek wisa çime neçe Lîga 1’emîn an jî Super Lîgê?

Li gor heman çavkaniyê buhaya tîmeke din a kurdan, buhaya Dalkurdê 2.10 mîlyon Euro, buhaya Diyarbekir Sporê ku îsal ji Lîga 3'yemîn derbasî Lîga 2'yemîn bû jî 475 hezar Euro ye.

XANIYÊN BARZANIYAN

Kovara Variety di sala 1905'an de li New Yorka DYA'yê hatiye derxistin, li ser þahî û ticaretê weþanê dike. Di sala 2019'an de nûçeyeke weþand ku malbata Barzanî li DYA'yê du xaniyên luks bi 47 mîlyon dolarî kirîne. Nûçe hê li ser malperê disekine û berevajî vê yekê tiþtek nehatiye belavkirin jî.

Ji bilî wê jî tê zanîn ku rêveberiya Baþûr heta niha gelek pere bê ku fêdeyeke wê ji bo gel hebe belav kirine. Niha pirsa me ev e:

Bi ev pereyên ku ji bo du xaniyên luks hatine xerc kirin rêveberiya Baþûr dikaribû çend Amed Sporan bikire?

Dikaribû bi vî pereyî û pereyên din dikaribûn çend tîman rake ser lingan?

Mînak, dikaribû Hewlêr Sporê li dinyayê çiqas û heta ku navdar bike?

Ma ne, her kes dibêje rola sporê muhîm e? Ma ne ew Barselona ye ku bi navê wê Katalonya li dinyayê navdar bûye?

Ma li Spanyayê dema Real Madrid û Barselona bi hev re dilîzin li Hewrêlê kurd pevnaçin? 

Binêrin nûçeya Rûdawê (3): "Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Abdulhamid got ku duh 14 kes ji ber piþtî maça  Barcelona - Real Madrid bûyer derxistibûn hatin binçavkirin."

Çima ew pereyên ji bo xaniyên luks têne xerckirin ji bo sazkirina tîmeke mezin a li Baþûr an li Bakur nayên xerckirin? 

Dema wekî gel em fêdeya wan her du xaniyên luks û sazkirina tîmeke em qal dikin bidin berhev kîjan ji bo fêdeya gel e?

Pirsek din: Dema rêveberiya Baþûr tîmek wisa mezin ava bikira dê navdartir biba, yan rêveberên Baþûr ji bo þexsê xwe xaniyên wisa luks kirîne navdartir bûn?

Gelo hewce dike em pirsên din lê zêde bikin? Yan hûn dibêjin ne hewceye em pirsan jî bikin?


1-Transfermarket/AmedSpor


2- Îdîa: Malbata Barzanî li Amerîkayê du xanî bi 47 mîlyon dolarî girtin


3- Qeymeqamê Hewlêrê agahî da


Cemil Oguz

Hemû Nivîsên Cemil Oguz

Hûn dikarin li van jî binêrin

Bîlgen jî têde 17 siyasetmedar hatin girtin

Bîlgen jî têde 17 siyasetmedar hatin...

02 10 2020

ANALÎZ: Serkeftiyê hilbijartinê kurd in

ANALÎZ: Serkeftiyê hilbijartinê kurd in

12 06 2011

Agirî Spor piþtî 17 salan dîsa tê

Agirî Spor piþtî 17 salan dîsa tê

11 03 2018

Li Kerkûk, Xaneqînê YNK yekemîn e

Li Kerkûk, Xaneqînê YNK yekemîn e

02 05 2014

Lînka kampanyaya îmzeyan

Lînka kampanyaya îmzeyan

23 02 2021

Nûçeyên nû

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

KNK: Bila kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin

14 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname