Li Tirkiyeyê, îro di her qada jiyanê de gef li hebûna kurdan tê xwarin. Partiya HDP ku kurd bi rêya wê hewl didin hebûna xwe ya siyasî biparêzin di bin tehdîtê de ye. Êrîşa li ser avahiya wê ya li Îzmîrê îspata vê yekê ye.
Welatekî bifikirin, rêveberên wê bi yek dengî rêveberên partiyeke siyasî û legal tehdît dikin.
Ew hêzên ewlekariyê ku qaşo hûn ji bo parastina xwe maeş didin wan, rojane êrîş dibin ser we û malbata we.
Ew hêzên ewlekariyê ku qaşo hûn ji bo parastina xwe maeş didin wan, rojane êrîş dibin ser we û malbata we.
Ew dadger û hakimên ku bi baca we zarokên xwe xwedî dikin, tev di şûna êrîşkarên we de we davêjin zindanan.
Kanalên TV ku bi pereyên we weşanê dikin, tim weşanên dijberî we dikin.
Saziya Diyanetê bi sedhezaran meleyên xwe futwa kuştina we didin. Ew jî xwe bi pereyên we xwedî dikin. Li welatekî wiha jiyan li kurdan kirine zîndan.
Îjar projeyên asîmîlasyonê, nebûna dibistanên kurdî û her cure qedexeyên din yên li ser jiyana kurdan dera hanê.
Em di vê nivîsê de tenê behsa xebatên kurdan yên siyaseta legal bikin. Ji destpêka salên 90’ê ve kurdan pêşî bi rêya partiya HEP hewl dan di arenaya siyasî ya Tirkiyeyê de cih bigirin û hebûna xwe ya siyasî biparêzin. Ji wê demê ve, hejmara partiyên kurdan yên hatin girtin, siyasetmedarên ku hatin kuştin û girtin, têra rêveberiya 7 welatan dike.
Kurdan tim xwe nû kir û hê bi hêztir bûn. HDP ku îro di bin tehdîta girtinê de ye berdewamiya kevneşopiyeke tije ked, xebat û êşê ye. Ev rêxistina ku kurd bi rêya wê di siyasetê de cîh digirin, li ser hîmê şehadeta bi sedan, û girtina bi hezaran rêveber û endamên wê ava bû. Li vî welatî ji bo tunekirina doza kurd her rê û rêbaz tê bikaranîn.
Heta dem bi dem hin nirxên pîroz ên gerdûnî yên wekî "pêvajoya aştiyê" jî ji bo tunekirina kurdan wekî çek hat bikaranîn. 'Pêvajoya çareseriyê' ku berî çend salan hat ceribandin, tê bîra me hemûyan. Lê di wan salan de, dema siyaseta legal a kurdan bi Hevserokatiya Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bi hêz bû, hukumeta tirk ket nava panîkê û pêvajo tar û mar kir.
Pêşî plan kirin hemû rêvebir, hevserok û şaredarên aktîf ên vê partiyê bixin zindanê da ku li derve kesên karibin kar bi rê ve bibin nemîne. Ev planeke eşkere bû. Rêveberên hikumetê ev plana xwe pir caran bi rêya çapemeniyê jî îtîraf kirin. Ji bo girtin û binçavkirinê, ji wan re bahane yan jî kirasekî hiqûqî lazim bû. Bi dozên sexte ev plana xwe pêk anîn.
Şaredariyên vê partiyê yek bi yek desteser kirin, şaredar avêtin zindanan û li şûna wan mirovên xwe bi cih kirin.
Li Parlementoyê jî, Hevserok Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş jî di nav de, mafê parlementeriyê yê bi dehan wekîlên HDP’ê hatin betal kirin û ew avêtin zindanan.
Ji bilî dozan, ji bo tirsandina gel, di dema mîtîngan de li Enqere, Amed û Sirûcê bombe teqandin.
Li hin bajaran êrîşên çekdarî birin ser avahiyên HDP’ê. Li hin bajarên Karadenizê dor li avahiyên HDP’ê hatin girtin, xebatkarên wê hatin lînc kirin.
Herî dawî doh, li Îzmirê kesekî faşîst bi çeka xwe ket hundurê avahiya HDP’ê û xebatkara partiyê Deniz Poyraz qetil kir. Ma kî nîzane ku vî kesî bi tesîra daxuyanî û tehdîtên rêvebirên Tirkiyeyê, ev êrîş pêkaniye. Neteweperestên tirk tehdîdên rêveberan ji xwe re wekî talîmata êrişê dibînin.
Zexteke din ya li ser HDP’ê jî doza derheqê girtina wê de ye. Di rewşeke wisa kaotîk de ku rêveberên wê tev di zîndanê de ne, HDP hatibe girtin yan nehatibe girtin ne muhîm e.
Ya ku bala min dikişîne bêdengiya civaka tirk ya li hemberî van zextan e.
Ji qada navnetewî kêm be jî carnan bi gotinên "endişeliyiz" (Em metirsiyar in) mîna ku henekê xwe bi kurdan bikin daxuyanî tên.
Ji bilî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê ya ji bo berdana Selahettin Demirtaş heta niha li hemberî Tirkiyeyê tu helwesteke berbiçav nehatiye nîşandan.
Ne Konseya Ewropa û ne jî Yekîtiya Ewropayê ji bo pêkanîna biryarên dadgeha mafên Mirovan ya Ewropayê di piratikê de zext nedane ser Tirkiyeyê.
Eger wisa demam bike, Tirkiye dikare ji aliyê siyasî ve, şansê xwe yê jiyana bi kurdan re bi temamî winda bike.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: