Rojnivîska Bajarê Cizîrê
Bajar, bajarvanî; ji mirov û mirovahiya ku bûyî xwedî þaristaniyên dewlimend re cihekî taybet digirin. Heke bajar nebûna de ji þaristaniyan re pergal jî saz nebûna. Bajar, bi navek din ‘þar’ ji xwe bingeha hemû þar-istaniyan e! Yek ji bajarên ku ji þaristaniyê re bûye bajar û çandek qedîm parastiye Cizîra Botan e.
Ji bîr û baweriyan re bûye bajarê Hz. Nuh, ji ereban re bûye bajarê Cezir, ji kurdan re bûye Mîrniþîna Ezîzan û Mîrekan, ji zanistê re bûye zanîngeha Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî, ji helbestê re bûye dîwana Melayê Cizîrî, ji wêjeyê re bûye evîna Mem û Zîn û ji gelê kurd re bûye kaniya Botan.
Malbav û maldayîka Zîn û Mem, ango Cizîra Botan yekem stûnê konê xwe li ber çemê Dîcle çikilandiye. Cizîrê zarokên þaristaniyê di dergûþa xwe de xwedî kirine. Nevî-nevîçirkên dergûþa Cizîrê îro jî di hembêja dayîka xwe de dijîn.
Îsmaîl Ebûlîzê Cizîrî îro jî li ser warê xwe dijî, Melayê Cizîrî hêjî li Medreseya Sor li dîwanxaneya xwe rûniþtiye û ji þagirtên xwe re helbesta: “Dil yek e dê iþq-î yek bit aþiqan yek yar-î bes. Qible dê yek bit qulûban dilberek dildar-î bes … dixwîne. Mem û Zîn di nav rezê mîran de, li ber Çemê Dîclê ji evîna xwe re ristika maçan çêdikin. Birca Belek her roj çavên ciwanên Cizîrê maç dike û evîna wan hembez dike. Bira Bafid bi vînek dîrokî li ser xwe ye û silavên bakur û rojava digihîjîne hev.
Li ser Cizîrê her roj ne tenê rûpelek ji rojnivîska dîrokê, bi qasî dîwana Meleyê Cizîrî jîn û serpêhatî tên nivîsîn. Li ser me jî ferze ku em her roj rojnivîska Cizîrê xitim bikin û jîndar bikin.
Dema mirov di nav rojnivîska Cizîrê de digere û dixwîne; rê û kolanên Cizîrê xwedî sebir û xemleke mirovan e. Dema mirov di kolanan re diçe, mirov dibîne ku çend dayîk li ber deriyê malên cîranên xwe li hev civiyane û dîwana gotegotan digerînin. Qîr û qelebalixa lîstikên zarokan di kolanan de li bin guhê hev dikevin. Her roj berêvarkî bêhna nanê tenûrê ji tenûran difûre û zikbirçiyan têr dike.
Çandeke ku her roj li rojnivîska bajarê Cizîrê tê nivîsîn ew e ku gelek kes hene her sibeh kulmek sîrik û penîr digirin destê xwe û diçin li ber qehwexaneyên sûkê bi hevalên xwe re taþtê dixwin. Ev kevneþopiya bi hev re li ber qehweyekî taþtê xwarin di rojnivîska Cizîrê de bi tîpên girdek tê nivîsîn. Dîsa yek ji mijara ku di rojnivîskê de tê nivîsandin ev e; tovik/dendikên þ(j)ebeþan e. Heke hûn li qehwexaneyekî an jî li ser paldenkeke parqên Cizîrê rûniþtin, dendik firoþên Cizîrî wê li ber we bisekin û bi kurdiyeke þêrîn zarokên Cizîrê we bi pîvana þûþeya çayê dendikan li gorî xwesteka we bifiroþin we. Helbet beriya ku hûn bistînin mafê we heye hûn çend liban tam bikin û piþtre bikirin. Ev kevneþopiya firotina dendikên þebeþan jî her roj li rojnivîska Cizîrê taybet tê nivîsîn.
Li Cizîrê çend xwarinên sereke hene ku ew jî her roj navê wan û çêkirina wan li rojnivîska Cizîrê tê nivîsîn. Ev xwarinên sereke: Dolme, Urkûkerî(kellepaça) û Kutilk in! Ji hêla çanda xwarinê ve jî Cizîr tehma devê xwe dizane û beþeke taybet a rojnivîska xwe ji xwarinên xwe re vediketîne da ku ji dîrokê re were nivîsîn.
Her wiha jiyana tenêtîzmê li rojnivîska Cizîrê hêj nehatiye nivîsîn û heta ku parêzvanên çanda Cizîrê hebin jî dê jîna tenêtî li rojnivîskê Cizîrê newe nivîsîn, ji bo ku çanda cîranperestî hêj li Cizîrê tê jiyîn û her roj di rojnivîska Cizîrê de tê nivîsîn. Cîran diçin mala cîranan û ji rewþa hev agahdar dibin. Li kolanekî, li cihekî Cizîrê rûdanek çêbibe di demek kurt de niþtecihên taxê û Cizîr pêdihese û li rojnivîska Cizîrê tê nivîsîn.
Beriya ku ez dawî li rojnivîska Cizîrê bînim, divê ez vê jî bibêjim; li gorî jiyan û rûdanên rojane li Cizîrê diqewimin her dawiya þevê rojnivîska Cizîrê bi zimanê kurdî (kurmancî) tê nivîsîn. Ji zarokên nû bi ziman ketîn em bigirin heta pîrên Cizîrî tenê bi zimanê kurdî diaxivin û rojnivîska bajarê Cizîrê jî li gorî zimanê civaka xwe kurdî tê nivîsandin ji hêla nivîskariya dîrokê ve.
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî bikin: