• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Çorê ARDA
Çorê ARDA

Çorê ARDA

core_1979@hotmail.com

  coranizm

  profile.php?id=100008972593661

Kolonyalîzm û Femînîzmeke Bêbiryar

Dîrok : 07 06 2021

Romana nivîskar Sîdar Jîr ya bi navê "Þerm" romaneke mijara xwe ji mêtingehiyê-mêtingeriyê, eþqê, romantîzmê, femînîzmê, utopiya xwebûniyê(ezîtiyê) û bindestiyê werdigire. Karakterên romanê piranî jin in. Helbet xwendevanê bibêjin çima? Nivîskar bi karekterên xwe yên jin dixwaze çi destnîþanî me bike? Wê çaxê wekî xwendevanekî em dikarin bibêjin nivîskar xwestiye serbixwebûna jinê û perspektîfa felsefeya femînîzmê û mêtingeriyê destnîþanî me bike. Her çiqas karakterên mêr hebin jî talî karekter û serlehengên berbiçav û xwedîrol piranî jin in. Lê jinên an jî karakterên çawa ne? Romantîk in, serhildêr in, bixwebawer in, þikestîne di zarokatiya xwe de (bi awayekî psîkoanalîst), bindest in an jî serdest in di civaka xwe de, serbixwe ne, femînîst in, heke serbixwe bin çiqasî serbixwe ne û di tevgerên xwe de çiqasî azad in, bi kesî ve girêdayî ne, divê pirs û bersivên van xumamiyan bêne dîtin. Karekterên me evînên azad dijîn an jî evînên girêdayî ne? Evîn çi ye? Welhasil meriv dikare dûredirêj bike pirsên xwe....

Îcar em werin ser romana xwe û piçekî behsa kurtenaveroka romana xwe bikin û paþê jî em ê derbasî rexneya xwe bibin.

Karekterên romanê Þermîn, Nesrîn, Xezal, Dilþa, Serhêd, Þêrdil, Semra hwd...

Þermîn û Nesrînê di romanê de du rêhevalên hev ên dilsoz in. Naveroka romanê jî piranî li gor van karekteran hatiye vestrandin.  Di romanê de, Xezal dêya Þermînê ye, Dilþa dêya Serhed e, Þêrdil birayê Þermînê ye û Semra jî hevala Nesrînê ye. Serhêd di romanê de rojnameger e û hevalê Þermînê yê zarokatiyê ye, Þermînê ji Serhed hez dike. Nesrînê Psîkolog e, her wiha Nesrînê bi tevgerê xwe azad û serbixwe dixuye lê a rastîn ne pir azad û serbixwe ye. Þermînê jî karê cil û bergan dike û beþa îktîsadê qedandiye. Karektera me ya sereke û serleheng helbet Þermînê ye. Bavê Þermînê ji ber bîrdoziya xwe û Serhêd jî ji ber kar û xebatên xwe yê rojnamegeriyê dikevin hefsê, navberekê Þermînê jî binçav dikin. Talî bavê Þermînê tê berdan û Þermînê jî jibincavkirinê rizgar dibe. Serhed ewil ji ber zilma desthiladaran diçe binxetê û dema tê welêt jî tê girtin. Ji vê hêlê ve romana me piþta xwe dispêre rastiya dîwarên mêtingehiyê-desthilatdariyê. Kurtasî neveroka romana me wiha ye, lê helbet kitekitên romanê hene û van kitekitan jî dê mijara rexneya me be...

Benhabîbê, parastina helwesta femînîzma xwe wiha diyar dike: "Hemû kirde, di binê lingên dîrok û çandê de tên binaxkirin. Yanê dîrok û çand, kirdeyan dadiqurtîne, her wiha Benhabîb piþtgiriya teza formulasyona "mirina mirov, mirina metafizîkê û mirina dîrokê dike, lê ligel vê piþtgiriyê jî bi þikdar li hinekan dinêre û taloke dibine. Teza hêza formulasyona mirina mirov re, fikra kirdebûnê bi tevahî tê redkirin. Li gor vê fikrê ji bo guherîna dîrokê a ku hewcedar e, yanê utopiya xweserîbûn, ramanîbûn û berpirsyarîbûnê tê wateya redkirinê.(1) Dema em li vê paragrafê dinêrin çand û dîroka heyî carinan dibe bargiranî li ser milê kirdeyan. Çimkî þikandina tebîetên-xuyên çandan û dîrokan dijwar in. Loma jî çand û dîrok kirasekî genî li bejna jinan fesilandiye, divê dîrok û çand a bi tevayî bên rûxandin ya jî divê bên neqandin-paqijkirin. Îcar li gor nêrîna Benhabîbê divê em karekterên xwe Þermîn û Nesrînê bi ku ve cih bikin. Erê rast e, dîrok û çandê kiras û fîstanekî xelet li bejna Þermînê û Nesrînê jî fesilandiye, lê nêta nivîskar wan kiras û fîstanan ji ser bejn û bala jinê veqetîne-vehilîne an jî berdewama dîrok û çanda heyî dike? Nivîskar çiqasî di karekterên xwe de ev rastî pêk aniye gelo. Hewldana nivîskar baþ e, lê hewldaneke kêm e, ya ji bo karakteran jî kêm e. Çimkî karekterên me ne tam serbixwe, azad û femînal in. Hîna jî di bin bandora çand û dîroka li bejna wan hatiye fesilandin de mane. Heta ku dîrok û çanda heyî neye rûxandin, gemara der-bin-hiþ nayê paqijkirin û xwe nû nake.

Butler ontolojiya statûya têgeha "Postmodernîzmê" pir xumamî dibîne û vê pirse dike: Di navbera postmodernîzmê û femînîzmê de çi têkîlî hene? Jixwe têgeha postmodernîzmê tim û tim danehêlekkirina esasên normatîf û mirina mirovî ye, ev tê wateya nîþandayîna mirina polîtîkayê. Butler postmodernîzmê piranî wekî fêmkirina postbinyadgeriyê dibîne. Butler gotinên xwe wiha didomîne: Li gor Butlerê tam jinan xweserîbûnên xwe bidestxistin, postmodernîzm xweserîbûn û kirdebûna jinan xistin talûkeyê, ango ji terefê postmodernîzmê ve hate tehdîdkirin, loma jî Butler hem wateya subjektîfbûna kategoriya jinan û hem jî kategoriya femînîzmê "em" ê dan berlêpirsînan: Kirdeya femînîzmê bi kîjan redkirinan hatine avakirin? Butler ji fikren Foucault û Monique Witting sûdê jê werdigire û wiha dibêje: Qebûlkirina encamên polîtîkaya zayendiya metayîn, tê wateya qebûlkirina xweferzkirinên tiþtên zayendiyê. Ji bo hewcedariya parastina pergala zayenda zêdebûnê, di bedenan de dubendiyek û yekþikliyek tê lêbarkirin(2) Dema em li fikren van femînîstan dinêrin, em dibinin ku jin wekî kirde hatine pejirandin, û ji metabûnê dûrxistine. Helbet li dijber zayenda zêdebûnê jî rexneyekê lêbardikin. Yanê jinê ji metayê wêdetir wekî kesên serbixwe dibîne. Li gor wan heyam jî bandorê li ser jinê dike, wekî em dizanin her heyam jî çand û dîrokeke nû bixwe re ava dikin. Li gor Butlerê heyama Postmodernîzmê bandoreke neyînî li jinê û "em"ê  (femînîzmê) kiriye. Yanê di heyama postmodernîzmê de jin wekî biresereke metayîn hatiye bikaranîn. Yanê xweserîbûn û kirdebûna jinê di bin destarê postmodernîzmê de hatiye vehêrandin. Îcar dema em li karekterên romana xwe dinêrin, karekterên me tev jin in. Belê li gor heyamê em li karakterên xwe binêrin, jin bi awayekî metayîn nehatine qebûlkirin, lê belê jin (karekterên romanê) ne ew qasî xurt û serbixwe ne jî. Belê belkî di romanê de ên herî zedê xwedîrol jin bin. Lê divê karekterên me jê hinek jî xurtbana, çimkî di jiyana resteqîn û di berheman de tim û tim karekterên jin û mêr ên xurt jî û ên lawaz jî hene. Lê belê karekterên romanê yên jin piranî melankolîk, giriyok û kêmxwebawer û kêmfemînal û bêbiryar in. Ya ku herî zedê xurt dixuye Nesrîn e, lê ew jî hew xurt dixuye. Nesrînê erebê diajo, heman demê de psîkologek e, zayendiyê li gor dile xwe dijî, lê dîsa jî bindestiya wê ya li hember mêran xwe di romanê de dide der, loma herdu karekterên me ên sereke kêmfemînal û bêbiryar in. Helbet mijar ne tenê femînîzm û jin in, di heman demê de mijar kolonîzm e jî. Her wiha di kitekitên romanê de du kevok jî xwedî rol in; kevokên me di romanê de hem eþqê û hem jî azadiyê destnîþan dikin. Her wekî din di romanê de xalîçeya bi xezalxêzkirî jî, sembola eþq û romantîzmê ye. Roman ji hela mekanê ve rasteqîn dixuye. Mekan ne razber e, ji vê hêlê ve roman pirtir romaneke reel û rasyonel dixuye. Romaneke hêsan e (dema dibêjim hêsan e, ne ku roman hêsan e, yanê herkes dikare bixwînin û herkes dikare bi rehetî jê fêm bikin. Yanê ne romaneke grîfît e. Tevnesazî, rêzebûyerên û hêmasaziyên, romanê baþ in, serketî ye. Ji hela metafor, analoji û aforîzmayan ve ne xirab e.) Lê belê ya ku herî romanê qels dike tenê tevnesazkirin û avahîsazkirina karekteran e. Karekter dibe ku ne xurt bin normal e, lê belê di romanê de divê karekterên me giþ ne wiha bin. Di karekteran de çiqas nivîskar xwestibe, wan xweserîn û xwebûnî-ezîtî ava bike jî, çiqas nivîskar ji bo avahîsaziya karekteran hewl da be jî, ji hêla xwebûnê ve baþ serê xwe pêr re neêþandiye. Belê wekî me gote xweserîbûn û kirdebûna karekteran hene, lê kêm in.

- Kurikê çi lê, ev çend hefte ne haya me ji hev tune ye. Cehnima wî û yên wekî wî kiriye. Kengî bixwesta min bibîne, mêrik rê û dirb zanîbû. Dema nedixwest jî dibû mar û þop li ser xwe winda dikir. Êdî qet serê xwe bi wan re naêþînim.(24)

Dema em li vê paragrafê dinêrin karaktera me nerazîbûna xwe destnîþan dike, halbûkî psîkologek e, divê serbixwe be, dema em li derhiþî û derbirîna wê ya bi dengî guhdar dikin, tim birçî dixuye û bi awayekî hiþk hêrsa xwe destnîþan dike, hêrsa tûj û hiþk esas ne redkirin e, xwestina wî tiþtî ye. Loma jî esas karaktera me derhiþî û derbirîniya xwe ji me re eþkere kiriye. Îcar dema em li wêneyên wênesaz Schiele Egon dinêrin em fêm dikin wêneyekî derhiþîn û derbirîn e. Navê tabloya me “Jina Rûniþtî Ya Ku Çogên Xwe Tewandî“ ye. Di tabloyê de jin berê xwe bi temaþevanan vekiriye û mîna bi nasnama xwe ya zayendî û bi hebûna xwe civakê red bike, bi awirên hêrs û tûj li temaþevanan dinêre. Lê belê dema em li destên wê yên lihevbadayî dinêrin em fêm dikin xemgîn e. Karektera me ya di tabloyê de dema li temaþevanên xwe dinêre stûyê xwe tewandiye, vê stûtewandina wê asas ji hêlekê ve nermbûn û rehma wê derdixîne holê, talî tabloyeke hem zayendî û hem jî redkirineke civakî ye. Bi rengên keskayîn, reþ û rengên ber bi spî û zerayê ve diçe di tabloyê de hatine bikaranîn, rengên kesk rengê biharê û rengê xweþbîn û hizûr û afirîneriyê ye. Dibe ku bikaranîna rengê keskayîn xwestibe zayenda zêdebûnê destnîþanî me bike. Rengên ber bi sipiyê û zerînê ve diçin rengên lebatan destnîþan dike û erotîzmê bi bîr tîne. Rengên reþ jî li ser çîpan hatiye boyaxkirin, ango goreyeke reþ kiþandiye ser herdu çîpên xwe bo ku xuya nebin. Yanê di vir de zayendî hatiye veþartin, çima sekna wê erotîk lê çîpên xwe ji erotîzmê veþartiye û þeqa xwe ji hev vekirî li temaþevanan dinêre, yanê hem redkirinek heye, hem kêm be jî veþartinek heye, a ku di Nesrînê de serdest e hinekî jî ev e. Yanê him li gor dilê xwe dixwaze zayendiyê bijî û hem jî dixwaze li gor tiþtên heyî bijî, yanê bêbiryar û kêmfemînal e. Halbûkî divê a ku heyî, (dîrok û çand) divê tu birûxînî. Her du karakterên me yên jin ji du hêlan ve bindest in. Hem ji hêla mêr û hem jî ji hêla desthilatdar-kolonîzmê ve bindest in. Yanê di romanê de jin du car hatiye bindestkirin. Civakên bindest ji zarokatiyê ve di her warî de bindest in. Welhasil hem tabloya me û hem jî karaktera me hestên redkirinê û hestên erotîzmê, stûnermbûnê(êþê) diteyisînin. Nesrînê her çiqas karakterek e psîkolog be jî hem xwe xurt xuya dike û hem jî di esasê wê de zehîfbûnek heye. Zayendiyê li gor dilê xwe dijî û xwe bi tu kesî ve girê nade, ev feraseta di femînîzmê de heye, çimkî di femînîzmê de girêdaneke tevahî tune ye. Lê belê li gor romanê Nesrînê nebûye jineke tamfemînîst û xwe, tenê þopên femînîzmê di xwe de vedihebîne. Dema em li karekter û fîgura di tabloyê de dinêrin hem redkirinek, hem hêrs û hem jî qebûlkirinek heye. Hem di tabloyê de û hem jî di karakterên me de têgehên serdest nasnameya zayendî, erotîzm, femînîzm û redkirin in. Berî her tiþtî derbirîna derhiþî û binhiþî hatiye herikandin. Di tabloyê de çiqasî erotîzmê serdestî kiribe di Nesrînê de jî heman erotîzm serdestî kiriye. Nesrînê di romanê de hinekî çavgiriyok e. Halbûkî karakterên femînal ne karakterên giriyok û belengaz in. Bêhtir xurt in. Þermînê, hîna karaktereke xurt dixuye. Lê Þermînê jî aqilê xwe bi eþqê winda kiriye û vîna xwe teslîmî kesekî kiriye û rê li ber wê þaþ bûye. Her du karekter serbixwebûna wan hene, herkê kar û barên wan hene, bi serê xwe tev dilivin, azad in lê belê ji hêla zayendiyê û eþqê ve ne azad in. Ew jî çand û dîroka heyî didomînin. Ji vê hêlê ve du karakterên birçî xuya dibin. Çimkî karakterên bindest her warî de tim birçî ne, îcar jin du car bindest in, hem li welatê xwe bindest in û hem ji terefê mêr bindest in. Loma jî jin duqat birçî û bindest in. Þermîn ji gêreya zarokatiya xwe û eþqa zarokatiya xwe derneketiye, divê em bi awayekî psîkoanalîst li Þermîn û Nesrînê binêrin çimkî gelên bindest gelek nexweþiyên cihê ji zarokatiyê ve bi xwe re ava dikin helbet sedemên wan malbat e, civak e, dewlet e û kolonîzm e. Her du karekterên me hem ji hêla eviniyê û hem ji hêla femînîzmê ve ne tam xwedî biryar in.

- Em ê þîvekê li gorî dilê xwe çêkin û em ê paþê þeraba xwe vexwin. Bila lêvên me har bibin, pêsîrên me rep bibin û bila þerab heta nava ranên me biherike. 

Ne Þermînê bûya û Nesrînê bi vî awayî bi hinekên din re sohbet bikira wê bigota wey li min porkurê vêya agir pê ketiye û çav berdide jinan jî û... (25) Dema em li van hevokan dinêrin em fêm dikin pêg û þopa femînîzmê heye, lê dîsa jî kêmfemînal in. Þabûna wan di binê nîrê þermbûnekê pêk tên, halbûkî jinên tam femînîst bêminet dijîn, di bin bandora deredorê de namîne û li gor deredorê jî najîn. Îcar femînîzm çi ye gelo? “Ji Platon bigire, heta Kant û Hegel mijara felsefeya rojava aqil kirine çîroka kirdeya mêr.”(3) Wekî me li jor behs kir, femînîzm di binê lingê dîrok û çanda derewîn de hatiye eciqandin, yanê kirasek li bejn û bala jinê ve hatiye fesilandin ji afirandina dinyê bigire heta dîrok û çanda niha em têde dijîn û hîna jî didome. Lê her heyam encam û kiryarên wan, þêwazên wan ji hev cihê ne. 

Heta parêzer xwe gihandibûyê bi lez û bez ew biribûn dozgeriyê jî û rasterast biribûn zindanê....

Ji wê rojê de, Þermînê dev ji kar û her tiþtî berda...

Zivistana cemidî, heta nîvê þevê li ser paldanka darîn rûdinê û çavên wê li wê rêka axî û zirav e...

Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana

Û berê awirên Þermînê li rojava...(90)

Li gor romanê Þermînê ji zarokatiyê ve ji Serhed hez dike û zêdeyî xwe xwe bi Serhed ve girêdayî ye, çima? Helbet divê em bi awayekî psîkoanalîst û kolonyalîst li zarokatiya Þermînê mêze bikin. Freûd li ser vê têgehê noq dibe: "Hilflosigkeit: (Aciziya pitikan ya ewil, nekarîbûna xwebixwe xwebirêvebirinê ye) Ji ber hêza bêqawetbûna zarokan, tevayiya xwebûna yekemîn ya kirdeyê bi ber nexwebûnê ve zor dide û kirdeyê parçe parçe dike, tevahiya hêza narsîzmê ji zarok tê veqetandin berê xwe bi narsîzma bireserê vedike. Yanê kêlîka krîtîka teyisandina utopiya xwebûna yekem ev e. Li gor Psîkoanalîstan kirde tim û tim dixwaze xwe bigihêjîne modela utopiya xwebûniyê-ezitîyê."(4) Helbet krîtîka jiyana zarokan û ya karaktera me Þermînê jî bi vê rewþê û derûniyê ve girêdayî ye. Freûd vê rewþê wiha pênase dike: "Îkametgeha narsîzma windayîn ya zarokan" yanê Freûd xwebûn(ezîtiyê) bi vê þêwazê pênase dike: Dema zarok ji neçarî girêdayî bireser û kirdeyên li dijber xwe bin, a wê çaxê narsîzma wan hinekî ji dest ve diçin û berê narsîzma wan vediguhêze yê hemberî xwe, loma jî Þermînê bi qasî ji Serhed hez dike ew qasî ji xwe hez nake, narsîzma wê ji zarokatiyê ve parçe parçe bûye, jixwe zêdetir, ji dîtirên xwe hez dike. Loma jî vê rewþa wê girêdanbûnê û bindestbûnê bi xwe re diafirîne. Yanê narsîzma Þermînê jê re bûye bindestî, li dijber Serhêd narsîst tevdigere. "Bûyîna Mirovîn, bêguman berî her tiþtî bêrîkirina mukemeliya roj û rewþên berê ne, loma jî mirov li pê þopa zemanê xwe yê windayîn e. Kirde, ew ê heta hetayê li pê lêgerîna tevahiya perçeyê narsîstik yê ku ewil jê hatibû stendin bigere.(5) Dema em li vê paragrafê dinêrin a ku esas di Þermînê de mewcût e, ev parçeyê windayîn e, ji ber kêmbûn û tunebûna vî parçeyî Þermînê ketiye vê rewþê û dixwaze narsîstbûna xwe bi dîtirê xwe temam bike. Ji vê hêla xwe ya psîkoanalîstîk normal e, lê belê Þermînê çiqas karektereke serbixwe xuya bibe jî talî ji hêla derûnî ve têkçûyî ye, çimkî wekî kirdeyekê bi tevahî xwe bi kirdeyeke din ve girêdaye. Dema em li paragrafa jor dinêrin Þermînê dev ji her tiþtî berdaye. Loma karaktereke hem ji hêla derûnî, hem ji hêla mêtingehiyê û hem jî xwe bi yekî din ve girêdan bindestiya wê destnîþan dike. Halbûkî Narkîsoss dema li ser avê rûyê xwe dibîne, dibe dildarê xwe, dibe heyranê xwe, ji bilî xwe tu kesî xweþik nabîne, aþiqî xwe dibe û narsîzma wî ji vir ve ava dibe. Lê em vê hezkirinê di ne di Þermînê de ne jî di Nesrînê de dibînin. Wekî min go di kar û barê xwe de serbixwe û xweser in. Lê di tevahiya heyatê de karekterên bindest dixuyin. 

Ji Platon bigire heta Descartes, Kant û Hegel felsefeya rojavayî, aqilê çîroka kirdeya mêr kirine tema. Dibêjin wê çaxê dîroka ku heta aniha hatiye qeydkirin û vegotin "Çîroka Mêr e." 

Mirina Mirov, di femînîzmê de berdêla wê, "Dan zelalkirina Raza Aqilê Kirdeya Mêr e." Mirina Metafizîkê, di femînîzmê de berdêla wê Îdîayên Eþqê Yên Li Dijber Êqil, Parastina Septîzma Femînîzmê ye. Mirina Dîrokê, di femînîzmê de berdêla wê meriv dikarin bibêjin bi "Vegotinên Dîrokîn Navlêkirina Zayendiya Civakî ye." (6) Dîsa em ji femînîzmên xwe fêm dikin ku, dîrok, çand û heyama postmodernîzmê, jin û femînîzmê bi þêwazeke materyalist di nava destarê deranên xwe yê dîrokê de hêrandine. Yanê çawa ku nivîskar Sîdar Jîr xwestibe karakterên xwe yê jin serbixwe, ne bindest ava bike jî, lê dema em li dîrok, çand û heyamên nû dinêrin tim astengî hatine pêþiya wan. Esas nivîskar Sîdar Jîr di romana xwe de xwestiye mêtingehiyê ji me xwendevanan re destnîþan bike, lê du car bindestî hatiye destnîþankirin, hem girêdana Þermînê a bi rojnameger Serhed re û hem jî mêtingehiyê xweserîbûna Þermînê rûxandiye. Talî nivîskar xwestiye hem mijara mêtingehiyê û hem jî mijara femînîzmê vebihûne. Yanê meriv nikarin bêjin nivîskar sedî sed an jî bi tevahî xwestiye femînîzmê destnîþanî me bike. Em dikarin wiha bibêjin, di rolleystinê de Nesrînê di dika femînîzmê de xwedîroleke sûkî dilîze û di rolleystina Þermînê de jî, Þermînê di dika mêtingehiyê de xwedî roleke rastîn e. Lê dîsa jî ji ber ku piraniya karekterên me jin in, mijar jin in û desthilatdarî ye, loma jî di romanê de karakterên desthilatdar jin in. Îcar ev pirs tê hiþên xwedevanan, madem karakterên me û serlehengên me jin in, heqê me heye em bibêjin nivîskar mijara Femînîzmê bi hiþmend an jî bêhiþmend ji xwe re kiriye xem gelo? Ev hewldanek û ceribandineke baþ e. Bi serketiye an jî têkçûyî ye helbet ew mijareke din e bêguman…

"Heke her tiþt ji bilêvkirinê pêkhatî be…" Heke her tiþt metînek be…, "Kirde miribe…" an jî heke birajî bedenên rastîn tune be…’’ van hemû hevokan nêzîkbûna destniþana nihîlîzmê diyar dike. Her tiþt ji bilêvkirinê pêkhatiye, kirde mir, ji niha pê ve tu carî nabêjim "ez" yanê rasteqînî tiþtekî wiha tune ye, tenê temsîl hene. Van dabeþkirinan-polkirinan bi þêwazeke cihê postmodernîzm û postbinyadgeriyê destnîsan dike" (7) Helbet romana nivîskar jî metneke bilêvkiriye û heman demê de karekterên me jî temsîliyet in. Yanê Nesrîn û Þermînê temsîlbûna bindestiyê, metîngehiyê û femîzmê destnîþan dike, loma jî divê xema karekteran tiþta heyî birûxînin, divê fikra bênavendiyê bi wan re hebe. Yanê divê kirdeya heyî, çand û dîrok û heyamên heyî birûxîne. Wê çaxê divê karekterên me rolên xwe bi cih bîne. Lê dema em li karekterên xwe dinêrin em tenê pêg û þopa rûxandinê dibînin, lê di asasê xwe de karekterên me kêmrûxan, kêmfemînal û bêbiryar in…. 

Talî romana Þermê ya Sîdar Jîr romana kêmfemîzmê û kolonyalîzmê ye.


Çavkanî:

1, 2, 3) Çatiþan Feminizmler, Seyla Benhabîb, Judith Butler, Drucilla Cornell ve Nancy Fraser, Metis, 11, 12, 13,14

4,5) Ben Ýdeali, J. Chasseguet-Smirgel, Metis, 20 

6-7)Çatiþan Feminizmler, Seyla Benhabîb, Judith Butler, Drucilla Cornell ve Nancy Fraser, Metis, 27, 28, 29, 44, 46


Sûdewergirtin:

Sanat Kitabý, 500 Sanatçý, 500 Sanat Eseri, Yem Yayýnlarý, 415


Çorê ARDA

Hemû Nivîsên Çorê ARDA

Hûn dikarin li van jî binêrin

Îro em bi kurdî dixwînin û dinivîsin!

Îro em bi kurdî dixwînin û dinivîsin!

08 09 2019

Îro li Baþûr du deqîqe wesaît nayên bikararîn

Îro li Baþûr du deqîqe wesaît nayên...

16 04 2008

Li Katalonyayê jî serxwebûn ma serdemek din

Li Katalonyayê jî serxwebûn ma serdemek...

10 10 2017

Li Amedê çalakiya Roja Çîrokan

Li Amedê çalakiya Roja Çîrokan

10 02 2010

Mehmûd Lewendî piþtî 32 salên sirgûniyê Amedek çawa dît?

Mehmûd Lewendî piþtî 32 salên sirgûniyê...

04 08 2011

Nûçeyên nû

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

16 05 2022

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname