Jina kîlot di dest de
Ev 7 salin li Brukselê ji bo televizonekê kar dikim.
Heftê, 3 rojan nûçeyên êvarê û yên þevê pêþkêþ dikim. Di nava heftê de li Cenevê me, dawiya heftê jî bi balafirê diçim Brukselê.
Rêwîtiya her hefteyê hêdî hêdî min aciz dike. Divê çareyekê bibînin ka çawa wê vegerînim zewqê.
Rojekî têlefonê lêxist, canikekê, bi dengekî kêfxweþ û bixwebawer hewl dida kartên krediyê bi min bide girtin. Dema têlefonên ticarî û reklam bin, tim dibêjim meþkul im û xwatir dixwazim. Lê di nava gotinan de, min ferq kir ku li kêleka kartên kredî, ciwanik karteke taybet ya rêwîtiyê wekî diyarî pêþniyaz dike. Mirov bi vê kartê dikare li hezar balafirgehên cîhanê, bê sînor ji salonên xwarin û vexwarinê feyde bibîne. Canik dibêje tu mêvanên xwe jî dikarî bi xwe re bibî. Dema tam emîn bûn, min hema qebûl kir û kart hat. Ji wê rojê ve, bi tevî çend faaliyetên din yên rengîn, min çûyîn û hatina Brukselê kiriye zewqek wisa ku dema neçim bêrî dikim.
Min fehmkir ku mirov li jiyanê çi karî dike bila bike, divê zanibe wî ji xwe re bike perçeyek zewqê. Eger ne wisa be dibe îþkence.
Serê sibê ez rabûm, min tiþtên xwe tev kir, bi qasî ku têra min ya 3 rojan bike, 3-4 cot gore, gomleg, tiþortek di çente de bi cîh kir, berê ku derkevim min ferq kir ku min kîlot ji bîr kirine. Çûm 3-4 kîlot jî anî xist çente û fermuar di ser wan de da cîh û ez ketim rê.
Çenteyê min ê milan e. Mirov dema davêje piþta xwe giraniya wî hîs nake. Hatim balafirgehê, bi xêra wê karta meþhûr, li restaurantê rûniþtim, ew hulm û gulma ku ji qehweya min difûre forsa min derxistiye asta herî jor.
Hewa germ bû, min fanoriyê xwe ji xwe kir, lê difikirim gelo bixim çenteyê yan bavêjim ser stûyê xwe? Min biryar da bavêjim ser stûyê xwe.
Lê tam di wê dudiliyê de, min bê hemdê xwe fermûara çentê xwe vekiriye û negirtiye.
Devê çenteyê vekirî maye. Çavên min çûn ser ekrana saete rabûna balafiran, min ferq kir ku ji balafira xwe dereng mame. Hema min çente da piþta xwe ber bi sektora deriyê balafirê ve revîm.
Geh ji merdiwanan dadikevim, geh di korîdorên dirêj re dimeþim. Ancax li ser wan merdîwanên otomatîk firsend çêdibû bêhna xwe bidim.
Min dît herkes îþaret dide min, hinekê wan fransî deng li min dikin: ‘Mosyo, Musyo', dibêjin: "vous avez perdu quelque chose" (Begê min, ji çenteyê we tiþt dikevin."
Li piþt xwe zivirîm çi bibînim, bala her kesî li ser min e. Ciwanikeke narîn, devbiken, xemilandî, kîlotên min di nav desten wê yên bi neynûgên ojekirî, tîne dirêjî min dike.
Bi þermokî, mehcub, bi nîvtebesum min kîlotên xwe ji destê wê girtin, dîsa min di çenteyê de bi cîh kirin.
Herkes li me dinêre.
Þiklê teslîmata kîlotan, ji sehneya dewrkirina xelatên Festîvala Fîlman ya Cannesê ne kêmtir bû.
Serê min di ber min de ber bi balafira xwe ve diçûm.
Ji wê forsa min ya li ber fîncana qahweyê tu tiþt nema bû.
Tenê hêvî û daxwazek min hebû; Eman, bila yek ji wan jinan nehata balafira min.
Lê wisa diyar bû ez dê ji jinê xilas nebama. *** Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin: