Li vê dinê yek ji tiştên ku herî zêde min diêşîne xizanî ye. Ji kerema xwe re bila kes nebêje "ya muhîm jiyana bi rûmet e." Cîhê ku lê xizanî hebe parastina rûmetê pir zehmet dibe. Civakeke xizan ji tu alî ve nikare pêşkeve, heta dikare rûmeta xwe jî winda bike. Mijareke ne ew qas tevlihev e.
Binêrin... Li rojhilatê Kurdistanê dirama kolberan ku bi temamî ji ber xizaniyê derketiye, li ber çavan e. Me di nivîsa berî niha de bi detayan behs kiribû. Niha em bala xwe bidin ser rûreşiyeke din ku empozeyê kurdan hatiye kirin; "karkerên demsalê".
Tu gotineke me ji ked û xebatê re tune ye. Ev serbilindî ye, serfirazî ye. Îtîraza me ji xulamî û koletiya ji xelkê re heye.
Di vê sedsala 21’ê de tu dewlet, tu pergal nikare gelê me bi jin û zarokan ve mehkûmê heqdestek belaş bike. Ne tenê kurd tu kes divê vê muameleya dij însanî qebûl neke. Pirsa esasî di vê derê de ye: em çima mecbûr mane vê koletiyê qebûl bikin.
Mirovên Îzmîr, Trabzon, Edeneyê çima nayên Riha, Amed û Wanê di zeviyên me de wekî "karkerên demsalê" naxebitin. Ma erdê wan ji yên me dewlementir e?
Ka bala xwe bidin deşta Mûşê, aliyekê digêhêje Solxanê aliyê din heta Wanê dirêj dibe.
Di nav re çemê Mûradê û bi dehan çemên din li hev ba dibin, diherikin, ji cur bi cur nebatên wê re dibin ab-i heyat.
Eger xwediyê deşta Mûşê hebe, berhemên wê têra heft diwalan dikin. Dîsa keziyên Dîcle û Firatê wekî sifreyeke îlahî ye li pêş gelên Rojhilata Navîn raxistiye. Helbet eger xwedî lê were derketin. Yên bawer nakin bila li Hollandayê binêrin.
Bi erdê xwe yê bi qasî wîlayetek Kurdistanê, ev welatê piçûk pêdiviya sebzeya temamê Ewropayê temîn dike. Em vegerin ser mijara "karkerên demsalê". Dîmenên ku her sal derdikevin holê ker kesên xwedî wijdan aciz dike.
Perîşanî ji derketina malê dest pê dike, di rêwitiyê de qeza, bela, hemû şertên xirab yên jiyanê li benda wan in. Zarokên ku bi malbatên xwe re diçin, ji perwerdê bêpar dimînin.
Bi destpêka demsalê re, qismekî malbatan ji bajarên cuda yên bakurê Kurdîstanê, bi jin û zarokan ve diçin bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Qismekî wan di konan de, qismekî wan di xirbeyan de dijîn.
Li wan deran şertên xirab yên hijyenê, kêmasiya av û elektrikê, birçîbûn, westan, nexweşî di asteya herî jor de ye.
Piraniya wan berî derketina rojê saet di 4-5’ê sibê de diçin nava zeviyan heta 9’ê şevê kar dikin. Yanî 16-17 saetan bi navberên pir piçûk, di xizmeta xwedî zeviyan de ne. Heqdestê mêran herî zêde 150 yê jinan jî ji 100 lireyî derbas nabe.
Berê ku bala me biçe ser firqiya navbera yewmiya jin û miran, gelo bi vî pereyî mirov di şertên Tirkiyê de çi dikare bikire?
Pîvana min dîsa goşt e. Xebatkarek demsalê, di berdêla 17 saetên xebatên xwe de ancax dikare 2 kîlo goştê sor bikire.
Mîna ku ev ne bes be, pir caran ji ber axaftina kurdî yan jî ji ber guhdarîkirian muzîka kurdî dibin hedefa êrîşên nijadperstan. Nimûneya hovîtiya li Sakarya û ya Rîzeye, zû bi zû nayê ji bîr kirin. Ma ev ne koletî be, çi ye?
Xebata wan ne di bin ewlekariyê de ye, tu sîgorteyek wan tune ye. Yanî qaçax têne xebitandin. Di qeza û belayekê de kes xwedî li wan dernakeve. Eger mirov li helwesta hikumeta Tirkiyeyê binêre, dibîne ku ew qas bêedaletî, bê hiquqî, xebata qaçax bi teşwîqa dewletê tê kirin. Pêdiviya dewleta Tirkiyeyê bi heqdestek erzan heye, yanî jê re kole lazim in. Lewma ji bo gel hewceyî vî karî bike, bi zanebûn li heremên kurdan kargeh yan jî navendên endustrî teşwiq nake. Hemû bazara ekonomî di 4-5 bajarên mezin de kom kiriye. Bi vî awayî kesên vê koletiyê qebûl nekin, mecbûr dimînin cîh û warê xwe biterikînin biçin wan metropolan bijîn û ji xwe re kar peyda bikin. Di vê derê de siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya valakirina Kuristanê jî derdikeve holê.
Werin em çend pirsan bikin û bersiva wan ji wijdana her kesî re bihêlin.
Ev malbatên kurdan wê heta kengê xulamiya xelkê bikin?
Heta kengê ewê bi kufur û heqaretên xelkê re rû bi rû bimînin?
Heta kengê, xwîdana eniya wan li memleketê xelkê birije?
Heta kengê ewê di her carî de ji ber kurdbûna xwe bibin hedefa êrîşên nijadperestan û xwîna wan tevlî xwîdana wan bibe?
Ev nijadperstên ku êrîş dikin cesaret ji kîjan qelsiya kurdan digirin?
Cezayê van nijadperstan wê çawa were birîn?
Heta kengê ewê ji ber aîdiyeta xwe wisa piçûk werin xistin, rûmeta wan ji dest wan were girtin?
Gelê kurd wê heta kengê tehemulê vê rûreşiyê bike?
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin: