Di xewnê de bûm, min xwe li fûareke navnetewî girtibû; ez yeko yek li ber standan geriyam; her netewe li wir bû, tiştên hilberîbûn danûbûn ser standa xwe, bazar li xwe xweş kiribûn:
Îtalî li wir bûn, bi seyareya xwe Fîatê
Çînî li wir bûn, bi telefona xwe OnePlus
Japon li wir bûn, bi kombiyê xwe Daîkîn
Emerîkî li wir bûn, bi F-16 ên xwe
Îngîlîz li wir bûn, bi zimanê xwe
Elman li wir bûn, bi Sap Se ya xwe
Îsralîlî li wir bûn, bi tovên pêlîstî yên zadî
Brezîlî li wir bûn, bi gogvanên xwe
Ereb li wir bûn, bi nefta xwe
Rûsî li wir bûn, bi S-300’ên xwe
Îranî li wir bûn, bi çêkirinên xwe yên nûklerî
Hîndûyî li wir bûn, bi robotên xwe
Tirk li wir bûn, bi artêşa xwe
Yewnanî li wir bûn, bi tûrîzma xwe
Fransî li wir bûn, bi Lacoste, L’Oreal, Lancel, Gima ya xwe
Kûbayî li wir bûn, bi dermanên xweşkirina penceşêran
Heta yên ne xwedî dewlet jî li wir hebûn:
Katalanî li wir bûn, bi Barselonaya xwe
Piştî ger û geşteke nava fûarê ku çavê min bi nasekî ji me neket da silavekê bidimê, bi mehdeke tirş min paşiya stûyê xwe xurand, ku ji fûarê derketim li kûçeyeke teng a Amedê min dî li ber deriyê pirtûkfiroşekî me…
Di refên pirtûkan de çavên min pê ketin gûn bi min ve hat; di vê sedsala 21’ê de yekane, tekane hilberîna ku kurdan bi zimanê xwe, bi çîrok, bi pênûs û bi hişê xwe, (Made in kurdish literature) hilberîbûn derxistibûn bazara çendîn dibêjin kesad e jî; rûyê bergên wan î xweşik di refên qehweyî de dibiriqî..
Min hema yekser rahişt a nemir Arjen Arî ya bi navê ‘Xame Sihurî Kaxiz Şiyar Ma’ ya ku bo min wekî Qu’rana misilmanan bû; bi dildarî û baldarî min ew xist bin çengê xwe, çiku pîroz bû; di vê sedsalê de li vê cîhana mezin û gewrik tekane hilberîne ewladên neteweya min; pirtûkên me bûn; ‘ku bo xelk nebêjtin Ekrad bê merîfet û bê kitêb-hilberîn in’!!!
Çiku hiş û rêya çûyîna wê fûara hilberîn bazar û hêzê ya yên xewna xwe kiribûn rastî di nava rûpelên pirtûkên ‘xwebûyîn’ê de diborî!..
***
Ji bo yên bixwazin guhdarî jî bikin:
Ji bo yên bixwazin guhdarî jî bikin: