“Felsefe, di rastiyê de bêrîkirina war e û Novalîs jî dibêje, di rastiyê de felsefe bêrîkirina war e “ (1) Helbet di vir de war di dewsa zanînê, ruh, xwebûnê, ger û seyrana zanînê werdigire. A ku di Rênas Jiyan de jî ger û seyrana zanîn û war wî ye. Erê bi saya zanînê dixwaze xwe bigihêjîne felsefeya heqîqet û rastiya warê xwe yê bindest. Ne hema wiha ger û seyraneke sûkî ye. Ger û seyraneke bi hişmend û baqilane ye. lixwegerîneke xwe-bûnî, dîtir û dîtirên xwe ye. Analîza derûniya bindestiyê û seerdestiyê ye, analîza bêtifaqiyê ye, analîza serdestên bindest in. Analîza lêgerîna çavên xwe û derveyî çavên xwe ye, çavên hişê helbestvanê me warê xwe û yê dinyê analiz dike. Li pê şopa rastiya xwe û gelê xwe ketiye. Loma jî helbestên Rênas Jiyan warê bindestiyê û serdestiyê û bêtifaqbûnê diresimîne û weke neynikekê diteyisîne.
Pirtûka helbestvan Rênas Jiyan ya bi navê “ Berfwerîn “ ji heyşt beşan pêk tê. Her beşek bi serê xwe xweser in û mijarên cihê diteyisîne. Her beş bi serê xwe pirtûkeke kurt e. Beşa ewil behsa destanên kurdan dike( behsa Zînê, Edûlê û Binefşê kirine, helbet bi şêwaza xwe ya epîkwarî û retorîkwarîn vehonandiye. Di hemû beşên xwe yên din de jî bi heman şêwaz û teknîkê vehonaye). Di beşa duyem de behsa şoreşê, di beşa sêyem de helbestên şexsî, di beşa çaran de li ser Efrînê, di beşa pêncan de, behsa helbestên zanistî û beşên din jî hema hema tevahiya helbestan diteyisîne. Yanê mijarên cihêreng in. Di helbestên Rênas Jiyan de em dikarin bêjin ecacoka epîzmê û retorîkê bîrek ava kirine. Di helbestên wî yên şexsî de jî him helbestên epîk û him jî helbestên lîrîk serdest in. Lê vê epîzm û lîrîzma xwe bi şêwazeke retorîk ya ku qinê xwe ji milkê zanîn û zanistiyê vehêrandiye wergirtiye. Destarên Rênas Jiyan destarê zanîn, zanistiyê û ji şîrovekirineke ramanî hatiye vehêrandin. Tu gotin û hevokên xwe hewante nanivisî yek bi yek li ser hiziriye û bi şêwaza xwe ya epîkwarîn ya ku qinê xwe jî ji retorîkê werdigire ava kiriye. Helbet em nikarin hemû helbestên xwe rexne û analîz bikin, loma jî ez ê çend risteyan ji nav helbestan bineqînim û li destarê xwe yê rexnê de bihêrim. Lê berî dest rexneya xwe bikim ez ê hinekî behsa Epîkê û Lirîkê bikim, paşê jî ez ê helbestên wî û hin tabloyên wênesazan rûqalî-pêrgî hevdu bikim.‘’ Di Epîkê de kirde û bireser weke dramê ne lihevkirîn in. Di epîkê de kirde û bireser bi awayekî eşkere û teqez ji hev cihê ne û di berhemê de wiha cî digirin.’’(2) Em dibînin di epîkê de kirde û bireser ji hev cihê ne. Lê ya di epîkê de navend kirde ye. Çimkî bireser alava kirdeyê ye. Helbet bi awayekî dîyalektîk kirde û bireser hevdu diafirînin. Lê ya hikumdariyê dike kirde dixuye. Ji ber vê hukumdariya xwe kirde bêtir epîk e. Mînak tabloyek, berhemek û peykerek giş bi destên ramanên kirdeyan diafirin. Rênas Jiyan hukumdariya xwe li helbesta xwe kiriye û weke kirdeyekî xwediyê vê helbesta epîk e. Lê belê piştî afirandina helbestê şûn de weke kirde û bireser ji hev vediqetin. Lê dîsa jî ji dûr ve têkiliya wan didomin. Lukacs dibêje: “ Paradoksa taybetiya epîka mezin ev e, ji bo serketinê wendakirin e, an jî têkçûn e. (3) Yanê di vir de Lukacs dibêje ji ber ku kirdeya afirîner têk diçe vediguheze lîrîzmê. Helbet di epîzmeke mezin de lîrîzm jî heye, çimkî kirde ne bireser e, kirde jî jî ji hestan afiriye. Lukacs gotinên xwe wiha didomîne: “Epîk heyat e, epîk ampirîk û naverok e " yanê epîzmê de sûdewergirtin divê hebe,“ Ji ber sedemên cihê divê serlehengên epîkan ji serlehengên trajediyan bêtir bibin qral.“ dibêje a ku di trajediyê de dibe sembol di epîkê de dibe rasteqînî. “(5)Welhasil em dikarin wiha bibêjin a ku epîk e, heman demê de di bingeha wê de trajedî jî heye, a ku di bingeha wê de trajedî hebe heman demê de di bingeha wê de lîrîzm jî heye. Yanê trajedî, epîk, lîrîzm û retorîk têkildarî hevdu ne, ne xerîbên hevdu ne. Belê xweserbûn û cihêbûna her têgehan bi serê xwe serbixwe ne, lê dîsa jî destên van têgehan di bêrîkên hevdu de ne. Loma jî ez dibêjim helbestên Rênas Jiyan him epîk e, him trajîk e, him lîrîk e û him jî retorîk in. Mînak ji helbêstên me:
GIRTÎ
Bi werîsan ba nayê girêdan
Heta sibê bera bilind bikin ji xwe re
Li dîwaran berbang nayê rapêçan
Ax, bilindê min!
Kes nikare te ji bîr bike
Tu qurix î li ezmanê kurdistanê
Şev bê te nikare şev be(31)
Dema em li vê risteyê dinêrin, em fêm dikin nivîskar epîzm û retorîka xwe bi şêwazeke erênî û bi zimanê serlehengîn neynika azadiyê li ber çavên me diteyisîne û dibêje ti carî azadî nayê hefskirin. Dema em li vê helbestê dinerin yekser tabloya Van Gogh tê bîra mirov. Di vê tabloya Van Gogh ya bi navê ‘’ Volta Avêtin ’’ de gelek hefsî di hundirê çar dîwarên bilind de tûra diavêjin. Dema em li wêne dinêrin hefsî giş bi kum in, tenê fîgurekî me bêkum e, dixuye ew kes Van Gogh bi xwe ye. Xwe xistiye dewsa hefsiyan ango hevdilînî pêk aniye. Bo ku hesta hefstiyê têbigihêje xwe di nava hefsiyan xêzkiriye. Ya girîng di tabloya xwe de du heb Pinpinîk çêkiriye. Pinpinîk di vir de li gor tabloyê azadiyê dinimîne. Rengên tabloyê ji rengên reşbîn û tarî zêdetir rengên bi hêvî û ronahiyê hatiye çêkiriye. Çawa ku di helbesta Rênas Jiyan de hêvî û ronahî hatiye vehonandin di vî wêneyî de jî heman hêvî û çirûskên ronahiyê serdest in. Her wiha çawa di helbesta me de azadî hêviya herî mezin be, di tabloyê me de jî azadî hêviya herî mezin e. Çimkî du cot pinpinîkên li ser serê hefsiyan difirin û rengên zer û kesk sembol û metaforên azadiyê ne. Her wiha Van Gogh çawa xwe xistibe dewsa hefsiyan, Rênas Jiyan jî bi helbesta xwe xwestiye hesta hefskirinê biteyisîne. Her wiha helbestvan di helbesta xwe de behsa kesekî dike, çimkî dibêje “ bilindê min! ” û dibêje “ Tu kurix î li ezmanê kurdistanê " yanê eşkere ye behsa kesekî dike û wî kesî ji azadiyê û ji welatekî mezintir û wêdetir dibîne. Taliyê helbest û tabloya me hefskirin û azadiyê diteyisîne. Lê divê em vêya jî bizanibin hefskirin tiştekî şiklî ye, lê bi awayê kirdeyî û ramanî hefskirina ruhberekî dijwar e. Tenê weke bireserî hefskirin gengaz e. Loma bingeha vê helbestê li ser têkiliya hefskirina kirdeyî û bireserî ye. Yanê a ku tê hefskirin ne ruh e, tenê alav e. Yanê ti dîwar nikare azadiyê ji dest derxîne. Dibêje bi ‘’ werîsan ba nayê girêdan.’’ Yanê di helbestê de ‘’ ba’’ metafora azadiyê temsîl dike, ‘’werîs ’’ jî desthilatdar destnîşan dike. Loma desthilatdar hewante xwe li ber bê direqisîne û ba dike. Çimkî ti carî desthilatdar nikare serî bi azadiyê derîn e. Loma werîs nikarin azadiyê û ramana azadiyê bixeniqîne û hefs bike. Werîs metafora girêdanê ye, girêdan jî tê wateya hefsbûnê. Welhasil weke her carê dîsa helbesta me epîkwarî û retorîkwarî hatiye vehondain.
YEKÎTÎ
Bi devekî hirç
Û bi eşîrtiya dilpirç
Yekîtî ne pêkan e, bawê derewan e
Werin em bibin “ kurd “
Wê çaxê wê kes nikaribe li ber me bêje “ kirt “(36)
Di tabloya wênesaz Diego Rîvera ya bi navê “ Peyzaja Zapatista-Şervan” de mijar civak û azadî, azadî û welat e. Di tabloyê de naturmort û şiklên bizava kubîstîk hatiye bikaranîn. Mijara tabloyê Şoreşa Meksîka ye. Li welêt û li dinyê ev tablo bûye sebola şoreşa meksîkayê. Di tabloyê de çifte, zeviyeke çiyayî, qûmaşên bi desen, portreyekî bi şêwaza kubîst hwd hatine çêkirin hene. Piranî rengên nêzî kahweyî, porteqalî û piranî rengên ber bi tariyê ve diçe hilbijartiye. Lê belê rengê zer jî hilbijartiye. Rengê zer di çavê portre û di çiftê û çend ciyên din de hatiye bikaranîn. Dema em li rengan dinêrin piranî reşbînî dixuyin. Lê belê rengê “ Zer “ metafora hêviyê û ronahiyê ye. Çipqas tablo bi rengên reş û bi reşbînî hatibe boyaxkirin jî talî rengê zer xwe dide dest û ala ronahiyê û hêviyê destnîşanî me dike. Di tabloyê de naturmort civakê destnîşan dike, çifte metafor û sembola şoreşê destnîşan dike, di tabloyê de çav û portreye hatiye bikaranîn jî sembola şoreşvan nişan dide. Li ser çiftê him rengê zer û him jî rengê tarî hatine bikaranîn, ev tê wê wateyê ku çifte him sembola neyîniyê û him jî a erêniyê ye. Ji xwe di hemû şoreşan de him epîkên(erênî) hene û him jî lîrîzmên(neyinî-reşbînî) hene. Di tabloyê me de atmosfereke him neyînî û erênî heye. Weke helbesta Rênas Jiyan ya bi navê ‘’ Yekîtî ’’ yê. Çimkî kurd nabin yek, ji ber ku nabin xwe, û kurd zirar jê dertên. Çawa ku di vê tabloyê de nava civakê de yekîtî ava nebûbe, di helbesta Rênas Jiyan de jî tiştê têqalkirin bêtifaqî ye. Di helbestê de divê ewil bibin xwe ango divê berê bibin kurd û paşê yekitiyê bixwazin. Helbet Rênas Jiyan bi şêwazeke Epîk û retorîk vê helbesta xwe ya bêtifaqbûnê destnîşanî me dike. Dîego Rîvera jî bi şêwazeke epîkwarî ya ku bingeha xwe ji qinê bizava kubîzmê werdigire ji me re vexêzandiye. Talî him tablo û him jî helbesta me nakokiyên têkiliyên di navbera gelên bindest û têkiliyên wan yên bi serdestên xwe re ji me xwendevanan re destnîşan dike. Rênas Jiyan çawa ku behsa yekitiyê-tifaqbûnê dike û divê em berê berê bibin xwe û kurd heman deme di tabloya me jî nîşanên bêtifaqbûnê hatine boyaxkirin, paşê helbesvan divê dema me bêtifaqî serrastkir a wê çaxê dê kes nikaribe pişta me deyne erdê, welhasil çiqas helbest reşbînî bixuye jî, taliyê de çirûskên hêviyê, metaforên ronahiyê serdest in. Çawa di tabloya me de rengên reşbîn û yekitî-bêtifabûn astengkiribe jî, talî rengê me yê zerîn hêvî û ronahiya xwe ji me re diçirisîne. Asas him tablo û him helbest herdu jî doza welêt, doza azadiyê û doza rizgarkirina welatekî û ernnîgareke serbixwe dikin. Di bingeha xwe de herdu jî(Helbest û Tablo) erêniyeke neyînî ya epîkwarî û retorîk di xwe de xwedî dike.
GATAYA BEXTEWARIYÊ
Min xwest, bi serê kulîlkên lewento, bi tirba sîn û seydoş ez sond dixwim ku min wek dinyanedîkan, wek şadîkan pir xwest...aaax, bextewarî! Lê belesebeb e, tu derî kû, here... niha hay ji we heye ku ez gewitî wer dikim, ne?... lê na, weleh na, bileh na!... kuro, ma kî dihat dinyayê ji bo ku ne bextewar bûya?!... fam bikin ji min, ez ji kezebê gazî we dikim... êdî bes xwe bixapînin... Serê xwe ji nav pirik û çirava derewan rakin... ne bi zorê ye ha!... ên bê welat ti carî nikarin bextewar bin... (83)
Em di vê risteyê de jî dibînin nivîskar xwe wendakiriye û derhişiya wî xwe berbiçav kiriye, monologa hundirîn xwe weke gilokek ta verişandiye. Bi şêwaz û teknîkeke monologîn û herkehişîn kerba di dil û derhişî de maye li ber çavên me hatiye raxistin. Helbet carinan gotin têra nivîskar nekiriye û bi sê xalan gotinê xwe birîne û dibêje piştî xalan gotin didome, lê gotin û hevok têra min nake. Asas di vir de rûxandin û hedimandina gotina li dar dixîne. Di vê peregrefê ji gotinê zêdetir em li deng û qêrîna ji hundir ve tê guhdarî dike. Loma ev ne helbesteke nivîskî ye, muzîkeke ji dengan hatiye veolandine. Yanê ji wêjeyê veguheziye hunera muzîkekê, ji ber ku diqîre, em dikare bêjin muzîkeke caz diqîre. Li gor Rousseau deng ji gotina-peyva nivîskî mezintir e. Her wiha Rousseau dibêje deng kok û asasê zimanê nivîskî ye. Heman demê qêrînê weke nostaljiyê an jî axitê nabîne berevajî wê weke pergaleke felsefî pesnê wê vedide(4). Yanê Rouesseau qîmet û nirxeke pir girîng dide deng û qêrîna dengî, loma jî dengparezekî xwezaperest e. Helbet di helbesta me de dengê qêrîn û qêrîna hundirê nivîskar, nivîsandin têrê nake, loma jî dest bi xalbend û xalan dike helbestvan. Mîna heywanên ku dema deng derdixîne û dixwaze tiştan vebêje lê em kes jê fêm nekin. Asas di vir de rûxandin heye, rûxandina kirdeyî heye. Taliyê de helbestvan dibêje ên bê welat nikarin bextewar bibin. Belê ji ber ku hevok têra nivîskar nekiriye û herî dawiyê diteqe-teqiyaye û dibêje bextewarî ne gengaz e. Bi kurtasî bang û gaziya ji dil û der-hiş herikiye mîna tabloyeke ekspresyonîst hestên helbestvan pijiqiye ser tuvalê û li ser tuvalê rismê bindestiyê û rê û şopa azadiyê destnîşanî me xwendeyan kiriye....
Taliyê di tevahiya helbestan de van têgehan serdestî kiribûn: Şoreş, serdestî, eşq, bindestî, welat, azadî, netewehezî, bêtifaqbûn, destanên kurdî, rastî û heqîqet, derûnî, civak, felsefe û berî her tiştî mêtingehî û azadî û hwd...
Çavkanî:
1, 2, 3, 5) Georg Lukacs, Roman Kurami, Metîs, 40, 58, 61, 62, 74
4) Paul de Man, Körlük ve İçgörü, Metis, 143
Sûdewergirtin:
Sanat ve Propaganda, Toby Clark, Ayrıntı
Van Gogh, Dost kitabevi, ArtBook