Çima ne Amed lê Stenbol?
Ez ê piranî bêjim Beyoglu û tika ye kes bi gotina Beyogluyê sil neyê! Çiku tevî li Sultanbeyliyê, Avcilar, Bagcilar û GOP’ê rûdinin jî lê wêne û dîmenên ji me re diþînin, an ên em li ser hesabên wan ên medyaya înternetî dibînin ji Beyogluyê ne loma dibêjim Beyoglu; heke wêneyên wan ên li cihê lê rûdinin ji Sutanbeylî, Sarigaziyê û hwd. jî hebûna min ê navê wan deran binivîsiya…
Balam mijara min ne ev e, mijara min bo huner-wêjeya kurdî çima ne Amed lê hewl tê dayîn ku Stenbol-Beyoglu wekî navend were dîtin!?
Gelo piþtî vê saetê çi hewceyiya huner-wêjeya kurdî bi cihekî li derveyî Kurdistanê heye!?
Yên ji ber þertên hêngê ji neçarî li Stenbolê destpêkirin, sazî û dezgehên wekî NÇM, Enstîtuya Kurdî, Avesta, Nûbiharê didim alikî, lê piþtî salên du hezarî rewþ guherî, balam çima hê dilê hin kurdên nivîskar, þanoger, rojnameger, muzîkjen bo Beyogluyê, qesta ji Beyogluyê Stenbol e, lê dide?
Ger bêjin Stenbol wekî serjimar bajarê herî zêde lê kurd dijîn e, ji ser sê mîlyonî re kurd lê niþtecih in, erê li Stenbolê sê mîlyon kurd dijîn lê li Kurdistanê-li welatê xwe ji ser pazdeh mîlyonî re kurd dijîn!
Li bakur ji ser du sedî re nivîskarên kurd hene, ku jê deh-pazdeh li Stenbolê dijîn jî lê nêzî du sed heb li Kurdistanê dijî!
Salane ji ser du sed û pêncî re pirtûkên kurdî tên çapkirin, heke çîrok û naveroka deh-pazdeh heban li derdorên wekî Stenbolê derbas bibe jî lê çîrok û naveroka ji ser du sedî re li Kurdistanê derbas dibe!
Sazî û dezgehên kurdan-kurdî yên li Kurdistanê deh qatî yên li Stenbolê ne!
Îro roj van þertan de jî wekî komeke þanoyê biçî kîjan navçeya bajarekî kurdan a serjimar qasî sed hezarî eywana þanoyê wê ji temaþevanan tije be, kîjan nivîskar bo hevpeyvînê biçe kîjan bajar û navçeyê çil-pêncî kes wê bê lê guhdar bike, li kîjan bajar an navçeya kurdan konserekê saz bike bi hezaran kes wê werin lê guhdarî bikin!
Baþ e, lê li Stenbola ku wekî bajar kurd herî zêde lê dijîn?! Bo lîstina lîstikeke þanoyê eywan odeyeke kufîkî û hêmî ye, ji ser deh kesan re kes beþdar nabe, ku piranî jê heval û hogirên þanogeran ên çay û vexwarina bîrayê ne…
Anfî û eywana ku muzîkjen lê konseran li dar dixin kafe-bar in, beþdar bîst-sî kesî naborin…
Bo cihê nivîskar bernameyeke hevpeyvînê pêk bîne li qatê bînayeke terikandî bes cî bi dest dikeve, bo bigihîjî wî cihî divê meriv di nav kûçe, ber dîwarên bêhna mîza travestiyan jê tê re derbas bibe…
Dibe hin bêjin em derfetên wan bi kar tînin, ez jî dibêjim na lo! Gelo nebe ‘ew’ li wir bûna me wekî derfet dibînîn û bikartînin!?
Bo Kurdistan-Amed nebe navenda huner-wêjeya kurdî bo ew ji rehl û ji axa ew jê ye ji hev werin qetandin wê derfeta teqereqê nebe ku ew li wir didin ên me!!!
Heke mesele derfet û hê zêdetir xuyabûnî ye, mînak em kîjan derfetên wan bi kar tînin? Gelo bo þanogerên kurd þanoya xwe bilîzin eywana Haldûn Dormenî ji yên me re vekirine, bo tomarkariyeke baþ gelo stûdyoyên TRT’ê ji muzîkkarên me re hatine amadekirin, an bo nivîskarekî me pirtûka xwe bo xwendeyên xwe destnîþan bike eywanên AKM’ê jê re hatine vekirin, an dika Cemîl Reþît Rey, an eywan û cihekî þarederiyên wan þanî me dide heye?..
Gelo ew þanoger, nivîskar, muzîkarên me kîjan derfetên wan bi kar tînin; di kîjan wîtrîna wan de ji tirk û cîhanê re xuyanî dibin? Qey rojname, kovar an malpereke tirkan a bi rojnameger, þanoger, nivîskar û muzîkarên me re (qesta min ên ziman bi kurdî ne, ne hunermend-wêjekarên tirkî yên kurd ‘asilli’ ne) hevpeyvînek kirine, ew û hunera wan a bi kurdî bi civaka xwe dane nasîn lê haya me jê nîn e?!
Yan Beyoglu bo afirandinê feyzekê nedîtî dide hunermendên me lê em bi wê feyza berze nehesiyane, pê nizanin?!
Helbet, bo kurdên li Stenbolê dijîn jî huner-wêje pêwîst e, divê ew jî karibin nivîskar-muzîkar, þanogerên netew û zimanê xwe bibînin, lê guhdarî û temaþe bikin…
Erê Stenbol bajarekî girîng e. Helbet destpêka sedsala borî ve ew bûye bajarekî ku kurd jî lê xebatên xwe yên kurdayetiyê, komelgerî û rewþenbîriyê pêk bînin. Lê çendîn bajar heman bajar be jî sedsal ne heman sedsal e, kurdistan jî ne heman kurdistan e! Nexwe çima hê Stenbol?
Tirk Stenbolê tenê wekî bajarê xwe yê herî mezin û girîng nabînîn, ew wî bajarî wekî eynik û wîtrîna xwe ya þanî cîhanê bidin jî dibînin. Ji loma li hemberî yên nejixwe heta ku ew ên ne ji wan gavekê ji xwe zêde ranawirtine bêdeng in!…
Lê di rastiyê de ew wî bajarî wekî paytexta împaratoriya xwe ya Osmanî dizanin û hemû rengên ji derveyî xwe jî wekî mîrate, kêmarên împaratoriya xwe dihesibînin; heta ew wan kêmar û çandên dîtir wekî xwespartî yên xwe dihesibînin, ku ew destê xwe ji ser serê wan re digirin!... Loma heta radeyekê wan ‘îflah nebûyan’ serbest ber didin û wê serbestiya qaþoyî jî dikin wêneyekî çarçovekirî û datînin pêþiya cîhanê, dibêjin “hûn dibînin em çi þaristaniyeke xweþbîn û bi tolerans in”!
Lê di rastiyê de, ew dixwazin ew kêmar-reng û çandên ‘li binî’ xwe aîdî ya wan a ‘li jor’ e bibînin; tim li ber çavên wan bin, ji kok û rehlên xwe dûr bimînin. Loma li wan kûçeyên ji bêhna mîzê meriv nikare jê derbas be, wan deng û rengan di halê xwe de dihêlin(!)
Yanê bi vê yekê dibêjin: ‘nabe ji derveyî navenda me navenda nasnameyeke din a xurt hebe-were danîn’. Û dibêjin: ‘hûn bes bi me hene, bes bi me dikarin heyî bibin’ her derbarê çi de dibe bila bibe nabe navendeke din li ser navê yên din-ne ji me were avakirin-pêþxistin…
Loma, ji bo huner-wêjeya kurdî ya li Stenbol-Beyogluyê dil davêje, dibêjim hemû mesele di vê hevoka li jor de nixumandî ye(!)
Berê ji kurdan re digotin bi tirkî biaxife pir biaxife, pir biafîrîne jî, lê niha dibêjin heke îlam dibêjî bi kurdî, nexwe ne li welatê xwe were li Beyogluya min li ber çavên min, di bin çavdêriya min de biafirîne, da te ‘bibiriqînim’ ku yên dixwazin Amedê bikin naveneda huner-wêjeya kurdî em bi hev re wan bifetisînin, da bizanibin ku bêyî Beyogluyê “li ser xaka xwe danîna navendek huner-wêjeya kurdî karekî bêhûde ye; hewla ku dixwaze li ser axa xwe bimîne biafirîne divê lingên wê hewlê ji axa wê, ji rehlên wê, ji welatê wê werin qut kirin’!
Ên xwe ji vê rastiyê re ji nezaniyê datînin; li Stenbolê wekî oryantelîstan, wekî tirkên spî-kemalîst li welatê xwe li mirovên xwe dinêrin; wekî nezan, wekî xwenenas, wekî bêhed û bêedeb di vê hevoka li jêr de xwe eyan dikin, ên li hemberî gelê xwe çanda xwe bi kompleks, bêfedî radibin dibêjin: “nedizanîn þano çi ye, nedizanîn li hola þanoyê çawa tê rûniþtandin û çawa li þanoyê tê temaþekirin, lê me hêdî hêdî ew bi wan da hînkirin”!!!
Helbet ew ên wiha dibêjin çawa ku haya wan ji xwe tune ye, haya wan ji dîwana dengbêjan, çîrokbêjan, li dika govendan û li lîstika kal û pîran a bi sedan salan e ku wekî þanoyê tê pêþandan jî tune; çi ku nezan in, çors in, nexweþ in, li hemberî rastiya xwe bi kompleks in; çi ku bi çav û hiþmendiya Stenbolê dibînin, dinêrin, dihizirin.
Lê pêþiyên me berê berê de gotine: “yê li hespê xelkê sîwar tim peya ye” û ev jî lê zêde kirine “her giya li ser koka xwe þîn tê”!