Vê nivîsê di 1’ê Nîsan/Avrêlê de dinivîsim. Heke ji rojan roj 1’ê Nîsanê be yekser rojevek tê bîra mirov, ew jî; henek e! Li bendê bûn ku îro gelek henek di rojevê de cih bigirin, lê tenê min du henekan ku bawerî bi xwe anîn, ketin rojevê xwendin. Ya yekem ew bû ku; rojnama Ingilîzan The Guardian ê nûçeyek wekî henek parvekir û çapemeniya Tirkiye jî wekî nûçeyeke rast jê bawer kir. Heneka din jî bi nûçeya; “Li ser sînor konserek mezin pêk tê’’ di vê malpera Diyarnameyê de wekî nûçe hat parvekirin û ez jî di nav de gelek kesan jê bawer kir. Ji tabloya henekan diyar dibe ku di roja henekan de henek kêm bûne, ev tê wê wateyê ku ‘derz’ li mîzahê ketiye û her kes ji xwe re giran bûye. Diyar e bêhna her kesî teng bûye û rêya henekan di têkiliyên kesan de nemaye!
***
Ji destpêka têkiliyên mirovahiyê em bigirin heta roja me ya îro di nav mirovan de (di nav hin ajalan de jî ev teybetmendî tê dîtin) henek-mîzah cihekî jêneger digire. Gelek berhemên hunerî û çandî li ser henek û pêkenokan hene. Her wiha gelek kesayetên navdar wekî henekvan tên nasîn.
Her sal roja 1’ê Nîsanê ji hêla gelek welatan ve wekî Roja Henekan tê pîrozkirin. Di dîrokê de pêşketina vê rojê gelek welat li gorî xwe pîroz dikin. Mînak li walatê Hindistanê roja henekan di 31’ê adarê de bi navê Cejna Holî tê pîrozkirin. Dîsa li gorî çanda-baweriya Paganan ev roj wekî cejna Fous hatiye pîrozkirin. Di serdema Romaya kevin de jî ev roj wekî cejna Hîlatya hatiye pîrozkirin. Wekî tê zanîn gelê kurd û gelên ji binemala çanda Arî jî bi hatina biharê re, di roja 21’ê Adarê de cejna Newrozê wekî hatina saleke nû bi dilekî aram, bi keyf û şahî pîroz dikin.
Çîroka derketina dîroka vê rojê li welatê Fransayê zêdetir tê dîtin. Çîroka ku bûye sedema pêşketina Roja Heneken ev e. Tê gotin ku Berî Mîladê roja destpêka salê bi hatina biharê re dest pê dikir û roja 25’ê Adarê her kesî wekî serê salê pîroz dikir. Lê ji hêla Împaratorê Romayê Sezar ve hatiye ragihandin ku serê salê di heyva rêbendanê (çile) de were pîrozkirin. Di wê dîrokê de her çiqas Sezar roja serê salê guhartibe jî ji hêla gelek welatan ve heta serdema navîn (heta Sedsala 16’an) pîrozkirina serê salê hê jî wekî 25’ê Adarê hatiye pîrozkirin. Di sala 1564’ê de Kralê welatê Fransayê Charles ê IX. salnameyê diguherîne û roja destpêka salê wekî 1’ê Rêbendan/Çile radigihîne. Piştî ku pîrozkirina serê salê tê guhartin, li wan welatan gelek kes pê nahesin ku roja serê salê hatiye guhartin û hê jî li gorî 1’ê Avrêlê/Nîsanê serê salê pîroz dikin, lê ev kes ji hêla kesên ku dizanin roja pîrozkirina serê salê hatiye guhartin ve wekî ehmeqan tên binavkirin û henekên xwe li wan dikin û ji wan re nûçeyên derew ragihandine. Ji bo vê rewşê ji wan kesan re gotine; “Ehmeqên 1’ê Nîsanê.’’ Û heta roja me ya îro jî 1’ê Nîsanê êdî ji hêla gelek welat û kesan ve wekî roja henekan tê pîrozkirin.
***
Bi rastî jî ji bo aramiya derûniya mirovan henek dermanên xwezayî ne. Lê ji sedemên ku di nav têkiliyên mirovan de xerabî zêde bûye, êdî têkiliyên mirovan jî veguherîne formek din. Ji wê çendê çanda henekan di nav mirovan de kêm bûye. Teybetî di nav çanda kurdan de henek cihekî mezin digire. Kurd ew qas dil êş bûne êdî çi tamê ji henekan jî nastînin. Lê her çi dibe bila bibe jiyan bi henekan rengîn dibe. Mînak di Stêrk TV de bernameya ; “Hinek Henek’’ heye û gelek caran temaşe dikim. Di wê bernameyê de skeça Apê Şêro ku bi derewên bê kiras henekan dike, gelek caran me dikenîne.
Bi nivîsa li ser dîwarekî hatî nivîsîn bimînin nav henekan de: “Rojekî em ê henekekî wisa bikin ku dê faşîzm ji kena bimire.’’