Ol Artêþ Pîrozî
Balkêþ e, dema meriv rabirdûya ol, bîr, bawerî, heta li ya bîrdoziyên li pey xwe þop hêlane, li ser hizir û jiyana mirovan bandor kirîne dinêre dibîne ku ji wan tu bêyî artêþeke bi rêkûpêk an bi yeka bêpergal-þerkar belav nebûne!..
Di hemû ol, bawerî û bîrdoziyan de cihê artêþê bivê nevê ye! Bêyî artêþ ne tu hizir, ne tu bîrdozî û ne jî tu ol di nava mirovahiyê de belav nebûne, ji xwe re alîgir bawermend peyda nekirine…
Yanê di belavbûna ol û bîrdoziyekê de eger artêþeke wê olê yan wê bîrdoziyê ji xwe re neke mertal nebe nikare cihekî feth û talan bike; tu ol û bîrdoziyan bêyî ku artêþekê biþînin þerê xwe yê pîroz, ji alî alîgirên xwe ve wekî oleke pîroz wekî bîrdoziyeke pîroz nehatine dîtin; ango xwe îspat nekirine! Jixwe piþtî þerê li ser navê wan bi artêþekê hatiye kirin bûne ola pîroz, bûne bîrdoziya pîroz…
Yanê bi þerekî ku artêþa wan bi serkeftî bi encam kiriye, pê bûne xwediyê pîrozahiyê!
Bi wê pîrozahiyê alîgirên wan, zarok û nevîçirkên alîgirên wan heta mirinê bi wê pîroziyê ve girêdayî mane, li ser wê pîroziyê cîhana xwe ya manewî bi wate kirine.
Ji yên wan þeranda mirine re jî payeyek formîle kirine, þehîd…
Çiku artêþ gotin þer gotin e! Artêþek bes dikare bi þerekî mezinahiya xwe hêza xwe nîþan bide; zerdeþtiyan dema nekarîn bi Goþtasp bibin baweriyeke belav, piþtî Zerdeþt 870 salî bi þûn ve ku Sasanî derketin ser dika dîrokê bûn baweriyeke ku haya cîhanê jê çêbûyî û bi destdayîna hêza Sasaniyan a artêþê derfet bi dest ve anîn, ku bi wêrekî baweriya xwe belav bikin.
Helenîzm bi rêya Artêþa Îskender belav bû gihîþt heta Zagrosan; hê jî þopên wê çandê li ber çavan e.
Li hemberî fîrawûnê Misrî þerê rizgarkirina cihûyan ê pêxemberê wan Mûsa ew qas pîroz e, bi efsaneyên wisa tê vegotin ku ava Çemê Nîlê xwe li pêþiya wî û qewmê wî vekiþandiye daye alî; dibêjin rê ji Mûsa û nijada wî re vekiriye!
Eger Artêþa Îslamê li Mekeyê bimaya ola îslamê wisa belav nedibû, belavbûna ola îslamê berhema artêþa wan a fetihkar e…
Îsewî piþtî li nav nijada xwe cihûyan têk çûn berê xwe dan Romayê, wan li Romayê tola Îsa hilanîn; piþtî zayînê di çilî de bi raperînekê Roma di nav agir de hiþtin, bûn sedem ku Jul Sezar xwe bikuje; Vatîkan kirin paytexta ola xwe û bi Artêþên Xaçperestan re piþtî Îsa hezar salî bi þûn ve dîsa berê xwe dan rojhilat…
Ev têkiliyên bi hev heyîbûnê ya ol û artêþan bû; dibêm eger qewmê Îsraîlî wekî serjimar pirbûna, artêþeke wan a þên û fetihkar hebûya wê baweriya xwe li ser ên din jî ferz bikirana, belkî ola Îsa derneketa holê; pê re dibêjim, eger Manî bi ya Þahpûr bikira baweriya xwe bixista xizmeta Sasaniyan, Manî jî bi Þahpûr re biçûya fetihkirinan, ne ola wî virnî dima ne zerdeþtiyên hov û çavsor seriyê wî ji gewde difirandin, çêrmê wî digurandin bi rojan li deriyê bajarê ve daleqnayî nedihiþtin; dibêm eger Manî baweriya xwe bigihanda mexsedê dibe îslam derneketa holê; nizam, belkî dibêjim…
Û pê re pê re ol, artêþ wiha dibin destbirakên hev, dibin þirîkên hev ên tewanê; loma yên Helebçe bi jehrê fetisandin jî gotin ayeta ola me wiha dixwaze yên li mizgeftan bi bangdana selayê çûn bidestxistin û talan û destdirêjiya Efrînê jî gotin ola me wiha ferman dike; “helal e, caîz e, herin talan kin, birûxînin û destdirêjiyê lê bikin…”
Derewkarê wan im, “digotin ku yezdan jî bi wan re ye…” Berî vê sed salî yên dabûn ser piþta êzdî û ermenan jî wisa gotibûn, piþtî wê sed salî yên hetibûn Þingalê jî heman tiþt gotibûn!..
Helbet, wekî têkîliya ol û artêþan têkîliyeke bîrdozan û artêþan jî heye;
Wekî Hîtler, Mûsolonî jî piþta xwe dida artêþa xwe, komonîzma Lelîn û Stalîn jî piþta xwe dida artêþa xwe ya helesor…
Loma, çi ol çi bîrdozî bêyî artêþeke har, bêyî þerekî talana pîroz nekarîne xwe îspat bikin û ev yek bes bi artêþekê pêkan e; helbet di wê rêya ‘pîroz’ de bêhejmar bi dayîna þehîdan pêkan e...
Di sala 2014’an de me bi çavên serê xwe dî, (hikumet)a Tirkiyê bi þerê li dijî destbirakên xwe þerê xwe yê pîroz bi rê ve bir, îro pê bûye (desthilat)a Tirkiyê…
Lê û belê, pîrozî her li ser navê çi jî be, þerê pîroz her li ser navê kîjan ol, pêxember, hizirvan û bîrdoziyê jî be, dibêm jê tu ne bo xêra mirovan bûne; bo xêra mirovan bi tenê þerek pîroz e, ew jî þerê xweparastinê ye, yên din hemû bo talanê ne, bo destdirêjiyê ne, bo wêrankirinê ne; heram in.