• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Welat Dilken
Welat Dilken

Welat Dilken

welatdilken@hotmail.com

  profile.php?id=100000836608327

Hz Elî çawa bû xwedê?

Dîrok : 21 03 2021

Nûroja yên ji kurdbûna xwe re canecan in pîroz be

Tê zanîn berî olên xwedayê wan tev yek e, her netew, civakê xwedayên xwe hebûn; ên Gutiyan, Huriyan, Akadiyan, Sûmeriyan, Grekiyan, Hîtîtiyan, Romayiyan, Mîtaniyan, Medan, Sasaniyan û hwd. wekî xwedayên ba, baran, ronahiyê, tariyê, bereketê, jiyanê, mirinê, þerabê, heta ji yên Grekiyan ê di keçikaniyê de xistinê jî hebû…

Vê pir yezdaniyê heta li împaratoriya Romayê Îsatî wekî ola împaratoriyê hate pejirandin jî dom kir. Berî wê li hemû împaratoriyan xwedayên netew û civakan hebûn; ew geh wekî xwedê, geh wekî nîv xwedê, geh jî wekî xwediyê hêza xwedê wek keyser di sûretê mirovan de di nav þêniyên xwe de li ser têxt wekî xwediyê hêza xwedayî rûdiniþtin.

Ên kurdan jî ji Huriyan heta bi Mîtaniyan re neteweke têkîlîhevbûyî pêk anîn wisa bû. Tê zanîn yekem yezdanê kurdên veguherîne Arîbûnê yezdanê xuya, yê li ser text rûniþtî, pêþeng û rêber Mîtra yan jî bi nasnavên xwe yên din Gaûmers Keyûmers e û ya jin jî Anahîta ye.

Bi rêberiya vê baweriyê kurd dema Medan gihîþtine lûtkeya xwe ya herî berze; bi hiþmendî û zanîna xwe, bi derfet û pêþketina xwe karîne bi pêþengiya xwe yekîtiyekê saz bikin Asûra hov têk bibin; ji asyaya nêz heya Atîna û Romayê bandoreke erênî ya pêþketinê li ser mirovahiyê bihêlin…

Piþtî xweda Mîtra-Gamûmers-Keyûmers jî keyserên li ser textê wî rûdinin, keyserên keyanî jî piþdadî jî wekî sûretê xuya yê xwedê yan wekî nûnerê wî yan wekî xwediyê hêza wî ya ronahiyê wekî keyser tim bi wê payeyê- pênasekirinê hatine zanîn. 

Piþtî xweda Mîtra kesê ku angaþta xwedatiyê kiriye Cemþîdê hesin kifþ kiriye! Lê gel li dijî vê angaþta wî derdikeve, piþtî ku ser angaþta wî re heft salan baran nabare, zad diqede, giya þîn nayê, xela dest pê dike gel wî li ser text datîne giregirên keyaniyan û pîþdadiyan Azî Dehaq tînin li ser textê yezdan-keyser didin rûniþtandin.

Di dîrokê de kesekî din ku ev angaþta ez yezdan im avêtiye holê Hatayî-Þah Îsmalê Sefawî ye, lê ya wî jî wekî angaþtekê maye.

Di baweriya qedîm a kurdan Mîtraîzmê de xwedayê her tiþtî Roj e; sedema ji welatê kurdan re dibêjin welatê rojê ev e! Ne di tu baweriyên din de, her kurd ji kîjan baweriyê-olê bawer bikin bila bikin lê sedema ku ew rojê ezîz, pîroz dibînin li ser navê rojê sond dixwin ev e! Çiku kurd ji zemanên berê de dizanin cîhan ji parçeyên ji rojê qetiyane hatiye pê! Kurdan her ji xwedayê di sûretê mirovan de xuya bûye-dibe ji roj-xwedayê li jêr, e di nav gel û bawermendên xwe de ye bawer birine. Di baweriya kurdan a qedîm de xwedê zindî ye xuya ye; pêþeng e, rêber e, ahangsazê jiyanê ye, li ser textê rojê yê keysertiya xwe rûniþtiye. Sedema kurd rûyê xwe didin rojê û jê re sicde dikin ev e… 

Yanê heta sedsala dehan a piþtî zayînê bi bandora þoreþa îslamê bi xwe re anî ku di baweriya kurdan de bûye serdema reform û cûdahiyan û derketina holê ya metnên pîroz a baweriyan ên wekî Serencam û destxestên pîrên elewiyan…. 

Nabêjim Mishefa Reþ (pirtûka reþ), çiku bi reformekirina Þêx Adî baweriya wî êzdiyatî ji aliyê qewimîn-teofanîk-çêbûna cîhanê, rih û mirovan de ji baweriya qedîm a kurdan vediqete- dûr dikeve!

Gorî min eger melekê tawûs ji nav êzdatiyê derxî cûdahiya wê baweriyê û yên xwe dispêrin yek xwedayî  namîne. Çiku êzdatî jî wekî xaçperestiyê, cihûtiyê û îslamê ji heman xwedayî bawer dikin. Loma dibêm qey sedema êzdî bûne armanca tundrewên baweriyên din (72) fermanan jî hincet melekê tawûs e.

(Bi kurdî nivîsandina Mishefa Reþ balê dikþîne, lê wê serdemê tu kesê kurd helbest û metna xwe ya pîroz bi Çînî nenivîsandiye, jixwe bi kurdî nivîsandiye)  

Tika ye, bila xwiþk-birayên min ên êzdî li min negirin; hizra min ev e ‘Þêx Adî bi sê tiþtên kirine neheqiyek mezin ji bawermendên xwe bi êzdiyan kirine; bi baweriya xwe êzdatiyê êzdî ji baweriya wan a qedîm bi dûr xistine, wekî serek melek-ferîþteh hilbijartina melekê tawûs ew kirine armanca êrîþên ên ji baweriyê re bêrêz, tundirew, hov û paþverû, û bi qedexekirin-guneh hesibandina xwendinê ew ji zanînê bi dûr xistine’. 

Gor êzdatiya Þêx Adî, Celîlê Celîl, Qanadê Kurd, Erebê Þemo û gelek hêjayên din gunehkar in; çiku di êzdatiya Þêx Adî de xwendin guneh e.

Lewma, bi raya min dibêm Þêx Adî reform nekiriye baweriyeke dûrî ya qedîm yeka nû daniye!  Lê du baweriyên kurdan ên din îro jî bi remz, bawerî, rê û resmên xwe elewîtî û yarsantî (Ehlê  Heq, Kakayî, Bektaþî, Nûsayrî jî di nav de) li ser hîmê baweriya kurdan a rûdan-teofanîk-çêbûna cîhanê, rih û mirovan a qedîm in. 

Û ev herdu baweriyên ku ji baweriya kurdan a qedîm ji Mîtraîzmê hatine ji ber hizrên xwe yên tasaûfî, felsefîk, zanistî û gerdûnîbûnê herdem, bi taybetî piþtî zayînê ji sedsala heþtan heta sedsala sêzdehan bandorek mezin li ser gelek tevgerên batinî û li ser ereb, tirk, farsan jî kiriye. Lê ji ber di meseleya çêbûna cûhanê, rih û mirovan de êzdayetî ji baweriya qedîm qetiyaye  nekariye ji dervayî beþeke kurdan a kêm bandorê li ser civakên din bike; bes bûye yek jê baweriya beþeke kurdan û ewqas…

Nêrîna ku dibêje êzdayetî baweriya bav û kalan e bê bingeh e! Bo meriv karibe vê bêje divê meriv bi rastî baweriya bav û kalan a qedîm bizanibe, bizanibe ka di kîjan baweriya kurdan a îroyî de þopên baweriya bav û kalan a qedîm heye!!! Ez dibêm heke di kîjan baweriya kurdan de þopên Mîtraîzmê hebin, bi min ev e baweriya bav û kalan. Lê êzdayetî baweriyeke ku piþtî sedsala dehan ji aliyê Þêx Adî ve wekî baweriyeke nû hatiye danîn e. 

Di baweriya kurdan a qedîm de saziya pêxemberiyê û heta sedsala dehan têgeha pirtûka pîroz tune ye. Di baweriya kurdan a qedîm de xwedê pêdiviyê bi pêxemberek-peyamnêrekî li ser navê wî hatiye erkdarkirin nabîne, çiku bi xwe di sûretê mirovekî pak de zindî ye xuya ye; pêþeng e, rêber e, li ser textê yezdantiya xwe rûniþtiye û di nav bawermendên xwe de ye.

Di baweriya kurdan a qedîm de ne payeya pêxemberiyê payeya xwedê û ferîþtehên wê yên alîkar heye; bo her dewre-serdemê avatarek-sûretê xwedê û çar ferîþtehên alîkar hene, ji çar ferîþtehan îlam yek jê jin e!

Dema meriv li herdu baweriyên navborî lê dikole dibîne ku nêrîna kurd zerdeþtî bûn jî bêbingeh dimîne. Çiku di baweriya kurdan a qedîm de jî di baweriyên berdewamiya wê elewtî û yarsantiyê de jî navbenkar tune, xwedê bi xwe û bi ferîþtehên xwe ve di nav bawermendên xwe de ye.

Tiþtê din ê balkêþ jî ev e, dema Îslamê de çawa dibe kurdên di navbera ereb û farsan de dimînin ji Loristanê bigire heya gola Wanê, ji wir bigire heya Dêrsim û Berferêt heya çiyayê Reþ êzdî, elewî û yarsan mane lê farsên li rojhilatê kurdan ji dûrî ereban dimînin dibin þiî? Ev jî dibe delîlek ku beriya îslamê jî ew herdu netewe ji baweriyên cuda bawer dikirine.

Di baweriya qedîm a kurdan de rûdan-welidîn-teceliya çend xweda û ferîþtehan balkêþ e; bawerî ew e ku Mîtra û Hecî Bektaþ ji kêvir çêbûne-welidîne, Elî ji ‘dayîka wî’ Fatmayê, San Sahaq ji Dayîk Razberê bêyî têkîliyeke cinsî ya bi mêrekî re çêbûne!

Di baweriya elewîtî û yarsantiyê de bihuþt û dojeh tune, mirin tune, kiras guhertin heye! lê di zerdeþtiyê de jî di olên din ên semawî de jî ev hene! 

Di elewtî û yarsantiyê de bawerî ev e; dema beden vediguher-dimire rih-cewher naçe cinetê yan cehenemê ew rêwîtiya xwe ya li cîhanê di bedeneke din de berdewam dike; heya gihîþtiye asta kamilbûnê, hêngê diçe qatê yezdan.

Di navenda elewîtî û yarsantiyê de mirov heye, cewherê herî bedew rih-kesayetiya pak heye! Çiku mirov sûretê xwedê ye dibêjin; loma dibêjin her çi digerî di nava xwe de lê bigere, çiku heqîqet di nava mirov de ye… 

Erê elewî û yarsan Elî wekî xwedê dibînin, lê ne ku Elî bi rastî xwedê bû, wekî xwedê hesibandina Elî ne ji ola îslamê ji baweriya kurdan a qedîm tê.

Meriv dikare bêje du Elî hene, yek ê li erebistana Siûdî kurê Ebû Talib, zavayê pêxember Mihemed û xelîfeyê îslamê yê çaran, ê din ê li Kurdistanê kirasê xwedatiyê lê hatiye kirin e!

Di baweriyên kurdên elewî û yarsan de têgehek zanînek wiha heye; dema pergala mirovahiyê ji aliyê exlaqî û hwd. ve ber bi rûxandinê têkçûnê ve here yezdan bi xwe di rûyê mirovekî de (li erdekî din di nav civakeke din de jî dibe) tê ser rûyê erdê, (bi navê xwe pergal û serdem-dewreyeke nû dide destpêkirin; mirovahiyê xilas dike û dewreyeke nû dide destpêkirin; Elî û San Sahaq ew kesên bûne sûretê xwedê ne! 'di yarsantiyê de heft dewre pêk hatine’.

Þoreþa pêxember Îsa û ya pêxemberê Îslamê Mihemed serdema pir xwedatiyê qedandibû, heta Mihemed bi xwe re serdema pêxemberan jî bi dawî kir. Bi Îsatî û Mihemediyê re êdî di hemû baweriyan de serdemeke nû dest pê kir; wê serdemê bandor li hemû baweriyan kir, hemû baweriyan gorî her du olên mezin ên li Rojhilata Navîn xwe ji nû ve pênase kirin, reforme kirin…

Meseleya Elî xwedê ye yan na jî ji vir destpê dike. Çima ne kesekî din lê Elî?

Sedema kurdên ku li ser baweriya qedîm in Elî wekî xwedê dîtine parçeyekî vî rastiya ku guherîna îslamê bi xwe re aniye, sedema din jî mexdûriyeta Elî û malbata wî ya ku ji aliyê Êzîd û Mûawiye ve rûdayiye. Yanê ji nav þoreþa îslamê derxistina Elî, neheqiya li Elî û malbata wî, li hevrêyên wî û pêximber hatiye kirine ve, bûye sedema tercîhkirina Elî. 

Balam kesayetiya Elî, qerekter, wesf, efsane û gotinên ku wekî yên Elî ne tên vegotin û zanîn, ne yên Elî lawê Ebû Talib in, ew ên wekî kiras ji baweriya kurdan a qedîm ji cîhana wan a felsefîk, tasaûfî, hunerî û hizrî li Elî hatine kirin e.

Elî ne xwedê bû lê xwedê di baweriya kurdan a qedîm de hebû. Wê serdemê kesê hêjayî wê payeyê jî ji Elî pêvetir ne kesekî din bû. Loma kirasê xwedatiyê ne li erebistana Sûidî li kurdistanê li Elî hate kirin!

Erê, serdema pir xwedayan qediyabû ku loma Elî ne di nav îslamê de lê di nav bawermendên baweriya antîk ên kurdan de bû xweda. 

Yanê heke xwedatiya Elî li çolên erebistanê jî bihata pejirandin; “Îsa kurê Meyrê dema hatî çarmîxkirin çi gotibû, gotibû bavo te çima ez bi tenê hiþtim, û Meyramê diya wî gotibû ew kurê xwedê ye” Gorî vê yekê Elî dibû bavê Îsa!? 

Lê belê Elî bavê Hesen û Husên ne xwedê bû, bes li gorî esasên baweriya kurdan a qedîm kirasê xwedatiyê li wî hatiye kirin.

Balam serdema pir xwedayan û pêyamnêran bi dawî bûbû, lê di nav kurdên li ser baweriya xwe man, çong nedan erdê her pêdiviya wan bi yezdan bûye ew di rûyê mirovekî de xuya bûye, wekî Keyûmers, wekî Elî, wekî Þoxoþên ku nasnavê wî yê din Mîtras e, wekî San Sahaq, wekî ferîþteh Hecî Bektaþ û Baba Tahir, wekî xweda û ferîþtehên jin Anahîta, Fatma, Mama Celale, Dayîk Razber, wekî yê jê bi çavlirê îmamê wenda-mehdî.

Çendîn rastî ev be û bi eþkereyî ev tiþt nayên gotin-takiye tê kirin jî, çiku tirsa þûr heye! Lê yê xweda ne Elî xelîfeyê îslamê ê çaran, Eliyê xweda yê ku di nav baweriya kurdan a qedîm de bûye xweda ye. 


Têbinî: 

1-kurdên çûne ser baweriya îslamê dervayî vê mijarê ne, mijara me baweriya kurdan a qedîm û meseleya xuyabûna xwedê ye.

2-ne li pey ol û baweriyekê me, li pey rastiya xwe me; dîrok þûnpêyên xuya ne lê rastî-heqîqet ne di þûnpêyan de di þîrovekirina wan de ye.

 

Welat Dilken

Hemû Nivîsên Welat Dilken

Hûn dikarin li van jî binêrin

Biharê Girava Extirmanê xemiland

Biharê Girava Extirmanê xemiland

18 04 2021

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

18 04 2021

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

17 04 2021

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîþkan vekir

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas...

17 04 2021

Nûçeyên nû

Biharê Girava Extirmanê xemiland

Biharê Girava Extirmanê xemiland

18 04 2021

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

Li Manîsayê jî nanê tenûrê navdar bû

18 04 2021

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

Serpêhatiya Baba Îshaqê Semsatî bû roman

17 04 2021

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîþkan vekir

Jineke kurd beþa zimanê îngilîz xilas kir lê çû çewlika mirîþkan vekir

17 04 2021

ZEND'a 28'an derket

ZEND'a 28'an derket

17 04 2021

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

MÊZÎNA XEBATÊN ZIMANÊ KURDÎ!

Mîrza Ronî

Þêxo Fîlîk

Þerm û Jinûveavakirina Civakê

Þêxo Fîlîk

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname