RÊWIYÊN AZADIYÊ
“Azadiya tekûz di jiyana rasteqîn de ne gengaz e, lê di baxçeyê wêjeyê de îhtîmal e ku gengaz be, heta em dikarin bibêjin azadî di hemû qadên hunerê de gengaz e û dikare ji azadiyê wêdetir be jî, helbet bo azadiyê wêdetir be, culhet û xeyalên abadîn pêwîst in.... “
Krîshnamûrtî wiha dibêje: “Serîhildan bertekek e, lê azadî ne bertek e.” Krîshnamûrtî gorinên xwe wiha didomîne: “Dibêje azadî, serîhildan û þoreþ ne heman tiþt in û divê em wan ji hev veqetînin. Dibêje serîhildan û þoreþ di bingeha xwe de her du jî bertek in. Lê azadî ne bertek e, divê dema me ji bertekê fêm kir a wê çaxê ew fêmkirina me dê veguhêze rewþeke hiþî, bertek haz e, nefret e, tirs e û êþeke psîþîk e. Dema me bingeha van têgehan fêm kir a wê çaxê em ê bikaribin xwe bigihêjîne azadiyê.“ (1) Werhasil Krîshnamûrtî dibêje heta hûn bingeh û esasê serîhildan û þoreþê baþ fêm nekin û hûn ê nikaribin xwe bigihêjînin bingeha azadiya heqîqî û resen.
Îcar em werin ser pirtûka xwe ya helbestan, çimkî mijara pirtûka me piranî li ser têgeha azadiyê û doza azadiyê ye rawestiyaye loma min hinekî behsa têgeha azadiyê kire. Di pirtûka helbestvan Azad Zal, a bi navê “Rêwî“ de helbestên me bi rêwitiyeke felsefîk a ku girêdayiye heyatê berbiçav dike. Pirtûk ji heft helbestan pêk hatiye, ji xêynî helbestekê serenavê hemû helbestan ji “Rêwiyan” dest pê dike, helbestên me wiha ne:
“Çîroka rêwî, Rêwî û hêvî, Zerî, Rêwî û mirin, Rêwî û kevok, Destana rêwî û Rêwiyê li dû hêviyan.”
Hemû helbestên me diþibe zincîrehelbestan, çimkî hemû helbest berdewama hev du dixuyîn. Di navbera helbestan de têkiliyeke hevgirtî, hevparîn, hevramanî û hevgirêdaneke monologîn a derhiþîn heye. Wekî meriv yekhelbesteke çîrokîn bixwîne û karekterê meriv jî Rêwî be. Werhasil ji bo helbesta yekemîn û hemû helbestan hema hema em dikarin wiha bibêjin: Hellbesta Rêwî helbesteke deng û axaftina hundir û gotinên hundirîn yên teqiyayîn e. Belê nivîskar monologên di hiþê xwe de li ser kaxizê teqandiye û hubra monologên hiþê nivîskêr li ser kaxizê bi þêwazeke peryodîk û bi rêk û pêk verêsiyaye. Xwendevên di nava hubra xwe de û di cihoka hubra xwe de diherikîne, em xwendevan di nava hubra monologên helbestvan de avjeniyê dikin. Di nava vê hubrê de bindestiya xwe, çîroka xwe û me, çîroka ez û min û em ê, hestên ez ê û hestên tu û em ê, hestên bindestiyê û serdestiyê bi awayekî hem îronîk û hem jî trajîk ji me xwendeyan re vedirêsîne. Helbet ev jî þêwaza nivîskêr diteyisîne.Di helbestan de mîna pêþengek derketibe ser dikê ji me xwendeyan re behsa bindestiyê û serdestiyê bike, behsa hestên me yên gewimî, hestên me yên serhêldêrî û hestên me yên miçiqî bike, behsa evînên têkçûyî, behsa têkoþeriya bindestan, behsa hebûn û nebûna miletekî têkoþer û serhêldêr dike.Yanê em dikarin bibêjin behsa hemû derûniya gelên bindest dike. Helbestên xwe bi dengê xwe yê zirqêrînî û zirniþtimanî û zirwelatperwerî di hestiyê mejiyê me xwendeyan ve dizeliqîne. Yanê di helbestan de niþtimanî, welatperperî, têkoþerî, hebûnhezî, serxwebûnî û alhezî serdest e. Van mijaran giþan bi saya monologên xwe û bi saya Rêwiyên xwe ji me re rave dike û vedibëje. Mînakek:
“Di bihara temenê rêwî de çar gulên sor vebûn
Gihiþtin hev bûn kevok
Û firiyann ber bi evînê ve
Bi perwazên xwe ji warê azadiyê bi ser rêwî de evîn daweþandin “(rp-30)
Dema em li vê risteyê dinêrin em fêm dikin Rêwî wekî karekterekî helbestê dixuye û bi saya Rêwî helbest tê vehonandin, her wiha em di helbestê de gelek metaforan dibînin. Çar gulên sor, metafor e û dibe ku çar parçeyên Kurdistanê dinimîne. Kevok di vir de metafora azadiyê ye û azadiyê temsîl dike. Evîna ku di risteyê de tê qalkirin evîneke rihî ye, yanê ne evîneke fizikî û bûjenî ye. Evîn di vê helbestê û di hemû helbestan de azadiyê temsîl dike. Evîneke felsefîk a kirdeyî ye, ne evîneke felsefîk a bireserî ye. Yanê evîn di vir de ne evîna du kirdeyan e. Evîneke li pê doza azadiyê ye. “Çar gulên sor xwe gihîþtin hev û bûn kevok û firiya” dema em li vê hevokê dinêrin em fêm dikin ku hemû metaforên me ji bo ku azadiyê temsîl bike hatiye bikaranîn. Loma jî helbestên me piranî rêwiyên azadiyê temsîl dikin. Taliya talî helbestên me bi rêwîtiyekê dest pê dike, bi rêwîtiyekê didome û bi rêwîtiyeke bênavber a hiþîn û bi rêwîtiyeke reþbîn berdewam dike. Ji helbestên me mînakek:
“Rêwiyên li dû hêviyan
Û di wan cuhan re diherike
Ava lalesor
A jiyana bêxwedî
Û hê jî ew av diherike
Ew av dihereke ber bi baskên þaneþînên dûr ve
Û rêwî nagihîjê
Û rêwî nabîne
Û rêwî dadiwerivîne hêviyên evînî
Bi ser xewnên reþeþevan de” (rp-63)
Dema em li van risteyan dinêrin dîsa metaforên wekî lalesor û av hatine bikaranîn. Av di vir de xwînê temsîl dike û lalesor jî her çiqas hêþînek be jî ew jî xwînê temsîl dike. Yanê di helbestê de a ku diherike ne av e, xwîn e, ava lalesor jî asas xwîna kesekî ye û diherike. Helbet li gor naveroka helbestan ev xwîna ku diherike, xwîna azadiyê ye, belê xwîn ji azadiyê diherike û azadî carinan ji dest ve diçe û carinan jî bi saya vê xwînê azadî li dar dikeve. Werhasil di vir de Rêwiyek heye, ev rêwî rêwiyê azadiyê ye, li pê pêga azadiyê ketiye û her tiþt bi saya vî rêwiyî tê vebêjandin. Ji destpêka helbestê de heta dawiya helbestê rêwîtiyeke hem bi hêvî û hem bêhêvî û reþbîn heye. Di helbestan de destan heye, azadî heye, hêvî heye, têkçûn heye, groteskên azadiyê heye, paranoyayên azadiyê heye, tirs heye, mêrxasî û jinxasî heye û berî her tiþtî çîroka destana azadiyê û bindestiyê û serdestiyê heye. Rêwiyên me tim li pê þopa azadiyê û hêviyê de dibeze, mîna hespekî kihêl, erê rêwiyên me hene û li pê þopa hebûna azadiyê ketine. Loma helbestvan di helbestên xwe de rêwiyên azadiyê ji xwe re kiriye hêlîn û pînika risteyên xwe. Bi gelemperî nivîskar mijara helbestên xwe de behsa ez ê nake, heta digazine divê berê “ Em” hebûn niha çima “Ez”bûye serdestê me. Yanê di helbestên xwe de jiyaneke komînal û hevpar diparêze. Em dikarin bibêjin gelemperiya helbestên me piþta xwe dispêre jiyaneke hevpar û azadîxwest....
Çavkanî:
J. Krîshnamûrtî, Li Ser Azadiyê, weþ, Neynik, 80-81
Rêwî / Azad Zal / Weþanên J&J / 2015 / 64 rûpel