• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Welat Dilken
Welat Dilken

Welat Dilken

welatdilken@hotmail.com

  profile.php?id=100000836608327

Kurdiya yê frensî!

Dîrok : 07 03 2021

Rojekê frensiyekî bi rêya qurs, ferheng û kesên kurd ên pê re danûstendin dikir da baþtir hînî kurdî bibe, go eger hinekî din jî hînî kurdî bibim dixwazim bi kurdî romanekê yan çîrokeke li Kurdistanê derbas dibe binivîsim…

Wiha bi nîv henekî nîv rastgotinê min jê pirsî, gelo tê karibî bes bi hînbûna nivîsandinê û axaftina bi kurdî çîrokeke yan romaneke bi kurdî binivîsî?

Go belê, çima nikaribim! Min pirsek din lê kir; gelo te erdnîgariya ferhenga kurdî lê za ye, bi gewde bûye dîtiye, nasî ye? Got Na.

Min gotê, gelo eger ez bi frensî bizanibim û li Amedê rûnim û min qet Fransa nedîtibe, ez dikarim çîrok an romaneke li ser erdê Fransayê derbas dibe binivîsim? 

Go Na, nikarî. 

Min go çima? 

Go dikarî romaneke bi frensî binivsî lê nikarî romaneke cîwarê wê li Fransayê be binivîsî. Min jî go, tu jî dikarî roman an çîrokeke bi kurdî binivîsî lê nikarî roman û çîrokeke li Kurdistanê di nav civaka kurd de derbas dibe binivîsî…

Go, ê eger baþ bi kurdî bizanibim jî nikarim binivîsim? 

Min go na nikarî! 

Go lê yên li Kurdistanê mezin nebûyî çawa dikarin binivîsin?! 

Kurdistan dibe fransa dibe yan welatekî din, meriv eger bi zimanê wî welatî bizanibe dikare çîrok an romaneke binivîse, lê bo çîrok û romaneke li wî welatî di nav civaka wî zimanî de derbas dibe binivîse, zanîna zimên têrê nake; divê meriv erdnîgariya wî zimanî jî, jiyana civaka wî zimanî jî baþ nas bike; divê flora wir baþ binase, li ser wê erdnîgariyê çi cure dar, kulîlk, giya þîn tê, hêþin dibe bizanibe; dibê tu fûanaya wê erdnîgariyê jî bizanibe, çi cure lawirên kovî, sewalên kêdî kirî û balinde lê dijîn û hwd.

Mesela divê bizanibî, erdnîgariya Kurdistanê dibe sê beþ; aliyê Serheda jor bê daristan e, çiya tune ne an kêm in, piranî ji girikan pêk tên, bêdar in, ne asê ne, rût in. Navrasta Kurdistanê ji Hemedanê Sîne û Kirmanþahê heya Gurgumê heya zeryaya ortê beþa rêzeçiyayan e. Beþa baþûr ji Helebje-Kerkûkê heta biniya Dîlokê Efrînê deþt e, cî bi cî çol e.

Û divê kurdiya tê pê binivîsî jî baþ hilbijêrî; tê bi kurdiya yên kurdî di zikê diya xwe de hîn kirî binivîsî; yanê bi kurdiya resen, yan tê bi kurdiya ku wergera tirkî ye; bi kurdiya ferhengê binivîsî!...

Jixwe, eger bi kurdiya ferhengî binivîsî hewce nake herî erdnîgariya ziman deng, dirûv, hêma, wate, rih, kesayet û wêneyê xwe dinimîne, bibînî… Hêngê bi wê kurdiya wergera tirkî dikarî bêjî ‘xwendin xweþ, guhdarî xweþ, ji þevê re, bi deng keniyam’! Lê bizane dema te ev hevok nivîsandin ku xelk bi te keniya bila dilê te nemîne…  

Û em bêjin te dest pê kir nivîsand; eger romana te li Rihayê derbas bibe nikarî bêjî darê mazê, berû hebûn, nikarî bêjî li Bazîdê jî ew dar hebûn.

Mînak, eger çîroka romana te behsa du hezar sal beriya vê nake, eman eman nebêjî seriyê darên merxê li ber esmên bûn.      

Eger çîroka te çîrokeke mîtolojîk be dikarî bêjî dêvê heft serî, sêtûr, eftar-keftar, pîrevok lê eman nebêjî Fîl û Zurefa.

Behsa þêr bike, piling bike, hirçê û gur bike lê eman nebêje tîmsah devê xwe vekiribû.

Mînak rovî serlehengê çîrokên kurdan e û ji bo ku di ferhengê de heye nebêje qird jî; çiku li Kurdistanê qird najîn, lê qird jî rovî jî bo pênasekirina qerekterê hin mirovan tê gotin… 

Her wiha, divê kurdan baþ binasî, ew bo çar tiþtan li hewþa mala xwe, li ber deriyê xwe dar û gulan diçînin; hinan bo bêhn û reng-gul û kulîk, hinan bo mêwe-tû, mêw, sêv, hirmî, gilyaz, hêjîr, hêrûg, çeftahlî û hwd.  hinan bo siyê-tû, bî û hwd.

Eman eman nebêjî çûm mala hevalê xwe li hewþa malê em li bin dara hêjîrî, gûzê yan a çinêr raketin! Bizanibe, kurd darên bo demên dirêj li bin siya wê pal bidin li hewþên xwe dadinin-diçînin. Lê belê, li hewþê li cihê lê rûniþtinê yan raketinê-paldanê ew darên gûzê, hêjîrê û çinêr dananin! Yanê ew darên ku li bin siya wan giya hêþin nabe li nêzî deriyê mala xwe danaynin!

Divê bizanibî kurd bi dareke strî dor erd û zeviyên xwe dorpêç-sînc dikin! Navê wê darê sinc e. Ew dar di heman demê de di danûstendin û têkîliyan de bi awayê erênî û neyînî bûye remz û pênaseya kesayetiyê û exleq jî . Lê her çendî bêhna wê xweþ jî be kurd wê li dor hewþa malê danaynin. Çima ku striyên wê qasî bizmaran in; dema striyên wê bin lingê meriv re diçin bi rojan mehan meriv nikare bi rehetî pê lingê xwe bike.

Yanê kurd dar û berên ku ji dîtbarî û siya wan sûdê wernegirin, ji mêweyên wan nexwin li hewþa mala xwe naçînin-danaynin. 

Divê zanîbî, banî cihekî çawa ye, ji ku derê re dol tê gotin, gedûk her wisa, hoz, zom, kozik, hevþo, gom, þivan, gavan, karvan, berxvan, çiya, gir, deþt, kepir, kir, beyar, kaþ, tar, papûr, çolbir, zixur,, þag, cixrî’, þûv, mexzene, heyat-berew-bermal, sewkî, ref,  pîn û vê jî bîr meke, li erdê sîr û pîvaz tê çandin tu car þitlên zebzeyan lê nayên çandin; ew erd tim bo çandina sîr û pîvazê lê cot tê kirin.

Helbet bila lehengê te biçe marketê lê ne (ihtiyac)pêwîstiyên malê, bila kêmayî û zexîreya malê (nestîne) bikire...

Eger bi rastî lehengê te dixwaze meyîrê bixwe bila were gundên Semsûrê yên çiyê lê eger dixwaze dewliserê bixwe bila here Amedê…

Mesela ji barana pêþî ya payîzê re nebêje barana payîzê ya pêþî, bêje payîzxêrk ket…

Û ji meha zivistanê ya rêbendanê re nebêje çile! Ew ne navê meheke zivistanê ye; di her demsalê de beþeke demsalê ye û çil rojî dom dike; loma nebêje meha çile, yan bêje meha rêbendanê yan bêje çilê zivistanê…

Mesela dengbêj û zakir herdu jî kilama Memê Alan distirên, lê divê bizanibî çima yek dengbêj e yek zakir!

Her wiha, divê bizanibî kurd sewalên bo þîr, goþt, an jî ji firotinê re nabin, an karekî xwe pê nekin, ên kêrî wan neyên xwedî nakin…  

Erê dikarî bêjî kurdan ji çivîk balindeyan hez dikir, ‘Kewê di qufikê de xweþ dixwend’ lê nebêje Tot jî tevî wan çivîkên wan jê hez dikir bû! Û eman eman nebêje qantirê za-diza(!)

Û divê bizanibî, gur di kîjan rewþa hewayê de dikeve nava kerî…

Helbet, eger roman an çîroka te li derveyî bajaran derbas bibe divê li van tiþtan baldar bî, heta ne bi tenê bajar divê li kîjan heremê be jî bizanibî; ger li rojavayê Ferêt e karî bêjî Mengûþ lê eger li rojhilatê Ferêt be bêje Kizvan.

Her wiha, divê bizanibî kurd ji malbata þoþbantî-destbirakî û kîrvantî avêtine ser keçikan naxwazin (bo ji hev re bûne malek). Erê kurd ji filehan û qereçiyan re jî dibêjin kîrîv, lê ne ku wan kîrvantî avêtiye ser hev, ew bo ji wan keçikan naxwazin keçikan nadin wan jê re dibêjin dibêjin kîrîv!

Divê mecaza di hevoka ‘ro li ser piþta me çû ava’ jî bizanibî! Çiku kurd pir tiþtan rasterast nabêjin, bi mecazê vedibêjin; yanê wekî dîwaro ji te re dibêjim bûkê tu guhdar be û hwd.  

Lê û belê, eger çîroka te li nava bajarekî derbas bibe jî ez ê monologê pêþniyazî te bikim. 

Te go çima monolog? Sedema wê jî min nivîsek beriya vê de vegotibû!      

Erê min bihîst te go yên ew cî û warên dibêjî nedîne lê bi kurdî dinivîsin jî hene… 

Erê yên wisa jî hene. Were em ji wan re jî bêjin Nifþê Ferhengê û xilas… 

Welat Dilken

Hemû Nivîsên Welat Dilken

Hûn dikarin li van jî binêrin

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne...

15 04 2021

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin...

15 04 2021

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

14 04 2021

Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

13 04 2021

Nûçeyên nû

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

15 04 2021

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

15 04 2021

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

14 04 2021

Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

13 04 2021

Xelatên ‘Koprude Buluþmalar’ hatin belavkirin

Xelatên ‘Koprude Buluþmalar’ hatin belavkirin

13 04 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Mîrza Ronî

HENEK

Mîrza Ronî

Kazim Polat

Di rojên pandemiyê de hinek tofan

Kazim Polat

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname