Tu ji kîjan alî ve lê binêrî tê bibînî ku jiyana me heyhat e. Kendal bi kendalî ve. Her bazebera tu pêyê xwe diavêjiyê ji ya berahîka xwe hilotir e. Ha ketî ha dikevî.
Umrê me ji bazeberan pêk tê; rêzek bazeber li dû te dimînin bazeberek di nav xumamiyekê de jî li pêşiya te ye û jê pê de ne kifş e. Tu hindî gavekê pêşvetir diavêjî ew bazebera di nav xumamê de hey gavekê diçe pêleltir û tu dibêjî qey gava te xwe gihande wê, tu yê bigihêjî keviyê lê ne wisa ye. Her dem bazeberek dî li dû wê heye û ew jî wekî wê ya niha te xwe gihandiyê û li ser disekinî, hilo ye. Hahankê piçekî xafil biçî dê jê bişiqitî û bikevî xwarê.
Heyat heyhat e. Tu nizanî jiyanê çi surprîz bo te amade kirine.
Yanî em dikarin bibêjin ku di heyata me de bazeber hene û em ji van bazeberên ku em pêk anîne û rêçek li dû xwe hiştiye, pêk tên. Îja ev bazeber çend kifş bin û çend sehêl bin, me jî di jiyana xwe de ew qas kariye şopê li dû xwe bihêlin.
Her bazebera em pê xwe diavêjinê û li ser disekinin, qonaxek jiyana me; beşek ji hebûna me tîne pê.
Bazeberek jî biyavê me yê nivîsandinê ye.
Ev bazeber gelekî hilo û şemitok e. Di rêbara jiyanê de, li nava çemekî li cihê herî kûr û boş, cihê av herî bêhtir lê radibe, disekine. Lewra jî her du aliyên vî bazeberî kevzê pêçane û ji ber herka avê jî bazeber hilo ye.
Hingê di nav civata me kurdan de gotinek hebû, digotin; heçî aş û mêş in xwedanê xwe zû tînin pêş û bi heman demê wisa zû jî dikin dewrêş. Îja alema hubr û qelemê jî hinekî wisa ye. Nexasim nivîskarên ciwan û xwîngerm di vê meşê de li ser bazeberê herî hilo ne û bi pifek ba serobin dibin.
Nivîskarî hinekî jî danîna bazeberan e; yanî tu çiqasî li ser bazeberên heyî bimeşî jî divê tu bazeberê xwe çêkî û nehêlî pêlên avê bazebera te biherifînin.
Lewra jî mirovên herî dilşa ew in ku di jiyanê de karîne ji xwe re bazeberek danîne û lê hêwirîne. Belkî kujiyek biçûk ê jiyanê, belkî dinyayeke pêbawer nexasim jî di alema xwe a hundirîn, di etlesa xwe a berze de.
Divê em bazebera hilo mirov hînî meşa ser dirikan bike. Mirov ger bişemite jî divê bikaribe dîsa rabe û bikaribe gava xwe bavêje bazebera pêştir.. û pêştir û hey pêşvetir. Heta mirov bikaribe bigihêje kortalên tarî yên hundirê xwe û çirayê xwe pêxe. Tarîsana ruhê xwe pê ron û geş bike.
Di rêgeha wê bazebera heyhatê de mirovî çend bazeberên dîtir jî hene ku xwe li wan digire; bi wan dihêwire û ji wan dengê xwe çêdike. Belkî çêtir e em bibêjin dengvedanê ji xwe tîne.
Çend kuçeberên ku her yek berê te bi layekî jiyanê vedide û te digihîne serê duryanekê. Mirov di vê kuçetengê de mîna şeytanokan gilîza xwe di erdê disû û pê rêça xwe çêdike û ser dimeşe.
Nivîskar, exleb qepûşk û şeytanokên taxa xwe, şemitokên bazebera xwe ne. Ji krîzên ruhî xwe ava dikin û ji ta û tajanên ruhî xwe xwedan dikin.
Di jiyana heyhat de tu mecbûr î di çend dalanên teng de bimeşî. Divê karekî te hebe, divê… “Divê” qet xilas nabin û tu di çembera van “divê-nevê”yan de ser bazeberên hilo û şemitok dimeşî. Dizanî mirov te tênagihêjin, belkî tu jî qet zêde naxwazî bi rastî jî mirov bi te têbigihêjin. Çimkî tu di pişt perdeyên sêhrewî yên peyvan de diaxivî û xwe bi kirasê efsûnên çavxapîn vedişêrî. Sêhra te jî ev e; nexwe ku tu jî hema her mîna her kesî bî, dê mirov çima guh bidine te!
Divê tu wê xumam û mijê de mirovên sergeşte bixî bin bayê xwe û li dû sêhra peyvên xwe di ser bazeberên agirîn re bimeşînî. Ev e hunera te.
Divê bazebera pêştir, di nav mij û efsûnekê de nixaftî be da ku tu karibî bazereke nû deynî û dengê xwe bigihînî rehçikên mirovan ên penî pinhanî.
Nivîs, sêhr e û heke tu baş şareza nebî gelek caran sêhr sêhirbendê/a xwe dihingavê û pê vedide. De kerem ke, pêngava xwe rake û bide dû pêjn û dengê dilê xwe; ew ê çu carê te ji bazebera rast averê meke.