DEQÊN CIHÊRENG
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn ji me re rêya felat û xweþîyê vediçe.”(1)
Nivîskarê me jî di vê pirtûka xwe ya bi navê “Deqên Qesas” de dike hawar û hawar û dibêje xwe binasin û binasîn xwebûn e, xwebûn jî xwenasîn e...
Pirtûka helbestan a Lal Laleþ ya bi navê “Deqên Qesas” ji du beþan di xwe de dihebîne. Beþa ewil helbestên li ser pêþengên kurdan, helbestvan û wêjevanên kurdan û yên dinyê hatiye nivîsandin. Yanê helbestvan di her deqekê de nivîskarekî, rewþenbîrekî û pêþengekî dinasîne. Her pêþeng û wêjevanên kurd li gor tevgerên wan, helwestên wan û fikrên wan helbest li ser wan hatiye nivîsîn. Yanê bi awayekî çawalêhato nehatine nivîsandin. Ji Medan bigire heta Kawayê Hesinkar, El Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Celadet Ali Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qazî Mihemed, Mûsa Anter, Mehmûd Baksî, Murathan Mungan, Yaþar Kemal, Cesare Pavese, Italio Calvino, Paul Eluard li ser van nivîskar û rewþenbîr û pêþengan helbest hatine nivîsandin.
Helbestvan xwestiye nêrîn û bingeha van wêjevanan, fikr û kirinên wan destnîþanî me bike. Talî helbestvan bi helbestê xwe neynika hiþ û fikrên van nivîskar, rewþenbîr û pêþengan teyisandiye. Her yek mîna tabloyeke cihêrengîn li ber çavên me diborin. Heman demê nivîskar helbestên xwe li gor kronolojiyekê û dîrokê û bîrdozekê vehûnaye. Xwestiye zemên, kirinan û dîrokê di bêjinga hiþê me re biborîne. Çimkî her tiþt li ser bingeha pira paþerojê ava dibe, bi pira pêþerojê jî xwe ji nû ve diteyisîne û xwe nû dike. Yanê bi þêwaz û teknîkeke din paþeroj li moxila pêþerojê dikeve. Loma divê xwende hay ji paþeroja xwe hebe û divê bi vî awayî stûnê avahiya wêjeyê, bîrdozê û dîrokê bê damezirandin.
Helbestvan asas xwendevên þiyar dike û dibêje rabin serxwe, ji xew rabin, bi xwe bihesin û bi hebûna xwe bihesin. Di helbestan de sînorê gotinan tune ye, werîsê gotinên xwe berdaye û bêsansur herikiye. Yanê di beþa ewil de asas meriv dikare bêje, helbestvan dîroka hebûna kurdan, dîroka hebûna wêjeyê û dîroka hebûna serlehengên bi nav û deng ango pêþengan bi her awayî hebûna wan destnîsanî me xwendevanan kiriye û gotiye hisyar be miletê min, em ne kêmî tu kesî û gelî ne. Em hene û bi her awayî û di her qadê de em hene, em niha jî hene. Û xwe kêm nebînin. Bi kurt û kurmancî helbestvan xwendevanan û me hiþyar dike û dibêje hay ji dîroka xwe hebin....
Îcar em werin ser beþa duyemîn, beþa me ya duyemîn piranî helbestên hundirîn yên þexsî ne. Yanê helbestvan hem þexsî nivîsiye û hem jî gelê xwe, dîroka xwe ji bîr nekiriye. Loma jî helbestên me bi qasî þexsî ne ew qasî jî giþtî ne. Lê helbet nivîskar gelek helbestên cihêreng jî nivîsandine. Em dikarin bêjin di beþa helbestên þexsî de piranî êþ, zanistî, ciheltî û êl, heyat û hestên cihêrengîn yên hundirîn hatiye teyisandin. Mînakek ji helbestên me yên þexsî:
DEQA HUNDIRÊ MIN
Yê berjor diçû û yê berjêr dihat
Di heman pirê re derbas dibûn
Qet li nava pirê li hev rast nehatin
Berjoro,
Ji bêrîka xwe ya çeqmaq
Al, Alfa, alfabe derxist
Berjêro
Ji bêrîka gomlegê xwe
Sûretê tapoyê derxist
Dirêjî muderîs kirin
-Erdê bavê te ye
-Ê bavê min
-Ê bavê te
-Bavê min ê ji kîjan jinê
-Elîfbaya dêya te ye
-A dêya min
-A dêya te
-Dêya min a jina kîjan bavê min.
Di vê helbestê de yê berjor hildikiþin û yên berjêr ve dadikevin di heman pirê re derbas dibin, lê tu carî jî li hev rast nayên. Îcar ev kîja pira ye gelo? Pira zanistiyê ye an jî pira nezaniyê ye? Helbet dema em li helbestê dinêrin yên berê xwe û qibleya xwe dane zanistiyê radihêje al, alfa û alfebeyê berê xwe bi nivîs û zanistiyê vedikin yên berê xwe berjêr vedikin û didin dû þopa tapoyan û zeviyan û li pê þopa mal û milkan ketine berjêr ve herikîne. Yanê asas helbestvan du rêya dide ber me xwendevanan rêya zanîn, qudretê û alîmê û rêya mal û milkan hwd... Her wiha di helbestê de Al, Alfa, Alfabe metaforên dewletxwaziyê û zanînê ne, heman demê metaforên zagonîk in. Çimkî dewlet bi xwe zagon û rêgez in. Loma jî rêya zanînê di rêya serxwebûnê de dibîne, serxwebûnê jî bi metaforên dewletê berbiçav dike. Her wiha di helbestê de lîstikên edebî û wêjeyî jî heye. Helbestvan bi lîstikan gotin û bêjeyên xwe serê xwendevên li bin guhê hev dixe.
Helbet wêje ji hêleke xwe lîstika gotin û peyvan e. Di vê lîstika peyvan de Adem û Hewa bi bîra mirov tîne. Her tiþt bi wan dest pê kir û berdewam kir li gor metafizîkê. Loma jî esas mijar hinekî xwe digihijîne çavnebariyê, hesûdiyê û çavbirçîtiyê. Çimkî Habîl û Kabîl du bira bûn, ji ber hesûdiyê û wekî din serê hev xwarin. Werhasil helbesta me dîalog e, çimkî di helbestê de Berjêro û Berjoro heye, wekî karakterên metaforîk hatine destnîþankirin. Vegotin û gotinên Berjor û Berjêro hem nivîskar diaxivîne û hem wekî dîalogan her du jî teþhîsên xwe datîne, heman demê her du karakter an jî metafor lîstika peyvan dilîzin bo ku xwendevan serê xwe bi wan re biêþîne. Yanê hinekî ji helbestbûnê derketiye, ciyê ku dîyalog têde cih wergirtiye bûye wekî dîalogên roman an jî çîrokan. Taliya talî nivîskar rêya zanîn û nezanînê û rêya heyatê li mêzîna hiþê me de dipivîne. Li gor helbestê Berjêro metafora nezaniyê û feodalîzmê destnîþan dike, Berjoro jî metafora zanîn û kamilbûnê û xwenasînê berbiçav dike. Helbet di beþa ewil de jixwe nivîskar rê û rêbaza zanînê li ber me xwendevanan raxistibû û dibêje dema we beþa duyemîn we xwend hûnê di wir de jî pîvana zanîn û kamilbûnê bibîne û hûnê di mêzîna serê xwe de bipîve û bi cetvelê xwe metreqareyên zeviyên zanîna hiþ, xwenasîn û eqlê xwe biwezînin.
Wekî me go helbestên me li ser stûnên cihêreng yên zanînê û þexsî avahiya xwe ava kiriye. Loma jî em dikarin bêjin nivîskar di helbestê xwe de ji me re dibêjin rêya kamilbûn û têgihîþtinê û zanînê, xwenasînê Celadet e, Cizîrî ye, Feqî ye, Kawa ye, Osman Sebrî ye, Nûredîn Zaza ye, Qazî Mihemed e hwd...
1)HAWAR, BELKÎ, RP-12-13,