• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Welat Dilken
Welat Dilken

Welat Dilken

welatdilken@hotmail.com

  profile.php?id=100000836608327

Huner-wêjeya kurdî temsîla çi dike?

Dîrok : 14 02 2021

Îro roj farsiya bi hunera xwe, ku xwe wekî eynika rojhilatê dibîne, gorî Fîrdewsî gotî, di sedsala 11’an de dema li ber mirinê bûye Fîrdewsî ew ji mirinê xelas kiriye!

Tirkiya bi lobiyên siyasî, dîplomatîk heya nobelê çûyî di sala 1861'ê de bûye zimanê perwerdehiyê!

Farsên ku piþtî sasaniyan li hemberî ereb û tirkan nekarîn desthilata xwe biparêzin, piþtî sedsala dehan bi metnên zerdeþtiyên sasanî xwe gihandin hiþekî neteweyî…

Tirkên ku bi hespên xwe hatin li ser erdê farsan bêhnek dan xwe, ji wir bi rêvekirina kurdan derbasî Anatoliyê bûn, ji tuneyiyê çandek, zimanek; ji ya ermenan, ereban, rûman, romayiyan, kurdan û ji yên din ji bo xwe welatek ava kirin..!

A ereban piþtî ku desthilata ola wan ket destê tirkan, çireya wan jî lûz bû; îro li cîhana hunerî, wêjeyî, hizrî kî behsa ereban bike-dike!..

Bi metnên zerdeþtiyên sasanî farsan her çi tiþtê kurd, belûcî û peþtûman ê baþ hebe kirin ên xwe; dibêjin nûnera huner-wêje-hirza rojhilat ez im, bi tirkan re qayîþkêþanê de ne! 

Tirkên ku bi yên kurd, fars, ereb, ermen, aþûr, rûm û romayiyan ku dest danîne ser, dibêjin cîhana rojhilat a huner-wêje û hizrî di eynika me de xuya ne…

Farsan a xwe li ser a sasaniyan ava kiriye û çîroka tirkan li ser a îslamê û piþtî sedsala dehan serboriya wan a hatina van deran ava bûye…

Pîrê Rûbayiyan Baba Tahirê Hemedaniyê ku pêncî salî berî Hayam jiyayî ye, lê cîhan Omerê Hayam dinase, çiku dewletek wî derxe pêþ heye!..

Tirkan dest danîn ser hemû berhemên ên din, îro aboriya wan li ser bazarkirina wan desteserkirinan e; bi tenê du milet heyranên van in, ereb û hin kurd! (hin kurd bi deh salan beriya vê bi hezaran km dûrî tirkan çûne, lê diyar e (ê) tirkanî xweþ e, mêjû û kesayetiyek çawa xistine bedena wan kurdan, ku bi hezaran km dûr ve û piþtî bi dehan salan jî cîhanê û rojevê bi çavê tirkan dibînin, bi zimanê tirkan kesayetiya xwe ya destdirêjî lê hatî kirin nîþan didin)

Li ser vî erdî, çîroka farsan naçe beriya sasaniyan, ya tirkan hinekî li ser mîrateya îslamê rûniþtin e, ya din piþtî sedsala dehan wêdetir naçe…

Lê ya kurdan? Ji ya farsan jî dûrtir diçe ji ya tirkan jî resentir e; ji hûrî, mîtanî, med, piþtî wê di nav ya ahamenî, part, sasaniyan de, heta nav a ereb-îslamê de jî heye; bi desthilatdar an belawela dîrokeke ji ya wan þiyantir heye; huner her wisa, wêje her wisa…

Li rojhilata navrastê tu netew tune ne ku qasî kurdan têkîlî bi fars, ereb û tirkan re danîbin! Loma erdnîgariya kurd lê ne di heman demê de erdnîgariya rojhilata navrast e jî!..

Helbet mesele hebûna dewletê ye û yek jî hiþmendî ye; tirk îro roj bo ziman, huner û wêjeya xwe ji derveyî tirkan gelek kesên ne tirk wekî hemal dixebitînin; gelek kurd hene bo navê wan li Beyogluyê were bihîstin bo wêje û hunera tirkan qûnê li xwe diqetînin; xizmetguzarên huner-wêjeya tirkan dikin, cerdevanên asîmlesyonê ne! Di nav farsan de jî wisa ye…

Hem bo dirav hem bo îmajê li ser ên me û yên din rûniþtine, dixwin dixwin naqede…

Ê me, berde kesekî ne kurd bo huner wêjeya xwe xebitandinê, em hê nikarin di hêma û metna xwe ya li Kurdistanê derbas dibe de yekî/ê ne kurd bikin parçeyekî huner û metna xwe; di nav çend metna me ya wêjeyî de bi çavê kurdan an bi çavê yekî/ê fars, tirk, ereb, ermen û rojavayî em-ew hene?!

Rojhilat nîvê ronahî û tarîtiya cîhanê ye, rojhilat nebe rojava nabe; ne bi çav û hiþê oryantelistan bi çav û hiþekî xwecî… Erê dewletek kurd tune, lê hiþmendî?

Tevî nebûna dewlet-derfetan astengek be jî, lê hiþmendî bêyî wan jî çêdibe!

Heke hunermend wêjekarê kurd karibe xwe wekî yekî/ê rojhilatî û cîhanî bibîne; di çarçoveya ku siyasiyan diyar kiriye, ya êdî bûye cihê helandin, herandin û xeniqandin û cûcemayîna afirandin û honandina huner-wêjeya kurd de derê wê karibe têkîliyê bi lêzêdekirinên kurdan ên li mirovahiyê bike, wê karibe huner û wêjeyeke ku temsîlkariya rojhilatê dike, bi armanc û angaþta nûnerê huner û wêjeya rojhilatê ez im derkeve holê.

Kurd û Kurdistan netew û welatê dest pê nebûyî (bakir) ye; siberoj ku ji Hollywoodê hatin fîlmê vê neteweyê û vî welatî çêkirin, ku oryantelistekî hat romana me nivîsî! Her hal em bi çavê xelkê ji xwe hez dikin, hînî xwe dîtinê bûne?!... 

Di vir de pirsgirêk ne nebûna dewlet-derfet, xwende û kiriyaran e, mesele aso, ast, berhem û hiþmendiye…

Yan em ê behsa êl, mesheb, herêm, partiya xwe bikin wiha qambihost bimînin (ew ê di nav a xwe de bi hevokekê behsa cûce mayîna me bikin) an em ê behsa para xwe ya di pêkhatina þaristaniya rojhilatê de bikin; a xwe, ya tîr, kûr, rengîn û dîrokî bi xwe nîþanî cîhanê bidin!

Bi çav berdana asta fars û tirkan cihê em lê ne berçav e(!) Nabe hunermend-wêjekarê kurd  bi ast-huner wêjeya bejî ya fars û tirkan re bikeve qayiþkêþanê! Divê çavê me li tevahî rojhilat û rojavayê (cîhanê) be. Bawerim wê hêngê em ê hê zêdetir cihê kurd û Kurdistanê yê di nav nexþeya‘cîhanê’ de bibînin û pê þanaz bin!..


Welat Dilken

Hemû Nivîsên Welat Dilken

Hûn dikarin li van jî binêrin

Buldan, Kaftancioglu û Îmamoglu bi hev re dar çandin

Buldan, Kaftancioglu û Îmamoglu bi hev...

08 03 2021

Pîrozbahiyeke taybet ji bo jinên kurdan

Pîrozbahiyeke taybet ji bo jinên kurdan

08 03 2021

Li CRR'ê ji bo 8'ê Adarê du konser

Li CRR'ê ji bo 8'ê Adarê du konser

08 03 2021

Daîreya Federal a Almanyayê “Telefona Hawarê” bi kurdî xist xizmetê

Daîreya Federal a Almanyayê “Telefona...

07 03 2021

Nûçeyên nû

Buldan, Kaftancioglu û Îmamoglu bi hev re dar çandin

Buldan, Kaftancioglu û Îmamoglu bi hev re dar çandin

08 03 2021

Pîrozbahiyeke taybet ji bo jinên kurdan

Pîrozbahiyeke taybet ji bo jinên kurdan

08 03 2021

Li CRR'ê ji bo 8'ê Adarê du konser

Li CRR'ê ji bo 8'ê Adarê du konser

08 03 2021

Daîreya Federal a Almanyayê “Telefona Hawarê” bi kurdî xist xizmetê

Daîreya Federal a Almanyayê “Telefona Hawarê” bi kurdî xist xizmetê

07 03 2021

Dengê 'Konserên Amîdayê' vê carê li Hîlarê ji bo 8'ê Adarê bilind bû

Dengê 'Konserên Amîdayê' vê carê li Hîlarê ji bo 8'ê Adarê bilind bû

07 03 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Kurdiya yê frensî!

Welat Dilken

Omer Dilsoz

Bazeberên hilo di rêya he(y)hatê de

Omer Dilsoz

Welat Dilken

Serdema aqil çêkiriyan!

Welat Dilken

Cemîl Andok

ÇERÇÎ

Cemîl Andok

Kazim Polat

Ji Seheyatnamêya E.Celebi Komkujîya Kurdên Êzîdî

Kazim Polat

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname