Bandora hin romanên kurdî (!)
Di wêjeya kurdî de bi gelek cureyan romanên hatine nivîsin hene, gelek roman…
Bala meriv dikþîne hin balê dikþînin, bandorekê li xwendeyan dikin, hin bes balê dikþînin û hew…
Çendek maye romana kurdî sed salî be. Êdî haya xwendeyan ji romanên baþûr, rojhilat û binxeta welêt jî dibe; di refên pirtûkxaneya pir kesan de wan jî ciyê xwe girtine-digirin.
Tevî ku gelek cureyên romanê hatine nivîsandin jî lê ya herî li pêþ romanên siyasî ne!
Balam mijara min ne siyasîbûna wan e, mijara min balkiþandin û bandorkirina hin romanan a li ser xwendeyan e…
Bala meriv dikiþîne hin romanên kurdî yên êdî bûne klasîk hene, tevî mijarên xwe nêzî hev bin jî lê hinan qasî yên pir bal nekiþandiye bandor li xwende nekirine, bal nekiþandine, bi bandor nebûne.
Ez li pey sedeman im; çima xwendeyên kurdî ji hin romanan hez dikin, hezkirin bi bandor lêkirinê çê dibe, lê tevî xwendibin jî bandora hin romanan li heman xwendeyan nabe; ew hinan pêþniyazî hevalên xwe jî dikin lê ji hinan re dengê xwe dernaxin!
Gelo sedem asta honandinê, asta wêjeyê ye? Qasî dibînim û qasî hiþê min tê digihîje dibêm sedem ne ku yên bandor kirine, tên ecibandin asta honandin û wêjeya wan li pêþ e, yên bandor nekirî behs nayê kirin asta honandin û wêjeya wan kêm e!
Sedem ne asta wêjeyê tiþtekî din e; sedem tê de hebûna razê û ne razê ye! Yanê, yên bandor kirî tên ecibandin çîrokeke em pê nizanin ji me re dibêjin (bi raz in) ên bandor nekirî pir nehatî ecibandin behsa çîroka em pê dizanin dikin (ne bi raz in)
Yanê sedema balkiþandinê û bandor lêkirinê ne hunera romanê, sedem çîroka tê zanîn û neyê zanînê ye!
Mînak; baþbûn an nebaþbûna asta wêjeya wan li alikî; Þivanê Kurmanc, Hawariya Heciyê Cindî, Keleha Dimdimê! Bi min tiþtê van romanan bi xwendeyan dide hezkirin ne asta hunera wêjeya romanê ye, sedem; ji ber behsa demeke em pê nizanin dikin balê dikþînin, bandorê dikin! Mîrnameya Jan Dost dîsa asta wê li alikî, tiþtê bal biriye ser xwe ne wêjeya wê, ji ber kesayetiyekî neteweyî yê hatî hezkirin lehengê wê ye bal biriye ser xwe.
Her wiha, romanên ji baþûr, rojhilat û binxetê tên çi soranî çi behdînî-kurmancî, tiþtê balê dibe ser wan bi min dîsa ne ji wêjeya wan e, ji ber behsa erdekî aîdî me yê me nediye, behsa parçeyekî neteweya me dike; em di tatêla ken, girî, hez, lixwekirina mirovên me yên ji wir û erdê wir de ne ew bala me dibin ser xwe. Ji dervayî asta wêjeyê bi hesta aîdeta nasînê û tatêlkirinê ew li ser me bandorekê dihêlin, bala xwende dibin ser xwe.
Dîsa asta wêjeya wan didim alikî; romanên M. Uzun, ew jî wisa! Ji bo ew dem’eke me nedî, kesayetiyên navgiran ên bûne malê neteweyê ku li cem me bi xatir in romanên wî li ser xwendeyan bandor kirina hatine ecibandin…
Ev tiþt bo balçûyîna ser wêjeya tirkan jî ya welatên din jî derbasdar e; ne ku wêjeya wan li pêþ e, ji ber ku em tatêla wan civak, netew, jiyan û wêjeya wan de ne ew bala me dikþînin…
Yên li Ewropayê jî her wisa; ji ber çîrok li erdekî din di nav civakên em nizanin çawa ne de derbas dibin, tatêle me ya ‘gelo roman çîrokek çawa ya li wan deran vedibêje’ bala me dibe ser romanên romanûsên kurd ên li Ewropayê ne.
Ango dibêm sedem dîsa ne asta wêjeyê ye; tatêla dereke em pê nizanin in; raz e!
Vêga ez werim ser yên li bakur ku di bîst salên dawiyê de ji nav tekoþîna kurdan ji xwe re mijar û leheng hilbijartiye! Siyasî ne siyasî, lehengên wan jî mêrxas û jinxasên kurd in; leheng di bin îþkenceyê de ne, di zindanê de ne, li çepera þerî ne, dane rêya koçberiyê û hwd.
Asta wêjeya wan jî ne mijara min e, mijara min ev e; çima ev roman qasî yên din ne bi bandor in, qasî wan bal nekiþnadine ser xwe, nakþînin…
Bi min bersiva vê ev e; çiku ew ji me re behsa çîrokeke em pê dizanin dikin! (bêraz in)lê tiþtê bala me bikþîne em bin bandorê de bimînin ne çîroka em pê dizanin; dem, cîh, leheng, yanê çîroka em pê nizanin e (ya bi raz e).
Em kurd, bi taybetî xwendeyên kurdî diyar e, ne bo asta wan, bo ew roman behsa tiþtên em pê dizanin dikin bala me nakþînin û ji bo ew romanên din behsa tiþtên em pê nizanin dikin tên hezkirin; bin bandora wan de man û balçûyîna ser wan ji vê ye ne ji esta wêjeyê ye; (û wekî nîv sedem ev jî heye helbet; heyraniya biyaniyê, yên dûr, yên em pê nizanin..!)
Yanê çimaya þewitandina gundan, kevirên Sûrê yên þewitî, Cizîr û þerê li nava bajarên din, romana Kobaniyê, her wiha, Efrîn û êrîþa li ser Þengalê û revandin û li mezatê firotina jin û keçên kurd, dayika Teybet, an þervanekî di þikeftê de bi rojan li ber xwe dayî di romanê de balê qasî tê xwestin nakiþîne, bandorekê li ser xwende nahêle kifþ e!? Çiku dîmenê wan hê zindî ye, li bîra me tê, zêde nebe jî qasî romanê vegotiye em-xwende derbarê çîroka bûye mijara romanê de xwedî zanîn û agahî ne; ew çîroka îro ye, her kes pê dizane (ne raz e, bê raz e!)
Yanê romana apê Mûsa were nivîsandin tevî ku hêja ye û heq dike, lê wê qasî ya Mîr Celadet balê nekþîne, bi bandor nebe! Çiku em bi çîroka yekî dizanin, þahidên wî ne, lê em bi çîrok, dem û mekanê yê din ku lê bûye leheng nizanin; ew ê bandorê bike balê bikþîne, çiku razek xwe heye!
Mixabin, dawiya dawî ji xwendina ya em bi çîroka wê dizanin çi dimîne? Xwende pirtûkê dixwîne piþtî xwendinê ku pirtûkê datîne kêleka xwe, dibêje ‘mêrxas bû, jinxas bû; û el Fatîha! Mixabin romana em bi çîroka wê dizanin li dawiya xwendinê gotina ku bi xwende dide gotin ev e; ji giyanê pak ê leheng re el fatîha!...
Ev gotin û ew qas bandor! têkçûna wan romanan e!..
Bi min ev tiþt bo çîroka kurdî ya bakur jî wisa ye, bo helbestê jî wisa ye!
Ji loma, bi min eger jiyan û tekoþîna wan kesên giyan pak ji dewsa bibe mijara romanekê heke wekî romaneke dokûmenter an wekî bîblogroyofî were nivîsandin dê ji romanê bêhtir bandorê bike, balê bibe ser xwe.
Yanê siyasî nesiyasî, ji vî zemanî yan ji zemanekî borî tiþtê balê dikþîne ev e; ‘gelo behsa çîrokeke em pê dizanin dike (razek wê heye) yan behsa çîrokeke em pê nizanin dike ( tu raza wê tunê)ye!
Ango, jê yek tiþtê wêjeyê balkêþ û bi bandor dike; ‘raz e’! û tiþtê wêjeyê nebalkêþ û bêbandor dike jî; bêraz e’!
Hizra min e, vê pêlê, belkî heya demeke ne diyar jî, nav xwendeyên kurdî de ‘raz-gizem’ perdeya li ser dîtina asta metna wêjeyê ye.