Ez heta îro kêm caran nexweş bûm, an jî kêm caran ketim destên bijîjkan û nexweşxaneyan. Min xweşnebûna xwe wekî efsaneyekê ji xwe û doralîya xwe re vedigot, min digot ez kurê zozanan im, nexweşî çi ye, ez nas nekim, ew jî nikare nêzî min bibe…
Ez kurê zozanan im wekî zinaran im.
Li ber Çîyayê Kartalê li zozana Qirşikê ya navberê Elbistan û Doxanşehîrê de ji dayik bûme. Dem dema Gulanê bûye, malan nû koçî zozanê kirine, hê hemû kon nehatibûn avakirin. Diya min digot: “Ba û baranê zora xwe dabû ser me, me nikaribû serê xwe rakin.” Çîk û êşa diya min a ducanî zêde dibe, dibin bin konekî ku hatiye vedan, ser qil û qirşê di bin re ava baranê bi xişaxiş diherike, bi cî dikin. Di gurme gurma birûskan, bi qijiltî û qîrîna diya min, bi alîkariya jinên cîranan ez têm dinyayê. Ev mesele min ji jinên cîranan di xortaniya xwe de pir caran bihîstiye.
Heta îro -niha pêncî û şeş salî me- min kêm nexweşketina xwe bi vê meseleyê ve girê dida û min digot ez kesekî xwezayî me, ji vê yekê saxlem im. Çi ta, serma, çi mîkrob û vîrûs, çi êşên bedenê li min nedikarîn.
Niha ez nexweş im, hem jî nexweşiyeke acêb, sosret…
Bi kurtî nexweşkatina min…
Pêşî hêza dest û lingên min kêm bû, pî û baskên min nedigirtin, lê min dîsa jî ji xwe bawer digot, “Ez kesekî xwezayî me, nexweşî çi ye?” Bi vî awayî ez diçûm min kar û barê xwe yê rojana dikir. Pişt re dest bi tevizîna pêç û tiliyên min kir, min got kêmasiya hesinê di xwînê de ye... Dema rû û destên min sipî bûn mîna diwarê bi kirecê siwax kirî dost û hevalan gotin tu nexweş î, here ser bijîjk. Bi zora wan çûm bijîjk û xwîn ji min girtin û tehlîl hat, bijîjk li raporê nihêrî û got: “Tu bi nexweşiya qansêra xwînê ketî”.
- “Êê”emê çi bikin?
Got, “Xwîn di bedena te de nemaye, sîstêma îmmu yan jî pêrgela parastina bedena te xelas bûye, ger heta niha vîrûs an mîkrobekî bi bedena te biketa, filîtîna te tune bû.”
Bi lez û bez ez şandim nexweşxaneyê. Bi saetan tehlîl û kontrol, qasî sê lître xwîn bi du hev li min girêdan, sê rojan de ez hatim ser xwe. Dawiya sê rojan tehlîlên nimûne yên ji hestiyê mêjî hatin girtin hatin. Bijîjk bi almanî got Haarzell-Leukamie ye. Cureyek ji pênçeşêrên xwînê ye, bi dûr û dirêjî vegot, ewê çi bikin û gere ez xwe çawa biparêzim û çû.
Ez ketim înternetê, min “Haarzell-Leukamie” nivîsand ku ev çi nexweşî ye bixwînim û bizanim. Ji malpereke almanî di nivîseke de digot sedema vê nexweşiyê nayê zanîn. Navê wê ji şanika xirabûna xwîna sipî tê, dema xwîna sipî xira dibe wekî bi por û pirç xuya dike, ji vê ye jê re gotina pênçeşêra şanikaporik. Li Almanyayê di salê de ji mîlyonekî sê kesan de der tê. Piranî li mêran û mêrên salên xwe di navbera pêncê û şêştî de dixuye. Dermanê vê bi sedî heftê bi tesîr e. Kesên bi vê xweşiyê ketine êdî nikarin kar û barên giran bikin, herdem divê di bin kontrolê de bin, û her wiha jiyana xwe wisa berdewam dikin.
Niha ez li mal im, îdolojiya nexweşiya xwe dikim, dibêjim, mirov ji her tiştê ku qasî kêr û fêde digire, dibe zerar jî bibîne û ji tiştên zerar dide jî dikare kar û fêdayekê jê bigirin. Bedena min nexweş ket zerar e, lê bi saya nexweşketinê dem ji min re çêbû, ev jî kar û fêde ye.
Dem ji bo mirovan tiştên herî buha ye. Em mirov di nav pergela Kapîtalîzmê de tiştê xwe yê herî buha bi zanîn an nezanîn difiroşin. Ew dema me ya ku em hezkirin, xwestin û xeyalên xwe tê de bijîn bo debara xwe difroşin. Ez dibêjim jiyan kurt be jî divê em dema xwe ji xwe re ji bo hezkirin, xwestek û xeyalên xwe bijîn bikar bînin. Ev dem dema ku bi salan e ez li bendê bûm. Ez nexweş ketim, lê dem dema min e.
Ez her roj diçim nexweşxaneyê, dermanê têrapiya kîmyewî didin min û min dişinîn mal. Niha hêza min hinek çêbû, ez baştir im. Tiştê ku bikim divê xwe ji vîrûs û mîkroban biparêz im.
Di mal de me, çavên xwe li ser pirtûkên di refan de ku bi salan in dixwazim bixwînim digerînim. Dema min ji xwendinê re êdî zêde heye, dest bi xwendinê dikim.
Di vê navberê de Seyehatnameya Evliya Celebî Kitaba 4’an, Cîla 1’ê min deh sal berê li Stenbolê kirîbû û wê demê dest bi xwendina wê kiribû lê di nîvîde hiştibû, min niha ew xwend û xelas kir, jê gelek jî not girtin.
Têbiniya Diyarnameyê: Em hêvî dikin hevalê me Kazim Polat dê di kurtedemê de ji vê nexweşiyê xilas bibe û baş bibe. Gelek derbasî be.