Silavek, Serencamek û Agahdariyek
Silaveke xweþik li we yên rih û xwebûn kurd ê kurmanc, li we yên zimanperest, kurdîparêz, li we yên ku zimên ew mijandine û we jî her ziman hefidandiye, pak kiriye ji xubara zextan û zemên axir...
Ev serê wextekê ye ku bi eþq û heweseke têrkurmanciyane, bi hewla wergerandina helbestên ji fransî li kurmancî tev radibim;
terapiyeke ne îþ zexm, xweþ û bi fêde ye “nayê gotinê galegalê”!
Berê, ango hinga ku li welêt bûm jî hey ev êlma min hebû. Û tevî ku ji ber hin keleman negiha encamekê jî min hin tiþt wergerandin.
Vêca ku bûm derketî, ku ji welêt hatim vir, ro bi ro min bêtir xwest ku vê hatinê ji xwe û zimanê xwe re veguherim havilekê. Lew jî bala min her lê bû ku ji fransî tiþtinan veguhezim kurmancî.
Sala bertir jî axir guhê min li ser vê mijarê bel û çavên min lê miç bûn, lê sala çûyî, ango Sala Koronayê ya ku ji bo tevî dinyayê hê jî axûziyek e, fransiya min kemilîtir bû û bi dan û stendin û meraq, min vir de wê de gelek navên ku ji piraniya me xwendeyên kurmancî ve xalî ne nas kirin, wekî Cesar Vallejo, Maurice Chappaz, Blaise Cendrars, Monique Laederach û hwd.. û tibabek (ava helbestê û ya reqaman di yek coyê de naherikin, lema jî reqam ne hewce ne!) helbestên wan li kurmancî wergerandin û wiha jî lê berdewam im; ez ê bikudînim!..
Zanim, hê li destpêka medeke dawîlêdûr im, û zanim hê tibabek rê li ber min e (divê mere bi xwe zanibe, -qe nebe ez!) û jixwe þorbe jî li bendî min sar nebûye/nabe!
Divê ez bêjim ku berhemên wergeriyayî jî hêdî hêdî digivirin, berceste dibin û heta hin jê xwe êdî li min û wêdetirê jî radikþînin, lê axir hêdî hêdî.. û sebr sebr sebr!
Seba ya hê çêtir û xastir, sebr divê... Ez û ew, ew ên ku wergeriyane û wêdetirê li min ferz dikin jî, em ê hev aþ bikin, -bi vê jî zanim!
Ji bo min ya herî bihaviltir ev e:
Birra birra jî ev yek tecrubeyeke nebîna ye, hêja ye, bêpayan e... Û ya binirxtir jî ev lebikîn di ber riya kurman”ciya” min a xas bi xwe de ye.
Lema jî ev yek sedbare xweþtir û bikêrtir tê ji min ê ku her xwe li kurmanciya xwe digire/girtiye û her hewl daye/dide ku bibe bermirazê kurmanciya xas!
Ji berê zêde zêdetir, wê ev keftelefta min a di ber xwe û kurmancî de hebe; bi eþqeke ku her xwînê ji xwe berdide, her digivire û geplokîtir dibe, bi hewl û qesta ku bêtir nêzî rihê kurmanciya xastir dibe, û bi hez û bi hêzeke ji her her wextê bêtir kurmanciyane...
Ya muhîm encamine vê yên qenc hebin, lixwefirehkirina ber û berdiyên ron hebin, û helbet bêtiriya van encaman bêvirdewêde bihavil bin...
Bêguman wê xêr ên kurmancî bin, lê guneh ên min bi xwe ne, -min ji niha ve qebûl e!
Ji bo kurdî/kurmancî xema min, û hem dahka min û wiha jî helwesta min a takekesî di her babeta de û nemaze jî di mijara wergerê de, ji her wextê bêtir ev e/ev bûye ku pê radibim/rabûme:
Kurdî/Kurmancî fenanî her tiþta organîk e û xwebûneke qewî heye! Eger baþ bê livandin/þiyarkirin/bikaranîn, zirrzimanek e ku têra xwe XWE ye!
Tew hela di vê heyama ku ser û berê dinyayê giþ li nav guhê hev ketiye de, pêde pêde nivîsandin, bi riya wergerê, bi danberheva bi zimanên din re, bi niþmîtî kurmancî ro bi ro geþtir dibe, reng vedide, bêtir têra xwe dike, bêtir radibe pêdarê û bêguman bêtir têra kurmancîkirina deqên derekeyî xwe dike.
Wergereke baþ, niþmî û bi ked û rênc, nexasim ji bo zimanên wekî kurdî elzem e, pêdivî ye, oksîjeneke birra yî nebîna ye. Careke din û ji hînuvkê ve reng û rih û rû bi zimên ve tîne, zimên bi teqil û perwaz vedike.
Bi bîr û baweriya min, bi qasî nivîsandina berhemên sêwirandî, divê em pûtê bi wergerê jî bidin.
Kurt û bi kurmancî; bê werger em û pê re jî zimanê me kêm e, wê kêm û lawaz be, ango wekî Torî dibêjin, bê wilo çênabê!!
…
Îcar rabûn, rûniþtin û timtêla min a ku ji “ciya min/kurmanciya min” di min geriyaye her ew e ku ez qîmetê bidim xwe, qîmetê bidim rih, reng, fesal û egerên hebûna xwe ya çandî, civatî û welatî; wiha jî bi dilekî têrxweþ, qîmetê bidim berketî û hemxem û xemxurên kurmancî yên mîna xwe, û axir, bidim ew ên qenc û çêtir... ku di ber deng û peyva kurdî/kurmancî de her bûne find; ango ew ên ku xwedî û xwendeyên kurdiya dêrîn bi xwe ne...
Ji ber vê pûtepêdan û qîmetê, ji ber xem û giramgiriya xwendeyên kurmancî, û her wiha ji bo wan hogirên ku bi vê keda min (a ku hê negihaye dilopekê!) dilxweþ dibin, min xwest bi van gotinan hem silavekê di xwendeyên vê nivîsê vedim û hem bêjim:
Dor dora gava duyem e, axir hin sêwirandin û pêþnûma jî li hiþê min hasilî û nisilîne. Erê, ez ê karê xwe yê wergerê bi awayekî hê pak û resentir bikudînim;
lê û belê! vê gavê ez ê belavkirina bi rêk û pêk, peryodîk a wergerên xwe di Diyarnameyê de rawestînim!