derza ewil, belkî li peyva mirov dikeve di jiyanê de; serê serî berî her tiştî peyv basko dibe. Bi peyvê re xewn xwe vedişêrin ji ronahiya rojê, xeyal di kwîra xwe de dikele, dikelije, dikelije…diqilije û miç dibe. peyv xwe bi qalikeke stûr ê xwê dipêçin.
rojekê li te û li felekê diqewime û tu û jiyan barê xwe li hev dikêşin. Heta tu û jiyan kêrên xwe li hev dikêşin. Kê berx e kî beran! Hahoo!
peyv di şikefta devê te de mîna şevşevikekê sernişîv dibûn û wek çûçikek birîndar diperpitî. per û pûrt jê diweşiyan.
…her tiştî wê rojê dest pê kir. Ew roj, tene rojek ji rojên umrê te bû. di deftera jiyê te de rojek ji rojan; carek ji carên mîna her carê.. tenê rojek bû.
wê rojê derizî şûşa peyvên te: tik tik tik; tring!
Te berê xwe da derdora xwe. Çavekî nas. Rûyekî germ. Dilekî bi rehm û destekî nerm lê.. şûna vana bayekî sar, valahiyeke qerimî û rûyekî tirş…
hema bo melhem, tenê carekê tenê, hema bila guhê xwe bidana te jî; lê na. Tu neheq bûyî. Tu dê di her helkeftê de tim û tim, teqekê tenê tenê her yê neheq bî. Tu neheq î û devê deyne ser hev: hişşşş! Dirêj neke! Hişşş devê xwe veneke! Hişşşşşşşş!
kesî dê netirsîba ji te; wexta çar hevalên te xwe dikirin yek û li te radibûn; te çi hest bi xwe kir. Na, çênabe tu biaxivî; tu neheq î. Wekî hemû carên dî.. Tu dê tenê her yê neheq bî.
Hê jî ji bîra te neçûye ew ta û gewrîtaliya wê rojê.. rojek ji carên caran. Ji umrê te belkî hêj tenê heşt bihar bişkiftibûn û heşt payiz zer bûbûn. Te tenê heşt zivistanên spî û heşt havînên germ dîtibûn.
Zarok e, şûmiyan dikin. Çaran xwe kirin yek û hatine te. Te li ber wan nedanî û Xwedê destê te girt; bi ser de te serê sê ji wan şikand, yê çarê bi kotekî xwe ji nav lepên te filitand.
Helbet şer tiştekî nebaş bû, lê çar hemserên te li te rabûbûn. Qene divê dayika te hinde guhê xwe bidaya te, lê şûna wê, wê guhên te kişandin, rûyê xwe li te tal kir û bi şûnikan da dû te.
hingê dile te derizî. Tu neheq bûyî.. lewra çênedibû ku bibêjî of û kûf!
Te ev derza sar da bin çengê xwe û hemû şeng û şoxiya wî zarokê heşt bihar dîtî tê de veşartin û leyiz û yarîgehên nav heval û hemsalên xwe li xwe heram kir. Ber dîwar û tenêtiya te hat û li nav umrê te yê biçûk kitirî.
Navê te kirin “mirovxwer”, birayên te tu bi xwe re nebirî nav kotanan û hevsalên te bi te re kêlanê nekirin, dîdekan nelîstin, tutûşanê te tenê ji dûr ve temaşe kir; gava te ji gorên diryayî ji xwe re gog dilîst, hevrik û hevalên te tenê sîtavkên xeyalî bûn. gava zarokekî xwe bi aliyê te ve bikişanda divê çavên dê û bavê wan pê neteka; nexwe dibû te ew bi gez kirana û kî dizane belkî te ew bixwarana; tu yê mirovxwer!
paşê gelek bihar û payîzan cih li hev guhartin û tel û bejna te jî pê re pişkivî. vê carê, rojeke xweş a biharê, ji kêfa te dikira bi per û bask bikevî, çimkî ligel hersê birayên xwe yên mezin, di leyîza gogê de cih dabûn te jî. Kî dizane, qey bextê te digeriya!
De were çima di nîva leyîzê de tu û zarokek dî pev naçin! Heyt! Pişta te çiyayê Simbî bû; sê birayên te li wirê bûn. kê dikarî ji te re bibêje kixt!
Helbet tu piştgermê kekên xwe bûyî! Birayînî ye, ma êdî çi be! çawa be dar bi pelên xwe, mirov jî bi birayên xwe bi rewş bû, piştgerm bû, ji xwe bawer bû.
vê carê lawikê xelkê xwe li min rakişand, min jî ya wî nekir du û berginda wî dayê. Yek ji min, yek ji wî; dawiyê em li hev rabûn. birayên wî wekî pilingan xwe dan pişta wî, birayên me xwe vekişandin û berevaniya me jî nekirin. ez gladyatorê bi takê tenê..
qasekê me hevdu da ber kulm û pihênan, me kulmek radikir, sê kulm bi hev re dixwarin lê dîsa jî di dawiya qebê de min serê yekî ji wan şikand û paşê ez reviyam.
êvarî gava bavê min gote birayên min, we çima harî birayê xwe nekir; gotina wan amade bû: Neheq bû!
ez tim yê neheq bûm..
tu wisa difikirî û erê erê, tu tim yê neheq bûyî.
wê rojê derza heşt salîyê kul bû û vê carê derz firehtir bû. Peyv di gelaçûka dilê te li hev kêyan û hemû kîyan û şiyana te ya bo jiyanê di hev re çû xwarê, hişk bû.
Ji wê rojê û pê de êdî peyva “bira” di ser zarê te tenê û tenê derzeke kûr bûya.
çimkî heçî derz bû, derz dikêşan. Çimkî carekê tu “neheq” bûyî, lewra jî çênedibû ev pîneya reş ji ser eniya te paş bûbûya.
siberoj te li kê derê dengê xwe bikira; dê her ev derz darîçav bûbûya: hişşşşş, neaxive; tu neheq î!
çar kesan xwe li te dabû;
sê birayan xwe li te rakêşabû
….
paşê paşê di hemû doz û xirecirên jiyanê de dayik û bavê te, xwişk û birayên te dê tenê û tenê ev derz bidîtana û çu carê dê pişta te negirta.
meger divêt roja roj mirovî piçekî siûd hebe!
niha te ev derzên xwe tijî xwê kirine, bi xwê kewandine.
niha tu çi bibêjî tu tenê û tenê “yê neheq î!” û divê tu devê xwe venekî! Devê tijî xwîn tif nekî..
niha tor bertengtir e; dinya bûye awêneyeke belek, medya sosyal, serî ji meydanên qebê û dîwanên axaftinê girtiye. Niha peyv êmanet in.
Tu ji dilê xwe silav bidî, silava te dibe şimaq û li te vedigere. Çeqelan di platforman de kemîn girêdane; her qiseya te dibe li te bibe tîrek jehrî û berdine te.
Bifikire; ser navê hevaltiyê sohbeta te digirin bin qeydê û dikin şantaj. Heçî peyvekê bigire bin qeydê îmana wî bi dostaniyê nehatiye meger.
Hemû rê û rêbarên vî zemanî herî û qirêj in.
axir; derz bi xwê kewinîne êdî.
-de were ey zarokê heşt salî! were ez û tu biçine banehiyan: ji xwe re rûnin û bi dilekî xas stranekê bibêjin.