Bo meriv baş lê serewext bibe, bo metnek baş were fam kirin divê meriv hay ji derûniya xwende ya kêliya xwendinê hebe!
Loma ger ez çend mînakên wekî TEST bidim dibêm dê bêhtir mijara me bê famkirin:
Eger xwende evîndar be, di bin bandora derûniyeke melenkolîk de be hûn rabin bo xwendinê pirtûkeke helbestan a civakî-rexneyî bidinê, hûn ê derbarê çawaniya wê pirtûka helbestê de bersiveke rast wernegirin.
Eger hûn romaneke ku jiyana sofiyekî îdealîst vedibêje bo bixwîne bidin şoreşgerekî meteryalîst ê şoreşger hûn ê bêyî ku bersiva pirsa xwe ya hunera romanê çawa bû bigirin, hûn ê ji devê şoreşger bes bibîsin ku, sofî bêhiş bêvîn, bengiyê razberekê ye bibîsin…
Berevajî, hûn pirtûkek bi hizrên diyalektîk hatî honandin bidin îdealîstekî hûn ê tiştên kêm eleqeya xwe bi hunera honekê re heyî bibîsin, îdalîst-sofiyê bêje ev pirtûk kufr e.
Ev jî dikare bibe mînakek; ger hûn çîrok, helbest an romaneke behsa jiyana dewlemendekî li çîna jor dike bidin xwendeyê karker, bêkar ê li çîna jêr ku hay ji çîna xwe ya karker û ji çîna mêtînger tune ye, ji dewsa hûn çawaniya helbestê, çîrokê û romanê jê bibîsin hûn ê dilbejandinê-xweziya xwe bi jiyana wî/ê ya bûrjûvayî anînê bibîsin.
Gorî vê, ger xwende kurd be xwendeyê wêjeya kurdî be; derûniya wî/ê hûn dizanin, ji pirtûkekê kurdî bendewariyên wî/ê jî hûn dizanin(!) Vega rabin pirtûkeke bi kurdî ya çîrokeke ûtopîk ji xwe re kirî tevn bidinê û li benda bersiva ‘pirtûka te xwendî pirtûkek çawa bû’yê bimînin!?
Yanê em ê bibînin ku bendewarî û pêwîstiyên derûniya di kêliya xwendinê de, di 'jêfamkirinê de derkevin pêş çawaniya metnê’! Loma, dema metneke ji dervayî metnên ‘mijara navendî’ bidî xwendeye kurd an wê bêje behsa êşên me kiriye, ku tu eleqeya wê metnê bi êşên wî/ê yên civatî-lokal re tunê, (çi ku metn wî/ê wekî endamekî/ê civaka mezin a mirovahiyê dibîne û behsa êş û pirsgirekên mirovahiyê yên hevpar dike) yan jî wê bêje, çima rasterast behsa êşa me ya malbat-neteweyê nekiriye!…
Yan jî wiha; eger hûn pirtûka nivîskarekî/ê bidin xwendeyê ji nivîskarê/ê wê pirtûkê hez dike, heta danûstendineke xwe pê re heyî, yan berevajî, hûn pirtûka nivîskarekî/ê bidin xwendeyê ji nivîskarê/a pirtûkê hez nake, hûn ê di her du rewşan de derbarê çawaniya pirtûkê de ji xwende nirxandineke rasteqîn wernegirin.
Çi ku, bi wê hesta hezkirinê-nehezkirinê ya li ser xwende bi bandor; xwende dê pir dûrî jêfamkirina rastiya metnê be û wê bi ser tişta metn di xwe de dihewîne ve nebe, nebîne, fam neke…
Yanê bersiva pirsa ‘ew metneke çawa ye’ ger bi ecibandina metnê be jî yan bi neecibandina metnê be jî hûn ê nêrîn-nirxandineke objektîf wernegirin.
Û ev yek bo metnên ji dervayî metnên ‘pirsa navendî-jiber’ ên kurdî tên honandin ku xwende erka ‘mîlîtaniyê, ya bi guleyekê-hevokekê re wî/ê bifirîne; bes ne wî/ê, pê re netewê jî, ziman û wêjeya wî zimanî jî bifirîne ber esmên’ lê bar dike, dezavantajek e!
Erê xwendin divê, lê belê tiştê xwendinê kêrhatî dike famkirin e! Di famkirin û nefamkirina xwendinê de eger pareke derûniyê; pêwîstî û bendewariyên derûniyê yên kêliya xwendinê hebin, nexwe gunehê metnên nehatine ferqkirin-famkirin tune...!
***
‘Encam
û pê re pê re, nivîskar lê serwext dibe, ku li holê du çîrok hene; yek a wî nivîsandiye, didu ya xwendevan xwendiye'(!)