Krishnamûrtî di der heqê eşqê de wiha dibêje; Di asasê eşqê de arezûyîn razaye û wiha didomîne gotinên xwe “bi jinekê re an jî bi zilamekî re raketin û bibe xwediyê wî/ê û, li ser wî/wê desthilatdariyê damezerinî, û wî/wê di bin hukma xwe de hiştin” ew ne xwemalî te ye, ew xwemalî min e.” (1) Asas Krîshnamûrtî di vê paragrafê de têkiliya di navbera mêr û jin û eşqê û desthilatdariyê bi şêwazeke dahûrandî dinirxîne û berbiçavî me dike. Her wiha Krîshnamûrtî gotinên xwe wiha didomîne: “Arezû çawa çêdibe? Keçikek xweşik an jî em zilamekî qeşeng dibînin, tenê em dibînin, di vir de berê dîtin û paşê destpêdayîn û paşê hest diafire û ev hest ji terefê fikran tê têgihîştin û vediguheze îmaja arezûyê ango îmaja arezûyê diafire.” (2) Yanê asas Krîshnamûrtî behsa bingeha eşqa heqîqî û a xapînok dike. Rastiya eşqê û arezûyan berbiçav dike. Yanê Krîshnamûrtî rêya arezûyê, şop û destpêka wê çawa diafire li ber çavên me raxistiye, ewilî bi dîtinê, paşê bi peladinê û piştî dîtin û destpêdanê hest bi wî/ê kesî re diafire û piştî vê hestê ya ew ê bixwaze bibe xwediyê wî tiştî ya jî ew ê jê hez neke û red bike. Krîshnamûrtî wiha berdewam dike: “Divê Eşq arezûyê, zewqê an jî, tirsê dihundirîne divê em bikaribin ferq bikin, divê heke tirsê bihundirîne li wir nefret, hesûdî, diltirsî û lêxwedîbûn û desthilatî heye.(3) Bo çi min behsa van tiştan kir çimkî di çîrokên rojnameger Cemîl Oguz de bingeha xwe digihêjîne arezûyan loma jî me xwest em hinekî têgeha arezûyê bikûrîne û vekolînin....
Çîrokên pirtûka Cemîl Oguz a bi navê “Qurtek Evîn” ji du beşan pêk tê, beşek çîrokên me minîmal in ango kurteçîrok in û beşek jî çîrokên me yên normal in. Çîrokên me piraniya wan li ser çîrokên evîndariyê hatine nivîsîn, di bingeha evîndariyê de agirekî dadayî û şewitî tim li dar e. Asas agirê erotîzmê, eşqê û pornografiyê giş di tenûrekê de hatiye dadan, yanê di çîrokan de eşq, erotîzm û pornografî ji hev tam nehatine veqetandin û neqandin, qirşik û hijê gişan di tenûrekê de hatiye dadan, halbûkî eşq erotîk e, lê pornografî dijberî erotîkê û eşqê ye yanê di eşqê de erotîzm heye lê di pornografiyê de eşq tune ye. Çimkî pornografî prîmîtîf e, erotîzm lîrîk û romantîk e mîna eşqê ye, yanê çîroknûs dudilî maye di warê eşqê, erotîzmê û pornografiyê de. Her wiha di çîrokan de hin wêne hatine bikaranîn, yanê çîrokên xwe bi wêneyan jî xemilandiye, wekî din di çîrokeke din de behsa Enfalê û rejîma desthilatdar Sedem Hûsên wê heyamê û trajediyên wê kiriye. Lê belê di çîrokan de a herî serdest û serketî serpêhatî, kitekit û şayesandin bûn. Çîrokên nivîskar Cemîl Oguz, çîrokên evînî yên metaryalîst in ango ne çîrokên metafizîk in. Di evînên metafizîkî de ji bedenê wêdetir, ruh û humanîzm serdest e, lê evînên materyalîst bêtir şiklê kirdeyê berbiçav e. Her wiha çîroknûs mîna rojnamegerekî li pê çîrokên evînî ketiye, temaşe kiriye û di lênûska hişê xwe de qeyd kiriye û paşê kitekit û çavdêriyên xwe bi şêwazeke romantîk, erotîk û lîrîk mîna helbestan çîrokên xwe vehûnaye. Çîroknûs bi awayekî tîr kitekit ji çîrokên xwe beradaye û di tabloya serê xwe de sêwirandiye û paşê çîrokên xwe bi hubra pênûsa xwe niqutandiye ser rûpelekî spîbozik, di dawiya her evînan de trajedîyek û cihêbûnek li dar e. Helbet çîrokên trajîk baldartir û xwesertir disekine. Her wiha nivîskar bi şêwazeke helbestvanî û bi çavên rojnamegerî çîrokên xwe verêsiyaye, her carê evîn bûye mijara çîrokan, mekanên çîrokan tim diguhere ji mekanên razber bêtir mekanên şênber li dar e. Em dikarin bêjin şêwazeke bi qasî erotîk û romantîk e ew qasî jî bêhna pornografiyê ji çîrokan tê, lê awayekî veşartî ji hin bêje û hevokên çîrokan tê. Mînakin: “Lêv, bi bêriya sedsalan ketin nava hev. Du lêvan lêvek din xiste nava xwe û ew mijand. Her du lêv ketibûn şer. Divê xulekê de ez jî bûm wekî bizoteke agir ku êdî bila ew werin xwe bidin ber agirê min ku ez wan germ bikim. Wê şevê bi dîtina te re agir bi dilê min ket; dilê min şewitî, bû dojeh û ez di nav dojehê de şewitiyam. Ew lêv wê çawa li lêvên birîndar biketana û agirê wan bitemirandana. Pîştî kurtedemekê kincên ji navikê jor wekî pelên daran ên payîzîn ji wan weşiyan. Herduyan kincên ku derxistin bi dûr ve avêtin, li wir, kinc jî ketin nava hev. Serê singan wekî tîrên ku li hedefa xwe binêrin, li pêş dinêriyan” û hwd. Em dibînin bêjeyên wekî bizotên êgir bi xwe hestên tund û bêjeyên pornografiyê diteyisîne û paragrafên erotîk û pornografîk li dar in. Her wiha hema hema di gelek çîrokan de balkişandiye ser çavan û jixwe çîrokek bi navê çav di pirtûkê de cîh wergirtiye. Di hin çîrokan de nivîskar li pê şopa edaletê ketiye, li pê neheqiya zagon û rêgezan ketiye. Bêedaletiya zagon û rêgezan destnîşanî me kiriye. Yanê nivîskar têgehên wekî edalet, zagon, rêgez, neheqî û heqî daye ber lêpirsînê û serî radike û dibêje çawa zagon dikare neheqiyê biparêze û li ber çavên me xwendeyen radixîne. Di gelemperiya çîrokan de mêr tim aşiqî jinê dibe, çima jinek qey nikare aşiqî mêrekî bibe loma di çîrokan de rolparvekirina karakteran de neheqî û bêedaletî li dar e. Di çîrokan de piranî karekterên me kesê yekemîn û sêyemîn e. Yanê kesê yekemîn carinan vediguhere kesê sêyemîn û çîrokan ji me re vedibêjin û carinan jî kesê sêyemîn vediguhere kesê yekemîn û dîsa çîrokên xwe ji me re vedibêjin. Di dawiya hin çîrokan de nivîskarek mîna çîrokan dinîvîse û em jî vê çîroka tê nivîsandin û vebêjandin dixwînin û guhdar dikin. Mmînakek: “Nivîskar, piştî ku li ser çermê gayek ev rêz nivîsandin, çerm danî ber tavê û hêdîka xwe bera nava Çemê Dîcleyê da... Êdî haya kesî jê çênebû ku çi pê bû...”(41)
Her wiha di gelek ciyan de hin aforîzma jî hatibû bikaranîn Mînak in: “Carinan peyvek jiyanek e” (27), “bê evîn jiyan nîvco ye” (40) bikaranîna aforîzma çîrokan felsefîtir û watedartir dike û bingeha çîrokan bêtir xwe berjêr ve beradide. Û hin çîrokan de jî analojî hebû mînakek: “Bayê li porê wê dida, wekî ala serxwebûnê bilind dikir, difirand, diçoşand.” (11) wekî em dizanin vebêj di vir de porê karaktera me dişibîne ala serxwebûnê bi saya vê şibandinê çîrok baldartir û tîrtir dibe. Yanê di çîrokan de metafor aforîzma, analojî û xweşgotinî çîroka baldartir û zîqtirîntir dike. Çîrokan dixemilîne û zikê çîrokan têr dikin.
Piştî vê kurterexneyê îcar em li du çîrokên xwe binêrin:
Çîroka “Minê çi bikira?”
Di vê çîrokê de vebêj jinekê bi kitekit taswîr dike û dixwaze bi wê re têkeve têkiliyê, lê vê xwesteka xwe bi zimanekî erotîk û bi şewat dişayesîne, paşê hew dibîne lingên wî ew biriye cem jinikê, ew qas xweşik e keçik loma lingê wî destûrê ji hiş û aqilê wî nastîne û xwe li cem keçikê dibîne, dema dixwaze bi keçikê re biaxive dîyalogeke wiha di çîrokê de dibore: “Piştî wextekê ku êdî wê jî dixwest tiştekî bibêje, dest avêt çenteyê xwe, jê pênûs û kaxiz derxist, bi nêrîna min a şaşbûyî ku çavên min xwe ber dabû ser tevgerên wê, li ser kaxizê sipî ev rêz nivîsîn: “Ez lal im. Tu dikarî ji lalekê hez bikî?”
Berdewama çîrokê:
“Sêrê min wekî jiyana gêjek tevlihev bûbû, li bersivê digeriya.” ( Rp, 12-13)
Dema em li çîrokê dinêrin em fêm dikin ku vebêj(karakter) tenê aşiqî xweşikbûn û bedewbûna keçikê dibe. Yanê di vir de arezûya kirdeyê heye, loma eşqa vebêj eşqeke materyalîst e. Eşqeke fizîkî ye, ne eşqeke metafîzîkî ye. Loma jî di serdema modern û postmodern de eşq bûye eşqên materyalîst loma jî çîrokeke ji evîndariyê wêdetir çîrokeke dilbijandina bedenê ye. Di piraniya çîrokan de dilbijandineke bedenî hebûn loma jî eşqên vê heyamê diteyisîne. Çimkî piştî ku vebêj fêm dike ku keçik lal e, mejiyê wî tevlîhev dibe, çima? Dêmeg eşqeke bedenî ye, eşqeke goştî ye, eşqeke vê serdemê a laş e ango eşqeke fizîkî ye. Çimkî Krîshnamûrtî dibêje, “Eşq, eşq e, hewce nake em li gor xwe wateyekê bidinê” (4) Yanê nivîskar dibêje heke we ji kirdeyekê an jî ji bireserekê hezkir, hûn gerek hûn wateyê nedinê, wekî xwe qebûl bikin, xwerû divê hûn qebûl bikin. Lê karakterê me wiha lê nanêre li gor dawiya çîrokê, loma eşqeke goştî ye. Lê wekî encamê çîroka me ji hêla fînalkirinê serketî ye, û çîrokek baş e.
Çîroka “Di bîra derûniyê de evîn"
Di vê çîrokê de jî evînên ku ji terefê rêxistinê û hevalan ve neyê qebûlkirin hatiye vehûnandin. Eşqên qedexekirî, eşqên ku ji terefî heval û civakên ve nayê pejirandin hatiye destnîşankirin. Karaktera vê çîrokê jî Dilrûba ye û kesê sêyemîn e û ji terefê vebêj çîrok carinan tê vebêjandin û carinan jî rasterast kesê sêyemîn (ew û Dilrûba) bi hevdu re danûstendinê dikin. Mînak: “Ma ne eyb e mirov evîndarê hevala xwe ya têkoşînê bibe? Di demeke ku gelê me bi hemû hêza xwe li ber xwe dide, ez ê çawa evîndar bibim! Ma wê heval nebêjin çi? Ezê çawa li çavên hevalên xwe binêrim?”(rp-55)
A rast ez dixwazim bi ya dilê xwe bikim, lê mejiyê min jî min ditirsîne, dibêje; “Tu bi ya dilê xwe bikî, ma wê hevalên te nebêjin çi? “(57) Em dibînin ku karakter dudilî dimîne, di bin tehdeya civakê û deredora xwe de dimîne, divê em li vir li ser fikra azadiyê, bifikirin, em çiqas azad in, civak ciqasî bandorê li ser fikir û ramanên kesan dike. Dêmeg bindestiya bindestiyê jî heye, an jî bindest çiqas azadîparast in, welew di rêxistinekê de çima eşq qedexe ye, heke qedexebûn hebe, wê çaxê zagonên bindestan jî heye, heke zagonên bindestan hebe wê çaxê bindest divê azadiyê neparêzin, çimkî azadî û zagon dijberî hev in. Yanê çîroknûs azadî, bindestî, qedexebûn, zagon û evîn di hundirê tabloyekê de têkiliya wan berbiçav kiriye. Di vê çîrokê de a herî girîng û serketî em dikarin bêjin derûniya karekter e, karekterekî bêbiryar û dudilî ye. Ji hêla mijarê ve jî çîrokeke serketî ye, çimkî tehdeya civakê û derûniya civakê a li ser evîndaran li ber çavên me raxistiye. Welhasil piraniya çîrokên me mijarên xwe ji evînên cihê wergitiye û helbet mijarên cihê û cihê jî di naveroka çîrokan de hebûn. Taliyê de hemû çîrokên me bi kitekitên tîr hatibûn veşayesandin û bingeha piraniya çîrokan de ala arezûyan û zewqan dipêliyan....
Çavkanî
1, 2, 3, 4) J. Krishnamurtî, Eşq, sexs, Namûs, Omega, rp, 39-40-58
- Qurtek Evîn / Cemil Oguz / Weşanên Pêrî / 2002