Li cîhanê mînakên vê kêm in, tu tişt bi serê xwe tune ye, bi serê xwe kêm tişt dikarin hebin, hebûna xwe berdewam bikin!
Û helbet her tişt bi dijberê xwe heye; carinan, pir caran dijberek dibe sedema hebûna dijberê/a xwe…
Huner jî wisa ye, çendîn dibêjin huner dij desthilatdariyê ye jî, lê bêyî desthilatdariyekê; çi dij çi ligel huner bêyî desthilatekê nebû ye, nabe…
Helbet dema behs desthilat be, bivê nevê ew desthilata behs tê kirin dibe wekî desthilatek-hikumeta welatekî bi rê ve dibe, bîrdoziyeke li welat û civakekê bi bandor-desthilat were famkirin; lê olek jî, meshebek jî, hizreke ku pêdivî bi rêya hilbijartinê hatina ser text nabîne jî, komek xwende û pêwîstiya derûniyê ya civakekê jî dikare ew desthilat be û hem wekî dijber hem wekî ligel dikare bibe pêngavek bo li nava civakê belavbûna hunerê-wêjeyê.
Mînakên vê gelek in, wêjeya civakî li welatên bîrdoziya sosyalîst lê desthilatdar, wêjeya takekas digre dest li welatên lîberal ên rojava-ewropa, wêjeya mîstîk-efsûnî li welatên ol lê desthilat û li civak-neteweyên wekî ya me jî tevî ku desthilateke tê zanîn li ser text rûniştî tune ye jî, lê ji ber pêwîstiyeke neteweyî ya dereng mayî, hizra ku tê gotin Xanî dewletek bo kurdan xwestiye, ew li nava kurdan wekî hizreke desthilat e, bi wê hizra desthilat hunera wêjeyê ya Xanî li quncê jorê rûniştiye.
Yanê ligel an dijber, çi erênî çi neyînî pêdiviya hunerê-wêjeyê her û tim bi desthilatekê heye.
Vega wêjeya me ya modern a ji hêz û desthilateke serbixwe ya derdora hunerê pêbar mayî (rewşa me wisa ye) dibe sedem ku ji neçarî ‘huner-metn’ bi Donkîşotê/a xwe hunermend-nivîskar û bi çend hezar kes-xwendeyên li trûbûnê rûniştî, ku jê re li çepikan didin, didin halanan hebe, xwe heyî bike…
Loma, di wê rewşê de û bi wê derûniyê hunermend-nivîskar bi zanebûn an bi nezanîn bo wê kêmayiya desthilatê ji holê rake, li şûna ku yên hay ji huner-wêjeya wî/ê hene wî/ê bikin desthilatdar radibe xwe bi xwe kirasê desthilatê li bejna xwe dike, sertaca keyseriya tuneyî datîne ser serê xwe!...
Ew hewl rewşên komîk-trajedîk radixe ber çavan! Loma ji dewsa wê hewla hunermend-nivîskar dixe rewşên komîk, gelo bo wêjeyê avakirina desthilateke bi rexnegir û bi xwendeyan ne ya herî rastir e?
Balam derfet û derdora wêje-hunera me ya modern diyar e, nemaze ya wêjeyê! Nizam bi xwendeyên heyî (ew qas kêm in meriv dikare navê hemiyan jiber zanibe!) gelo ew hejmar dê çi qas karibe ji pêdiviya wêjeya me ya bi desthilateke re bibe bersiv?…