Seba Lehengekî Komarê Zêmarek
Kitêbek di ber teniþta wî ya mirî de bû,
ji cendekê wî yê mirî kitêbek hildibû.
hilanîn birin ew xweþmêr,
devê wî yê cestî û yê vemirî, di hilma me de kun vedikir;
Me tevan xwê dida, di binê giraniya xwe de;
heyv li dû þopa me,
laþê wî jî xwê dida, ji janê.
Û kitêbek, di þerê Toledoyê de,
kitêbek, ji ber kêlekê kitêbek, ji ser cendek kitêbek, hildiperikî jê.
Helbesta hestiyê hinarkê yê binefþî, di navbera gotin
û negotinê de,
helbesta ku dikarîbû hogiriya dil bike, di wê nexþeya bi mirês de.
Hew kitêbek jê mabû û wekî din hew, çimkî
kêzik di tirbê de tunebûn,
û hêwiya bi milê îþlik ve
dawiyê dibû keldûman û vediguherî hebû tunebûyê!
Me tevan xwê dida, di binê giraniya xwe de,
laþê wî jî xwê dida, ji janê
û kitêbekê, ku dil li min sot,
kitêbek, kitêbekê ji ber kêlekê, kitêbekê ji ser lêþ
aj da û hilperikî yekser.
10 îlon 1937
CESAR VALLEJO
ji fransî: yeqîn h.
***
*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beþa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niþtecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên þanoyê nivîsiye. Tev li þerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êþ, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye!
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencþemê!) ya bi þilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piþtî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me yeqîn h. ji du hefteyan carek helbestek, an pexþanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêþkêþî we bike.