• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Cemil Oguz
Cemil Oguz

Cemil Oguz

cemilo@diyarname.com

  oguzcemil1

  cemil.oguz.79

Rêberekî kurd çû Çînê û hevdîtin pêk anîn

Dîrok : 18 12 2020

Belê mesele ev e, roja 17.12.2020'an rêberekî kurd ku çavkaniyê nehiþt ez nav eþkere bikim çûye Çînê. Li gor çavkaniyê rêveberên Çînê bi dilgermî pêþwazî lê kirine. Û gelek meraq kirine ku rêberekî kurd di vê demê de dê çima were Çînê û bixwaze bi rayedarên payebilind re hevdîtinan pêk bîne.

Piþtî vexwarina çayeke bi isûlê Rojhilata Dûr, Serokê Çînê  bi xwe nekariye û jê pirsî ye:

- Qisûrê efû, li gor isûlê we kurdan mirov ji mêvanê xwe re nabêje "tu çima hatî?" lê bi rastî min nikarî xwe raginim: Tu çima hatî? Xêr e? Em dikarin bo te çi bikin?

Rêberê kurd biþiriye, qurtek din ji çaya xwe ber bi qirika xwe de ber daye xwarê û gotiye:

- Me bihîstiye we roketek þandiye hîvê û roket vegeriya ye.

- Belê rast e.

- Me bihîstiye ji hîvê ax û kevir dane hev û anîne.

- Belê, ew jî rast e.

Rêberê kurd sekiniye, tam di wê kêliyê de ketiye nava diduliyê, nizaniye bêje yan na, dîsa jî fikiriye, "Ez ji bo vê ew qas rê hatim, ez nebêjim dê eyb be" û gotiye:

- Wekî hûn jî dizanin kulmek axa me ya azad tune ye. Her kulmek di bin lingên hinên din de ye. Rêveberên me hatin ba hev, gotin em te biþînin Çînê bila wê axê û wan keviran bidin me.

Rêveberên Çînê þaþ bûne. Yekî gotiye:

- Ma hûnê pê çi bikin?

- Ji ber kulmek axa me ya azad jî nîn e, em wê bibin bixin nava axa xwe belkî ew li nav axa me þîn bibe.

Rêveberên Çînê hê zêdetir þaþ bûne. Paþê pirsîne:

- Hûn dizanin me ev ax ji hîvê çima aniye?

- Belê, em dizanin. Hûn dixwazin li ser wê axê û ew kevirên we anîne lêkolînê bikin.

- Belê rast e.

- Ê? Hûnê bidin me?

- Na.

Rêberê kurd hinek mirûz tirþ bûye, lê deng nekiriye. Rêberên Çînê domandine:

- Bawer bikin me gelek dixwest wê axê bidin we, lê yek: Em wê bidin we hûne wê jî biavêjin bin lingên hinan. Binêrin li parçeyek 30 sal in reveberiya we heye we hê nikariye aboriya xwe bikin yek. Li parçeyên din jî hûn li hev nakin. Çapemeniya we her yek aîdê parçeyek e û her yek ji aliyek ve agirê pevçûna navbera we de gur dike. Ya diduyan, herin xwedî li axa xwe derên. Çawa ku diya kesî ji mirov re nabe dê, axa kesek din jî ji mirov re nabe war. Ya sisêyan jî bi me ve eleqedar e: Gelek pêdiviya me bi vê axê heye. Em serî de bêjin, dîsa, yek, emê li ser lêkolînê bikin. Didu di encamê de ew ax li axa me bê, emê bireþînin nava axa xwe û emê axa xwe geþ bikin. Sisê ger ev ax û kevirên hîvê li me bên, emê herin hinên din jî bînin û çar: Ger em bikaribin belkî em hin nifûsa xwe biþînin hîvê û li wir jî Çînek ava bikin.

Ji bo oxirkirinê Rêveberên Çînê heta ber derî ligel rêberê kurd meþiyane, ew bi rê kirin û berî rêkirinê gotine: 

- Hêja, li dinyayê gelek xelk hene rojê du danan nan dixwin, hin sê danan, lê di kurdî de navê pênc danan hene:Xurînî, taþtê, navroj, þîv û paþîv. Ger hûn þîretek ji birê xwe dixwazin em ji we re bêjin: Hindik nan bixwin, zêde bixebitin. Dîsa wekî pêþiyên we gotiye: 'Nanê eyroy verde siba, karê eyroy meverde siba.'

Rêberê kurd vegeriya ye welat, rêberên din bi meraq li dor kom bûne:

- Te çi kir?

- Min tiþtek nekir. Ax nedan lê gotin, axa we bi bereket e, wê axê biajon. Rabin, serê sibê zû em diçin cotê diajon.

***

Nûçeya Eleqedar:

- Ji hîvê kevir û ax anîn dinyayê 


Cemil Oguz

Hemû Nivîsên Cemil Oguz

Hûn dikarin li van jî binêrin

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne...

15 04 2021

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin...

15 04 2021

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

14 04 2021

Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

13 04 2021

Nûçeyên nû

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

Li kîjan welatî zêdetir e-pirtûk têne bikaranîn?

15 04 2021

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

Ji bo derziya vîrusê konserek mezin lidar dikeve

15 04 2021

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

4 tîmên derbasî nîv fînalê bûn diyar bûn

14 04 2021

Documentarist li benda belgefîlman e

Documentarist li benda belgefîlman e

13 04 2021

Xelatên ‘Koprude Buluþmalar’ hatin belavkirin

Xelatên ‘Koprude Buluþmalar’ hatin belavkirin

13 04 2021

Nivîsên Nû

Welat Dilken

Rojnamegeriya bê nûçe!

Welat Dilken

Cemîl Andok

Aqilê Xoceyê Xasî

Cemîl Andok

Welat Dilken

Çima ne Amed lê Stenbol?

Welat Dilken

Mîrza Ronî

HENEK

Mîrza Ronî

Kazim Polat

Di rojên pandemiyê de hinek tofan

Kazim Polat

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname