Ji hev famnekirina nifþên kurdan!
Qasî dizanim, li rûyê dinê tim sê nifþ bi hev re hene, bi hev re dijîn!
Û di navbera wan nifþan de tim ê ku qayîþkêþanek hebe jî, dijberî hebe jî, wekî sedema nanokiyan têgeha kevn û nû hebe jî, lê di wê navberê de, di wê qayiþkêþanê de hin mijar hene qet nabin sedema ji holê rabûna têkîlî û danûstendina dewrkirin-dewrkirina a tiþtên xwebûyînê; wekî çand, nasname, ziman, kelepor û tore!..
Dema nifþê nû ji nifþê kevn-pîrbûyî wan hebûnên xwebûnê-aîdetê werdigire, wan ne wekî pêlaveke kevn qetiyayî ya ji bav û kalan mayî, sakoyekî bi pîne, wekî mîrate xaniyekî kavilbûyî, erdekî bej werbigire rûyê xwe tirþ nake, mirûzê xwe xira nake-bi kêfxweþî wan ji bapîr, dapîr, bav û diya xwe digire, gorî zemanê xwe hin guhertinan dike, hinan jê davêje hinan lê zêde dike û bo dewrî zarok û neviyê/ê xwe bike wan bi xwe re tîne heta wî cihî, wê demê!
Û ew tiþt, metefor, dewrgirtin û dewrkirin bes bi tiþtekî dibe, bi têkilî, bi danûstendina nifþan a bi hev re; bi zimên pêk tê…
Yanê ger di navbera nifþan de pireyek hebe bêyî pirsgirek tiþtên aîdetê radestî nifþan kirin pêk tê, lê ger di navbera nifþan de pireyek tune be, nifþên li vî alî nikarin tiþtên aîdetê bidin nifþên li wî alî û ew ji holê rabûna têkilî-danûstendina di navbera nifþan de dibe sedema mirinê ya hebûnên xwebûnê-aîdetê!!!
Erê, di dewrkirin û dewrgirtinê de çendîn ziman wekî navgîn erka pireyekê bi cî tîne jî, lê di heman demê de bi wê dewrkirin û dewrgirtinê re bi xwe jî, xwe ji nifþekî derbasî nifþekî din dike… Wisa xuya ye, ger dewrkirin û dewrgirtina aîdetan nebe ya zimên jî nabe(!)
Wekî hêja Dîlawer Zeraq gotî: “ziman ne her tiþt e lê ew di nav her tiþtî de ye”!
Ji ber rewþa kurdî bivê nevê serê di gotinên me yek zimanê me ye, mijara du nivîsên me yek derbarê zimên de ye û ne ew gotinek me ne ew nivîs-ek me mixabin ji rewþ û derdê me re nebûye-nabe çare-derman…
Balam ew gotin, nivîs û gengeþî carinan meriv dibe serçaviya sedeman; qet nebe divê em bi sedemên vê rewþa kambax zanibin, belkî rojekê jî bi çareseriyê..!
Heta berî vê sîh-çil salî têkîliya kurdan a bi hilberîn û karkirinê re ne wisa bû; heta rêjeyeke zêde bapîr-bav û kur-nevî di nav çerxa heman kar û hilberînê de bûn; yanê têkîlî û danûstendina sê nifþan tim ê li ser karekî û li ser hizra pêþerojeke hevpar bi hev re hebû. Vê yekê rê dida pireya di navbera nifþan de tim ê li dar be; bêyî ku navber têkeve dewrkirin û dewrgirtin di navbera nifþan çêdibû…
Lê di van sî-bîst salên dawiyê de rewþ bi tevahî guherî; bi rêjeyeke pir kurdan berê xwe da kar û hilberînên din ên bi zimanekî din pêk tên.
Berê ji bo kur-keç-nevî ji bapîr û dapîra xwe tiþtan fêr bibin divê zimanê wan bizaniya lê vega berevajî bûye, bo dapîr, kalepîr, bav û dê ji kur-keça xwe fam bike ew hewl didin, neçar in xwe hînî zimanê ‘wan’ bikin.
Berê dema kur-keç li dibistanê vedigeriyan mal heta radeyekê zimanê xwe yê perwerdehiyê li dibistanê dihiþtin, vêga pazdeh-bîst sal in ew ziman bi telefon û înternetê pê re tê mal, pê re tê-diçe ser kar, dibe-bûye zimanê sohbet û danûstenên bi heval, hogir û yaran… Berê li dibistanê tenê ew ziman hebû vega ew ziman bi rêya teknolojiyê, telefon û înternetê di bîst û çar saetên jiyanê yên xort û keçan de heye û bi vê yekê, bi berê xwe dana hilberîn û karên nû, ku ew yek bes bi zimanekî din pêkan e, bûye-dibe sedema rûxiyîna pireya di navbera nifþan de.
Yanê nifþên nû ji cîhana bapîr û bavê, di cîhana dapîr û dê de derketine, ew êdî li cîhaneke din in, li wê cîhanê jî pêdiviya wan bi tiþtên ji nifþên beriya xwe yên wekî aîdetê dewr bigire tunê.
Yanê bersiva pirsa çima nifþên nû bi kurdî nizanin ev e; di navbera nifþên nû û yên berê de têkîlî û danûstendinê hilberîn û kar-ekî, heta ya dahûtiyekê nema ye; di navbera nifþên nû û nifþên kevn de pireya dewrkirinê-dewrgirtinê jiholê rabûye-rakirine…
Ango ji dervayî tiþtên dagirker dide me da em pê jiyana xwe berdewam bikin, me alternatîfekî kar, hilberîn û dahûtiyê-jiyanê daneniye, tiþtê wan daniye ber me jî ne bi zimanê me bi zimanê wan divê were kirin…
Ji malbata me ya herî welatperwer bigirin heta yên dijî neteweperweriyê bo zarokên me di perwerdeya bi tirkî de serkeftî bin, karekî nanekê li cîhana wî zimanî bi dest bixin, ên tiþtên nemayî di wê riyê de terxan dikin em in, em in yên bo wê xwe diçirînin!?
Yanê em ê zarokên xwe ji wir biqetînin bînin ku, alternatîfa me ya bibe dahatuya wan heye?
Loma nifþên nû, li bakur ne tenê bi kurdî nizanin, ew ji çand, foklor, tore û ji qerekter- ji qodên kurd-î bêhay in…
Çi ku zimanê dewrkirinê û dewrgirtinê yê ku bapîr-dapîr, dê-bav û nevî pê danûstendin dikirin û pê hev fam dikirin êdî bêfoksyon e; ger bi zimanekî hilberîneke hevpar nebe zimanekî hevpar jî nabe!!!
Gelek asayî ye di navbera nifþan de temsîla yên kevn-klasîk û yên nû, nakokiyên zemanî, pêþerojê, rikêþî, qayîþkêþan hebin; ya xelkê li ser hizran, kevneþopî û nûbûnê rû dide, nifþ ji hev cihê dimînin lê ya me, çendîn para nelihevkirinên zemanî hebin jî, (ku behsa me ne ev ji hev cihê hizirîn û hestkirina nifþan e) hevfamnekirina me piranî li ser zimanê yên din rû dide. Erê wekî ya xelkê di navbera nifþên me de jî para nakokiyên ‘wê demê û vê demê’ heye, lê ya me eleqeder dike ne ya zemanî ya zimanî ye; nakokiya me ya serkêþ a dibe sedem ku nifþên kurd ji hev fam nekin, ji hev dûr bikevin ne zeman, zimanê dagirkeran e!..
Ne li mal, ne li derve, ne li kar, ne li dibistanê, ne danûstendina bi dê û bavê re, bi xwiþk û bira re, bi heval û yar re; li þîn û dawetekê êdî cihê sohbeteke bi kurdî tune!
Loma gunehê zarok û ciwanên tunê, bo ku pêþiya ji zimanê bav û kalan dûrketinê, pê nezanîna aîdetên xwe ne gunehê zarok-ciwanên niha yên bi kurdî nizanin, nifþê beriya wan ev rê vekir! Eger rexnekirina nifþekî divê, eger sûcdarek divê, ev tawanbarî û rexnekirin divê li nifþê navsare yê kurd, bi taybetî li siyasetmedaran were kirin, piranî ew nifþ sûcdar e, ne nifþê nû, ne ciwan û zarok! Wan ev rê vekir û mixabin, bi vî halê xwe em nikarin vê rêya reþ bigirin û her diçe ji hev dûrketina nifþên kurd, ji hev famnekirina wan vediguhere ya mirovên ji miletên dîtir!!!
Êdî li ser koka kurdî dan û stendin, yanê dewrkirin-dewrgirtina qodên kurd-î çênabe, çi ku ew ziman êdî naye bikaranîn, pê hilberîn nayê kirin.
Mixabin em bêalternetîf in! Alternatîfeke me ya ku pêþiyê li vê malwêraniyê bigire, kurdî li hemî qadên jiyanê bike zimanê danûstendin, hilberîn û hwd. tune û zarok û ciwan, nifþê me yê nû di rewþa me ya heyî de hewceyî bi ziman û karên wan in, mixabin…
Zimanek bi dirûþma ‘zimanê me rûmeta me ye’ ji mirinê nayê xilas kirin; her wiha, zimanê ku pê neaxifî, pê siyasetê nekî, pê hilberînê nekî, pê jiyana xwe berdewam nekî, pê pêþerojeke bo zarokên xwe saz û xeyal nekî, bes bi sloganekê nayê parastin; divê em derewan li zimanê xwe nekin; derewan mekin ‘zimanê pê nejî ne rûmeta te ye’!
Û divê em di vê mijarê de jî xwe nexapînin, erê divê zor û zext li dewleta têkîldar werin kirin da gavan bavêje, balam gavên em bi xwe beriya dewletê bavêjin jî hene! Heta em bo zimanê xwe gavên divên bi xwe neavêjin em nikarin gazincan li dewleta malûm bikin (çi ku ew gazinc qet ne samîmî ye!)
Bo wê, divê sazî, dezgeh, bi taybetî jî siyaseta kurd bo zimanê kurdî ji xwe dest pê bikin gavan bavêjin.
Yanê, belkî dewlet tu carî jî gavan neavêje…êêê…!?
Rewþek balkêþ û sosret! ‘zimanê kurdî ew ziman e ku, her diçe yên pê dinivîsin û pê dixwînin pir dibin, lê beramberî vê, her diçe yên pê diaxivin, dijîn (tune) dibin’(!)
Ev yek ne asayî ye, hewceyî bi lêkolînên pîskolojîk û sosyolojîk e…