• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Welat Dilken
Welat Dilken

Welat Dilken

welatdilken@hotmail.com

  profile.php?id=100000836608327

Kurdên bi tirkî rûyê xwe pûdra dikin(!)

Dîrok : 09 11 2020

Siyasetmedar!

Li Hewlêrê rûdine daxwazkarê avakirina dewleta kurd e, lê vê bi tirkî dike; li Hewlêrê bi tirkî aqil û þîretan dide kurdê Culemêrgê, Þirnexê, Îdirê, Mûþê yê bi tirkî kêm zane; ya rastî aqil û þîretan nade wan, dide kurdê li Amedê, Stenbolê, û kurdên(Îrlanda)yê, yên bi tirkî pir dizanin…  

Meriv qey dibêje bangî wan kurdan dike, erê bangî wan dike lê dixwaze wê bangê tirkê Enqere, Stenbol bibîze, çima? Bo bêje bes ez karim bibim nûnerê van, paye heqê min e û lê zêde dike, dibêje Enqere binêre bi tirkiya xwe nîþan didim ku tu têkiliya min bi kurdî re, bi kurdê hê asîmîle nebûye, bi kurdî dijî re tune ye!..Yanê heke li yekî/ê digerî, vaye ez li vir im…

Yê li Amedê dijî jî wisa ye, yê li Enqere û Stenbolê jî, yê li Ewropayê rûdine jî.

Bi tenê xeyalekî vî cure siyasetmedar heye; rojekê televîzyonekî tirkan mîkrofon dirêjî wan bike û wan wekî aqilmend û siyasetmedarê kurd pêþkêþ bike…

Yan jî li derdora siyaseteke kurd; belkî rojekê dor were wan jî…  

Bes di tiþtekî de þaraze ne, çi dem dewleta tirk TIREKê dike-bike, lê hûr dibin wê tirê analîz dikin; ‘bêhna çi jê tê, dengê wê çiqas olan da û hwd.’ Û yek jî hin jê fesad in; di navbera hêzên kurd de fesadî kirin (fîtnetî) hunera van e… 

Tu eleqeya wan bi kurdan re bi kurdî re tune ye. Ji ber ku têr bi kurdî nizanin rojeva kurdan a rojane, jiyanî ne bala wan de ye.  Xwe þivan kurdan jî kerî dihesibînin!.. 

Li hesabên wan ên medyaya sosyal binêrin, malper, rojname, nivîskar û hwd. ên ew diþopînin ên Enqere, Stenbolê ne, yên tirkî ne; hûn nivîskar, malper, an rojnameyeke li Qamiþlo, Hewlêr, Kirmanþah ew diþopînin nabînin. Çimkî rojeva wan li Stenbol Enqereyê diyar dike…

Ne tenê yên diþopînin, tiþtên dinivîsin, parve dikin jî bi tirkî ne. 

Hunermend!

Þanogerê/a kurd e, muzîkjenê/a, hunermendê/a kurd e, kurdbûna wî/ê ne ez ew dibêjin! Lê belê kurdbûna wan bes li ser dikê ye, dema strandinê de ye, dema ‘huner’a xwe pêþkêþ kirinê de ye! Piþtî ji ser dikê, li ber mîkrofon daketin kûlîsê, çûn Cafeyekê, yan çûn mal kurdiya di jiyana wan de jî diqede; bi zar û yara xwe re, bi hevalê/a xwe yê/a kurd re bi tirkî didin distînin.

Ne ez ew dibêjin em hunermendên kurd in, lê hesabên wan ên sosyal medyayê tiþtekî din dibêjin! Di hesabên wan de jî hûn hesabekî nivîskar, þanoger, hunermendekî/ê ji Duhokê, Amûdê, Sînê, heta yên ji bakur bi kurdî jî pir kêm dimînin diþopînin. Lê belê giþ þaredarê Stenbolê diþopînin…

Dibe wekî îstîsna hesabê weþanxaneyeke, malperek, rojnameyeke kurdî ya ew diþopînin hebe lê ew ne bo ew zanibin ka ji wan weþanxaneyan çi pirtûk çap dibin, ka di wan malper û rojnameyan de çi nivîs-nûçe belav dibin, xêr, bo ji wan deran þopîneran bikþînin hesabên xwe, belkî jî bo rojekê pirseke wiha li wan hate kirin karibin bersivekê bidin e. 

Yên ew diþopînin, tiþtên dinivîsin, parve dikin jî bi tirkî ne. Ger bi þaþitî yan ji neçarî hevokek bi kurdî nivîsî bin, parve kiribin bo meriv ji wê hevokê têbigihîje divê meriv Celadet Bedirxan be…

Nizanin pirtûkên kîjan nivîskarê kurd li kîjan weþanxaneyê çap dibin an bûne… 

Yek jî, li sosyal medyayê bi tesadûfî vîdeoyek-wêneyekî kurdên çiyayî yên cîhana sêyemîn li ber çavên wan nekeve, hema dibin kesê li Marsê av kiþf kirî…

'Çîn mali’ rewþenbîr-entel!

Dema dibêjim 'Çîn mali' rewþenbîr, asta rewþenbîriya wan hûn bipîvin, lê ew xwe ne Çîn mali bi rastî wekî ku kurd konenlî rewþenbîr dizanin, dihesibînin...

Di nav kurdên rû pûdreyî de yên herî sosert, komîk ev cure ne!..

Van pîleya asîmîlebûnê, entegresayonê borandiye, êdî xwe ji ‘wan’ dihesibînin! Meseleya pûdreya bi tirkî jî di vir de derdikeve pêþberî meriv. Wan zimanê xwe bi tikî pûdre kirine, hizra xwe bi tirkî pûdre kirine, rûyê xwe bi tirkî pûdra kirine û bi wî rûyê xwe yî pûdra pê de diweþe ji mîrzayên xwe re dibêjin, binêrin em ji we gewriktir in.

Vê reþikî û gewrikiyê ji kê didizin ji hêjayekî mîna Fanon! 

Lê hizrên Fanon ên “Di derbarê Çanda Netewî de” çapa Avestayê rûpel 188, qet behs nakin. Çi ku Fanon di wê beþê de behsa dirûyên vê Çîn mali rewþenbîran dike, rûyê wan ê dirû derdixe holê. Ew qas bêhed bi nav de terin haya xwe ji xwe tune ne; gor Fanon, bi ziman, bi derûniya serdest-merivê gewrik dijberîbûyîn jixwe li Fanon tecawîz kirine(!)

Li ku behsa Fanon dikin li bajarekî merivê ‘gewrik-kolonîst’. Bi kîjan zimanî behsa Fanon dikin, bi zimanê merivê ‘gewrik-kolonîst’. Çima Fanon, ji ber ku li cîhanê navekî bi xwedî prestîj e. Çima bi Fanonekî kurd yê mîna Nûrî Dêrsimî vê nakin? Çima ku ne ew wî nas dikin ne jî prestîjek wî li cem wan û merivê ‘gewrik-kolonîst’ heye. 

Dema vê dikin çi navî li xwe dikin, dibêjin em antî kolonîst in! Çima ne dij-mêtînger, yan dij-dagirker lê antî kolonîst? Çi ku antî kolonîst têgeheke bi mij e, çarçove fireh e, yanê tirkan eciz nake, statuya wan a li Kurdistanê venabêje…

Çima dewsa antî kolonîst raste rast nabêjin dagirker-mêtînger, çi ku dizanin hêngê tirkên bi sikura wan bigrin, an pêhnekê li qûna wan xin bêjin, de bihcemin li bajarê me…

Çima antî kolonîzmê bi Fanon dikin lê ne bi Osman Sebrî? Çi ku him pê nizanin hem xetereya xwe tune, hem di rastiyê de armanca wan ne xelasiya kurdan e!..

Loma, dema dibêjin kolonî meriv dibê qey behsa Papûagîneyê dikin!.. Kenê kûçikan pê tê…

Yên vê dikin, yanê Çîn mali rewþenbîr kî ne, yên bo di KPSS de bi ser kevin bi þev û roj ewkê li xwe diqetînin, da li deriyê merivê gewrik-kolonîst gepek nan-karekî bidest bixin.

Hinan bi dest xistiye, lê hin kurmik in, nekirine ber golikan jî…

Lê ya rast derdê wan ne Fanon e, derdê wan prestîj e, derdê wan ji hêla gewrikiyê ve ji gewrikê kolonîst re (di bikaranîna tirkî, hizirîn û derûniya bi tirkî de) ketina rikkêþiyê-rekabeta gewrikiyê ye, hewla xwe ispatkirinê ye.

Li hesabên wan ên sosyal medyayê binêrin, ên ew diþopînin jî Stenbol kokenlî ne; nivîskarên wan in, hunermendên wan nin, Duvar’ên wan in, Karinca’yên wan in, bi tirkî ne ne bi kurdî ne. Çi ku kurdî bo van Çîn mali rewþenbîr-entelan bes mezeyeke dema li Cafe-meyxaneyeke li Beyogluyê rûniþtinê ye. 

Ji xwe re dibêjin em nivîskar in, rojnameger in, hunermend in, rewþenbîr in, entelektuel in ‘kurd in’! Salê mehê encax nivîsekê lê dikin, ew jî bi tirkî, bo di Duvarekî de were weþandin da hem di çavê kurdê mîna xwe de mezin bixuyin, hem ji tirkê gewrik kemalîst re bêjin; vaye ez li vir im, (eger kurtlerle iligili ‘iletiþim, manipule ve etkileme’ çalýþmalarýnýz için eleman lazimsa!)

Yên wan jî, hesabekî full kurdî yê wekî Rea Teze, Diyarname, Amîdakurd, Çandname û hwd. ê ew diþopînin tune ye; çi ku ew qas bi kurdî nizanin, çi ku jê fam nakin; çi ku ne kurd, ne Kurdistan, ne jî kurdî di bala wan de ye.

Bi tenê ne yên diþopînin, tiþtên dinivîsin, parve dikin jî sedî not û neh bi tirkî ne.  

Stenbol-Beyoglu nebe hîç in. Li ser navê kurdan hin tiþtan dibêjin lê haya wan li rojeva kurdên Sulêmaniyê, Îlamê, Dêrka Hemko, Cizîrî tune ye. Çi ku derdê wan ne kurd in derdê wan BI REÞIKIYA FANON XWE GEWRIKKIRIN e, û bi wî halê xwe yê trajîk, ehmaq, komîk û nesamîmî xwe bi merivê gewrik, tirk-kolonîst þîrîn nîþandayîn e, ispatkirin e.   

Jê re bêje werin li ser axa xwe bi zimanê xwe vê rewþenbîriyê-enteliyê bikin wê bi serê heft bavên xwe sond bixwin, rûyê xwe yê bi tirkî pûdra kirî þanî me bidin ku gewrik in, ne kurd in..

Encam:

Xewnreþka ew ên li jor e, ditirsin rojekê kurd hay ji yên xwe hebin, ew bê ‘ilgi’, bê paye û nan bimînin. Loma tu car bi çavê nivîskar, hunermend, helbestkar û rewþenbîr li kurdê kurdî nanêrin!.

Nizam, qey di nav kurdan de, bi zar û zanîna xwe rewþenbîr tune ne? Ew cure ‘kurd’ Çîn mali rewþenbîr, entel çawa li me peyda bûn, dibê hin kumê xwe deynin ber xwe û…   


Welat Dilken

Hemû Nivîsên Welat Dilken

Hûn dikarin li van jî binêrin

Versiyona 'Dewrêþê Evdî' ya li ku Efrînê hatibû berhevkirin derket

Versiyona 'Dewrêþê Evdî' ya li ku...

24 01 2021

2020: Li Tirkiyeyê hejmara xwendina rojname û pirtûkan daketiye

2020: Li Tirkiyeyê hejmara xwendina...

23 01 2021

Larry Kingê navdar mir

Larry Kingê navdar mir

23 01 2021

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

23 01 2021

Nûçeyên nû

Versiyona 'Dewrêþê Evdî' ya li ku Efrînê hatibû berhevkirin derket

Versiyona 'Dewrêþê Evdî' ya li ku Efrînê hatibû berhevkirin derket

24 01 2021

2020: Li Tirkiyeyê hejmara xwendina rojname û pirtûkan daketiye

2020: Li Tirkiyeyê hejmara xwendina rojname û pirtûkan daketiye

23 01 2021

Larry Kingê navdar mir

Larry Kingê navdar mir

23 01 2021

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

Serfermandarî ji ber derziyê îstîfa kir

23 01 2021

Polîfonîka stranên gelêrî wekî pirtûkek hat pêþkêþ kirin

Polîfonîka stranên gelêrî wekî pirtûkek hat pêþkêþ kirin

22 01 2021

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

HELBESTÊN CEMIDÎ Û REÞBÎN

Çorê ARDA

yeqîn h.

Silavek, Serencamek û Agahdariyek

yeqîn h.

Welat Dilken

Pênasekirina helbesta kurdî!

Welat Dilken

Çorê ARDA

LEHENGEKÎ BIÞAFTÎ Û JÎR

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

derz: hiþþþþ neaxive tu neheq î!

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname