Di demên feodalîzmê de ‘gotin’ ew a ku di devî de derdiket-derketî senedeke bê mohr û bê nivîs bû ji bo mirovan.
Kapîtalîzîma xwest ku wê serdemê hilweşîne, çi teoriyên reşkirinê avêtin holê! lê belê, wê ji bo manewiyeta mirovan tiştên baştir, xweştir û rastir li cihê yên feodalîzmê bi cî û şûn nekirin… kapîtalîzm ji serdema feodalîzmê xirabtir, hovtir û erjengtir derket!
Her serdemek bivê nevê bi xwedî qerekterekî ye. Serdema feodal her çiqas ku bi xwedî qerekterekî hişk û mêrane bû jî, lê di wê serdemê de tişta li pêş manewiyet bû, û mirov bi xwedî wesfa bi cîanîna gotina xwe bû. Ji ber vê yekê, mirovên wê serdemê çi mêr çi jin serê xwe didan lê gotina xwe nedikirin ‘tûk’ û danaqultin-nedixwarin.
Lê serdema kapîtalîzmê! Bêguman ku ew jî bi xwedî qerekterekî ye û mirovên vê serdemê jî, qet şik û guman tune, ku li gorî wî qerekterî teşe girtine. Çi ye qerekterê kapîtalîzmê? Tekakesîbûn, xapandin, kedxwarin û mêtîngerî! Nexwe, mirovê ji serdema kapîtalîzmê xapîner e, tê xapandin û dixapîne!?
Pêşiyan gotiye (hinên ên pêşî ji bîr nekirî jî dibêjin) ‘wekî soza mêrên berê’
Erê, ne serdem serdema berê ye û ne jî mêr mêrên berê ne, û jin jî wisa… ji lew dîsa gotine, ‘ya çû nede dû’, ne ku daxwaz heye em bidin dû ya çûyî, lê ya hatî, ya niha ji ya çûyî, ji ya berê ne çêtir e ezbenî!
Eger ku gotin neynika kirin-lêkerê be, gelo em dikarin bejna mirov bi wê gotin-kirinê bipîvin!
Li Kurdistanê (li bakur) ên ku hinekî pere di berîka wan a qul de heyî yên ku di qul û qewaran de bi firotina gofret, xwê û sabûna kesk jê re dihate gotin dikandar, ên ku têr diavêtin ser kera pişt kurmî û bi firotina benîşt û nepoxan etarî dikirin bûn. Lê ya berê çû ya nû hat û di van sî salên dawiyê de bi jihevdeketina civaka kurd re du tebeqeyên civakî yên pere dîtî di nav kurdan de derketin pêş!. Yek çîna ji erd û zeviyên feodalîzmê bûyî zadegan, mutehît-îhalekar û ya din jî tebeqeya navîn a ji karmend-karkeran hatî pê.
Tişta hevpar a van herdu tebeqeyan ev e, bi hevkariya (!) dewleta dagirker re ew bûn xwedan pere. Ango dewletê karên xwe yên angaryayî yên wek‘çêkirina riyan, lêkirina qereqolan û avakirina aşên pişaftinê-dibistan û karên tewanbariyê yên mirovahiyê yên wekî asîmîlasyon bi van her du tebeqeyan dan-dide kirin û bi mehaneyekê yan bi îhaleyekê (xelatdarkirin) ev her du beşên civaka kurd ji bo ku dagirkerî li Kurdistanê ser piyan bimîne jê re bûn-dibin çakil-gopel, li deriyê wê bûn dergevan.
Bi berdêla çi? Bi berdêla hinekî dirav ew beşên civakê bi civaka serdest ve bûne entegre!
Bêguman, bi van ên ku li deriyê dagirkeran dergevanî kirine-dikin hinek pere jî bi rûyê wan de bişirî û bi destê dewleta dagirker du çînên kurd ên navîn ên entegreyî serdestê xwe bûyî ava bûn; yek çîna zengînan lê ne burjûvazî, ku pereyên burjûvaziyê di destê wan de hebin jî lê ew ji çanda burjûvaziyê bêpar in û ya din çîna navîn (orta sınıf ‘an jî’ orta yolcular!) ku ew jî him ji çanda çîna xwe him jî ji nasnameya xwe ya netewî bêhay e û zor keysperez e…
Xwedan pere bûn tiştek e, lê xwedan çand-qerekter bûn tiştek e. Nexwe pereyên cerdevanan jî hene, ma ne!
Ku em bala xwe bidinê! Em ê bibînin, ku di pere xerckirinê de ev her du çînên mijarê ji ya cerdevanan ne cudatir in! Ma ez xelet im!?
Tê zanîn; etar, şivan û diz ne têde, her kurdê ku hinekî bûye xwedan hebûn îlam tiştekî xwe firotiye dagirkeran û bi wê bûye xwedî banqinotên kesk!
Ev çîn-tebeqeya navîn ku ji karmend û karkeran hatiye pê, di nav civaka kurd a nîv feodal de ku temsîla bihevnasîna kurdan a kapîtalîmza ‘hov’ dike û ku bi têra xwe girseyek e, ji civakê re bûne-dibin mînakên xwerizgarkirinê û qaşo nimûneyên modernîteyeke sexte! Îro ew di gelek aliyên wekî; siyaset, çand, aborî, bazirganî, zayendperezî, huner, û avakirina hizrên nû ya wekî avakirina avahiyên nû hwd! Xwe li pêşiya civakê dibînin-didin pêşiya civakê!
Ka em vegerin serê mijarê, gotin neynika mirov e, heke gotin hatibe kirin, ango ku bûbe lêker ku bi cî hatibe bi xwedî wate ye…
Gelo civaka kurd wê avakirina pêşeroja xwe radestî van çînên (siyasetmedar, mutahît-îhalekar û karmend) ku bûne mijara vê nivîsê bike yan wê hêz-dînamîkeke din a bi xwedî gotina ‘Na’ û bi xwedî îtraz derxe holê!
Ji ber ku yek gotin û nekirin e û yek gotin û kirine, me dît û em dibînin, ku di bicîanîn, lêker û kirinê de ‘gotin’a siyasetmedarekî/ê û ya têkoşerekî/ê qet ne yek û ne wekî hev e!
We qet ji gotinên mirovên ji wan tebeqeyan ên wekî; siyaset, dostanî, hevaltî, evîn, welatperwerî, ku tekane sermayeya wan a xweparastin û qenihkirina girse û kesên gundî-nezan! ku li ber wan devê xwe bihostekê vedikin û guhdarî kiriye!?
Diyar e, niha ew li pêşiya civaka kurd in, û ji ber şertên wan ên ji yên gundiyan û rencber û bêkarên kurd baştir, diyar e ku yên ji wan çînan-tebeqeyan peyda dibin-dixuliqin dê bibin kesên bi xwedî avantaj ên pêşeroja civaka kurd. Gelo we qet carekê di neynika gotina wan de ji wê çîn-tebeqeya pragmatîst û berjewendîperest a ku bi dagirkeriyê re di têkîliyeke wekî a; (du evîndarên hev in, hem hev hez dikin hem ji hev sil tên) nihêriye û guhdarî kiriye?
Ku we nihêrî be û guhdarî kiribe we yê dîtibe; ku hemû dost, heval û evînên wan bi xwedî paye ne, bi pirpirik in û li ser koşkê hêzê-etîketê rûniştî ne.
‘Ku ew eşiq û perestê hêz-paye-etîketê bin jî, lê di neynika gotina wan de işq û tiştên din gelekî lewitî xuya dikin’.
Rast e! mirovahî ber bi jiyaneke tekakesiyê ve gava xwe diavêje-avêtiye û bivê nevê mirovê kurd jî dê ji vê yekê para xwe werbigre (ev diyardeyeke jêneger a kapîtalîzmê ye). Lê belê tiştek heye, serdem çi serdem dibe bila bibe, gotin û kirinên mirov û civakan; qerekter, duristbûn, jidilbûn û manewiyeta wan nîşan dide!
Bi rastî! dema hûn li gotin-neynika wan guhdarî dikin-dinêrin hûn çi dibihîsin, çi dibînin!? Gelo yê ku di wê neynika gotinê de bi we ve xuya dibe, ew ê ku li ser zimanê xwe bi carekê re deh teqleyan dide gotinên xwe yên qirase, gilover û sexte, hûn baweriyê pê tînin û penda xwe didin wî/wê?!
Yanê ‘xweş xeber e lê min ji wan ne bawer e’