• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Zekî OZMEN
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

zekiozmen@hotmail.com

  Zeki_Ozmen1

  zeki.ozmen1

Reþkujiya Dr. Qasimlo û îroniya dîrokê

Dîrok : 12 07 2014

Di ser reþkujiya Dr. Abdulrahman Qasimlo re 25 sal derbas bûn. Dewleta Awusturya ji roja kuþtarê heta niha ji bo ronîkirina reþkujiyê tu gav neavêtine.

Þeva 13’ê tîrmeha 1989’a Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê Dr. Abdulrahman Qasimlo, nûnerê partiyê yê Ewropayê Abdullah Qaderî Azer û navbeynkar Dr. Fazil Resûl dema hevdîtinek veþarî bi nûnerên Îranê re dikirin, li Viyanaya paytexta Awusturyayê hatin kuþtin. Di þeva reþkujiyê de ji her sê kujeran du hatin girtin. Lê belê li þûna kujer werin girtin, ew destpêkê radestî balyozxaneya Îranê hatin kirin û dû re jî bi eskortên polîsan anîn balafirgeha Viyanayê. Kujer ji wir jî di nava ewlehiyê de ber bi Tehranê ve hatin rêkirin. 

Parlamenterê Partiya Keskan Peter Pilz ku xwediyê pirtûka “Eskorte nach Iran- Eskortên ber bi Îranê ve” ye, di wextê xwe de ji bo ronîkirina kuþtarê gelek hewl da û hê jî ew yek ji kesên babetê herî ji nêz ve dizane ye. Wî gelek caran gumana xwe ya ku yek ji kujerê Qasimlo Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad e ji bo raya giþtî ragihand. Bazirganekî çekan ku çend rojekî pêþiya reþkujiyê di civîneke nehênî de li sefaretxaneya Îranê ya Viyanayê ligel rayedarên Îranê rûniþtibû, di sala 1996’an da zanîn ku di wê civînê de kesekî bi navê Mohamed jî hebû û ew kes piþtre bûye Serokomarê Îranê. Her wiha tê gotin ku Ehmedînejad berê di nava operasyonên Îranê yên welêt de cih digirt. 

Bi neronîkirina reþkujiyê ya heta roja îro, dewleta Awusturya zagonên xwe binpênekirin lê ehlaq û nirxên mirovatiyê di bin lingan de gevizand; Li gor zagonên Awusturyayê dema berjewendiyên neteweyî bikevin metirsiyê, siyaset dikare mudexaleyî dadweriyê bike. Îranê wê demê Awusturya ne tenê bi birîna têkiliyên aborî tehdît dikir. Li gor nûçeyeke rojnameya Kurier ya Awusturyayî, berpirsê Maseya Daîreya Karên Derve yê wê demê Erich Maximilian Schmid piþtî teqawîtbûna xwe, di sala 1997’an de derbarê wan rojan de di bernameyeke televîzyonê de wiha gotibû: “Balyozê Îranê vekirî ji me re got ku ji bo welatiyên Awusturyayê yên li Îranê dikare metirsiyek biafire.” 

Neronîkirina reþkujiyê ne tenê tehdîtên Îranê yên li ser têkiliyên aborî û hemwatiyên Awusturyayê yên li Îranî bûn... 

Kurier balê dikiþîne aliyekê din yê ku bûye sedemê neronîkurina reþkujiyê; Serokê berê yê Îranê Abdûlhesen Benî Sadir di sala 1991’ê de li Parîsa ku ew gelek sal bûn lê sirgûn dijiya, got ku dema þerê Îran û Iraqê de dewleta Awusturyayê bi qaçaxî çek firotine Îranê. Tehranê jî Viyana bi wê yekê tehdît kiriye ku ew doza reþkujiya Qasimlo ronî bikin, dê ew jî belgeyên firotina çekan ya navbera her du aliyan de derînin holê. Benî Sadir ji ber xwe ev yek nedigot; Pêþiya reþkujiyê ne gelekî lêpirsînek vê derbarê de li ser Serokwezîr Fred Sinowatz, Wezîrê Karên Derve Leopald Gratz û Wezîrê Karên Hundir Karl Blecha hatibû destpêkirin...

Bi reþkujiya Dr. Abdurahman Qasimlo re têkiliyên Îranê û Awusturyayê êdî ne ber bi nebaþbûn lê belê berovajiyê vê yekê roj bi roj ber bi baþiyê ve çûn... 

Berpirsê PDK-Î yê Awusturya û Almanyayê Hîwa Bahramî di nivîsa xwe ya di rojnameya navdar ya awusturyayî Wiener Zeitung ya derbarê 25’emîn salvegera reþkujiyê de balê dikiþînê ser van têkiliyên bi reþkujiyê geþtir bûyî: “Di sala 1991’ê de 3 delegasyonên payebilind yên Awusturyayê serdana Îranê kirin. Tenê di wê salê de Awusturyayê derfirotina xwe ya Îranê sedî 13 zêde kir. Komeke dostaniyê ya her du welatan ya parlamentoyê hat damezirandin û peywira vê komê geþkirina têkiliyên her du aliyan bû. Ji wê rojê ve Awusturya dostekî xurt ê Îranê ye û digel ambargoya heyî jî, Awusturya bi bazirganiyeke mezin bi Ayatulahan re dike.”

Serokomarê Awusturya Heinz Fischer ku wekî dostekî kurdan tê nasîn berê ev reþkujî wekî tewanê li dijî mirovahiyê bilêv kiribû. Her wiha derbarê neronîkirina bûyerê de jî gotibû ku cihê berxweketin û xemgîniyê ye ku kujer heta niha nehatine cezakirin. Heman Fischer niha wekî yekem serokomarê welatekî rojavayî ji sala 2005’ê ve xwe amade dike ku heta payîza îsal bi fermî serdana Tehranê bike... 

Ne tenê Heinz Fischer ku dostekî kurdan e û piþtî bû serokomar piþta xwe da ronîkirina reþkujiyê. Belkî îroniya dîrokê be ku kujerekî Dr. Qasimlo yê ku di dema reþkujiyê de birîndar bûbû jî îsal ji bo PDK, YNK û Goran di avakirina hikumetê de li hev bikin bûbû navbeynkar...

 

 

Zekî OZMEN

Hemû Nivîsên Zekî OZMEN

Hûn dikarin li van jî binêrin

Þaredariya Amedê li benda Tekstên Þanoyê ye

Þaredariya Amedê li benda Tekstên...

11 09 2011

Wênesazên Mexmûrî li Silêmaniyê pêþangehê vedikin

Wênesazên Mexmûrî li Silêmaniyê...

12 08 2017

Þivan Perwer jî dest bi greva birçîbûnê kir

Þivan Perwer jî dest bi greva birçîbûnê...

16 11 2012

Vane hevserokên nû yên PYD'ê

Vane hevserokên nû yên PYD'ê

28 09 2017

Brezîlya û Belçîka derbasî çarîk fînalê bûn

Brezîlya û Belçîka derbasî çarîk fînalê...

02 07 2018

Nûçeyên nû

Kazim Polat: Gund hilweþiya

Kazim Polat: Gund hilweþiya

06 02 2023

Keleha Necim jî zirar dît

Keleha Necim jî zirar dît

06 02 2023

Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

Erdeheja duyemîn, agahiyên nû (Tê nûkirin)

06 02 2023

Welat Dilken: Semsûr kavil bûye

Welat Dilken: Semsûr kavil bûye

06 02 2023

Nifûsa bajarên erdhej lê da ye

Nifûsa bajarên erdhej lê da ye

06 02 2023

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname