Di kovaran de, pêşekên hejmarên yekemîn bi min pir balkêş in; bi sedema derketin û hêviyên xwe, bi îdîa û armancên xwe re, ji alî civakî û dîrokî ve gelek desîseyan didin dest. Bêyî analîzên xwe par ve bikim, pêşî pêşekên hejmarên yekemîn yên hin kovarên kurd par ve bikim.
Ev hew mînakek e.Hêvî dikim da lêkolîn û ananlîzên kûrtir derbarê kovaran de bêne kirin.
Nîşe: 1.Divê em sipasiyên xwe pêşkêşî xebatkarên “Arşîva Kurdî” bikin ku hewl didin derfetên mezin bi dest xwendevanên Kurdî bixin.
2.Di nivîsa Kovara Tîrêj de, ji bo peyva bi Tirkî “süreğen” “ajobên” hatiye lêkirin. Balkêş e.
RONAHÎ
AVRÊL 1942
"Ronahî'' û ser jiyana civata roavayahevçerx rawêstiye, bi nûçe û gotarên di vî warî de xwestiye haydariya li ser têkilî û bîr û baweriyên civat a roava di nav Kurdan de geştir bike. Li ser rola jinan di Şerê Cîhanê yê Duwem de rawéstiye û bi vî awayî xwestiye rnesajekê bide jinên Kurd jî.
"Ronahî" zêdayiya Hawarê bû. Gava mirov li çend hejmarên pêşî (bi taybetîji hejmara yek ta hejmara pênc) dinêre mirov dibîne, ku bi rastî jî kovarek wek magazîna nûçeyén şer xwe dide xuyakirin
Çapxana JÎNA NÛ
***
JÎN
Tarîxa jimareya pêşîn 7/11/1918 ye. Di wê jimareyê da bi nivîsareka kurt a bi sernivîsara "Amanca me" (Maksadımız), semedê weşandina kovarê û amanca wê weha hatîye ragîhandin:(3)
"Jîn ne jibo bi destxistina lişteka (menfeet) maddî derdikeve. Amanca wê, belavkirina zanînê ye li ser jîyana Kurd a dîrokî, heqên wî yên neteweyî, bêjeya wî û rewşa wî ya civakî, ku ji sedsalên dirêj vir da hatine îhmalkirin. Li gora bawerîya me, amadekirina cîyekî layiq jibo neteweyê Kurd di civîngeha neteweyan da, bi xebateka wisa mimkun e ku awayê wê xebatê li gora fama vê demê be. Em têdigîhîn ku ev teşebbusa me, xebateka pirr dijwar dixwaze. Belam, dema ku me ev wezîfa giran da ser milê xwe, me bi rastî hêvî kir ku em dikarin xwe bispêrin alîkarî û hêsanîyên maddî û manewî yên neteweyê Kurd. Ew neteweyê Kurd ku jibo welat û gelê xwe, her tim bi qebûlkirina fîdakarîyên mezintirîn hatîye naskirin. Rastanîn û lêkanîn ji Xwedê ye".(4)
***
TÎRÊJ
1979
Xwendevanên Berêz, Her netewe, gel heta eşîrek jindar, xwedi ziman, zargotin in.
(folklor), wêje (edebiyat), bı kurtayi xwedi çandeki ye. Û disa ev netewe, gel û eşirên ha hilbenyên çandeyên xwe, bı nıvisani di nav xwe de belav dıkin, radıgıhinin gel û neteweyên din, yên lı ser wê demê. Azinên (metod) belavekırınê, di her derbasok û gehinekê dirokê de cur bı cur, celeb bı celeb in. Geh bı dengbêji, geh bı nıvisani -bı rojname, kovar û pırtûk- û herweki di heymana me de tê ditin bı radyo û televizyona hilbenyên çandeyi hatıye belavekırin, bı belavekırıne re hatıye pêşvebirin, lê zêdekirin. Di nav van navginên (wasitên) belavekırıne de ê yêmayi (kalıcı) û ajobêna (süreğen), yê nıvisani ye.
Nıvisanıya me pişti İslamıyê, jı sedsaleya deh-yanzdem destpedıke: bı Eliyê Heriri, Melayê Cezeri, Feqehê Teyran... û.h.w.d.
Wendoxê erjayey, Dina di hergu netewe (millet), gel (xelq) heta hergu eşirı wayirê ziwani, folklori, wêje (edebiyat) i, kırra qali wayirê çande (kultur)i ya. Fma ay netewey, geli û esiri çandeyê xwı bı nuştış, xwı mıyan di vıla kenê, resnenê netewanê binanê ki riyê dina sero yê.
Metodê vıla kerdışi, wır vêr û demê diroki (tarix) di tewir bı tewir i. Ge pey dengbêjan, ge pey nuştışi -bı rojname (qezete), Kovar (dêrgi) û pırtûk (kıtab)-
ow seki çaxê ma di haseno pey radyo û televizyon hma weş vıla biyê.
Miyanê nê wasitanê vıla kerdışi di mendox û domdar adê nuşte i.
Bısılmaneyey ra naşta nuşteyê ma seserra des-yewendesını ra dest bıder keno: Bı Eliye Heriri, Melayê Cıziri, Feqiyê Teyran ow ay bini.
Peymande (miras) yê ma o folklori, peymendeyê ma ê nuştışi ra vişêr û herayêr o. La çı Jêmayeya me i zargotmi, jı jêmayeya me i nıvisani balûpal û rengintır e. Lê mixabm, ku em jı nıha ve lê xwedi der ne kevın, berhev û bıserûber ne km, roj bı roj wê wmda bıtoe, bıhele. Em dê mina zilamên naçakê miratxwir destê xwe bîdm ber nvyâ xwe û ax h mm bavo kın.
Xwendevanên Berêz, Va em; bı pêşbira lêxwedi-1 derketina çandeya ….. jêmaye
yên kevnare (klasik) û gelêri,derdıkevin. Di aliki de vâ jemayeye xwedi kırın, parastin; di aliye din de lêzêdekirin û pêşvobırın.
……………………………………………………………………………………………………………………
Bı vê derke tine, perpırsıyarıya x\ve ya arızi ya diroki bı cih tinin û bete hoyên (şettên) me dest bıdm, em dê lı perpjrsıyanya xwedi ha xwedi derkevın. Lê jı derketina hejmara pêşin pê de, hinek berpırsıyarıyen gıringtır he ne ku, ev ji yên we xwendevanên berêz in.
***
REWŞEN
1992
Xwendevanen Heja,
İro netewa me him di dema diroka xwe ya dijwartirin u him ji di dema xwe ya bextewartirin de diji. Pevajoyek dijwar e, lewre hezen metingehkar bi çeken xwe yen hov li diji gele me ye ku ji bo mafstendina xwe ya netewi u demokratik! dixebitin radiwestin. Pevajoyek bextewartirin e, lewre ji sed hezar salan vir ve netewa me cara peşin e ku mina kulmeke hatiye ba hev. Hewce nake ku em ve yeke bi cureheki wejeyi bidin tegihandin. Gava gele me di mihricana (merasim) law u keçen xwe yen şehid de govende digirin ji xwe ve yeke pir xweş nişani me dikin. Ev qonaxa bilindtirina çanda Kurdi ye.
Çanda me Kurdan, bi rasti ji çanda berxwedaniye ye. Ji sere diroke heyani niha li hemher kesen biyan yen talankar u hov tekoşina xwe ya hebune u mafdar da ye. Bi rewşa xwe ya iroyin çanda me, dikare ji hemu gelen dinyaya re bibe minak u bi peşveçuna xwe dikare demxa xwe li çanda hemdem bixe. He ji çanda me ber bi kemilandine ve re dikudine. İro hemi dilen gelen bindest u meriven beçare yen ku
ten pelixandin, li welate me le dixin. Dinya li me dinihere u dipe.
Kovara me REWŞEN di demek weha de derdikeve. Arınanca me ya yekemin ev e ku em di waleya gelemperi de bi bin neynika ( eynika) çan da Kur di. Ev peyvir ne te ne ya Rewşenê ye, ya hemu rewşenbir u welatparezen Kurdane ye. Rewşen li ser bingeha daxwazen netewa Kurd en ku bilind dibin, derdikeve. Ji ber ve yeke male gele Kurd e. Li peşberi netewa xwe berpirsiyar e. Di riya ku diçe serfiraziye de, piştvana gele xwe ye.
Em giringiya heri mezintirin didin zimane Kurdi. Dibe ku di hejmaren me yen peşin de nivisaren bi Tirki hebin. Le em hineki neçarin. Di nava deme we kovara we bi tene bi zimane Kurdibe weşandin. Dive were zanin ku zirnaneki me ye dewlemend u bingehin hey e. Ya din ji bi tekoşina rizgariya netewi re we zirnane me ji rengeki navnetewi bistine, ku ji niha ve dest bi ve dest pe kiriye. Ji niha ve peyvan me yen weke "serhildan", "berxwedan", "serxwebun" u "peşmerge" derbasi literatura navnetewi biye. Ji ve rewşe dive meriv gelek tiştan hin bike.
Kovara me platforma gotubej u gengişiyan (mineqeşaye) e. Em bawer in ku di vi de ew e pir bi libat be. Le bele gotubej we bi gotinan neye kirin.Ewe bi herhernan were kirin. Di zimane Kurdi de gelek cihetiyen giring en rastnivise hene. Dive ev. ciheti di demek kin de ji hole bene rakirin u di zirnan de yekitiya netewl be pekanin. Hewce ye ku di qaden navnetewi de ji em zimane xwe bi seweyeki ku bi netewa me u bi tekoşina wi ya rizgari bikeve, binin hole u zimane xwe bigihinin merheleyeke baştir.
Kovara Çande Di ve babete de azina zanisti(metoda zanyari) ew e spartek u renişana me be. Di ve bejmara kovarame ya yekemin de we binek kemasiyen me der kevin, çi ji bela rezenivis u çi jl ji hela rezimani(gramatikl) ve be Ev yek jl, ji gotubeje re vekiriye. Ji bo ku em bigihejin yekltiye, dive ramanan curbecur bene bahev u li hev kevın.
Em dixwazin eniyeke zanlst-çand u hunere çebikin. Netewa me ji aliye çandi ve ji di bin zor, zehmeti u siterne de ye. Her weha çanda me jl hatiye daglrkirin.
İro çeken dijminan en zanin u hunere, bewekati, bela vi, xerakirini ( dejenere) u rizandinin. Ji bo ku li hevber wan tekoşln be kirin diveti bi yekitiya rexİstina welatparez u rewşenblran heye. Neyaren zanlne bi rexistin u organizekiri ne. Zanin jl hewceye rexİstine ye. Dijminen hunere ji rexistinkid ne. We gave dive huner jl xwe rexistin bike. Dive ku çeken me jl li hembere bewekatiye, xwerutl u ronakl, li hember belaviyan yekltl, li hember xerakirinan bi her curehiye şoreşgeruyan. li hember rizandine ji ciwantir u zinditir be.
Pir tişt li ser ronekblr u rewşenblren Kurdan hatine gotin. Edi ew bi xerabl an qenci xwe dinasin.
İro peywira rewşenblren Kurd pir giran e, le bi qasl ve giraniye ji xwedl xawen u mmet e. Rewşenbir li peşbed gele xwe berpirsiyar e.
İro gele Kurd li peş bere qirkirinan e. Le dlsa jl de u bav, zarok u ciwan ji bo ku xwe bigihlnin azadiye singen xwe ji gulan ra vegirtine u bi ser gulleyen dijminan de dimeşin. Dive rewşenblren Kurd van tiştan binin ber çaven xwe u bi heza xwe bi xwe van astengan ji hole rakin.
Rewşenblr dive bi taybeti jl dagednen diroki u civakl yen van blst salan dawiye, bide ronlkirin, li ser wan legedn u lekollnan bike u binivisine u ji wan dersan derxe. Dive li ser dlroka me ya dur legerinan bike, li ser peşeroje bixebite.
***
GULISTAN
Xwendavane heja, bi serbilindiyeke mezin, bi şahiyeke derengiketi, bi bejmara we ya peşiiro em Gulistane peşkişi we dikin. Wek ku ji nave we ji diyar e Gulistan kovareke edebi û kulturî ye. Armanaca me ev e ku em bi Gulistane ji ziman, edebiyat û kultura xwe re xizmeteke bikin; li çiroka xwe , li helbesta xwe, li diroka xwe , li gotina xwe ya peşiyan, li metelok, li tiştanok, li tederxistinok en xwe xewd1 derkevin. Heta ku ji de ste te, zimane xwe ji nav dest û piyan derxin, çepereke li peş talane deynin û bikin ku zimane me ji we qedir û rumeta xwe ya rastin bibme.
Gulistan, we di ni visina Kurdi de rezimana Celadet Bedirxan w ek bingeh qebûl bike o ji bo xurtkirina ve ' binghe hewl bide.
Gulistan bi allkariya Weqfa Çand û Lekolînîya Kurdî(Kurt-Kav) derte. Ji bo ku em karibin Gulistane sererast li ser nave Weqfe û wek weşaneke Weqfe derxin, bi qas1 du mehan me hewl da, bele mixabin me nikaribû ku em destüre ji Berpirsiyariya
Gi ştî ya Weqifan bistînin. Eger me karibuya destura avakirana teşkilateke aborî ji Berpirsiyariya Giştî ya Weqifan bistanda, hinge meye li gel Gulistane dest bi weşandina kiteban jî bikira .
Roj derbas dibun û me soze çapkirina Guslistane jî dabû . Em edi nikaribûn
li benda astengen brokratlk en ku hun texmin dlkin rawestana. Diviya me çareyeke peyder bikira û beyî ku em zede bi derengî bivekin ---
2
Gulistane bigihanda xwendevanan. Riya heri kurt û çareya heri baş; ji alikariya şirketeke hey! İstifadekin bû. Bi ve mebeste em bi çend ciyan re ketin tekiliye û dawiye me biryar li ser Evin Turizme da, ku rojnameya Dema Nû û Kovara Denge ji di bin bazke we de derdikevin. Bi vi awayi, heta dema ku em karlbin li ser nave Weqfe teşkllateke aborî deynin, erne weşana xwe di bin bazke Evin Turzme de berdewam bikin. Loma niha, navnişana me û Dema Nû ji yek e .
İcar me dive ku em, li ser nave Gulistane û Kurt-Kave, ji ber ku deriyen mala xwe li kovara me vekirin , ji Evin Turizme û bi taybetî Berpirsiyare Giştî ye Dema Nû birez Nuretîn Basut re sİpasiyen xwe pêşkiş bikin.
Bi saya dilovani û mevanperweriya wan e ku em rojeke zutir xwendevanen xwe himez dikin.
Rupelen Gulistane we ji herni nivîskaren Kurd re vekiri bin. Bele di ve nave de, li gel zedekirina xwendevanan, emê hewl bidin ku bejmara nivîskaren Kurd jî zedetir bibe. Bi ve arınance erne cih bidin qelemen nû u fersenda xwe peşvebirine li ber wan
vekin.
Ziman mirasa mileteki ye heri mezin e. Her milet bi zimane xwe heye, bi zimane xwe xwedan qedir rûmet e. Ziman şere bingehîn e hebûna miletan e. Miletek beziman wek bedenek beruh e. Mileten bezamin mileten mirî ne. Mileteki ku zimane xwe hunda kiriye u di zirnan de tek çuye, tu dozek wî ya miletbûne nabe. Hemu hewldan, keftelat û berxwadana wi ya li ser nave miletbûne beredayi ye.
Doza me dozali ziman xwediderketine ye, çimki zirnan welat e . W ek kovareke edebi u kulturî Gulistan ji s iyasete dur e. Me siyasete ji siyasetmedaran re hiştiye, em je dur in u eme nekevine. Bele eme bi her tişte ku ziman u edebiyata Kurdi pe bendewar e re .mijûl bibin. Ii cûr cûre xebaten li ser ziman , lêkolinen edebi we di nav rupelen Gulistane de cihê xwe bigirin.
Bi derxistina Gulistane re em qampanyayek xwendin u nivisandina Kurdi ji dest pe dikin. Em ji her xwendevane Gulistane hevi u rica dikin ku bi keman! alfabeya Kurdi hini yeki din bike u bi vi awayi hejmara xwendevanen Kurdibe zedekirin.
Xwendin u nivisandina bizimane dayiki mafeki mirovi ye u heqe tu kesî tuneye ku gele Kurd ji vi mafe esasibepar bihele. Ji xwe Kurt-Kav bi ve arınance hat avakirin. Loma em, ……….bi zimane dayika xwe xwendin u nivisine, ango bi zimane demaki perwerdehi wek mafeki bingehin en mirovi dinasin. Ve daxwaze ji ji daxwazeke siyasi zedetir wek daxwazeke mirovî dibînin.
Gulistan , xebata xorten Kurdan en ku li universiteyen Tirkan dixwinin u doza bi zimane demakl perwerdehiye dikin, wek gaveke bi rumet u li cih dibine. Dive ev gav be xurtikirin.
Bele daxwaza bi awaye ku bila Kurdi wek derseke ku dikare be bijartin were xwendin kem e . Bijartin di navbera zimane de u zirnaneki din de çenabe. Tu milek zirnaneki din naxe şuna zimane dayika xwe .
Bijartin ji bo zimane dudu u sisiyan çedibe. Di ve Kurd ji dibistana sereta yi bigire heta qedandina universiteye bikaribin bi zimane xwe bixwinin u daxwaz di ve çarçove de be kir in . Di' sa ji em bi dil u can bi wan xorten Kurdan re ne ku ve doza piroz reve dibin. Dive ev daxwaz be firehkirin u li seransere welat belav bibe.
Belavkirina Gulistane
Eme Kovara Gulistane li welat u li derveyi welat bi destan belav bikin. Beguman heta ku ji dest be , eme le bixebitin ku Gulistan di dema xwe de derkeve u bi rek u pek belav bibe. Ji bo ve yeke hewcedariya me bi kesen belavkar heye. Wi pereye ku diviya
em bidin şirketen belavkirine, eme bidin belavkaren kovare bi vi awayi ji hin miroven xwe re imkana kareki biçûk ji peşkiş bikin . Loma, li kudere dibe bila bibe, kese ku dixwaze Gulistane bifiroşe , bila serî li me bide.
Bi armanca şadkirina ruhê bav u kalan, bi hêviya geşkirina ziman, bi mebesta ku zimane me ji rumeta xwe ya rastin bibine , em hemu bi hev re li Gulistane xwedi derkevin, bikirin, bixwinin u bidin xwendin. Ez nestinim, tu nexwini, ew le xwedi dernekeve, emê çawa vi zimani bidin jiyandin?
Tu car ji bir nekin , hebuna me bi hebuna vi zimani ye. Ya ku bunda dibe, ya ku jibir dibe , ya ku ji ruye erde radibe , ne tene ev zirnan e, ez û we ne! We hay je heye!
Bi heviya di bejmara bê de hevditine , di xweşiye de biminin.
Berpirsiyare Gulistanê
***
HÊVÎ
Evîna zimên evîna welêt e
Her gel xwediyê mafê (heqê) jînê û azadbûnê ye. Lê hin ji wan, ji vî mafê bingehî hatine bêpar hiştin û bindest dijîn. Bindestiya xelkekî, pirîcar, ji kêmasiya yekîtiya wî, ji paşdemayîna wî ya çandî û zanistî û ji qelsahiya wî ya leşkerî tê. Pirr gelên îro azad û serbixwe di demeke dîroka xwe de, ji ber sedemên wisa, bindestî û işxala hêzên biyanî dîtine. Bindestî, işxal û qelsahî ji bo xelkekî mûsîbeteke mezin e. Lê mûsîbeta hê mestir ew e ku endamên xelkekî U hemberî zimanê xwe, çanda xwe, wêbêya xwe laqeyd, bêxem û dilsar bimînin. Gelê ku li çanda xwe xweyî dernakeve mîna dara ku qirn û rîşeyên wê hew tên avdan, ji hev dikeve, dirize, winda dibe. Parastin û pêşvebirina çanda xelkê pareke serekeya şerê welatparêziyê ye.
Ziman dilê jîndarê çandê ye, hîmê zanava (huwiyeta) neteweyî ye. Di nav sedsalan de, di nav jiyanê de, bi xebat, tevbûnî û tevkariya bi milyonan kesan çêbûye, dewlemendiya hiş, hest û nêrînên mirovên xelkê nîşan dide.
Ziman şahidê şehrezayî û bajarvaniya gelekî, neynika giyan û bîra wî ye. Sermayê wî yê dîrokî ye. Ji xelkekî hiz kirin, bi hizkirina zimanê wî dest pê dike. Evîna zimên, di cihkî de, evîna gel e, evîna welêt e.
Em hemû dizanin ku îro zimanê kurdî di talûkê de ye. Zimanên resmî (tirkî, erebî, farisî), bi riya xwendegeh, qişle, radyo û televîzyonan îndî ketine bajarok û gundên welatê me. Koça gundiyên kurd ber bi bajarên mezin, ên ku navendên (merkezên) çandên serdest in, siyaseta bêgidîya dewletên ku dest danîne ser welatê me û dixwazin bi hemû awayan rêç û şopa kurdîtiyê, çanda kurdî ji riyê erdê rakin, veguhêriniyên ciyakî, dikin ku roj bi roj peyivandina kurdî di nav neslên nû de paş ve diçe. Iro em ketine rewşeke wilo ku pirîcar hêzên welatparêzên kurd, têkoşerên kurd, di civînên xwe de, di nav hev de, bi tirkî dipeyivin, bi tirkî dinivîsin. Welatparêzên ku bi salan ji bo doza kurdî di zîndanan de mane, zimanê xwe hînî zaroyên xwe nekirine,
zimanê ku ji bav û kalên xwe fêr bûne, negihandine neslên nû. Hin welatiyên me yên din bi salan li derveyî welêt mane, çend zimanên awrûpayî hîn bûne, lê serê xwe ne êşandine, di nav serbestî û azadiya Awrûpayê de jî zimanê xwe yê dê hîn nebûne.
Ev meşa han, ku pêşî lê neyê girtin, dikare di nav 40 - 50 salan de me têxe rewşeke trajîktir : neteweyek ne tenê bê dewlet, bindest û bêxweyî lê wisa jî bê zar û ziman, mehkûmê ji rûpelên dîrokê windabûnê. Wezîfa dîrokî û acîla hemû ronakbîrên kurd e ku li zimanê gelê xwe xweyî derkevin, wî biparêzin û pêş ve bibin. Lê xweyî derketin : divê ku ronakbîrên kurd, di peywendî û danûstanên xwe yên devkî an nivîskî de zimanê kurdî bikar bînin, rûmet bidin kurdîyê, bawerî bidin karker û gundiyên perçiqandiyên Kurdistanê. Bila bi kurdî peyivîn îndî mîna nîşana «gundîtiyê» an «paşdemayînê», wekî tiştekî şermezarî, xuya neke ; bi tirkî an erebî axaftin jî ne be îşareta «medenîyetê». Divê ku em bawerî bidin keç û xortên şoreşgerên kurd, bi wan bidin fehm kirin ku «enternasyonalîzm» bi zimanê neteweyê serdest peyivîn nîne ; dijane, li rûmet û çanda gelê bindest xweyî derketin e, wan ji gefa windabûnê rizgar kirin e. Divê ku ronakbîrên kurd dewlemendiyên zimanê kurdî, delalî û şîrînî, ronakî û zelaliya wî diyar bikin, biparêzin, pergalekê têxin nav rêziman û rastnivîsîna kurdî.
Heçî pêşvebirina zimên, ew pêwistiyeke jiyanî ye : zimanê ku xwe nû nake, ku nikare bersiva nûyîtiyên jiyanê, yên ramanê, yên zanistî û teknîkê bide ji rûmetê dikeve û dibe pêbilîya folklorvan û heweskarên tiştên kevnare.
Riya pêşveçûna zimanê me di nêzandina zarava û devokan de derbas dibe. Di milê din de, me divê kurdî ji zanîn û pêkahiyên sedsala XXa re vekin, wî dewlementir bikin, zimanê gelerî berebere bibe zimanekî edebî û zanistîyî fireh, zengîn, bedew, ahengdar û zelal.
Kovara «HÊVî» ji bo vî şerê çandî derdikeve. Rûpelên wê ji bend û nivîsarên li ser pirsên zimanê kurdî, ên dîrok û civaknasî, ên pîşe û zanistî re, ji çîrok û helbestan re, ji lêgerînên folklorî û ji wergerandinên nivîskarên biyanî re vekirî ne. Hemû welatiyên me, yên ku di van waran de tiştekî wan ê gotinê heye, dikarin tê de, bi kurmancî, bi dumilî an bi kurmanciya xwarê binivîsin. Bêgûman berpirsiyarê her bendekê xwediyê wê ye û di rûpelên «Hêvî» de propaganda an şerê hêzeke siyasî kirin mimkin nîne.
Di dîroka gelê kurd de, «Hêvî» yekemîn kovar e ku bi sê zaravayên serekeyên zimanê kurdî derdikeve û dixwaze riya yekîtiya wan veke. Tê de xweydan, ked û xebata endam û hevkarên Enstîtuyê, yên nivîskarên kurdên ji hemû parçeyên Kurdistanê heye. Ew di van demên dijwarî û bindestiyê de pêtiyeke piçûka hêviya azadiya gelê me ye û roniya xwe ji agirê ku berî sê sed salan zane û kurdperwerê nemir Ehmedê Xanî vêxisti bû, ji tîrêjên «Kurdistan», «Rojî Kurd», «Hetawî Kurd», «Gelawêj» û «Hawar» ê distîne.
Geşandin û gurkirina vê pêtiya welatparêziyê barê hemû ronakbîr, hemû azadixwazên kurd e.
Kendal Nezan
Serokê Enstîtuya Kurd
***
MÎRKUT
1985
kesan û pir tiştan xin.
2-Emê tilîya xwe di her
qulik(kun)î re kin.
Ji ber wê yekê divê hûn
carna li qusûr û kêmanîyên
me nenêrin, bibexşînin. . . !
De bi xatirê we,
Bimînin di xweşîyê de!
MÎRKUT
***
ROJA NÛ
1983
DESTPEK
Paşi demeke direj, iro ROJA NU wek kovareke hunermendi, gandi u edebi dighije deste xwendevanen xwe. Hemu rupelên kovare, vir şunda we bi kurdi gap bxbe. Kovara Roja Nu, ji bo peştabirina hunermendi, çand u edebiyata kurdi we bi xwendevanen xwe va tevayi kar bike. Ev yeka pirensipeki bingehine.
Çanda gel Kurd bi gaveki demokratik, peşeveru u bi naverokeke netewi (milli) va, wê di kovare da biweşe. Roja Nu, ji aliki da we dij zordestiyen li ser çanda kurdi raweste u ji aliye din da, ji bo peştabirina çand, hunermendi u_ edebiyata kurdi, gi ji deste we be, we bine cih.Ev men zila me daye peşiya xwe, em bawer dikin ku, bi piştevaniya xwendevan va dikare bigheje serfiraziye. Bo ve yeke deri u rupelen kovare, hemu xwendevanan ra vekiriye, ev kovara, kovara wane u peviste we biparezin, bidin naskirin, bifroşim u bi dil bibim nucegihane (muhabir) we. Ev dan u standinen navbera kovare u xwendavanan da, we tehr u naveroka kovare hejatir bike. Ev yekaye^em bawer dikin ku, di zutireke, di ware çanda kurdi da we valahike tiji bike . iro li Kurdistane u li derwayi welat nezkaya 20 milyon kurd dijîn.Gele kurd bi salan, di nav nezani, belengazi u tariyê da maye. Hezen kolonyalist hertim gele me piçuk ditiye, rumeta gel nimz kiriye, xwestiye vi gelibike xulam u bo ve yeke bi gavekidileşva gele niheriye. Hezen kolonyalist disa hertim nave. gelê me, welate me, hebuna wi, ziman, çand u folklora gel qedexe kiriye u xwestiye biheline, ji orte rake. Le, dijmin zuzi negiştiye armanca xwe, carina di nive re da maye. Ji ber ku jiyin bi
xwe dikele, diherike, diguhire, carina mercên der-hundur dighijne hev M yeren nil niskava peyda dibin u planen dijmm dikevine ave. Iro hm kes hene dibejin beta welate me azad u rizgar nebe, di nav ve rewşa kolonyalist da mirov nikare çanda xwe peşta bibe, bo ve ji ev kesana karen li ser ganda netewi piguk dibinm u bi destgiredayi benda rojenazadiyi disekinim.Ev baweriyen nihilist, tuj u xelet,tene kêri dijmin ten. Iro U dinyaye karê n informasyon , kontakten gihiştiye dereceke mezin. Di demeke vi tehri da, jiyin bi xwe van baweriyên çewt, …… dike. Bi kurti.em dikarin bejin di tekoşina rizgariya netewi da karen hunermendi, çandi û edebi roleke mezin dilizin. Redaksiyona Roja Nu we van hemu hewcedaryan bide ber gaven xwe u wê kovareke baştir bighine deste xwendevanan.
Bi Silaven Germ
Redaksiyona Roja Nû
Têbinî: Me dest nedaye zimanê nivîsan