Nimêja Rê
Cesar VALLEJO
Ev êþa zilindirîn a kê ye, ez bi vê jî nizanim!
Hetavê, yê te tu dimirî, -wê bibin!
Û nola Mesîhekî xwînî,
jana min a mitirb hilîne û bi sînga wê veke!
Gelî zêrê zilindir e;
û rêwîtî xemnak û dirêj e.
Deng tê te? Gîtarek diderize.
Kerrlalî!
Ev nijada te ye! Rebena pîrejina hûrik
dizane ku malxwê tu yî, dizane ku te girr jê girt
û veqelaþt rûyê wê bi kelemê leylaqê.
Gelî zêrê zilindir e;
û ev min diwezinîne... min diwezinîne...
Rê vediguhere þîn; çem dike zûrîn...
Þil û pil, cemidî, û dilkevirîn, dikeve
eniya bêteþe. Dikeve qevda þikestî
ya þûrê qirr û birrê!
Û li geliyê mûmyakirî yê zêrê pîroz,
hêsir li bizotên xwêdana qetranî têne xwarê!
Seba katikên mermer mîratxurên pîroz
ên strana olî ya zêrîn
di dilê min de dirizin,
û bêhna zemanekî jê dimîne ku ji helbestan dol xwariye.
ji fransî: yeqîn h.
***
*CESAR VALLEJO, ango bi navê xwe yê din César Abraham Vallejo Mendoza, nivîskar û helbestkarekî karîger ê Perûyî ye. 16 adara 1892’yan li li bakurê Perûyê, li bajarê Santiago de Chucoyê, li gundekî biçûk ê çiyayên Andê çêbûye. Ji malbateke ku bi‘esil binecih-îspanyol e. Di salên ciwaniyê de pêwendî ligel helbestê daniye.
Dad û wêje xwendiye, çend caran dev ji xwendinê berdaye û dîsa lê vegeriyaye. Di 1915’an de di beþa wêjeya îspanyolî de lisansa bilind xwendiye. Di 1921’ê de li Trujilloyê, wexteke kurt di girtîgehê de maye. Di 1923’yan de koçî Parîsê kiriye û heta bi mirina xwe li Parîsê niþtecih maye. Karê rojnamegeriyê jî têde gelek kiriye. Têbiniyên gerê, gotar û lîstikên þanoyê nivîsiye. Tev li þerê navxweyî yê Îspanyayê bûye û pêwendiyeke wî ya dostane bi F.Garcia Lorca, Rafael Albertî û gelek helbestkarên din re çêbûye.
César Vallejo, yek ji helbestkarên mezin yên ziman-îspanyol tê binavkirin. Wekî helbestkarê herî navdar ê Perûyê tê zanîn û her wiha yek ji nûjenparêzê welatên Amerîkaya Latîn ê sedsala 20’an e.
Temayên helbestên wî bêtir mijarên civakî yên wekî bindestî, newekhevî, mirin, êþ, kêm be jî evîn û helbet Parîsa ku lê miriye ye!
Bêtir bi îspanyolî û kêmtir be jî bi fransî nivîsiye.
César Vallejo, 15’ê Nîsana 1938’an, rojeke înê (ne pencþemê!) ya bi þilî li Parîsa Fransayê miriye û navê wî piþtî mirina wî deng daye!
Hin berhemên wî:
- Los Heraldos Negros/Peyamnêrên Resiyê: 1919, Helbest
- Trilce: 1922, Helbest
- Tungsten: 1931, Roman
- Poèmes Humains/Helbestên Însên: 1939(P.M.), Helbest
- Poésie Complète/Hemû Berhem: 1965 (P.M.), Helbest
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me yeqîn h. ji du hefteyan carek helbestek, an pexþanek Cesar Vallejo werdigerîne û di quncikê xwe de pêþkêþî we bike.