Razemeniya bo miriyan!
Li dinê wisa dibe, ya wezereta çandê mafê çapkirinê yê berhemên wêje û ziman ên neteweya xwe ku bûne klasîk digre ser xwe û dem bi dem li gorî pêdiviyê wan berheman çap dike, belav dike; heta bi piranî bê pere belav dike; carinan jî wekî projeyeke perwerdeyê yan a çandî-wêjeyî wan klasîkan derdixe bazarê.
Geh jî li ser navê kesayetiyekî/ê wêjekar komeleyeke hatî sazkirin bi karê çapkirin û belavkirinê re radibe berhemên heman kesî/ê dem bi dem çap dike, pê re jî li ser navê wî/ê çalakiyên wêjeyî lidar dixe û hwd.
Yanê li welat û civakên xwedan sazûmenî berhemên zimanên wan ên êdî klasîk in wezaretek xwedî lê derdikeve, bo kesên mirî yên navdar ku berhemên wan (wekî dem) nebûne klasîk jî li ser navê wan komeleyek ava kirine û hem berhemên wan çap û belav dikin, hem tiþtên taybet ên nivîskar li komeleya li ser navê wî/ê nîþan didin û hem jî çalakiyên wêjeyî bi rê ve dibin.
Ê me, ji ber em bê wezaret in (Baþûr ne tê de) ew karê hêja weþanxane xwe didin ber; geh ev weþanxane, geh yeka din dem bi dem klasîkên nivîskarekî/e me yê serdema klasîk diweþînin; helbet xizmetekî baþ û pêwîst dikin. Heta klasîkên nivîskarekî/e ku weþanxaneyeke demekê çap kirine piþtî demekê weþanxaneyeke din jî çap dike; yanê li bazarê, li ser dezgehên pirtûkan pirtûkên me yên klasîk kêm nabin; tiþtekî baþ e…
Ango bo çapkirina pirtûkên wan tu problemên Cizîrî, Feqî, Baba Tahirê Uryan, Cegerxwîn, Osman Sebrî tune ne (bextê wan ê çê ye, xema çapkirinê nakþînin, ne mîna nivîskarên vê serdemê ne!) Helbet bo nifþên nû jî xwe bigihînin berhemên wan, ji wêjeya me ya klasîk haydar bibin divê ew kar jixwe were kirin, ger komele û wezaretên me nebin jixwe weþanxane dê bi wî karî re rabin, radibin jî…
Lê belê tiþtek heye bala mirov dikþîne; çima berhemên klasîk bi hêsayî tên çapkirin balam çapkirina pirtûka wêjekarê nûjen ne ew qas hêsa ye!?..
Helbet jê bi hay im, ji ber sedemên siyasî, ji xwe re rehleke kevn, bi kok, klasîk diyar kirinê fetîþîzmeke wêjeya klasîk (algi’yek) wisa di nav xwendevanên kurdî-kurmancî de çêbû ye.
Gor wê wisa zanînê, gor wê eleqeyê berhem-pirtûkên wêjeya klasîk heta yên nifþê Hawarê bi hêsayî têne çapkirin. Çi ku firotina wan hêsa ye, kiryarên xwe amade ne. Weþanxane di çapkirina wan de xisarê nabînin, xwendevanên wan tim hene…
Ew eleqe, xwe dana bin bêr; paþeroj bi pêþerojê ve gihandina hev xweþ e, baþ e, lê û belê, ji wê eleqeyê ji wê xwe dana bin bêr çiqas bo wêjeya nûjen, wêjekarên îroyîn tê dayîn?
Çi ku, Baba Tahir helbestek çawa nivîsandibe nivsandiye, Feqî jî wisa, Cizîrî jî wisa, O Sebrî jî wisa, Cegerxwîn û Koyî jî wisa, em çi jî bikin ew êdî ji tirbê ranabin, nayên metneke vê serdemê avangart ji me re nanivîsin…
Yanê wan gotina xwe gotiye, gotina wan bo zemanê wan bû û wan ala wêjeya kurdî dane destê yên piþtî xwe-nifþên nû…
Jê pê ve çi li wêjeya me were zêdekirin ne ew ên ne di bin axê de, yên hê xweþ in, ên derî bi derî dosyeya xwe digerînin, bi deman li benda bersiveke dimînin, ka wê dosyeya wî/ê were çapkirin an na, wê li wêjeya me tiþtên nû zêde bikin!..
Nexwe çima ew jî qasî yên mirî eleqeyê nebînin? Çima vebûna deriyekî çapê bo wan ew qas ne hêsa ye? Çima bo wan ew qonaxa pirtûk çapkirinê dibe zikêþkeke xeder, dibe êþa penceþerê?..
Ne ku tiþtek naye kirin, naye înkarkirin, helbet pirtûkên nifþê nû jî çap dibin, balam heta çap dibin!!!
Helbet weþangerî heman demê de karekî bazirganiyê ye. Bo weþanger sedemên aborî, fînansekirinê, þertên bazarê girîng in; mixabin ew mîrata dirav nebe nabe û þertên bazara wêjeya kurdî jî li berçavan in…
Gelo hemû mesele ev e? Lê aliyê wêjeyî, lê bi pênûsên nû þewqdayîna asoyên dîtir, ango ev dem û pêþeroja wêjeyê?!..
Bo wê, bo bazara yên nû mezin be qet nebe qasî ya miriyan tê kirin danasînek û piçekî jî razemenî!..
Divê ev gotegota hanê bo me nayê gotin; ‘kurd mirîperest in, ji xweþan bêhtir ji miriyan hez dikin’!...