• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Qunciknivîskar
  • Helîm YÛSIV
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

halimyusiv@hotmail.com

  HalimYoussef20

  helim.yusiv

Piþtî 25 salan dîsa 'Jinên Qatên Bilind'

Dîrok : 08 10 2020

Sal 1994 bû. Sê sal di ser derketina yekemîn pirtûka mina çîrokan “Mêrê Avis” re, bi zimanê erebî, derbas bûbûn. Hetanî mirov pirtûkek çap bikira divabû mirov erêkirinê an destûrê ji du aliyan werbigre. Yek jê Wezareta Ragihandinê û ya din Yekîtiya Nivîskarên Ereb bû. 

Ji bo wê min 15 çîrokên “Mêrê Avis” dan wan, destûrwergirtin ji bo 14 çîrokan ji min re hat. Ew pirtûka yekem û ya dawî bû ku erêkirina çapkirina wê li Sûriyê didin min. Daxwaznameya min a çapkirina destnivîsa mina nû “Jinên Qatên Bilind“ hat redkirin. Ev jî tê wê wateyê ku tu weþanxane an çapxane li Sûriyê nikarin vê destnivîsê çap bikin. Her wiha çapkirina wê, wê bibe sedem ku deriyê weþanxaneyê an çapxaneyê bi mohra sor bê girtin û xwediyê wê bê cezakirin. Ji ber vê divabû ez çareyeke din bibînim.

Ez wê gavê xwendekarê fakulta mafnasiyê, hiqûqê bûm li Zanîngeha Helebê. Dostekî min Husên Biro ji Partiya Komonîst bû, ji ber ku hevalbendê partiya Baas bûn di eniya niþtimanî de ya ku Xwedêgiravî Sûriyê bi rê ve dibe, destûr wergirtibû ku nivîsgeheke komputerê li zanîngehê veke. Min mîzanpaj û amadekirina destnivîsê li wir da çêkirin û gava duyem ew bû ku destnivîs yan li derveyî Sûriyê, yan jî li hundirê Sûriyê bi dizî bê çapkirin. Hewildanên min ên çapkirina destnivîsê li Libnanê hemû têkçûn û tenê rê ya çapkirina bi dizî li pêþiya min mabû. Ev rê jî ji du aliyan ve gelekî zor bû. Yek jê pereyên pir jê re diviyabûn, da ku çapxane xwe bide ber çapkirina bi dizî. Ji bo vê xwediyê çapxaneyekê li Þamê ji min re got:

- Em nîvê pereyên ji nivîskaran distînin didin hin kesayetên muxaberatan yên me ji girtinê diparêzin û nîvê din ji me re dimîne.

Aliyê din ê dijwar ew bû, ku xwediyê pirtûka qedexe tê hesibandin, dibe nêçîreke rehet ji bo muxaberatan û ji bo girtineke bê dadgeh û demdirêj.  

Pereyên min ji bavê xwe sitendibûn têra çapkirina bi dizî nekirin, ji ber vê ez neçar mam hin pereyan ji birayekî xwe jî bistînim, da ku karibim destnivîsê bidim çapkirin. Bi vî awayî bi pereyên ku têra sê pirtûkan dikirin, pirtûka “Jinên Qatên Bilind“ sala 1995’an derket. Li ser bergê wê ku tabloyeke Salvador Dalî li ser bû, Beyrût – Libnan hatibû nivîsandin, lê ew bi xwe bi dizî li Þamê hat çapkirin û wisa bi destan hezar dane hat belavkirin. Yekem qurbaniyê çapkirina qedexe, berî min, nivîsgeha Husên Biro bû. Nivîsgeh girtin. Ji wan re gotibû; wî nizanîbû ew pirtûk wê qedexe be û haya wî yekcar ji çapkirina wê tunebû û wî bi pereyan ew kar kiriye. Lê axaftinên wî nikarîbûn rê li ber girtina deriyê nivîsgeha wî bigrin. Bi belavbûna pirtûkê re lêpirsîna muxaberatan bi min re jî dest pê kir. Bi vî awayî dîsa bûm “mêvanekî heftane” li cem beþê muxaberatên leþkerî li taxa Siryan li Helebê.

Li þûna sûcekî, çapkirina pirtûkeke qedexe, serbazê lêpirsîn dikir, gelek sûcên min ji min re rêzkirin:

- Tu sûkayetî û sivikayiyê li jinên berpirsiyarê dewleta me dikî. Mebesta te ji “Jinên Qatên Bilind“ ev e.

- Çapkirin û belavkirina pirtûkekê bê destûrwergirtin.

- Têkilî bi rêxistinên siyasî yên qedexe re li hundir û derveyî welêt. 

- Nivîsandina bi gelek navên sexte û belavkirina di weþanên qedexe de.

- Dijminayiya bi fikir û ramanên serok re.

- ….

Cara yekem gava min li sûcên xwe yên rêzkirî guhdarî kir, min wisa guman kir ku êdî ezê hemû temenê xwe yê mayî di hebsa bin wê avahiya lêpirsîn têde bi min re dibû, derbas bikim. Lê wisa nebû, kurtkurmancî 25 sal di ser vê çîrokê re derbas bûn, piþtî du çapên kurdî ji pirtûkê, yek ji Avesta û yek ji Peywend, niha nû çapa duyem bi zimanê erebî ji wê pirtûka ku bi salan jiyana min tevlihev kiribû, ji nav Weþanên AVA’yê derdikeve.

25 sal, mîna tu 25 caran çavên xwe bigre û vekî, wisa zû û bilez û bez derbas bûn.
***

Weþanên Ava li rojavayê Kurdistanê weþanê dike û niha wan erebiya "Jinên Qatên Bilind" çap kiriye.

 Bi rêzê bergên Jinên Qatên Bilind...

Helîm YÛSIV

Hemû Nivîsên Helîm YÛSIV

Hûn dikarin li van jî binêrin

Li Euro 2016 xwîn rijiya, qala miriyan tê kirin!

Li Euro 2016 xwîn rijiya, qala miriyan...

11 06 2016

Ji bo wergera nameyên bi kurdî ji girtiyan pere tê xwestin

Ji bo wergera nameyên bi kurdî ji...

20 11 2020

'Medea' çîroka 'Eþq' û 'tolhildanê' li festîvalê ye

'Medea' çîroka 'Eþq' û 'tolhildanê' li...

09 11 2021

Dema Pêþbaziya Arjen Arî hat dirêjkirin

Dema Pêþbaziya Arjen Arî hat dirêjkirin

01 03 2022

Hasan Dogan ji qeyrana dil mir

Hasan Dogan ji qeyrana dil mir

05 07 2008

Nûçeyên nû

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

Osetya qeybî Rusya referandûm go virazo

16 05 2022

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

Þaredarê AKP'yî konsera hunermend Aynur Dogan betal kir

15 05 2022

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

Soranî jî di nav de Googleê 24 ziman/zarava li wergerê zêde kirin

15 05 2022

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

Serketiyê Pêþbaziya Arjen Arî diyar bû

15 05 2022

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir

15 05 2022

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname