Nirxandinên bi pîskolojiya bindestiyê!
Berî vê sî-çil salî dema yek ji gundên me biçûya aliyê tirkan bixwenda yan piþtî xwendinê li wan deran bibûya memûrek dema havînan di betlaneyan de vedigeriya gundê xwe tiþtên nû bi xwe re dianî; dema dibêm tiþtên nû þaþ fam nekin, ne ku diyarî dianî an pêwîstiyeke gundiyan dianî; xêr bi hizrên nû dihat!!!
Helbet hizrên ku gundiyan digot erê rast e “ev ê me xwendiye, zana ye, dinya dî ye”! Helbet zimanê wan nedigerî, belkî hiþê wan tênedigihîþt nedigotin: ‘nok çû bajêr bû lewlewî; lê ji yên taya xwe re digotin: ‘nok çû bajêr bû lewlewî’ tinazên xwe pê dikirin balam ji memûrekî re nedikarîn vê bêjin.
Hizrên ê me yê xwendî ango yê memûrê me çi bûn? Naxêr we nizanî! Ne tiþtekî kêrî gundiyan bihate bû! Rexne bûn, neecibandin bûn, kêm û biçûk dîtin bû…
Xanima wî yeka tirk gundiyan ew li ser serê xwe digirt, zaro biraziyên me bûn lê me nedikarî pê re bilîzin çi ku bi zimanê apanên xwe nedizanîn! Memûrê me bi tirkiyeke bêqisûr diaxivî devê me tevan vekirî dima; digo dema hûn çûn ewkê ewka xwe biþon, digo jinên me nikarin çend xwarinan bi hev re çêkin, heye tune sewar (dan) û tirþik e, wê jî xweþ çênakin.
Gor wî gundî dinê nedî bûn (ji gundiyan qest kurd bûn) ji þaristaniyê bêhay bûn, çanda wan pêþneketî paþdemayî bû, zimanê wan xeynî çêran kêrî tiþtekî nedihat, jiyana wan li nav zeviyê û li pey du kulekan (du bizinan) derbas dibû, tiþtek nedixwendin; bi hezkirin û evînê nizanibûn, nedikarîn civatekê de guh bidin hev an bi seriyekî nerm li ser pirsgirekên xwe bigengeþin û hwd...
Ev gotin bi kesî ecêb nedihatin, çi ku mamosteyê gund jî heman tiþt digotin jendirmeyên dihatin gund serbazê wan jî heman tiþt ji keyayê gund re digot, gundiyên me jî ji ‘ne-medenî’ û ji hovmayîna xwe bawer bûbûn…
Lê paþê dema me xwe piçekî nas kir, bi xwe hesiyan em tê gihîþtin, ku yê me jî bi aqil, bi nêrîn û bi hiþmendiya serbazê jendirmeyan û bi yê mamoste, yanê bi çavê serdest-dagirkeran li me dinêriye…
Em gundî bûn, paþ de mayî bûn; çanda me, zimanê me edet û toreyên me bi qasî seriyek pîvazê jî qîmeta xwe tune bû…
Paþê paþê me digo, hele ya ew ên din; a mamoste û serbaz tê famkirin lê noka me yî çûyî bajêr bûyî lewlewî, a wî çi bû?..
A wî jî ev bû; wî bi çavê serdest, bi hiþê serdest, bi çand û zimanê serdest êdî li dê û bavê xwe, li xwiþk û birayên xwe û li gundiyên xwe dinêrî; di ber wan de fedî dikir, ew biçûk, kêm didîtin, li hemberî wan êdî bi komplesk bû; yanê bi pîskolojiya bindestiyê tevdigeriya!..
Ew wisa hatibû perwerdekirin; ji wî re hatibû gotin “ger dixwazî mîna me spî-gewr bî tiþtê Maykil Jackson kirî bike, rûyê xwe pûdra ke”!..
Nizam rast dibînim an þaþ, îro jî dema li hin nirxandinên me yên derbarê huner, bi taybetî di derbarê wêjeyê de dibînim, dixwînim di wan nirxandinan de wê pîskolojiya xwende-memûre me dibînim?!..
Bi min wisa tê, dibêm qey pîskolojiya di nirxandinên huner-wêjeya me ya em dikin de bi eynî pîskolojiya wî memûrê me; qerekterekî bi zimanê wan xwendî-perwerde bûyî, hiþekî bi zanînên ji wê perwerdeyê terbiyekirî dihizire; yanê eynî pîvanên Merivê Gewr ên þaristaniyê-medenûbûnê ku bo yên reþikan pêþkêþ dike!!!
Encama di wan nirxandinan de derdikeve ev e; li gorî ya Dostoveskî, Lîrke, Rîmbaud, Nazim, E Erif, C Sureya, O Pamuk, A Toptaþ, Freud û hwd. romana me hê ne roman e, helbesta me hê ne helbest e, çîroka me hê ne çîrok e, cerebeya me hê ne cerebe ye!!!
‘Jixwe em jî hê ne tam mirov in, ne tam netew in!’
Ku bi eþkereyî em vê nabêjin jî, wisa nakin jî lê mejûyê me bi wê formatê diþixule, dinirxîne.
Dizanim, tevî ku hin pîvanên wêjeyî-hunerî yên gerdûnî li her dera cîhanê, bo hemû wêjeyan derbasdar in jî (wek teorî) lê xelk bo asta wêjeya xwe diyar bike, dema dinirxîne naçe berhemeke ji zimanekî din nîn e pê ya xwe nanirxîne, (yanê îngîlîzek gor ya çîniyan, fransizek gor a latînan asta wêjeya xwe diyar nake) Belkî îstîsna hebin lê berevajî piranî tînin romaneke wêjeya xwe bi yeka wêjeya xwe ya din ve hevrû dikin, helbesta helbestkarekî xwe bi ya helbestkarekî xwe yê din re dinirxînin, çîrokê jî wisa, cerebeyê jî her wisa…
Lê ya me? Na! tevî ku kêm bin jî ya parçeyan jî ya zaravayan jî gihîþtiye hev, haya me ji ya rojhilat, baþûr û binxetê çêbûye, yanê pirtûkxaneyek çêbûye, lê na, divê îlma bo em bizanibin ka romana me roman e, helbesta me helbet e, çîrok çîrok e em tînin bi yên xelkê re bi yên wêjeya zimenên din re, ku me ew jî bi tirkî xwendine, ne ku em bi orjînala wan dizanin! Em tînin bi vî hawî morhekê li binê ya xwe dixin; bûye yan nebûye-ku piranî nebûye(!)
Tevî ku ji sedî heftê-heþtê mijarên metnên me bi honekên cuda bin jî lê yek in, an jî pir nêzî hev in; çi ku piranî li derdora heman çîrokê-pirsgirekê diçin tên- yanê malzeme jî hazir e, ê?..
Ê çima em romana romanûsekî xwe bi ya romanûsekî xwe yê din re hevrû nakin, ya bakur bi ya rojhilat re, ya binxetê bi ya baþûr re nadin ber hev; serborî û xweseriya ya xwe di nav þertên rêwîtiya wê de dernaxin holê, lê bi ya xelkê re didin berhev?!
An jî ji alî poetîkayê ve cudahiya helbestkarekî xwe ji ya helbestkarên xwe yên din re nanirxînin, heta ji alî hizrî, derûnî, hunera helbestê û poetîkayê ve (ne ku em kêmayiya yê xwe derxin holê bo cudahiya yê me derkeve holê) em bi yekî biyanî re jî danberhevekê nakin!?
Û bo çîrok jî û bo lewnên din jî û hwd...
Erê wêje li her derê wêje ye, kêm zêde pîvanên wê li her derê yek in, lê wêjeya her neteweyê yan jî ya her zimanî xwedî taybetiyên xweser e, ew bi wan taybetiyên xwe geþe dide û tiþtê wê wêjeyê ji yên din vediqetîne jî ew ciyawazî ye; çima em li ser vê ciyawaziyê serê xwe naêþînin lê wekî wêjeya kurdî wêjeya fransizan û hwd. be, gorî wan a xwe dinirxînin???
Encama min ji vê rêbaz û hewlê fam kirî ev e; yan bo vê hêz û zanîna me pê nake (haya me ji faktorên zimanî, sosyolojîk, derûnî, demî, erdnîgarî û poetîka helbestkar-nivîskarên me tune, loma em nikarin a xwe gorî þert û ‘serborî, resenî û xweseriya wê ve’ binirxînin) an em wê rêbazê, danberheva bi teorî û metna xelkê bo ya xwe biçûk bixin pêk tînin???
Baþ e, bi teorî, hizir û rexneya ji hinan hatî girtin heta derekê asayî ye, ji teoriyên giþtî mînak dayîn jî pêwîstiyek e, dewlemendiyek e, lê belê, ka gotin û rexneya aîdî me; me fam kir filan rexnegir û teorîsen tiþtekî dibêje bêvanê din tiþtekî din dibêje, lê em çi dibêjin, gotin û rexneya aîdî hiþê me çi ye???
Belkî jî, em ji yên xwe û ji ya xwe nebawer in, an jî pîskolojiya me, kompleksa me hê ya wî xwende-memûrê me ye; em hê bi wî ‘çavê kêm dibîne’ li xwe dinêrin?!