Li cihê ew cewherê bi nirx; estetîk lê tuneyî hovîtî lê desthilat e, bi hêz e!
Li ser rûyê vê dinê kesên wiha, komên wiha, civakên wiha, neteweyên wiha hene, pir in… kîjanê bêm kîjanê nebêm, herim dûr werim nêz, berê eynika xwe didim xwe, didim derdora xwe, û bidim û didim …!
Berê digotin yek e; çendîn kiribin çar, bo demek kin ku nîvek jî lê zêde kiribin, çar û nîv (a sor) lê ew her yek e, ne dibe çar, ne jî nîv; bo kesî bi wêya yek û heqîqî eciz nekim, bo bibînim wê cewhera estetîkê dibêm belkî û berê eynikê didim Kurdistanên wan; dibêm hema li kîjanê bibînim ez ê îltîcayî wê bikim; çi ku dibîne her kesî her derdorê ya xwe ava kiriye; bijî bijîîî!
A siyasiyan û sîmsaran…
A mitehît û bazirganan…
A twitter, Instagram û facebookê…
A tolaz, beredayî û çeqelan…
A ji dewsa zemên bikujin xwe dikujin…
A fêlbaz, fesad û trolan…
A rovî û fisekan; ên wekî ji jinan bêhtir heqê jinan diparêzin dixuyîn; dafikistana we ya bo karxezalan jî pîroz e ‘Sazan’o!..
A statukoparêzan; ew ên dibêjin şaş an rast me statuya xwe daye pejirandin, bi me xweş e, ji kerema xwe re rehetiya me xira mekin!..
Û ya bi tirkî; ya hin nivîskarên kurd ên ‘du gav bi tirkî gavek bi kurdî’(!) û ya hunermendên bi kurdî hunerê dikin lê bi tirkî dijîn!..
A kurdên Ewropayê (ew jî bi tirkî…)
A demokrasiyê û sloganan, ku bi tirkiyeke bêqisûr ji zarokên kurd re ava dikin…
A kesên ne bi bedenî, lê bi qerekterî nexweş…
Û ya yên aliyê kurdbûnê yê madûriyetê ji xwe re kirine sermaye!!!
Helbet maf e, ku tiştek bêxwedî mabe ‘bi navê wê’ jê nan xwarin, pê li xwe xweş anîn…!
Û ya Çinarê min; ê ku di rabûn û rûniştinê de, di hizir, gotin û kirinê de nîşana estetîkê; Kurdistaneke Xelîl Brahîmê Mistê jî heye; yê piştî 20 sal li zindanê 20 sal jî li derve 40 sal, emrek di ber ya xwe de dayî ku dîsa jî nikare pê nanekê bixwe; vêga bi emrê ji ser şêstî ketî li ber vê germa havînê li çemê Bircikê di dest de hors bi şikandina keviran dixwaze gepek nan bi dest bixe, bêminet bijî…
Erê gotine ‘vî zemanî her kes hosteyê dîwarê xwe ye’, lê ev jî gotine ‘hinan kir hin li ser rûniştin’!
Helbet xewek şîrîn e, em pê xweş razan e û naxwazim xewê li kesî biherimînim; helbet ên çem bi çem çûyîn ku em şiyar bûn, ku pir dereng be jî; xem nake, ji fetîheyekê re her dem wext heye…
Baş e. Yên a xwe avakirine pîroz be û bijî bijî… lê fam nakim hê di ser de ew çi halan û qarewara e!… Helbet konforeke xweş e, kî dev ji ya xwe berde!..
Di destpêka nivîsê de çar û nîv bûn vega hesab li cem we! Wey Maşallah..! Jixwe diyar e yek têra me nake, lê fam nakin! dibêjin îlam yekîtî ha yekîtî!..
Kî dibêje yekîtî bila kerem ke meydanê; heke karibe van bike yek ez ê wî destê camêr ramûsim…
Lê di nav Kurdistanên li jor de ya herî ecêb, a bi bişkokên klavyeyê ava kirine ye! Kurdên wê Kurdistanê giş aktrîstên rêzefîlmên pembik ên Brezîlyayê yên wextekê tînin bîra mirov!.. Bes kêmayiyek wê heye hebûna wê bi fîşekê ve girêdayî ye(!)
Bila be, çi ku derdê min estetîk e ne tiştekî din e; ku piçek lê hebe dibêm xweş e, baş e, lêêê!...
Lê helbet mesele meseleya wekî şexs a xwe heyîkirinê ye; wisa bi erzanî ger ew xweheyîkirina şexsî ne bi ser BIRÎNA me re bûya, xem nedikir, ne lazim bû’n!…
Çi ku ji derve ve, bi wî rengê hebûnên me yên hevpar giş wekî kurd’î dixuyîn, dibê bikevim hundir silavekê bidim haziran lê dibînî giş êdî yên tirk(î) ne; bê rih, (bê…!) bê estetîk…
Ji wan êdî tu tişt ne yê me ye, bo siberojê ji wan tu tişt ji me re namîne; xwezî jî nemîne..
Nizam berî rih kesayet tê yan rih berî kesayetê; bila bersiva vê zanayên wê pizîşk bidin lê dizanim rihekî bi kesayet kesayetiyek bi rih nîşan, delîl û bîrdariya estetîkê ye, ya etîkê ye jî, ya qerekter e jî….
Estetîk ger ji civakê ji neteweyê ji komê re hebe wekî libas li kes jî tê kirin, an ji kes re ew cewher hebe wekî koronayê li nava civakê jî neteweyê jî komê jî belav dibe; nexweşiyek bedew e, xweşik e, xwezî dibêm ji dewsa koronayê ew jî nexweşiyek bûya û vê gavê li nava me belav bibûya…
Hin xelknan sedsalekê beriya vê ew cehwer li xwe kiriye lê ême, ev dused sal e em hê li wir in! hê ev e halê me..!
Li cihê ew cewher tune ye; hovîtiye, bi xwe de rizîn e, gendelî ye, derewkarî ye, sextekarî ye…
Qasî azadiyê, qasî serxwebûnê heta di rewşa bindestiyê de jî pêwîstiya wê qasî ya azadiyê heye…
Estetîk, rihê kesayetiyê kesayetiya bi rih; hizreke estetîk, hesteke estetîk, sekneke estetîk, estetîk xwenîşandayîneke qerekterbûyînê ye; bedew e.
Heta seks e jî! kesayetiyên bê rih dema seksê de bes avika pişta wan vala dibe lê hevşabûna kesayetiyên bi estetîk ew pê re rihê xwe jî valayiyê hev dikin!
Estetîk îmaj e, wîzyon e; erê bo helbestê jî estetîk, bo roman û çîrokê jî; bo sînemayê jî, bo wêne, bo şano, bo muzîkê jî estetîk, yanê bo gişî hunerê; jixwe huner bi xwe estetîk e, lê bo edebê (helbet em behsa ya navranê nakin) em behsa ya şexsiyetê dikin, ma bo wê jî nedivê estetîk!…
Yanê kes, bo koman, bo civakê û bo neteweyê? Ma bo wan jî di danûstand û têkîliyan de bigire heta xwe derkirina hizrê, axaftinê, gotinê, rexneyê, pesndayînê, dostaniyê, kar û xebatê, hestan û evînê ma pêwîstî bi estetîkê nîn e gelo?
Ger ji wan piçek estetîk tune be, estetîk wê çawa di hunera wan de, di jiyana wan de, di têkîliyên wan de, di evînên wan de, di jidilbûna wan de, di sozên wan de hebe?
Bêestetîkî ew ê çawa bibin xweşikiyek, bedewiyek, kevalek, dansek, melodiyek, rihek!?
Wextekê govendên kurdan pêşandaneke estetîkê bûn, lê niha? muzîkjenên elektronîk û baxlameyê yên dawetan bi Şemama li orga xwe bar kirî ew govend bi me dan bîrkirin; vega ya Şevko xistine şûna wê, lê ew jî li pir deran bi strandin û estrumanên erebî, heyf!!!
Demekê bo berhevkirin û tomarkirinê min serî pê re êşandibû, li Semsûrê 36 cureyên govendan hebûn, lê niha? Yanê 36 cureyên estetîkiya me!
Niha kes pê nizane, piranî hatin jibîrkirin! Bi kalepîran re çûn binê axa sar…
Li berê eynika min bi tenê dimîne Kurdistanek! Berê eynikê didim Kurdistana xwe, yanê ya cegersotiyan, ya bi eşq û xema wê dil bi kul, giyan parçe parçe…
Kurdistanek min jî heye! bi ziman, bi ferheng, bi pênûs; (başî û ne başiya wan li alîkî) ku kêm bin jî bi hoste û bi berhemên wan ve û ‘li vî diyarî’ bi yek-du hezar xwendeyan ve zimanê kurdî-wêjeya kurdî; zimanê kurdî bi wêjeya xwe ve Kurdistana min e; bes ne Kurdistana min e, cîhana min e jî…
Bawer kin ne bi hesabê seriyan a 40 mîlyonî re me, li ya min bes çend hezar kes e(!)
Li wê bedewiya lê digerim ne li wan cihên req, çors û hov; ku kêm be, ku hendik be, ku qasî ristek û hevokekê be jî a li wir, wî nirxî ‘estetîkê’ li Kurdistana xwe peyda dikim…
Rojek bê helbet wê lê pir jî be; helbet rojekê wê jê bibare jî…
Çi ku Kurdistana min bes di wêjeya min de, bi êş û janên xwe, bi hesret û nalînên xwe, bi dîrok, xweza û newa, bi çîrok û bi ristên xwe ve; ew bîrdariya estetîkê bes di wêjeya min de zindî ye, alale ye, axeke bi ber, nexşeyeke azad e.
Ev wêje tomargeha vê rastiyê ye, dê her wê rokê delîl be jî; da nebe wekî behsa çîrokekê; ‘hebû tunebû welatekî bi navê Kurdistanê hebû zimanê wê jî kurdî bû..’!
Û heta ev ziman û wêjeya wê hebe ew ê nebe ew çîrok; ew ê hem di çavên kurdan de(!) hem di çavên dijmin de her hebe- heye; wekî çiyayên xwe yên serbilind bi estetîk e…
Çi ku bêestetîkî tu tişt, tu kes, tu civak, tu netew û tu kar ne xweşik in, bênasname ne; ne jî bi etîk in, ne jî bi qerekter û ne jî bi şexsiyet in; bêxeyal in...
Estetîk bes ne ast û nîşaneke hunerî ye; ew bo kes, bo kom, civak û netewan jî nîşaneke biniyatbûyînê (asalet’ê)ye! bêestetîkî bê asaletî ye.
Hêja ye; çendîn bedewî ye, rihe jî, kubarî ye jî, û helbet dirustbûyîne jî…
Xwezîîî...