Çîroka Cotek Çav: Fadilê Kufragî
Li rûyê dinê, hema hema hûr û girê temamê çîrok, serborî û serpêhatiyên benîademan, ji destpêk û dawiyan, ji eger û encaman wêdetir di hûrgilî û kitekitên biçûk de veþirtî ne û însan ji rûdan û daneyên "talî" zaye, bi gewde bûye.
Bi giþtî tarîxa vegotinê, nemaze jî ya deng û peyvê bi van tiþt û hêmanên "talî" ve miþt e. Lê ya ku vê yekê temam dike, yanî ya ji vê yekê elzemtir ew e ku însan li vê yekê bivarqile, virde wêde ji xwe re li riyekê bigere, ango bi hewla serwextbûnê bijî û tevrabe!
"Qeder"a ku li eniya benîadem hatiye nivîsandin axir pirs e, belkiyek bi mûama ye û xuyaye ku wê benîadem ji binî ve û tu caran pêrgî bersiva rast a vê mûammayê neyê! Lê tevî xêr gunehên xwe, bi þertê ku benîadem bîrbir be û îhtîmalê bide rûdanên dereke, dikare bi xwe qedera xwe li hev bîne.
Qedera Fadilê Kufragî jî belkî bi destê wî dest pê nekir, lê wî ji wê kela "bêhnfetiskî" ya di nava xwe de, hêdî hêdî ji xwe re eþqek bi gewde kir, xwe avêt bextê deng û peyvê û gav bi gav ew bi deng û zar ve kir.
Min jî dil heye ku ji çîroka dengbêjiya Fadilê Kufragî wêdetir, kurt û bi kurmancî çîroka cotek çav derpêþ bikim. Lew re çîroka bêçirûskmana cotê çavan, herfa serî ya çîroka dengbêjiya Fadilê Kufragî bi xwe ye.
Çîroka korbûna wî, nola henekeke bêwext e ku meriv pê dikeve þoqê û wê kêliyê, di wî ruhalî de meriv ne dikare pê bikene û ne bigirî:
Rojeke payîzê, birayê wî yê jê mestir di dest de firingiyek li ber pêçeka wî rûniþtiye, û hinga ku gezê li firingiyê dixe, ava firingiyê dipijiqe çavên wî. Dê tê, jin lê kom dibin, dibêjin ka em çi bikin çi nekin, ji nava wan jinek du jin radibin dibêjin; em çav bikewînin!
Dê li dijî vê yekê radibe, dibêje; çavê pitikê hê çilrokî û teze, em ê çilo rabin çavê vî zarokî bikewînin!? Jin dibêjin; hela tu ji me re rûn bîne!
Rûn tê, rûn dikin kefçî û kefçî didin ser êgir û li ser êgir wî rûnî diqijilînin. Helbet çenek arvan jî tev lê dikin! Dawiyê radibin, wî arvanê bi rûn ê di kefçî de bera nava paçekî didin û datînin ser her du çavan!
Û çavan bi paçekî jî baþ (!) girê didin ku xwedagiravî ji bo çav nerm bibin!
Ê de rûnê qijilî û çav teze... Qajewaja zarok digihêje asîmanê heftan û heþtan.. lê tevde vê qajewaja zarok asayî dibînin!
Axir piþtî bîstikekê girî û qajewaja wî puxte dibe û dikeve xewê.. Bav jî tê, dê radibe ji bav re ta bi derziyê vedike û çi qewimiye jê re neqil dike.
Axir...
Wextekê bi þûn de radibin paç ji ser çavan radikin, û bala xwe didinê ku spîka çavan tune ye! Lê bi tenê gewrikiyeke nola felqeyê nokekê li ser çavan heye. Bav qeneatê pê tîne ku çav rijiyane... Li Têznê (gundekî din ê Þemrexê ye.) xwarziyekî bav hebûye ku di mijara tibê de hebekî destsivik bûye. Bav û dê radibin didin dû hev û berê xwe didin Têznê, diçin cem xwarzê, xwarzê radibe çavan saxtî dike, dibêje çav temirîne, dest jê biþon!
Û ew roj û ev saet e ku stara Fadilê Kufragî bûye peyv û deng, ango dengbêjî...