Ta niha ji çend nivîsên min ên bi mijarên cihê re hin bertek hatine, (bo twitterê filan bikar neynîm) li gorî edîtorê Diyarnameyê ez agahdar kirime min ew bertek nirxandine; ka bi rastî tê de rexneyek heye yan nêrîneke cihê da ez bersivekê bidimê yan ew rexne bibe sedema gengeşiyeke siûdwer lê di piraniyên wan ne rexne bûn. Min jî pêwîstî pê nedî bersivê bidim; bibim alaveke derdora medyaya sanal a ‘beredayî’.
Min ev bersiv jî nedinîvîsî, lê êdî pêwîstî bû binivîsim.
Armanca min a nivîsandinê ne ku şûrê xwe bikşînim bi ser derekê de herim, ne jî li pê me ji xwe re derdorekê çêkim an bêjim, ka kerem bikin werin ser hizra min, xêr, derdê min ne ev e. Dixwazim bêjim hûn çi dihizirin bihizirin lê bizanibin wekî nivîskarekî-helbestkarekî ez jî di van mijaran de wiha dihizirim.
Mebest ne ku ez bi ya dilê we bizanibim e, mebest ev e ku hûn bi ya dilê min bizanibin.
Her wiha, yên heta niha nivîsên min xwendine dibe bala wan kişandibe, dema mijarekê digirim dest mijar her çi be, bi awayekî tekakesî nanirxînim; dibêm wî tiştî bo neteweya min çi bi xwe re aniye, çi biriye, çi li me zêde kiriye yan ji me çi dibe, kêm dike-kiriye? Bi vê nêrînê dinivîsim.
Lê gelek asayî ye hin kes hizrên min neecibînin, kêfa wan ji nivîsên min re neyê. Ev gelekî asayî ye. Balam, hin wekî bêjin derbarê zanînên me yên nayên guherandin (tabû)yan de kes nikare gotinekê bêje yan tiştekî binivîse; dibên me ew tabû wisa pejirandine, meke mijara nîqaşê, nenirxîne…
Min li jor jî gotiye, derd ne hûn in derd an mebest hewla derbirîna hizran e.
Çima nenivîsim? Ma ez jî ne ji vê civakê me, ne kurd im? Dibe tiştê bi te rast û xweş were bi min nexweş û nerast were û pir xwezayî ye, divê em bi awayekî rast, ango bi guhdarîkirina hev bala hev bibin ser hin tiştên me yên kolektîf ku pêdivî bi rexneyan heye; nivîs bo wê heye, nivîsandin bo nivîskarekî yekane rêya derbirîna nêrîn, rexne û hizrên wî ye.
Na, dibêjin me ne divê! Erê diyar e we nedivê, lê min divê…
Û tiştekî din! Ev nivîskarek e! Dibêje ‘çi nîvîseke bêmane, her hevoka wê bêmane ye’!
Dibe xanim! Min nizanibû, divê min destûr ji te bixwesta bo binivîsim an na!!!
Çi ku diyar e, wê xwestiye bêje ev mijar di bin îpoteka me de ne, bêyî me kes nikare binivîse.
Erê bibore, min bîr kiribû her mijara tu dinivîsî bi mane ye!...
Ew hewla bêmanekirinê hewla bêqîmetkirina te, ez pê bêqîmet nabim bi wê yekê bes tu xwe bêqîmet dikî, ne min. Ji kerema xwe re hinekî edeba nivîskariyê yaw…
Tiştekî bibîr bixim, çarçoveya nivîsên quncikan û gotaran ne yek e. Di nivîsê de bi çend hevokan tiştê dixwazî dibêjî, lê gotar derfetê didin te tu bi hûrgulî pê de herî, kîte bi kîte vebêjî. Yanê ew ên dibêjin çima mînak nedaye ew ne armanca nivîsên quncikan e ew di çarçoveya gotar an pêşekên panel, semîner an konferansan de ye. Nivîs bi çend hevokan balê dikşîne ser mijarekê lê yên dixwazin hûrguliyan bibînin terin devê pirtûkeke têkîldar vedikin, ka nivîskar xwestiye nivîsa xwe de çi bêje, ka rast gotiye yan hizreke şaş daniye pêşiya me!..
Loma, min digo qey ew ên xwe pir têgihîştî-zana dizanin wê fam bikin, lê na, diyar e divê tu ji koran re îlam ta bi derziyê re kî…
EZ JI ALÎ BÎYOLOJÎK DE JÎ HELWEST DE JÎ KURD IM
Bêm ser nivîsa rêzdar Zeynelabidîn Zinar ku derbarê nivîsa min a bi navê “Fetîşîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk” nivîsek lê kiriye û wekî pirs gotiye “gelo dest dide tu hewqas gotinên giran ji bo medreseya kurdî dibêjî?”
Birêz Zeynelabîdîn dibêje derbarê nivîskêr de bi lêkolîneke (kurt) diyar bû ku Welat Dilken herçendî alî biyolojîk ve kurd be jî lê helwesta wî xirab e!
Keko ez alî biyolojîk ve jî kurd im alî helwesta xwe ve jî kurd im, alî hest û hizrên xwe ve jî kurd im. Te lêkolîna xwe xwezika ne (kurt) lê dirêj û berfireh bikira hê baştir dibû; çi ku ez ne ji nifşê 1960’î me, ne yê 1991’ê me; hê zaroyê dohî me, wekî nivîskar nifşê 2000’î me, nifşê kovara W me. Yanê wekî temen biraziyê te têm hesêb.
Yanê tu têkîliya min bi kemalîzmê re jî, bi partiya wan a komîuîst re jî tune ye, çi ku temenê min têrê nake. Ne jî min kes kiriye dijminê bav û kalên wan.
Di 80 salên bihorî de! Hela hela! temenê min çende ku? Te îstîhbaratek şaş wergirtiye, berê te dane rêyeke şaş seyda! Keke Zeynelabidîn, ew ne ez im, ne ez im..!
Te ji kê pirsiye nizanim lê xwezika te ji min re binivîsanda, e-maîla min di quncê min ê nivîsandinê de heye, min ê derbarê xwe de agahiyên têkûz û piştrast bidana te.
EZ TENÊ KURDEK IM
Rêzdar, diyar e te nivîsa min giş nexwendiye, yan tiştê bala te kişandiye te xwendiye! Ger te baş xwendibûya tê bidîta min bo asîmîlekirin, entegrekirin û ji nasnameya kurd bidûrxistinê tenê negotiye medrese, min mînaka Halkevleri û Enstutiyên Gundan jî daye,; min xwestiye bêjim wan saziyên kemalîzmê jî bi taybetî li ser kurdên xwe çepgir dihesibînin, nemaze li ser kurdên elewî heman bandora neyînî kirine.
Rêzdar Zeynelabîdîn Zinar ger te ew jî bixwenda te ez bi kemalîzmê tewanbar nedikirim; çendîn ku Sosyalîzm fikrek baş be jî lê ji bindestiya me re nebûye derman û çare. Yanê ne ji wan im, pir pir hewl didim kurdperwerek bim; heçî ku ne kemalîst im, ne akp yî me jî ne osmanlîcî me jî ne birayê ol ê ereb û farisa me jî… kurdek im, hem jî kurdekî reş!..
Birêz, dibêjî eger Sovyet nerûxiyaba me nedikarî bi kurdî binivîsî, lê ji min baştir dizanî kurdên li Sovyetê dema Sovyet hêj li ser piyan bû berhemên xwe yên bi kurdî dabûn.
Û bizanibe, li vê komarê kurdî piştî (2002) serbest nebû, çi ku hê ne serbest e, tu zagonên kurdî diparêzin hê tunê ne, lê ji salên nodî vir ve bi awayekî wekî rojname, kovar û pirtûk derdikeve bazarê; ew jî bi hewl û bi berxwedana îmandarên zimanê kurdî ye, ne bexşa kesî ya bi xêra bavê ye!..
Kurd dibêjin dema lêv bilivin dizanim di paş de çi heye; bi vê dîroka (2002) tu didî ez a li ber dilê te dizanim…!
Yanê te dî! dikarim bi mûçirkê peyvekê jê derxim (!) manîpîlasyonê bikim, lê nakim, neku nikarim, balam ew ne etîka nîqaşê ye, ne jî ya min e…
SEDSALA 19 û 20’AN
Nîşanek din a nivîs baş nexwendî! Birêz Zinar gotiye pêşengên şoreşa bakur sedsala 19’an 20’an pêyrewên medreseyan bûn, jixwe min jî di nivîsê de gotiye ew sedsal ne tê de; çawa Feqî Huseyîn Saxniç û hêjayên din înkar bikim…
Hêja, tu jî dizanî ez jî dizanim, kurdên ewil ên îslamiyet pejirandine giş ji mesheba Şafiyê ne, lê qet di nivîsê de bala te nekişand min gotiye kurdên herî dereng bûne misilman kurdên Henîfî ne? Çi ku wan îslamiyet bi têkîliya kurdên Şafî re nepijirandine wan îslamiyet bi zora Osmaniyan pejirandine, loma jî çûne ser mehseba wan Henîfîtiyê.
Ew beşa kurdên Henîfî çawa, kêngê û çima bûne misilman divê bala we seydayan kişandiba, lê diyar e vê yekê heta niha bala we nekişandiye loma dibêjî kurdên Îsayî! Nexêr, kurdên Îsayî qasî dizanim wan deman nemabûn, yên kirin misilman ne Îsayî kurdên êzdî bûn, kurdên elewî bûn, beşek hindik jî ermen û suryanî bûn.
Bo ev xal baştir were famkirin pêşniyar dikim ku hem dema Hamîdiye Alayları hem jî dema destana Derwêşê Evdî were mêzekirin.
Erê bi hebûna çend perestgehan ew axa rojavayê ferêt nabe ya aşûran jî nabe ya ermenan jî ax, axa kurdan e. Lê were ez te lê bigerînim hemû mizgeftên KEVN ên li rojavayê ferêt ji dêran veguherandine mizgeftan; gor vê, gelo min gotiye li wan deran mizgeft tune ne, yan min gotiye ên KEVN tune ne?
Û were em herin gundan jî, li derdora berfêrt dikarim bi sedan gundan şanî te bidim dîroka misilmanbûna wan nagihîje sed pêncî salî, ku ew sed pêncî salî berî vê kurdên êzdî bûn, kurdên elewî bûn.
Her wiha, ez di nivîsê de behsa çima ew bûne misilman nakim, ez behsa çawa bûne misilman dikim, hevokên min berovajî neke, tevlî hev neke heyran…
Û dibêjim bo ku ew kurd dereng bûne misilman çanda medreseyan û ya wêjeya klasîk a ji merdeseyan li wan deran tune ye.
MIN GOTIYE ÇIMA PEYVÊN EREBÎ Û FARISÎ
Werim ser ferhenga wêjeya klasîk! Ger te nivîs baş xwendibe tê dîtibe, min ne helbestkariya wan ne helbesta wan mezinan nekiriye mijara nîqaşê, bes min gotiye çima û ji ber çi sedemê ew qas peyvên erebî û farisî!
Ma gelekî ne asayî ye em pirsên wiha bikin û li pey sedeman kevin da baştir hem wêjeya xwe binasin hem wêjekarên xwe, hem poetîka û ferhenga wan!?
Û gorî vê, ez bi pey ketime û min gorî xwe hin sedem nîşan dane; gelo nebe nebe ji ber van sedeman wan ew peyvên erebî û farisî bikar anîbin!
Ev pirs û hin sedem nîşan dayîn ne ji mezinahiya helbestkariya Cîzîrî dadixe ne ya Xanî, ne ya Feqî; çi ku dibêjim bi perwerdeya medreseyan re metnên (bi erebî, bi farsî) yên beşên cuda hatine xwendin bivê nevê wan metnan li ser wan helbestkaran bandor kiriye; ma pirsa vê eyb e, şerm e, yan ev tabû ye nayê pirsyar kirin?
Û dibêjim bo bandora erebî û farisî kêngê ketiye nav ziman û wêjeya kurdî em berê xwe bidin metnên beriya 1400’î jî bidin yên piştî 1900-1930’î jî. Yanê bi çavê îroyîn li sedsala 12-13-14-15-16-17’an nanêrim, li sedsala 10’an jî dinêrim, beriya ya Cizîrî 500 salî rûbayiyên Baba Tahir jî dixwînim, da karibim cudahiya ferhengî, poetîka û hizra wan têbigihîjim.
Bes mînakekê bidim, di Şêxê Sê’nanî ya Feqiyê Teyran de 121 peyvên ne bi kurdî hene! Biçin helbestên helbestkarên din jî hûn binêrin… Yanê pêdivî bi ferhenga erebî û farsî heye yan na?
Lê ev yek nayê vê wateyê ku Şêxê Sê’nanî ne metneke kurdî ye. Min jî tiştekî wisa negotiye. Bo wisa nayê famkirin min gotiye ferhenga wêjeya klasîk, min negotiye wêjeya klasîk ya ne bi kurdî!
Yanê min xwestiye balê bidim ser hin-gelek peyvên ne bi kurdî û min gotiye çima?
Ger hûn dibêjin sedem ne ev in, fermo sedemên xwe nîşan bidin, lê wêjeya Osmanî bo wêjeya kurdî nabe mînak, çu ku zimanê Osmaniyan zimanekî ji kurdî, farsî û erebî û hwd. hatiye pê ye-dewşîrme ye û helbestkarên wan jî wisa…Yên wan bi zimanekî neyî resen neyî xwerû, bi zimanekî çêkirî nivîsandine, lê ya me?
Ya me, em netewek bûn, helbestkarê me ewladên neteweya me bûn, zimanê me jî resen bû, ne berhevkirî bû, bo wê ew mînak nabe heyran! Yanê tir li ku das li ku…
Heçî ew zimanê ji çar pênc zimanan pêk tê ku tu behs dikî yê ku helbestkarên wan pê nivîsî, ew bo yên li paytaxta wan dijîn yanê yên li Stenbolê dijîn derbasdar e, lê ka bêje çend helbestên ku Melayê Batê, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî li Stenbolê nivîsandine hene?
Yan jî Cizîrî, Xanî û hwd, de bandora ziman û poetîka kîjan helbestkarê li Stenbolê jiyayî heye?
Ezbenî, belkî çûyîna wan a hecê ne tê de lê qasî me xwendiye em pê dizanin tevahî jiyana wan camêran di navbera Cîzîr, Amediyê, Miks, Bazîd, Silîva û Heskêfî de derbas bûye, de ka bi destê kê diket bo ger û geştê, bo seyranê çûyîna dûgeleke din?
Yanê eger li ser helbestkarên me yên wê wextê bandorek hebe ew ne ya osmanî ye; eger em ê behsa bandorekê bikin ew bandor divê derbarê zimanê erebî û farsî, helbesta erebî û farsî de be, ne ya/ê osmanî de.
Meseleya îslamê! Jixwe te jî gotiye artêşên ereban bi navê îslamê hatine serê gelek kurdan firandine, min jî ew gotiye ne tiştekî zêde. Lê hin ji meriv re wisa behs dikin meriv dibê qey dema artêşên ereban bi navê îslamê hatin ser axa me devê şûrê wan de bo me gul hebûn, em jî bi rihan û soson û beybûnan çûbûn pêşwaziya wan..!
Di nivsê de bo kes şaş fam neke min gotiye ji baweriya her kesî re rêzdar im, yanê yê ji îslamê bawer dike re jî yê ji baweriyek din bawer dike re jî; bo nivîsa min îslam ne mijar e, bes çawa hatiye van deran min bi hevokeke kurt ew gotiye, çima ku bi medreseyan re têkîldar e, min ew behsa kin kiriye.
ECIBANDINA TOREYÊ
Meseleya medreseyan û bandora wê ya li ser guherînên çandî yên civakî!
Dibêm birêz Zinar jî dê vê rastiyê bipijirîne! ‘Bo civatekê, neteweyekê, komekê yan kesekî, pejirandina olekê, baweriyekê, bîrdoziyekê, hizrekê, siyasetekê, heta koçkirin û çûyîna bajarekî din an ya welatekî din, an a nava miletekî din bivê nevê li ser cil û berg, ziman, têkîliyên navmalbatî, derûnî û hizrî bandorê dike, bi xwe re guherînan tîne’!
Min jî di vê çarçoveyê de nirxandina xwe kiriye; erê me ola îslamê pejirand lê gelo me çand, hin edet û toreyên ereban jî pejirandin? Ew qas.
Erê yek dikare bêje ew edeta kurdan e, dema ji malbatê kesek zû bimire bûk ciwan be bo meseleya namûsê yan jî bo şerpazenebûna wê jinê di nav kurdan de wextekê edet bûye bûk an jina bî mayî ya didane yekî ji malê ezeb an birayê yê mirî ew li xwe mahr dikiriye. Lê anîna çar jinan kî dikare bêje ew edeta ereban bi têkîlîpêdayîna îslamê re nehatiye nav kurdan?
Yanê şerm e eyb e, dema em nirxandina hin tiştan bikin, bivê nevê em ê bêjin a di vî karî de ev e qezenca me, ev jî yên me ji dest dan e; ma çima em bitirsin, yan nîqaşkirina hin tiştan wekî tabû bibînin, qedexe bikin.
Min xwestiye balê bikşînim ser aliyên neyînî-qest ji neyîniyê bi bandora wan guherînên din in, yanê tiştên li ser çanda civakî ya kurdewar û resen hatiye kirin e. Mebesta min ne ev e, nabêjim çima hûn ji îslamê bawer dikin, mijara min jî jixwe ne ev e heyran.
Çawa ku hizra sosyalîzmê em ji hestên neteweyî bi dûr xistine û di ser de jî ji derdê me re nebûye derman û bi xwe re guherînên hizrî, derûniyî û şeklî anîne; tu jî destê xwe bide ser wijdana xwe; tu jî dê nebêjî bi hatina îslamê re û bi avabûna saziyên wekî medreseyan tevî tiştên baş bi xwe re anîbin jî, lê bivê nevê guherînên hizrî, derûniyî, zimanî, çandî û şeklî jî li ser me kirine!..
EV BERDEWAM E
Meseleya kemalîzmê! Erê di vê babetê de bi te re me; ew tişt giş bi me kirin, lê ne te tenê ji kurdên şafî bi me gişan kirin; bi te jî bi min jî kirin; çi ku em her du jî kurd bûn bo wê!
Dema li derdora we, yanê li hêla we mêrekî bi simbêl nedidîn aliyê simbêleke wî kurkin bi wî bidin xwarin di 12 Îlonê (Rezberê) de li gundê me û li yên derdorê aliyekî simbêla mêran jê dikirin pê didan xwarin; min bavê xwe bi aliyekî simbêl heyî aliyê din kurkirî pê dayî xwarin dî; zaro bûm lê tê bîra min… Yanê şer ne şerê li dijî medreseya kurdî bû şer şerê li dijî kurdatiyê bû; kî ber keta diçû; yê simbêl qeytan jî yê simbêl sunnet jî…
Lê dibêjî kemalîzim 80 salî ye, (1922-2002) Nexêr, kemalîzim yanê ev komar 98 salî ye û berdewam e; çima 18 salên dawî ji temenê wê dikujî?
Baş e, ger sûc dikî yê kemalîzma 80 salî, lê yên van 18 salên dawî de peykerê Ehmedî Xanî parçe parçe kirin kî bûn? Ên pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan li Sêrtê hilweşandin kî bûn? Ên navê Mehmed Uzun li kolanê rakirin kî bûn? Ên nivîsa kurdî ya li ser rê ‘ji kerema xwe re ewilî peya’ ji papûrê rêş kirin kî bûn? Û rûyê me yê reş e; loma nikarim behsa yên roja dohî rastî destdirêjiyê hatînî bikim, nikarim behsa xortên ji ber bi kurdî axivîne hatine kuştin bikim…
Çima dibêjî 80 sal û 18 salên dawî behs nakî, çima navê kiryarên me rast nabêjî?!
Lê behsa kemalîzmê dikî û min bi wê firêsetê tewanbar dikî balam aliyekî din ê kemalîzmê ji bîr dikî; kemalîzm rê nade kemalîzm were nîqaşkirin, rexnekirin, xwe wekî tabû dibîne wekî dogmatîzma ereban e. Gelo tu bi xwe, xwe çi qasî dûrî wê firêseta kemalîzmê dibînî?
Dizanî! Di zagona wan de sê xalên ewil nayên nîqaşkirin û guherandin, gelo bi te ew nexweşî li me jî negeriyabe û em bi wê helwesta xwe ya hişk û bêtahamûl wekî firêset piçekî naşibin kemelîzmê, nabin kemalîst!?
HER TIŞT DIKARI BÊ NÎQAŞKIRIN
Bi ya min di jiyanê de tu tiştê nayê nîqaşkirin, nirxandin, rexnekirin tune ye; mîr jî dikarin werin rexnekirin, medrese jî, wêje jî, ferheng jî, ol jî, bawerî jî, bîrdozî jî, siyaset û siyasetmedar, û em nivîskar jî…
Rexne kirin; ku ya min ji rexneyê pirtir belkî destnîşankirin be û ew jî nabe dijminahî!!!
Tu tişt ne tabû ye! Bes tiştek heye divê meriv jê re baldar be, ew jî rêzdarî ye! Ji vê re jî bi qasî min malpera Diyarnameyê jî xwedî prensîp û pîvan e, hesas e. Ger ez bikim jî ew nivîsa min naweşînin. Lê bila yek rabe hevokek min a bêrêzî di nava xwe de hewandiye nîşanî min bide ez ê lêborîna xwe bixwazim. Dibe nêrîna min ne gorî ya hinan be, dibe şaş be jî, dibe daneyên xwe jî kêm û xelet bin, lê bêrêzî! Na, kes nikare bi wê min tawanbar bike.
Armanca avakirina medreseyan! Yên kurdan çiqas bo wê armancê hatine avakirin û ketine nav wî karî nizanim lê bo armanca avakirina medreseyên Selçûkiyan ên li Kurdistanê ji kerema xwe re biçin şerê di navbera Îsmaîliyan (Hesen Sabah) tevgera Babayiyan, Huremiyan, Mazdekiyan, “Batînî” û ya hin kesayetiyên wekî Helacê Mansûr, Suhrewerdî, Baba Îshaq, Selçûkî û Abbasiyan “îslama sunnî” de lê bikolin.
Ger meriv helkeftinên di navbera sedsala 9’an heta salên 1250’î lê nekole îzahkirina hin tiştan zor e. Birêz Zinar wan helkeftinan ji min baştir dizane û ew jî dizane avakirina medreseyên alema sunnî ji sedema wan helkeftinan e.
Lê bila bê zanîn, ev gengeşiya me li ser bandorên wan a li ser çand, ziman û toreyan e, ne li ser sedemên çima hatine avakirin e; çi ku piştî vê saetê nîqaşkirina sedeman tiştekî ji me re nîn e. Wekî kurdan gotiye ‘ya çû nede dû’.
MEDRESEYÊN MERWANIYAN, DERGEHA BABA TAHIR
Medreseya Merwaniyan! Ma tu dikarî bêjî avakirina wê medreseyê ne bo aliman bigihîne ku li dijî Bûwehiyên Şiî ên ku zora xelîfeyê li Bexdayê dibirin şerê teorîk bidin e bû?
Min gotibû dewleta ku îcazetê li Bexdayê bigire ne dewlet e, pir pir otonom be!
Wekî mînak; Bad an jî Baz Bin Dostkî kê anî ser text an wekî hikumet tayîn kir? Merwanî bo sînorê dewleta xwe fireh bikin heta Mûsilê daketin an di ber Abbasiyan de çûn şerê Bûwehiyan? Biraziyê Bad an jî Baz Merwan bo karibe bacê berhev bike û helbet bi şertê ku para Bexdayê jî bide ma îcazet ji Bexdayê girt an negirt?
Çi ku li gorî hiqûqa îslamê ji dervayî desthilata xelîfe di nav umetê de desthilateke din a serbixwe nabe. Û di nav beşeke umetê de berhevkirina bacê bes bi destûra xelîfe dikare bibe.
Yanê dewleteke bacê bide dereke din çawa dibe serbixwe? Merwanî dewlet bû yan desthilat-hikumeteke ji alî Abbasiyan ve hatî tayînkirî bû?
Rêzdar dibêjî medreseya ewil li Hemedanê ava bûye, lê tiştekî tevlîhev dikî! Ya Hemedanê ku Baba Tahirê Hemedanî ava kiriye ne bi mebest û çarçoveya yên îslamî de ye. Ew dergehê Pîr-avatarê yarsanan a Baba Tahirê Uryan e. (peyva yarsan aîdî dema Sultan Sahaq e, lê bo demên borî jî tê bikaranîn)
Erê dibistan e jî, lê ew dergeh ne li ser baweriya îslamî ew li ser baweriya yarsanan hatiye avakirin. Ew dergehê pîr e, îro roj jî ziyaretgeha yarsanan e. Li wî dergehî yanê li dibistana Pîr Baba Tahirê Uryan gelek keç û xortên li ser esasa baweriya yarsan û hizrên Baba Tahir pewerde dîtine hene û ji wan jinexaseke mîna Fatîma Lorî ya helbestkar rabûye-nav daye.
Yarsan nabêjin medrese, dibêjin dergehê pîr, yan jî zîyaretgeha Baba Tahir!
Lê li medreseyên mijara me ne qe helbestkareke jin rabûye? Na! çi ku li gor baweriya ‘olî’ ‘qasî me dî ye û qasî em zanin’ xwendina keçan ne ‘caîz’ bû.
Dibêjî Smayîlê Cîzîrî 1136-1206 li Medreseya Sor rabûye, balam dîrok jî dibêje Medresa Sor ji aliyê Xan Şerefê II’em ve di sedsala 14’an de hatiye çêkirin!
LI SER XANÎ MIN ÇI GOTIYE?
Rêzdar, çima meseleye vir de wê de dibî tînî, ka nîşanî min bide min di kîjan hevokê de gotiye xirabiyên Ehmedê Xanî? Bi dînê te be min wisa nivîsandiye? Çima manîpîle dikî, neheqiyê dikî? Ma ev ne provakasyon e?
Li cihê rexneyên min bi kamilî û bi zanatî rexne bikî; mixabin bi bertekên xwe yên tund bi hêrs ku bi tenê dibêjî ‘ne rast e, derew e’ û bi tawanbariyên provakatîf ‘belkî’ dixwazî nîqaşê ber bi siyasetê û dîn ve berî lê…
Apekî min ê bi navê Zivê Husî Zivê hebû, rehmetî digo ‘ya tu dibê kun e av tê tune’.
Yanê ji kerema xwe re ne min ne jî mijarê bi dereke din ve nekişîne!
Ji kerema xwe re peyva ‘neyînî û xirabî’yê jî tevlihev neke, neyînî tiştek e xirabî tiştekî din e.
ROLA MEDRESEYAN
Dibêjî di mesreseyan de bi serenava 19 mijaran wane yanê perwerde dihate dayîn. Baş e, jixwe min jî mufredata wan nekiribû mijar lê dîsa jî bo te gotiye bêjim; gelo di wan beşên tu behs dikî de wekî siyaset, matematîk, hiqûq, astronomî, astrolojî, felsefe, tendrustî û hwd. de ne wekî mele lê li ser wan beşan ji yekê hinên mezin bûyîn, destûrname wergirtî hebûn?
Yanê hinên gotine wele ez bo beşa hiqûqê bixwînim hatime ne bo melatiyê û li ser wê beşê destûrname wergirtiye û çûye li ser wê beşê xizmet ji gelê xwe re kiriye hene?
Dawiya dawî ew medrese bi kurdiya îro dibistan, ma ne dibistanên Ruhban in, ango bo karên olî mirovan digihînin, ne bo endezyaran bigihînin...
Yanê her çi xwendibin jî, ew feqî bes di beşa meletiyê de mezin dibûn, ne di beşeke din de.
Di derbara medrese û mîran de bo em karibin hin bersivên xwe yên demên ewil ên avakirina saziya mîrîtiyê û medreseyan de werbigirin divê em carê Siyasetnameya Nîzamulmulk jî bixwînin.
Wekî encam:
Kurd dibêjin: ‘ku ne fên e ew çi ben e’!
Dema min medrese kirin mijara nivîsa xwe min ne bi alî siyasî ve ne bi alî olî ve ne jî bi alî meshebî ve qet nirxandinek nekir, çi ku armanca min ne ew bû. Bo mijar hesas e û da şaş nayê famkirin min go rêza min ji yên bawer dikin re heye; kurd her ji kîjan baweriyê be rêza min ji wî/ê re jî ji baweriya wî/ê re jî heye; lê bi şertê ku nede pêşiya kurdbûna me.
Lê kek Zinar wisa daye nîşan an xwestiye mijarê bi dereke din ve bikşîne; li cihê bêje a bo me ev in serkeftiyên medreseyan lê bivê nevê bandorek xwe ya wiha jî bûye; ku nirxandina min jî ne red e, bes balkişandina ser aliyên wisa ye.
Hêja, qesta min ji neyîniyê bes bandora wê ya li ser çand, kevneşopî û zimên e. Çi eleqeya kemalîzmê, komunîzmê, siyaseta tirkan bi mijara me re heye? Yanê ‘tir li ku das li ku’! Diyar e dixwazî bi ser derekê de verişî (!) Heqet, eger bi rastî dera tu dixwazî bi ser de verişî ku kemalîzm e, aha kemalîzmê li dera hanê heye, de fermo…
Her wiha, te behsa dîktatorên ku bi ser kurdan de hatine kiriye, lê min di nav wan de Osmanî nedîn?
Çima mijarê bi dereke din ve dikişînî, û dibêjî nezan e bêserûber nivîsiye bêbelge ye! Welew ku min belgeyek nîşan neda ye, lê ka te kîjan belge nîşan daye, bêyî bêjî nerast e, derew e, û tawanbariya kemalîzmê bixî stûyê min… Lê bizanibe gotina ‘nerast e, derew e’ jî ne belge ne.
Erê dema cihên pêwîst de hûn dibêjin dîroka medreseya kurdî diçe ta 950 ya Hemedanê. Lê medreseyên din ên yarsanan jî hebûn, ên êzdiyan jî hebûn, ên elewiyan jî hebûn her baweriyê bi medrese-dibistanên xwe yên ruhban xwestine mirovên baweriyê bigihînin…
Baş e, tevî ku cih tê bo dîrokê nîşan bidî behsa ya Hemedanê dikî, gelo te qe ta îro di gotareke xwe de, di axaftineke xwe de, di nivîseke xwe de behsa naverok, mûfredat û armanca wan medreseyên êzdî, yarsan û elewiyan kiriye? Behsa başiya wan, behsa kêrhatina wan, behsa naveroka helbestên helbestkarên wan ên jin ên mêr, behsa wêjeya ji wan derçûyî, bi taybetî ya yarsanan kiriye û te mînak jê dane?..
Çi ku helbest-wêjeya klasîk a kurdî ji sedsala 8’an ta ya 13-14’an hin îstîsnayên wekî Elî Herîrî ne tê de ji pênûsa pîr-pêşengên mêr û jin ên baweriya yarsan in, ya avakar û mamosteyên dergehên wan in .
Yek jî, belkî bêjî gelo medreseyên elewiyan hebûn! Erê hebûn; dergehê her pîrekî elewî medreseyek-dibistanek bû û li wan dergehan ders dihat dayîn, dersdar jî pîr bixwe bû û zimanê wan jî bi kurdî bû. (nebêjin ka berhemên wan, ev ne şertê medresebûyînê ye)
Min ev beş bo çi vekir! Bo serenava nivîsa te ya ‘Medreseya Kurdî Şanaziya Netewa Kurd e’ ger qesta te ya ‘Medreseya Kurdî Şanaziya Netewa Kurd e’ bo hemû medreseyên kurdî be, yanê medreseyên baweriyên din ên kurdan jî bin, bi te re me, lê na, ger bes ên baweriyekê bi tenê bin; kêm e, cihêkarî ye, manîpulasyon û fetîşîzm e, ya xwe li ser ên din ferzkirin e, şaş e…
Dîsa li gor vê serenava: ‘Medreseya Kurdî Şanaziya Netewa Kurd e’; em kar û xebata wan a bo dînê îslamê kirine bidin alîkî, ku jixwe bo wê armancê hatine avakirin û ew xebata wan jî ne nîqaşa me ye û dîsa helbestkarên ku ji medreseyan rabûne jî em bidin alîkî, ku ew jî ne karê medreseyan e karekî şexsî ye; li gorî vê, ger ‘Medreseya Kurdî Şanaziya Netewa Kurd e’ yanê ku medrese malê neteweya kurd in gelo mafê neteweya kurd jî nîn e ku bi pey pirsa we di demên herî girîng-kirîtîk de we bo min çi kirê bikeve!.. (sedsala 19-20 ne tê de)
Bo vê pirsê jî hewce nake meriv xwe eciz bike, bi hêrs bibe; pirseke gelekî asayî ye.
Erê em nikarin hin tiştên li dawiyê mayî biguherînin yan tune bihesibînin; erênî neyînî tiştên ketine nav jiyana me rastiya me ne êdî, medrese jî mîr jî; lê em dikarin bi hev re bigengişin, bi awayekî xweşbîn bi hev re şaşiyên hev bêjin, hev serwext bikin
Jixwe tiştên baş ên me ne, lê lînc ne çanda me ye, bêtoleransî nikare bibe rêbazeke me û bêmanekirin nikare bibe pîvana me, bêtehmûliya ji hizrê re jî…
Em neçarin bi rabirduya xwe re hevrû bibin; kumê xwe deynin ber xwe, biponijin…
Em neçarin ji hev re rêzdar bin, ji hizra hev re rêzdar bin, bi bêhnfirehî guhdariya hev bikin; ne ku di nava nivîsê de yan a axaftinê de gotinekê ji xwe re bikin egera êrîşî yan a şaş têgihîştinê.
Erê kurd pirrengî pirzaravayî û ji hêla baweriyê ve ne homojen in, siyasetên me jî dibe cuda bin lê tişta me dike yek kurdbûna me ye, em neteweyek in; xwîna me yek e, zimanê me yek e, çanda me yek e, dîroka me yek e, helbet rojekê erdnîgariya me jî wê yek be. Loma em neçarin li ser kurdbûnê hev hembêz bikin ne li ser baweriyekê yan bîrdoziyekê. Jixwe ew in, ên em ji hev bi dûr xistine, pê nabûne yek, parçe parçeyî bûne, loma jî em ji hev hez nakin…
Tiştên min nivîsandine li civakeke normal nabin sedema reaksiyonên wiha, lê em ne civakeke normal in, tehemûla me kêm e, em ne demokrat in, ne civakek lê demokrasî heyî ne.
Bila bê zanîn, eleqeya min ne şafî ne, ne elewî ne, ne yarsan in û ne jî êzdî ne, dînê herkesî ji xwe re, ya li me dikeve rêzgirtin e. Lê eleqeya min kurdbûna wan e, netewebûna me ye; her kê çi tiştê baş anîbe li me zêde kiribe bi heft dest û piyan xwe lê werdidim û bi heft dilan jî Feqiyê Teyran hembêz dikim, lê ca bihêlin bila yek bêje seyda, çima ew peyv!...
Rêzdar Zinar jî dizane; ‘civak, netewe, bawerî, bîrdozî û hizirên êdî gihîştine qonaxa dogmatîzmê ji nîqaşan-rexneyan ditirsin’! Çima ku naxwazin statûya xwe ji dest here(!)
Ev jî aliyekî meseleyê yê pîskolojîk e! Em giş dizanin di qada siyasetê de jî ya wêjeyê de jî û nemaze ji ber hesasiyeta zimên-wêjeyê di derbarê medreseyan de jî statuyek (qebûlek)çêbûye. Û wê qebûlê di nav hemû kurdên zimanhez û kurdperwer de; kurdîhez û kurdperwerên êzdî, yarsan, elewî heta yên ateist jî di nav de li hemberî seydayên ji medreseyan in hezkirinek, rêzdariyek û sempatiyek çêkiriye; bêguman ku pir seydayan jî ji ber kar û xebatên xwe ew hez, rêz û sempatî heq kirine, lê belê, dema rexneyeke biçûk (belkî objektîf an sûbjektîf be) li wê derdorê digirî dinêrî bi reaksiyonên tund bi hincetên eleqeya xwe bi rexneyê re qet tuneyî bi ser te de tên, heta pir bi neheqî te bi dijminahiya dîn tewanbar dikin!
Dibêm gelo nebe ku di bin wê reaksiyon-bertek û hêrsî de piçekî jî metirsiya ji dest çûyîna wê statûyê hebe?
Bi baweriya min, eger em dohî û îro bi hev re nîqaş nekin em nikarin siberojekê ji xwe re ava bikin; helbet bi şertê çêr û bêrêzî nebe; divê em ji nîqaşan rexneyan netirsin; yanê em bo çi û çima bitirsin?..
Di vê nivîsê de ger pirsnîşan hebin jî ne bo pirsan e da bersiv werin; min nexwest tu pirsan bikim, dilê min nîn e nîqaşê dirêj bikim, veguherînim polemîkan, yan rê bidim berê wê bidin derên din!.. Di vê derbarê de gotinên min ew qas in.
Hêvî dikim min karibe bersiva pirsên camêr bidim û mebesta xwe piçekî zelal kiribe.
Sererastkirinek: Min di nivîsa borî de nivîsî bû ku Cegerxwîn gotiye ‘helbesta ku meleyan derxistibû esmanê îlahî min daxist jêr, nava gel’. Ew ne gotina Cegerwîn e. Ya rastî di civatekê de min ev gotin bihîstibû, bo bêjim ka Cegerxwîn li ku ev gotin gotiye da wekî çavkanî di vê nivîsê de nîşan bidim, (nêv nedim) min ji hêjayekî ji wê civatê pirsyar kir, camêr go ew ne gotina Cegerxwîn e, go em hin helbestkarên vê serdemê dema helbesta klasîk û ya Cegerxwîn ji alî zimanî û ferhengî ve hevrû dikin em dibêjin helbesta ku meleyan (helbestkarên klasîk) li esmên digerandin Cegerxwîn daniyê jêr nava gel.
Biborin, min şaş ragihandiye.
Têbinî: Nivîs dirêj bû jixwe kurt jî nedibû, bo wê yên dê bixwînin û piçekî biwestin bila li min biborin.
***
Nivîsên li ser vê nîqaşê:
Nivîsên li ser vê nîqaşê:
- Welat Dilken: Fetîşîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk
- Zeynelabidîn Zinar: Medreseya Kurdî Şanaziya Neteweyê Kurd e