Peyva “bîr” di kurdî de du wateyên xwe yên girîng hene. Ya yekemîn, “bîra avê” ye, ya duyemîn, “bîra mîrovan” e. Her du “bîr” ji bo berdewamiya jiyanek durist pir girîng in.
“Bîra avê”, qula kûr a di erdê de hatiya vekirin a ku ava binerdê tê de berhev dibe û li gor hewcedariya mîrovan ew av tê bikaranîn.
“Bîra mîrovan” jî wekî “bîra avê” quleka kûr a di hişê mirovan de zanîn, hînbûn û ceribandina mirovan tê de berhev dibe û her ku hewcehiya mirov pê hebe bi kar tîne.
Dema min “bîra” me ya kurdan anî berçavên xwe resmek wiha di serê min de çêdibe: Dijminên kurdan sed sal in ji hêlekê ve kurdan qir dikin ji hela din ve “bîra mirovên” kurd dimiçiqînin, “bîra mîrovên” kurd ji zanîn, hînbûn û ceribandinên wan vala dikin; paşê ji nû ve bi zanîn û hînbûnekên serûbinkirin û derewîn û ceribandinên çêkirî, an jî bi çîrokan tije dikin. “Bîra mirovan” bi çi tije be, mirov baweriya xwe bi wê tînin.
Qes sê sal berê di nivîseke xwe ya di Diyarnameyê de, min gengesiyeke di navbera min û pismamên min ên bi salan in me hev nedîtine de nivîsandibû.* Gengeşiya me li ser civaka me, kurdên elewî bû. Pismamên min îdîa dikirin ku “em ne kurd in, em tirkên ku ji Xorosanê hatine” û di wê gengeşiyê de min bi mantiqî îdîaya wan pûç kiribû lê têkiliya kurdan an jî ya tirkan a Xorasanê nezanibû. Bi tenê min zanibû û tegihîştibûm ku “em tirkên ku ji Xorosanê hatine” derewek e, rastiyeke serûbinkirinê bû.
Xorosan ku der bû, li ku bû min jî nizanibû, ya ku li ser min zanîn ji yê din zêdetir nebû lê min ev zanibû “em tirkên ji Xorosanê” nebûn. Em kurd bûn lê bi Xorosanê re çi eleqe û tekiliyê me hebû min nezanibû.
Paşê rojekê di înternetê de ez rastî stranbêjeke bi kurdî distrê ya ji Xorosanê hatim. Navê wê Yelda Abbasî bû û hema hema bi devoka hêla me distirî û awayê stranên wê mîna yê kurdên elewî bû. Coşek bi hindurê min ket, xwe bi xwe min got, “vaye ya rastî.” Kurd li Xorosanê hebûn, devoka kurmanciya wan mîna ya me û awayê stranên wan wekî ya me… Hema ez di înternetê de geriyam û min dît ku li Xorosanê kêm zêde du mîlyon kurd dijiyan û Xorosan bi xwe cihekî kurdan bûye. Ji Kurdistanê ewqas dûrî kurd bi çi awayî, çi wextî çûne li Xorosanê bi cih bûne? Min pê derdixist ku ew kurdên li Xorosanê bi cih bûyî bi kurdên Dersîm û Qoçgirî re tekildar in. Çawa, bi çi awayî têkildar in? Li ser Xorosanê destê min de qet pitûk û belge tune bûn.
Niha ez pirtûka lêkolîner mamoste Mehmet Bayrak a li ser Xorosanê ya heft sed rûpelî, bi belgeyan tijî di bin destê min de ye. Mamoste Mehmet Bayrak jî ji wan vir û derew
ên “em tirkên ji Xorosanê” pir aciz bûye ku bi pirtûkek tije belge li serê yên ku di nav kurdên elewî şaşiyan derdixe dixe.
Ji pitûka mamoste Mehmet Bayrak bi belgeyan ve dixwînim û tomar dikim; “bîr” tê bîra min. Min qala “bîra avê” û “bîra mirovan” kir; niha dibînim divê qala “bîra civakê” bê kirin. “Bîra civakê” jî kûrahiya arsîva belge û mayindeyên civakê ne. Niha her ku belge û mayindeyên civaka kurd tê berhev û tomar kirin “bîra civaka” ji binyata xwe tijî dibe. Her ku “bîra civakê” bi rastiyên belgeyî tije dibe “bîra mîrovan”, kesên kurd jî bi rastiyan tijî dibe.
Êdî belge di destê min de, rastiya Xorosanê di “bîra min” de ye. Kî çi çîrok, vir û derew vedibêje bila bêje bi belge û arsîv e. Sipas mamoste Mehmet Bayrak ji bo keda te.
* Nivîsa navborî:
- Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye
- Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye