Li ser Rojava, nivîsa destpêkê
Dembaþ
Piþtî demeke dirêj, vaye dîsa ez vegeriyam Diyarnameyê..
Ev veger hinekî cudaye, ya rast veger di demeke cuda de ye..
Rojavayê welat di nava lehiya xwêdanê de li ber xwe dide.
Rûreþiya hinek saziyên ragihandinê gihaye zîrveya bêexlaqiyê..
Hinek rewþenbîr di nava kînê de xwe winda kirine û di nava dijþoreþa azadiyê de avjeniyê dikin..
Çand û huner li ber lingan diçe û tu kes nikare xwedî lê derkeve..
Mirov ji ku dest pê bike?
Ezê ji xaleya ku niha vê kêliyê di serê min re derbas dibe, dest pê bikim..
Cenev 2 û bêdengiyek naletlêhatiya ya beþeke kurdan..
Amerika zoreke mezin dide ser dinyayê ku tenê du beþ li konfernsa Cenev 2 amade bibin, yek Rejima Sûrî, ya din Rikberî..
Ev konferans bi xwe di navbera Amerika û Rusya de ye, wê her du dewlet di xaleyên cuda de, xwe ji hev re daxin û wê rejim dewam bike..
Sedem jî ew e ku her du jî dizanin, Rikberî bi vê rewþa xwe ya tevlihev, ku her çend kes fikrekê diparêzin, nikarin rejîmê daxin û bibin alternatîf.
Sefîrê amerikî Ford, yê ku bi pirsa Sûrî re mijûl e, ji Rikberiya Sûrî ne çêtir e, belkî di dîroka Amerika de, mirovê herî ehmeq e ku wezîfeyeke wiha nazik dimeþîne..
Helbet ev jî bi zanebûn hatiye wezîfedarkirin..
Tirkiye amedeye ku her tiþtî bike û bêdeng be, tenê ji bo kurd bi heyetek serbixwe neçin konferansê...
PYD israr dike ku kurd bi navê Desteya Bilind beþdarî civinê bibin..
ENKS wê tev koalîsyona ku bi gelekî ji Rejîmê pîstir e, here wir...
Eger hat û wiha bû ku tenê Rejîm û Rikberî li hev bicivin, Cenev dibe Lozan û kurd dîsa winda dikin..
Ne Amerîka, ne jî Rikberî ne amadene ku pirsa kurd bînin rojevê, ev yek pir vekirî her du hêlan dan xuyakirin..
Wekî wiha ye, çûyîna kurdan ji bo çi ye?
Kî wan di nav koma Koalîsyonê de mecbûrî çûyînê dikin?
Ên ku dizanin wê encam Lozan be, çima vê liva naletlêhatî dikin?
Gelo ji bo ku Tirkiye û Amerika razîbin, hêjaye em parçeyekî welatê xwe, ku sê parê wê rizgarbûye û heta ji bo serxwebûnê jî amade ye, bifroþin?
Rikberiya ku nikare "Rêberiya Xweserî ya Demkî" ya kurdan tehemûl bike û tohmetên herî giran avêtin stûyê kurdan, wê çawa bi federaliyê qayilbe?
ENKS ya ku digot Federalî, newêre ji tirsa Tirkiye û Koalîsyonê tevlî Rêveberiya Demkî bibe, ne tenê wiha, her roj li ser ekranên TV'yên ereban dijminaya Xweseriya Demkî dikin..
Ev xweserî ku navê wê "demkî" ye û di planê de hilbijartin hene, yanî heya demekê wê wiha be, piþtî hilbijartinê kî bi serket dê rêveberiyê bikin, çima ENKS jê ditirse? Di civina van rojên dawî de, Meclisa Gel israr dike ku ENKS tevlî vê Rêveberiyê bibe, lê bi taybetî Partiyên ku girêdayî PDK û Koalîsyona Sûrî ne, li dij derdikevin...gelo ev ne nakokiyên kuþtinê ne?
Mijar wiha pir in ku mirov dixwaze her tiþtî bi yek carê re bêje..
Ka bila ev bibe silava vegera min a Diyarnameyê..
Heya nivîseke din..