Ahmet Kaya kurd bû, alewî bû, hunermend bû. Her sê nasname jî nasnameyên din bûn; hatibûn înkar kirin, wekî talûke dihatin dîtin ji lewre di sala 1999’an de, di merasîma xelatdayînê ya Komeleya Rojnamegerên Magazînê de, ji ber ku Kaya gotibû, “Ezê klîbeke bi kurdî saz bikim” ketibû ber xezeba “hunermendên” neteweperest, hewl hatibû dayîn da Ahmet Kaya were lînç kirin.
Ahmet Kaya wekî ji trajediyek kurdan a herî bi êş berê xwe da riya sirgûnê û di sala 2000’î de li Parîsê çû ser dilovaniya xwe.
Îsal xelata mezin ya çand û hunerê ku ji alî Serokkomariya Tirkiyeyê ve tê dayîn dan Ahmet Kaya. Ev xelat muhîm e. Hêvî ew e da bibe destpêkek ku êşên wekî êşa Roboskî êşa Hirant Dînk bi gavên wisa hinek sivik bibin. Xelat û gavên wisa dibin sebeb di civatan de gengêşî dest pê bikin, bi wî awayî dê zîneta însanan biguhere.
Sebebê xelatdayînê jî bi wate ye, wekî sebeb hatiye gotin ku, Ahmet Kaya bi şîroveya xwe, bi muzîka xwe, bi şêwe û vegotina xwe bûye sebeb da însanên cuda difikirin bêne ba hev. Ev eger jî balkêş e. Di serî de kurd û yên din bi salan e ji bo jiyaneke wisa têdikoşin; bi rengê xwe, bi fikrên cuda jiyaneke hevpar gengaz e, dibêjin. Tirsa ji yên din, tirsa ji dijberan, tirsa ji fikir û jiyanên cuda tirseke bêwate ye. Heger ev xelat bi vî mantiqî were şîrovekirin, hatibe şîrove kirin muhîm e lewre li vî welatî Serokkomar di heman demê de serekê artêşê ye jî.
Ji derî analîzên siyasî û wateyên kûr yên gavên wisa însan wekî niyetên xweş jî bibîne baş e. Rastiyên din jî hene di pratîkê de. Dixwazin wekî îronî bihesibînin ji we tê wekî rastiya hişmendiyeke neteperest bi nav bikin, di roja ew xelat hate dayîn de li Kuşadasiyê dîsa kurdî wekî talûke hate dîtin, konser hate betal kirin. Di rojnameya Radîkalê de îro ev nûçe hatiye belav kirin:
“Li Kuşadasi,belediya ku di dest CHP’ê de ye, di bergeha festîvala bajarên bira de ku projeya konsera
bi navê ‘Stranên Wenda ên Anatoliyê’ saz kiriye, ji ber ku ê stranên bi kurdî jî bihata gotin proje betal kiriye.” Di nûçeyê de hatiye gotin ku yek ji hunermenda ku di konserê de stranan bigota Devrîm Kaya di hesaba xwe ya Twitter de nûçeyê par ve kiriye.
Ev wêne û tablo rê didin bê ji bo demokrasiyê hê çiqas têkoşîn lazim e. Helbet dîsa diselmînin ku ger bê xwestin guherîn ne ew qas zor in.
Em bi rexneyeke Nurgul Yeşilçay dawî li nivîsê bînin hem rexne muhîm e hem jî em ji bîr nekin ku li vî welatî bi qasî kesên teng difikirin însanên dilfireh û fikirxweş jî ne kêm in. Nûçeyê di rojnama Starê de cî daye xwe:

“ … Yeşilçay di hesabê xwe ê Twitter ê de rexne li tewrên hin kurdan girt. Lîstikvana navdar di hesabê xwe yê Twitter ê de, derbarê hin kurdên ku bi îngîlîzî diaxivin de ev şîrove kir: ‘Bi îngîlîzî xweştir xwe derbirîna hin hevalên kurd gelo ekonomîk e an sosyolojîk e? An ne heweskarî ye ku ji pirsgirêkek welêt e? Ez kurdî tercîh dikim.’ “
Nîşe:
Hêja Mehmet Oncu, piştî nivîs weşiya, ev agahî ji bo min bi rê kir:
“Kek Cîhan merhaba, Ahmet Kaya semsûrî ye, ji eşîra Bîstikan e, kurd e (sûnî, Cîhan Roj) lê ne elewî ye. Silav û rêz.”
Belê malabata wî ji Semsûrê ye lê Ahmet Kaya xwe her wekî kesek ji Meletî derbiriye.
Em werin ser mesela elewîbûnê. Berî nivîsê lêkim min hevpeyîvîneke jina wî di rojnameya Radîkalê de (Ben bir Kurt Alevi olarak Turk değilim, Turkiyeliyim. 07.11.10 Radikal, Pınar Ogunç) xwend; ji ber ku Gulten Xanimê di wir de gotiye; "Ez wekî keseke kurd û alewî..." dibe ku vê derbirîn ê hukum li nivîsa min kiribe. Ya rast ji bo min balkişandina nasnameya elewî muhîm bû. Ahmet Kaya elewî be ne elewî be ne muhîm e; wî bi muzîka xwe bes nasnameya elewî ya mexdûr şîrove kiriye.